Yildiz Çakar Yildiz Çakar

Mezopotamya şaristaniyeke avê ye, bîra wê her zîndî ye! 11 Îlon 2018 Sêşem

“Çav bera welatê me dan ji her aliyan ve. Ên hov qeherîn ji me, hesûdiya me kirin. Çiqas fersend dîtin, êrîşên me kirin. Bajarên me hilweşandin, qûleyên me yên bi derencok yên asîman, perestgehên me yên bêhempa xera kirin, weke mozên hingiv dixebitîn sûkên me, karwanên me yên ku digihîştin her derê, rêyên dirêj û dûz jî xera kirin, erdên bi bereket, rûbarên me, kanalên avê û keştî û curnên li ser û pesarêyên me yên tijî bi dest xistin, belav bibû nav û dengê dibistanên me yên ku her cure agahî didan welatên din, qeherîn ji me. Xera kirin bajarên me. Me çêkir, wan xera kirin, me çêkir dîsa xera kirin. Qralên me dîl hatin girtin. Malbatên me belav bûn. Erd û bexçeyên me hişk bûn, heywanên me ji birçîna mirin. Hov hatin ketin warên me. Qet haya wan ji şaristaniyê tune bû. Haya wan ji stêrkan û rojê, tune bû, nizanibûn ka huner çi ye, nivîs çi ye, salname çi ye, hesp çi ye erebe çi ye, nizanibûn ka dibistan û ol çi ne, hemûyan ji me hîn bûn. Niha jî dibêjin ‘me ev çêkirin’. Ditirsim dê rojek were navê me û şaristaniya me were jibîrkirin...”

*Ludingirra / tablet 1 ji sumeriyan

 Av li ku hebe jiyan jî li wir e. Dîroka avê jî biqasî dîroka axê kevn û girîng e. Mezopotamya şaristaniyeke avê ye û bandor li şaristaniyên din kiriye. Di çêbûna şaristaniyên dinyayê û mirovahiyê de Mezopotamya destpêkek e û ev destpêk hatiye kopîkirin. Roja îroyîn dema em berê xwe didin dîrok û şaristaniyê em dibînîn ku qodên Rojhilatê Deryaspî û Grek kopiya Mezopotamyayê ne. Ev kopîkirin danûstandina dîrokê ye û ji şaristaniyan derbasî civakên din bûye. Her qodek deriyek ji van civakan re vekiriye û mirovahî kevireke din jî li van qodan zêde kirine.

Gelên Mezopotamya (Sumer, Akad, Asûr, kurd û ermeniyan) ji hunerê bigirin, heta matematîk û ji fezayê bigirin heta tenduristiyê bo mirovahiyê gelek tişt afirandine, îcat kirine û dîtine. Ji van îcadan yek jî nivîs e. Nivîs pergalek ava kir ku di vê pergalê de dersên fizîk, ajalnasî, erdnîgarî, matematîk, bijîşkî û hwd. zarokên civaka xwe pê perwerde kirin. Ne tenê perwerdehî, bajar ava kirin. Bajarên nûjen, xaniyên nûjen, rê û karwansaray, kanal û pesareyên nûjen jî çêkirin. Ligel vê yekê bi matematîkê jî jiyana xwe bi plan kirin. Zad û zeviyên xwe li gor demsalan wê çawa veşêrin û wê çawa ji hev pê derxînin hemûyan bi hesabên metematîkê sîstematîze kirin. Depo çêkirin, li gorî felaket û firtoneyan amûr û planên parastinê çêkirin.

Vê şaristaniyê hemû hêza xwe ji afirandinê, ji qodên avê digirt, her carê bi îcadeke nû û serdemeke nû diafirandin.

Di nav van îcadan de yek ji wan teker e ku teker di vê serdemê de amûrek girîngtîrîn bû. Ji ber ku bi çêkirina tekerî, ne tenê çêkirina erebokê her wiha di avakirina arteşeke bi rêk û pêk jî amûreke sereke bû. Di tabletên Sumeran de, bêriya zayînê 3500, tê dîtin ku qral û leşkerên wî dema diçin şer li ser erebokekî ye. Piştî van tabletan serdemeke din êdî ker-hesp erebokan dikişîne û di sembolên der barê şer de nîşan dide. Tabletên piştî vê êdî leşkerên qral li ser hesp in û artêş pir bi nîzam e.

