Yildiz Çakar Yildiz Çakar

Rojavayê Firatê, lîstikên li ser demografyaya kurdan û Pirsûs 20 Pûşper 2018 Çarşem

Li erdnîgariya Kurdistanê demografya kurdan a homojen, yekitî û girêdana ligelhevbûnê her dem ji bo desthilatdaran bûye pirsgirêkeke mezin. Heta gelek caran navê vê yekê ne pirsgirêk, ji bo hebûna dewleta xwe weke tehdîtek dîtîne. Bi taybetî jî di serdemên “şiyarbûna neteweyî”de desthilatdaran pirtir kurd û welatê kurdan ji xwe re weke tehdît dîtin û bo ku erdnîgariya Kurdistanê parçe bikin her tiştî kirin û hîn jî dikin. 

Dewleta Îranê ya Farisan, ji bo ku demografya kurdan parçe bike, di dîrokê de di serdemên cûda de kurd sirgûn kirin. Ji ber vê yekê îro li Xoresanê ku di sînorên Turkmenistan û Afganistanê de ye; gelheke (nifûs)zêde û girîng a kurdan heye. Weke Xoresanê, li Îranê cihên cûr bi cûr jî heman rewş xwe nîşan dide. 

Rejîma Sûriyeyê jî gundên kurdan bi projeyên cûr bi cûr vala kir û ereb li van deran bi cih kirin. Armanca wan demografya kurdan ya ku di sînorê Kurdistana bakur de parçe bike û yekitiya demografê xera bike. Di vê xebatên xwe de jî bi serketin û ereban li gelek cihan de bi cih kirin. Ev siyaset îro ji bi destê Erdogan tê parastin û meşandin.

Sirgûnên Anatolyayê

Dewleta tirkan jî ji serdema Osmaniyan û heta îro qet navber nedaye polîtîkayên sirgûnê. Di serdema Osmaniyan de gelek serhildanên êşîrê kurdan pêk hatin. Di encama van serhildanan de ji bo ku kurdan ji hev dûr bixin û demografya kurdan xera bikin gelek eşîr û malbatên kurdan sirgûnê Anatolyayê kirin. Weke encam îro ji Çorûmê heta Sînopê, ji Amasyayê heta Tokatê, li çolên Anatolya Navîn jî Konya, Enqere, Kirşehîr, Aksaray û Edîrne-Keşan, li Egeyê jî Aydin û li Trakyayê jî gelek herêman (car hindik car zêde) gelheyê kurdan û herêmên wan hene.

Encax, taybetiyên herî mezin ên van sirgûnan ev bû ku di sinorên kurd û tirkan de pêkhatina wan bû. Ji ber ku di van sirgûnan de armanc qutkirina têkiliya kurdan ji war û ji koka wan bû. Bi taybetî jî jiholêrakirina nasnameya kurdî û erdnîgariya Kurdistanê bû. Ji ber ku piştî van sirgûnên êşîr û malbatên mezin dagirker qet li cihê xwe rûneniştin, çi ket ber destê wan girtin û anîn li ser erdnîgariya kurdan bi cih kirin. Li taxên Amedê, li navçeyên wê Çêrmûk , Çinar û Bismilê, navçeya Rihayê Serêkanî û navçeya Wanê Çaldiranê de tirkên ji welatên din hatin bicihkirin. Ev mînaka herî biçûk e. Armanca dewleta tirk ne tenê guhertina demografyê ye, her wiha tunekirina hafizaya axê ye. Loma jî xwestin-dixwazin piştî sirgûnan ji neteweyên din demografyeke nû ava bikin. Weke mînak; Derdora Agirî û Qersê, Dersim-Meletî, Mereş-Semsûr, Riha…Di sirgûnên van herêman de armanc qelskirina demografya derdora Firatê bû. Ji ber ku dîroka li derdora Firatê dîrokek kevn û bi kok e. Ji bo ku nasnama gelek ji holê rakin ewil hewcedariya dagirker dewsa lingên dîroka wê gelî heye bo ku karibe ji holê rake. Firat hafizayeke bi hêz e, ji ber ku biqasî axê kodên avê jî girîng e bo nasnameya civakê.

