Yildiz Çakar Yildiz Çakar

Neynika şikestî, îktîdar û wêje 07 Tebax 2018 Sêşem

...berê genim hebû him ji bo nan bû him jî bi serê xwe tov bû. Ji hezaran salan çi taybetiyên wê hebûn derbasî pêşerojê dikirin. Niha genim genim e, tov jî tenê hew bo carekê tov e.

Ev hevsengiyek e ecêb e ji bo mirovahiyê. Xweza, jiyan û mirov çerxeke tekûz e; her çiqas rasterast têkelê hebûna hevdû nekin jî hemû di heman xelekê de ne. Hebûna vê çerxê, hemû di malzaroka “xwe” de çêdibe û ev her wiha xwe li “xwe” zêde dike. Niha bi destê mirovan ev çerxa tekûz derb xwariye û seqet bûye.

Şikestina diranê vê çerxê her çiqas bi destê mirovan pêk were jî, her diçe “malzaroka” hebûnê biçûk dibe, nezayok dibe û ji dêvla çêkirina “xwe bi xwe” hêdî hêdî sekan dibe û ji taybetmediya xwe dûr dikeve. Dema mirov li van kiryaran difikire mirov pê derdixe ku hişmendiyeke xerab di bin vî karî de heye ku qet ne bêguneh e. Ji ber ku dema em berê xwe didin neynika dîrok, mitolojî, ol, huner, wêje, û hwd. em dibînin ku çawa riya avê (rastiya jiyanê) hatiye şikandin û çawa navê avê (navê jiyanê) hatiye guhertin! Ji bo ku em bikaribin baştir xwe di neynikê de bibînin, em hinek qala “genim” bikin, bi çîrokeke kurt.

“Berê tov ji çi çêdikirin?”

“Berê tov tunebû, te çi rakira ji axê, te dîsa ew davêt malzaroka wê.”

“Tovên genim qey tunebûn?”

“Berê çal dikolan, pişt re genim (tov e) bera dilê axê didan. Ser wê jî bi axê digirt û heta meha cotmehê li vir di bin axê de dihat parastin. Ji ber ku genim tovê xwe bû. Ax him berhemê dide him dihewîne.”

zeman şikest û;

“Çend lib genim kir axê, lê qet şîn nehat.”

“Êdî genim ji genim çênabe, êdî genim ji tovî çêdibe.”

“Çawa? Qey genim êdî bûye mêr?”

Her dar û ber, her giya û kulîlk, her teyr û tilûr hemû xwedî malzarokekê ne. Ev malzarok ji xwezaya xwe, xwe li xwe zêde dike. Detshilatdariya feraseta “nêr” weke hucreyeke xerab her diçe ew jî xwe li xwe zêde dike, lê ev zêdebûn ne bi xwezayî, pir bi teknîk û bi endustriyel e. Çiqas malzaroka xwezayê heye hemûyan yeko yeko kiriye ber diranê xwe û bo ber bi tunebûnê tê eyarkirin. Îro dema em bala xwe didin her qadeke jiyanê, wek milê axtepotekî vê ferasetê her der dagir kiriye. Hemû pirtûkên pîroz, hemû perestgehên pîroz li ber gotina “xwe(da)yê bav” xelekek ku qet li bejna xwezayê nayê tê fesilandin. “Xwe(da)” bav e, hemû peyxemberên wî “mêr” in, hemû desthiladarên dinyayê jî “law”ê wî ne. Nexwe “jin” li ku ye? Tovê ku “xwe ji xwe” çêdike çima her diçe êdî nezayok dibe? Ji bo neynika rastiya hebûnê ximam be, feraseta “nêr” hemû kodên jiyanê xera dike û li gor feraseta xwe dixwaze jiyanê bi şikl bike. Dema mirov bala xwe dide dinyayê, erdnîgariya welatan, ol û oldarên wan, hemû bi vê ferasetê hatine dorpêçkirin.