 Her wiha salname çêkirin, roj, meh û salan ji hev kirin. Di matematîkê de dorhêla xelekê hesab kirin. Saeta ewil a rojê çêkirin. Bi vê saetê jiyana rojane kirin bin qontrola xwe û bi vê qontrolê civakan bi rêk û pêk kirin. Ev mekanîzma ewqas bi pêş ket ku her tişt bi qeyd û bend were kirin, zagonên bingehîn hatine çêkirin. Zagonên hiqûqê jî yekem car ji aliyê Qralê Lugaş Urukagine ve hatine çêkirin. Piştî wî çêkirina zagonan didome. Lê ya ku bi sedan salan bandora xwe li ser şaristaniyan çêdike yek jê jî Zagonên Hammurabî ye. Her çiqas îro li ser zagonên Hammurabî gotinên hişk were kirin jî li gor serdema xwe tê qebûlkirin û bi sedan sal bandora xwe li ser civakan kiriye. Di van zagonan de şertê esas ew bû; kî çi bike bi heman tiştî dihat cezakirin. Ger diranê yekê bihata şikandin diranê wê/wî kesî jî bi heman awayî dihat şikandin. Zagonên vê demê li ser qisasan pêk hatine.

Ev medeniyata avê ne tenê qodên axê, der barê fezayê de jî xwedî zanînek bû. Der barê çerxa stêrk û gerestêrkan de agahiyên li ser tabletan de “sembolîze kirine” rêyek li ber zanîstiya îro vekir. Ev medeniyeta avê ya mezin bi van qodên jiyanê gelek reng û dengên li ser vê axê kir nav hev û ji wan harmoniyekê ava kir. Ev harmonî bi bingeha xwe li ser dadmendiyê ava bû. Peyva “biratiya gelan” û felsefeya gelan li şaristaniya avê ya Mezopotamyayê bi hezaran sal dom kir, pêk hat. Heta ku perdeyek reş xwe li asîmanê vê şaristaniyê girt û di şerê navxweyî de xwe zeyif kir û derî ji dijminê xwe re vekir.

 Gelek şaristanî, ji şaristaniya avê ya mezopotamyayê qodên jiyanê û afirandinê kopî kirin. Misir, Fenîke, Grek çend ji wan şaristaniya nin. Pişt re haya civakên din yên dinyayê ji van şaristaniyana çêbûn weke gêrikên karker dest bi topkirina amûr, agahî, belgeyan kirin. Di bin banê navê lêkolînên arkeolojiyê bi hezaran amûr, tablet, belgeyên dîrokê bêyî ku haya xwediyê şaristaniyan jê hebe bi dizî li pişt deriyên welatên xwe de mifte kirin. Ji van amûr, agahî, belgeyan der barê jiyanê de gelek qodan bidest xistin. Der barê matematîkê heta fizîk û fêzayê agahiyên bi dest xistin tenê bo zanînên xwe pêş bixin jixwe re kirin melzeme û bo pêşketina civaka xwe bikar anîn. Her çiqas ji ber şer û talanên îro li Rojhilata Navîn dilê mirov pê xweş bibe û bibêje; “Baş e ku gelek alav, amûr, tablet, peyker û hwd. di muzeyên Ewropa û Amerîkayê de tên parastin.” Lê armanc û pişt perde jî pir ne dilsafî ye. Heta niha li şarsitaniyên avê pisporên biyanî xebat kirine û çi gencîneya dîrokê bidest xistine hemûyan li welatên xwe bar kirine. Heta wek efsaneyan têne gotin ku di lekolînên di van şaristaniyan de tiştên pir girîng ji civakê re negotin û weke razekê agahî veşartin. Mînaka dawîn jî tabletên Sumeran yên der barê asîman û stêrkan de bû û di muzeya Bexdayê de dihatin parastin bi destpêkirina şerê Iraqê hemû bi destê Amerîkayê ve bi lezgînî birin Amerîkayê. Di nav ewqas bûyeran de jibîrnekirina van tabletan û hema ji destpêkê tehliya (dest danîna ser) van tabletan dibe sedema şik û gumanan. Ji ber ku bi salan pispor û zanistên amêrîkî, îngîlîz, fransî qodên jiyanê li deverên din digeriyan. Dema pê hêsiyan ku kopiya kopî li ber destê wan e û pêwistiya wan bi pûxta dîrokê, jiyanê heye. Dema berê xwe dan welatê rojê, dîtin ku perestgehên xwedawendan, bajarên modern, pirtûkxaneyên ku di emrê xwe de nedîtine di bin axê de derketin. Helbet em ê rastiya van amûr, belge, avahî, peykeran û hwd. bi giştî îro nizanibin. Ji ber ku hemû lêkolînên li vir hatin kirin ne bi destê xwediyê şaristaniyan bû, loma jî wê gelek tişt li pişt deriyên hesin veşartî bimînin. Lê tiştê ku em îro dibinin û şahidiya wê dikin çima piştî lêkolîn û bidest xistina gelek tiştan tê xwestin ku şopên dîrokê ji holê rakin.

