Yildiz Çakar Yildiz Çakar

Neynika şikestî, îktîdar û wêje 08 Tebax 2018 Çarşem

“Wele bila Xwedê şeş kula lê bida, dê û bavê min rebena xwedê li darê vê dinyayê, wez ê çawa nedama xortekî ji mala Hemed Cizirî, simbêl sorê serê bana, wele wez ê dame Brahîmkê Temo, gedayê dinyayê...”

“Keçikê digot delaliyê mala min nexweş e, li nava vê nivînê, delaliyê malê ji malê dinyayê têr nabe, ez ê rabim kirasekî sor û çiftelî Helebê, li bejn û bala xwe bikim, guharekî heyderî, xilxalekî erebî, di tasekî zêrîn biavêjim serî, ez ê nîvê şevan deşt im, lawikê mala xwe re birevînim hey mêvano”

“Hela ku haya te ji bayê felekê tune, tu dibê bûkê dergûşa milê te kanê, ne ez bûma kî di şuna min de ba, sala ewilî wê derketana mala bavê, hela li lawê te keta telaqa jin berdanê, ay wî wî wî..”

“Xalê Cemîl xalê Cemîl, xalê Cemîl wez gune me, lo lo xalê Cemîl min bi heyrano, wele tu yê extiyarê dîno, ez gede me, lo lo xalê Cemîl emrê te yê, çûye çil û pêncan wez çarde me, lo lo xalê Cemîl malşewitiyo, tu yê ji min gera be, wez ê stûxwar im bêçare me, xalê Cemîl malşewitiyo...”

Dema em bala xwe hinekî din jî bidin wêjeya devkî ya kurdan, em vê carê dibînin ku çanda maderşahî çiqas dom kiriye û çiqas bandora wê hebûye. Hîn jî li ser erdnîgariya kurdan li çend herêman jî ev çand tê dîtin. Zarokên lawîn bi navê dê dihatin nasîn û bilêvkirin. “Memê Fatê”, “Xidirê Hemşê”, “Eliyê Eyşan”, “Evdalê Zeynê-Zeynikê” û hwd. Niha li ser rûyê dinyayê hin civak hene ku bi maderşahî tê birêvebirin. Ji van çend mînak; Nagovîsî, Gora, Mosuo (li Çînê), Akan (Gana), Minangkabu (Endonezya), Brîbrî (Kosta Rîka)...

Di gelek kilam û çîrokên dîrokî de dema em bala xwe didinê, jin di her qadê de xwedî gotin e, ne tenê xwedî gotin e, çerxa jiyana ku tê de ne jî bi destên xwe digerîne. Di mal, gund, ax, şer, pevçûn, evîn û di hemûyan de rola mezin a jinan bûye.

Dema mêrên gund biçûna şer û li şer ger navê wan “tirsonek” derketa ev weke bêrûmetî dihat dîtin. Li ser vê yekê jin di kilamên xwe de balê dikişînin û dibêjin; “Em gûlîbirin, mêrên êla me heta neyên kuştin nayên ji meydanê...” Heta carinan du jin davêjin ber hev li vir yek ji yekî re dibêje, “zilamê gundê we ji şer reviyane” ya din bersiv dide, “ev gotin bêrûmetî ye, şehîdê mala me ne yek e, ne dudu ye…” Em ji peyvan gelek tişt bi dest dixin ku pîvan, pêjirandin, qebûldîtin hemû bi destê jinan hatine çêkirin. Ango bi kurtasî em dikarin bêjin nasnameya civaka kurdan ji hêla jinan ve hatiye çêkirin û ev nasname weke hafizayekê gihandiye roja îro.

Îro di çîrokên me de mêr desthilat e û jin ne “figûran”e jî. Ev a nebaş jî, “jina” ku xuya dike jî dîsa bi destê mêran ve hatine “idealîze”kirin. Di nav civakê de bi tiliya mêran têne îşaretkirin “ev jineke maqûl e”. Ango çi? Çawa mêr an civata mêran dikare vê biryarê bide û jinê li gor pîvana xwe li gor qaideyên xwe “îdealize” bike. Tişta di vir de herî trajîk jî ew e ku “ew jin” ji vê pesindariya mêr razî ye û her çiqas diçe dikeve wî şiklî. Biryara başiya û xweşiya jinê mêr dide. Dema ku mêran destûr da dê jin êdî bo wê “li gor wê” hemû pirsgirêk çareser dibin. Ji ber ku civakeke desthilatdar “wê” diparêze. Ev çerx çiqas digere ewqas “hebûna” jinê ji rastiya xwe ji hebûna dîroka xwe dûr dikeve. Desthilatdariya “nêr” vê peyamê dide civakê, “ger hûn dixwazin bifirin, gerek hûn ne bi (perên) xwe, gerek di bin (baskên) me de bifirin” ango çi, “jina bi hêz, jina bi tena serê xwe bixwaze xwe îfade bike” wê bo vê desthiladariyê bibe tirs. Ji ber ku kelehên ku ne li ser rastiyê ava kirine (kodên ne aîdê vê hebûnê) dikare bi dengê jinekê were hilweşandin.