Xweda, peyxember, ol, pirtûkên oldariyê, mekanîzmaya dewletan, hemû bi feraseta desthilatdariya “nêr” weke çerxekê her diçe mezin dibin. Ev çerxa nexwezayî, weke aşeke çi tê ber wî dide ber diranê xwe û dihêre. Loma jî, dawiya dinyayê wê bi qasî hebûna wê ne bi siûd û bi xêr be... Bo ku em sêvek ji dara sêvan bixwin û dendikê wê bikin tovê demeke dirêj lazim e. Zemanekî ku di çerxa xwezayê de diranên wê nehatiye şikandin. Ji ber ku hêdî hêdî xwezaya ku “xwe ji xwe” çêdibe, tune dibe. Êdî bo ku em bîstanekî deynin pêwistiya me bi dendikên zebeşan jî nîn e, bo em nanekî ji genimê sor yê ku tovê wê ji wê ew jî li ser navê “zanistê” ji taybetiya xwe ket. Her tişt êdî “nêr” e û nikare xwe bi xwe zêde bibe. Çawa vê ferasetê kodên xwezayê xera kiriye, di hemû qadên jiyanê de bo ku kod xwe nû neke û li xwe venegere kirinên xwe didomîne. Bo van kodan hinekî din xera bike, êdî feraseta mêr a ku desthiladariya xwe dixwaze mayînde bike destê xwe avêtiye hemû qadên çand, huner, wêje û hwd. Çawa ku peyva “ezdan”ne weke “mê” weke “nêr” bilêv dikin, di mekanîzmaya çerxa şikl, wate, peyam û nasnameyê de her kirinên li ser navê “wêjeya jinan”, “helbestên jinan”, “sînemaya jinan”, “şanoya jinan” dixwazin hinekî din “jinê”, ji malzaroka xwezayê a ku “xwe bi xwe” çêdike dûr bixin.

Bi her peyveke ji devê vê çanda ku ne aîdê kodên vê axê tê bilêvkirin, jin biçûk tê dîtin, ev jî, bi kodên weke “rastî ev e” tê bilêvkirin. Weke mînak; “aqilê serê jinê di serê heft mirîşkan de tune ye”, “sermezinê aqilkêmê”, “şahidiya jinan gerek dudu be”, “jina maqûl jina henûn e”, “Ger jin xwe ba neke, mêr xwe nade dû”, “ên ku mirov dike rezîl jî jin e dike wezîr jî jin e”- ev ne pesindarî ye, ev rol-modela ku ji jinê re hatiye fesilandin e. Ango ev gotin kê bo çi kirin û çawa ketin nav edebiyat û çanda me?

Di çanda me ya devkî de dema em bala xwe didin civaka kurdan rol-modela jinê di ser a mêran de ye. Di çîrokên lehengî de, di çîrokên evînî, şer û hwd. Weke mînak em dikarin behsa çend kodan bikin. Di gelek çîrok û kilaman de wiha tê gotin; Jin di ser “heft birayan” de ye, jin bi “heft lawan” e. Ne tenê di van çîrok û kilaman de wiha tê gotin. Dema em berê xwe didin mitolojiyê jî em gelek kodên nêzî vana dibînin. Di çîroka Xwedewend Înnana de, têkiliya xwe heft tebeqe bi axê û bi ser erdê re heye. Dema xwedawend Înnana ji bin heft tebeqe erdê derdikeve ser rûyê dinyayê siruşt ji nû ve dixuliqe û her der şên û geş dibe. Di van çîrokan de em dibînin jinan heft tebeqe axê û heft tebeqe jî asîman çawa bi rê ve birine. Di her serdemê de çawa ev “taca” jinê jê hatiye dizîn, di gelek peyker, perestgeh, nivîsên ser tabletan, bajarên kevn û hwd de em dibînin. Hîn jî ev kodên ku ji jinan mane, li ser axa Kurdistanê li ser gelek avahiyên dîrokî jî tên dîtin. Bi taybetî jî sembola jinanî û malzaroka jinê sembolên herî sereke ne. Hebûna jinê weke axek e avî ye. Her dem jiyanê geş dike, şên dike. Di stran û kilamên kurdî de jî em dikarin hest û rengê jinê, kar û barên wê weke aveke zelal bibînin. Ji van çend mînak;

“Bera nehata tava baranê, bera şil nekira pikê dikanê, nav badilê Elî bêhna rihanê, bila nehata tava teyrokê, bera şil nekira Çiyayê Bagokê..”

“Navê şivanê min Elî ye, lolo şivano, gopal ji gula spî ye lolo şivano, a li ser bêriyê cindî ye, lolo şivano..”