Polîtîkayên asîmîlasyonîst

Loma jî destpêka asîmîlasyonê dewleta tirk xwest ji derdora Firatê dest pê bike û bi sedansal e li gorî serdeman kirinên xwe pêk anîn e û hîn jî pêk tîne. Bi qelskirina  demografyê re qelskirina nasnameya kurdî, gelê kurd hineke din kir bin çewisandinê. Kurdên ku sirgûnê bajarên din bûn li cihê ku çûnê, hatin îzolekirin û dagirker li vir ji bo asimîlekirinê çi ji destê wan hat tu tiştek texsîr nekirin. Kurdên ku li ser erdnîgariyê xwe man jî bi sîstamatîk û polîtîka-kirinên asîmîlasyonê re rû bi rû man.

Piştî salên 1930’î her çiqas dagirker navber dabe ji sirgûnên sîstamatîk, piştre hin rêbazên din pêk anîn. Ew jî qetlîamên mezin çêkirin û kurdan ji sirgûnên sîstematîk derxistin, êdî ji ber tirsê, kuştinê, îşkenceyê û tehdîtan kurd bi daxwaza xwe dîsa sirgûn bûn, ango dewlet, kurdan bi taybetî bi terciha sirgûnê re rû bi rû hişt. Qetlîama Meraşê jî yek ji wan mînakan e. Di encamê de îro li rojavayê Firat kurd li ser hebûna xwe nikarin zêde dengê xwe berz bikin. Di xwedî derketina nasnameya kurdî de helwesta van herêman ne zêde ye. Mimkûn e ku hin sedemên din jî hebin ku ne tenê guhertina demografî be, perwerde, ol, zor û zilma dewletê û hwd jî hebin. Heman rewş û mînak demografya Meletî, Mereş û Entepê de jî derdikeve pêşiya me.

Piştî Rojava zêdahî

Destketiyên kurdan ên Rojava û pozîsyona bi hêz, dewleta tirk hineke din kir nava tevgeran û giraniya polîtîkayên li ser tunekirina kurdan zêde kir. Bi taybetî jî rojavayê Firatê çi ji destê wan hat kirin û hîn jî berdewam dikin. Ji bo dagirkirina Efrînê Erdogan û MGK çavên xwe tarî kiribûn, çi tawîz hewce kir bo welatên ku deste wan di şerê Sûriyeyê de hebû dan. Tenê yek armanca dewleta tirk hebû ew jî dagirkirina Efrînê ku bi taybetî jî guhertina demografya kurdan bû. Ev guhertin dê sînorên kurdan ji hev bike, di nava dem û demsalan de nasnameya kurdî ya wê herêmê jî hêdî hêdî ji holê rake. Loma jî ev çar salê dawîn dewleta tirk di kirinên xwe de tiştek nû ceriband. Bajarê kurdan bi tanq û topan xera kir. Ji ber ku dî bi sirgûnan çiqas kurd ji warê xwe dûr keve jî, dîsa koka axê, kodên di bajaran de wan dikşîne ber bi singa xwe. Loma jî, Cizîr, Sûr, Şirnex, Nisêbîn û herî dawî jî êrîşên li Efrînê armanca sereke ya dewletê xera kirina bajaran bû.

Piştî dagirkirina Efrînê, dewleta tirk çiqas çete û malbatê ereban bi dest xist rê ji wan re vekir û di malê kurdan de wan bi cih kirin. Her wiha li rojhilatê Rihayê de jî niha erebên Sûriyeyê bi cih dikin. Û van ereban ji bo hemberî kurdan bi kar bînin ji niha ve tovê dijminatiyê mezin dikin. Ji bo ku pêşerojê feydê bide dagirker.

Bûyera Pirsûsê û kumpas

Ji sala 2014’an û pê ve dewleta tirk ji sînorê Rojava bi taybetî beranberê sînorên Rihayê di warê leşkerî û îstîxbaratî de navendek çêkir. Di vê navendê de artêşa tirk di nava 4 salan de gelek planên stratejîk ên tarî pêk anîn. Her wiha provokasyonên bêriya hilbijartinan jî bi ser xistin.