Loma jî “şoreşa ferasetê” şoreşeke pêwîst e, bi taybetî jî di qada wêje û hunerê de. Ji ber ku bi sedan sal in ji hêla desthilatdaran “riya avê hatiye şikandin” û ev wek rol-modela desthilatdaran ji hêla desthilatdarên “nêr” ên civaka kurd ve hatiye kopîkirin. Rol-model ev e: Koleyê desthilatdariyê, jixwe re koleyê bindest dixwaze, û hêza xwe ya (hemû mecbûr in hêza xwe bikin yek, ji ber ku armanc yek e) yekgirtî li hember jinê bi kar tîne.

Bi lîstina genên xwezayê re rewşeke nû derket holê. Ev rewşa nû li ser gelên ku teknolojiyê bi dest nexistine hegemonyayek veşartî pêk tîne. Ev desthilatdariya “nêr” a li ser gelan êdî xwe di qadên wêje, huner, ziman û hwd. de nîşan didin. Pêşketina wêje û hunera gelan avzemikên xwezayî yên “nêr û mê” hene. Desthiladariya “nêr” bo ku pêşketina vê çerxa xwezayî ya ku bi reseniya xwe digere bişikîne hewl dide. Jixwe çerxa mezin şikiyaye û niha seqet e. Ger yeko yeko xelekên di vê çerxa mezin de jî bişkên wê dinya bibe “nêr” û wê her dem nezayok be.

Wêje û hunera kurdî bi qalik û kakilê xwe gelek kevn û kûr e. Bi sedan sal e êrîş, çewisandin, tunekirin, înkarkirin, ev ava weke şîrê dê helal û pak heta îro xwe gihandiye nivşên nû; her çiqas em ji hemû berheman ne haydar bin “ji ber şikestina riya avê” (pêkan e ku rojek gelek tiştên binerdê derkevin ser erdê)...

Ji Baba Tahirê Uryan, ji Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran û gelek berhemên nivîskar û helbestvanên kurd êdî li ber destê me hene û êdî em dikarin behsa klasîkên xwe bikin. Her wiha her ku diçe berhemên li ser wêjeya devkî; gotar, çîrokên mîtolojîk, pêkenok, metelok, payizok, meselok, mamik, lorik, zêmar, kilam, stran û hwd têne berhevkirin û di pirtûkxaneya kurdan de cih digirin. Van karên ku têne kirin jî di bin gelek zor û zehmetiyan de pêk tên. Kom, weşanxane û hin saziyên ku van xebatan dikin hem karekî girîng dikin û hem jî gencinîyeke dihêlin bo pêşerojê. Dema em berê xwe didin 40 sal berê, em dibînin ku di pirtûxaneya kurdan de gelek hindik kovar û hwd hebûn. Her diçe ev geşbûn zêde dibe û xebatên akademîk, tez, lêkolîn jî xeleka xwe mezin dikin.

Ev çerx ji xewa mirinê şiyar bûye û hêdî hêdî dixwaze bi xwezayîya xwe bigere. Her çiqas ev şiyarbûn ne şiyarbûneke hêsan bû ku bo hatina vê merheleyê, bi hezaran keç û ciwanên kurdan canê xwe feda kirin, bi xwîna xwe riya ronahiyê ava kirin. Bi berdêlên giran îro gelek destkeftiyên kurdan çêbûne ku em her kurdek peywirdar in van destkeftiyên ku bi berdêlên giranbiha hatine bidestxistin biparêzin û bo bigihîjin nifşên nû riya avê her vekirî bihêlin. Heta vir haya me ji çîroka me heye û em divê pirsekê bikin gelo wê kî û kîjan feraset bixwaze riya vê avê bigre û vê avê şolî bike? Ev pirseke girîng e. Ev çirûska di qada wêje û hunerê de wê kî destên xwe yên qilêr bike navê û bixwaze riya avê biguherîne? Xeleka mezin çiqas biçûk bibe jî di vir de feraseta desthilatdar a “nêr” wê dîsa derkeve pêşberî me.