“Ez ê rabim destê genc Xelîl lawê apê xwe bigrim leylîfkim yalî male, ji êvarê heyanî sibê jê ra bibime naz balîfe, balgîbe, berpal e. Bira serê xwe bide ser cotê zendê min ê zer badayî, sûretê xwe bide ser cotê zer memikê min ê nîşanî bi xal e. Dema tu yê berê xwe bidî welatê xerîb û vê xerîbistanê; ez ê cotê reş guliyê xwe jêkim ji hespê pismamê xwe ra bikim doxhevsar e, xizêma pozê xwe bikime bizmal e, kembera pişta xwe ji hespê pismamê xwe ra bikim nal e. Ez ê kembera pişta xwe ji hespê pismamê xwe ra bikim nale,dema tu yê berê xwe didî welatê xerîb û xerîbistanê, di nav heval û hogiran de bira kesekî nebêje genc Xelîl kurmanc e, kurmancekî bê pergal e, nemayê, ê nemayê, nemayê ,nemayê…”

“Min sonda mezin xwariye. Heçî saloxekî ji delala malê ji me re bîne. Ez ê bidimê heft aşê mala bavê xwe rebenê. Li ber çemê Nisêbînê”

“Îsal sala hefta ye berê lawkê min ketiye welatê xerîb û xurbetê...”

“Sing û berê min wisa nin, nola text û payê Kurdistanê. Îsal heft sal e, donzdeh qralan li ser qal û ceng e”

“De bihêr, de bihêr dayikê, te çi ji min û xwayikê, ez ê te bidim Nişûgo, Nişûga min û kê ye, em ê te bidin Eliyo, Elî davêm ber avê, lê direşînim xunavê...”

“Heger min bizanibûya qedera min ê li serê, kotî şindoqê heramê mêran bûya, ez ê danê sibê rabûma ser postê nimêjê, min ê qameta miriyê her du tiliya cotê bikira, çavê vê qederê rebiyo rebiyo rebiyo, xwedawo ez evdê te nebûm, min çi kir? Te yê kirasekî êtîman bêmil û bêpastî, anî li min kir, te nîkaha vî kurê kerê, mînanî qeydeke hikumatê, anî lingê min kir, te derd û kulê dinyayê temamî top kir, sê payek da temamî, du payek para min kir.”

Di gelek kilam, stran, çîrokan de em dibînin jin ne tenê bi reng, deng, êş, derd û fikrên xwe her wiha karên gelek giran jî kirine. Di van karên giran de em dibînin jin piştgiriya hev kirine, karê hev li hev pay kirine. Gelek kilam û stran jî di kirina van karan de “her yek avêtiye ber yeka din” derketine holê.

“Min ê çavê xwe rojê heft caran kilê siphanî kil dane. Lê heft dengbêjên mîna te jinên xwe berdane”

“Hedê digot Gulê rebenê tu rabe em ê serê xwe kur kin, heft gûzan dozdeh kêran, seva cevabekî nebxêr hatiye dibêje li kezîkî wêran, mala Emer mala Şewêş, li hev anîne qira şêran û mêran bê heywayê, hey way ê..”

“Daykê qurban pêl li pêlê dixe davê ser kelemê, wele îro dayika min nexweş e haya min jê tu nîn e. Hêsirê çavê min dêrana Xwedê weke baranên biharê diherike, nasekine. Heywax dayê, xerîb im dayê, hey wax dayê nemînim dayê. Hey wax dayê bêkes im dayê. Bê te kesê min nemaye li vê dinyayê dayê...”

“Goştê canê te bihele, li hewa bimîne komek hestî, tu kevir bibî, têkevî ber vî destî, Heçî ji Xerabê min re bêje, ‘xerabo’ bila karîn û warîna zarokê nêr tu carê di mala wan de nabo, bila sed olçek genimê sor li binê Mêrdînê biçîne, Li şwînê bila qerezîwana reş rabo, bila salekê bîne ser bênderê, gêre bike û bidêre, ew jî jê re bi ka bo, kulmek zadê ji wan re safî nabo! Heçî ji Xerabê mi re bêje: ‘Tu baş î, tu pir qenc î’ xwedê teala bike, rebî, kulmek garisê li pişta mala biçîne, li şwînê sed olçek genimê sor hilîne.”

Afrînerên van kilaman bê ku sinorekî li hestên xwe, evîna xwe, li şîn û nifirên xwe bikin pir vekirî behsa dilê xwe behsa hestên xwe, behsa rastiya jiyana xwe kirin. Her wiha ne tenê xweşiya dil; behsa rebentî, feqîriya xwe, çawa zilm li wan hatiye kirin jî vegotine, gotine, stirane... Evîn, şîn, dawet, şer, nifir, dê, zarok, kar û barên jiyanê, her wiha jin di van kilaman de bi me dide zanîn ku jin gelek qûsirê mêran yên nav malê veşartine ku bo di civakê de nav neye ser mêrî... (Didome)