Weke; 2 polîsên ku li Ceylanpinarê bêriya hilbijartina 7’ê hezîranê 2015’an hatin kuştin û ev bûyer bû,“sedema têkçûna pêvajoya aşitî”yê. Li Semsûrê kuştina leşkerekî û 2 polîsên ku li Ceylanpinarê hatibûn înfazkirin bi makyaja medyaya Erdogan bi armanceke din hate servîskirin. Di van rojan de her gav û saet li ser “ewlehiya giştî” Davutoglu daxuyanî dida. Bêriya 7’ê hezîranê ji meydanekî derbasî meydanekî din dibû û behsa kuştina 2 polîsên Ceylanpinarê dikir ta ku vê bûyerê jî weke tekçûna pêvajoya aştiyê dianî ziman. Her çiqas van planên tarî pêk dianî ewqas jî xwîna kurdan dirjandin. Di vê pêvajoyê de ji bo ku xwîna kurdan birjînin Davutoglu peywirdar kiribûn. Davutoglu di vê pêvajoyê de deste xwe bi xwîna kurdan hine kiribû û derketibû meydanan. Kesên ku di encama înfazkirina polîsan hatibûn girtin piştî wextekî serbest hatin berdan û gotin tu eleqeyê wan bi bûyerê re tune ye. Û heta niha jî failên vê bûyerê nehatiye dîtin. Weke vê bûyerê, li Pirsûsê êrîşa DAIŞ’ê jî bi heman şiklî ser wê hate girtin. 39 ciwanên ku hatin qetil kirin jî bi heman awayî di hiş û ruhê  de man. Her wiha li vir gelek tişt ser wê hate nuximandin û qeymaqamê Pirsûsê jî xwe weke qeymaqamê Kobanê îlan kiribû.

Dewlet bi hemû hêza xwe li derdora Firatê û sînorê Rojava ji xwe re navendek çêkiriye. Dema cih tê bo hilbijartinê provokasyon, dema cih tê li hemberî Rojava şer, êrîş, kumpas dê çêke. Heta ku ev pergal hilweşe dê van kirinên xwe yên qilêr û tarî bidomînin.

Kuştina birîndarek li nexweşxaneyê!

Provokasyona dawîn jî dîsa li Pirsûsê pêk hat. Bêriya vê provokasyonê ji bo planên xwe yên şexsî Erdogan di civîneke ji raya giştî re girtî de qala hîle û kumpasa hilbijartinan dike ku bi taybetî jî balê dikşîne ser HDP’ê ku bi van hîleyan dixwaze HDP’ê bin bendavê de bihêlin. Di axaftina wî de diyar dibe ku rasterast talîmatê dide. Piştî vê axatfina wî provokasyon pêk hat û di hemû medyaya Erdogan de ev provokasyon bi makyaja Erdogan ku çawa dixwest wiha jî hate servîskirin.

Bi çewisandin û êrîşên Erdogan tê dîtin ku HDP hêza xwe diparêze loma jî Erdogan di axaftina xwe ya ji raya giştî re girtî de dibêje; “Bi terzeke cuda” behsa xebatê dike ku piştî vê axaftina wî li Pirsûsê weke ku şerê taxa çêbûbe provokasyonek amade kirin. Li ser vê yekê, çêkirina zemîneke provokasyonê de parlamenterê AKP’ê berê xwe da esnafekî. Çêkirina li ser vê zemîna nîqaş û porovakasyonê de bavek û 2 kurê wî hatin kuştin.

Ya herî xeternak di vê êrîşê de 2 kes birîndar e û li nexweşxaneyeke a dewleta komara Tirkiyeyê de pir bi hêsan têne qetil kirin. Bûyerên bi vî rengî bi taybet di salên 90’î de ji aliyê kontrayan ve dihat kirin. Kujerên ‘’kadrolî’’ birîndarên ku ji destê wan difilîtî  ya li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê de ya jî Nexweşxana Dewletê ya Elîhê de li ser sedyê bera wan didan û wan li wir qetil dikirin.

Erdogan dixwaze bêriya 24’ê hezîranê HDP’ê terorîze bike loma jî piştî bûyerê biqasî saetek, daxuyanîyek da û wiha got: “Esnaf û kurên wî terorîst in. Heta terorîstê dawîn jî wê wiha berdewam bibe.”

Tirkiye bo pirsgirêka kurdan çareseriyeke siyasî nedaye pêşiya xwe û qet jî niha niyeta wan nîn e. Loma jî wer xuya dike wê pirsgirêkên kurdan bi giştî bi hilbijartinê wê çareser nebe. Lê bele ev dijminê kurdan bo ku kurdan bin bendavê bihêle çi ji deste wî tê wê bike û dike jî. Tê famkirin ev sindoq ji bo Erdogan pir girîng e. Loma jî bo ku Erdogan negihêje armanca xwe heqê her kurdek heye bi rayek zincirek li lingên wî xîne û her kurdek jî kare vê yekê bike.