Ger ku em serdeman û pêvajoyan deynîn ber xwe û em li ser lêkolînek bikin wê gelek tiştên balkêş derkevin pêşiya me. Ji ber ku di van rojên dawîn de nîqaşên beredayî li ser zimanê berheman “bi kîjan zimanî dibe bila bibe ziman ne girîng e berhem girîng e” tê xwestin ku wêjeya kurdî ya ku agirê xwe gur û geş dike were vemirandin. Halbûkî zimanê gelekî hebûna wî gelî ye. Ziman her wiha hişmendiya gel e û hermû heyîna xwe ser wê çêdike. Ger hin kes rabin û bibêjin, “ziman ne girîng e” divê dubare mijarê bifikirin. Ji ber ku jiyana kurdan, dîroka kurdan, çand û hunera kurdan encax û encax bi zimanê kurdî dikare bigihîje nifşan, bipêş bikeve û yekitiya navxweyî ava bike. Ev destên ku pir bi rehetî xwe dikin nav vê xelekê ku dixwazin bandora genê genimê kurdî ji libeka ku jê bîst lib dixuliqe xera bike û tenê bo yek car ji tovê ku bi destê endustriyê hatiye çêkirin di vê axa qedîm de were çandin. Dema ku ev tovên endustriyel li ser axa çand, huner, zimanî were çandin dê berhemên wê jî endustriyel bin. Ango ne xwezayî, dê bi dest û qaideyên hinekan ve bo armanceke ne ji xêra kurdan re pêk were. Ji ber ku her diçe zimanê kurdî ber bi “nêr”bûnê ve diçe, dengê jinê yê ku bi hezaran sal e xwe gihandiye roja îro jî dîsa bi destê deshilatariya “nêr” tê îdealîze kirin û li gor pîvan û feraseta “nêr” ji civakê re tê pêşkêş kirin.

Wirsa xuya dibe destê “nêr” ê diktatoryel destê xwe avêtiye vê qada çand, ziman û hunerê jî. Ji ber ku ne yek çerx niha li Kurdistanê her quncikekê çerxek hatiye avakirin û di destê her kesekî de lîsteyek wêjevanên “baş” heye. Çawa bi destên dijmin, kurdên ku bi erdnîgariya xwe bûye çar parçe, niha di nav xwe de bûye hezar û yek parçe. Gelo feyda kê ji vê parçebûnê heye, divê em li ser bifikirin. Tiştên di qada siyasetê de diqewimin bi destê kê çawa ket nav wêjeya kurdî?

Wisa xuya dike ku destek ketiye nav wêjeya kurdî û li gor feraseta ku li vê axê nayê dixwazin vê ferasetê bi cih bikin. Ji hin bûyerên dawîn ku wergerên ji tirkî-kurdî ku haya gelek kesan jê hebû çima ev rastî veşartin û çima ji civakê re negotin? Pirs gelek in û tu kes xwe berpirsyar nabîne. Divê haya me ji pergala dîktatoryal ya ku her roj kurdan dikuje, digire davêje hepsan, îşkence dike hebe ku vê pergalê tiliya xwe kiriye her qadê. Bi taybetî jî polîtîkayên wan ên li ser zimanê kurdî pir bi aşkera li holê ne. Divê em bizanibin ku ev pergal bi awayekî bi rûpoş dixwaze berê xwe bide qada çand û hunerê da ku wê birûxîne. Wek nivîskar, xwendevan û civaka kurd, ger haya me ji van çeteyên tehrîbatkar tune be dê tovên wan ên tehrîbatkar bendoreke mezin bike. Ji ber ku ev tov nezayok e û piştî ket axê tenê dikare carekê şîn were û dawiya wê tê. Lê genimê gelê kurd zer e, ji libek ne bîst lib bi hezaran lib şên dibin, şîn dibin. Wê destê tu kesî nikaribe vê axê, vî zimanî biherimîne! Weke Ehmedê Xanî gotiye, “Ev av bo biherike wê riya xwe bi xwe bibîne”, bi kodên xwe, bi hafizaya xwe...

Ji ber ku xeleka mezin a siruştê derbên mezin xwarine, ji bo ku ev xeleka xwezaya me vegere ser hemdê û rewşa xwe ya xwezayî, dê jiyana me li me tahl bibe heta xwe ji nû ve bixulqîne. Ji ber ku xweza malzoroka hebûna xwe ye, xwe bi xwe dizê û jiyanê vedijîne. (dawî)