Dema kirinên îro û yên dîrokê em didin ber xwe em dibînin ku di nav şaristaniyan de danûstandineke dîrokî heye. Mînak Fenîkeyî ji Mezopotamyayê çi werdigirin li çar aliyê Deryaspî belav dikin. Grek jî ji yek hemparê vê zanistiyê ne û ewropî bi hezaran sal paş ve li ser esasê Grekê şaristaniyên îro ava dikin yanî hîn jî li ser navê Greka nan û ava Mezopotamyayê dixwin. Lê îro di sedsala ku em tê de ne ev danûstandin li ser berjewendiyên civakên biçûk têne meşandin û civakek bi hêz dixwaze civaka bêhez daqûrtîne hûrê xwe. Teknolojî û zanistî hikûm bi dest xistiye û îro dibêje kî xwediyê min be ew ê bijî.

Heta vir belkî em ê karibin bi sedan mînak û agahiyên ser şaristaniya avê bidin, lê belê pirsa girîng ew e ku îro bi desthilatdariya welatên mezin û bi teknolojiya di destê wan de çima şopên dîrokê jê dibin. Her roj ji ber sedemeke şerên li Rojhilata Navîn me dike şahidê mirina şopên dîrokê. Binhişê armanca vê yekê pir ne masûm e.

Ji ber ku destpêka şaristanî û şarezayî, cih û warê wê, qodên wê çawa bû yek car di dîroka îroyîn de hatin jibîrkirin û heta bi destê dinyayê çawa bû ku bi tanq û bombeyan dewsa vê şaristaniyê niha tê jêbirin. Çawa bû ku berdewamiya vê civaka şaristaniya avê ket xewa mirinê û her tiştên xwe ji dest dan û bûn kole. Ew dinyaya ku qodên vê şaristaniyê çawa bidest xistin û îro êdî di nav deh salan de serdemên nû çêdikin û bi feza û teknolojiyê jiyanê birêve dibin?

Êdî serdemek wiha çêbûye ku welatên wek Rûsya dikare ji ser Deryaya Hazarê fuzeyeke biplankirî (ji dûrî ve tê kumandakirin) bi bişokeke bişîne ser Sûriyeyê li mintiqayekî bixe. Ev fuze ji ser Îranê û Iraqê diçe û cihê ku berê li bombeyê hatiye dagirtin nîşan digire û li wir diteqe. An jî Amerîka balafirên bêmirov ku ji fezayê kontrol dikin dişînin şer.

Tirkiye îro vê teknolojiyê bi dest dixe û şerek gemarî dimeşîne, bi tanq û topan kelehên dîrokî yên bajaran xera dike, ji aliyekî ve jî agir bera daristanan û çiyayan dide. Li welatên wek Iraq û Sûriye jî bi destên çeteyan cihên dîrokî ku hemû di xwe de razên bi hezaran salan vedişartin hatin bombekirin û piraniya wan hatin xerakirin. Palmîra yek ji cihê dîrokî bû ku bi destê çeteyan hat xerakirin. Her wiha gelek peykerên xwedawendan bi destê çeteyan li ber çavê dinyayê hatin rûxandin. Gelek dêr, keleh û perestgeh jî hatin bombekirin.

Di heyama robotan de em ê bibin çi?

Di roja îroyîn de destên şaristaniyê hatiye guhertin. Êdî destê mirovan zêdetir ketiye nav fezayê û “zekaya çêkîrî” di gelek qadan de xwedî hikum e.

Teknolojî bi lezeke ecêb mezin û belav dibe. Beriya 5 hezar salan dema ‘nîvîs’ hat îcadkirin, mirovahî dîroka xwe ya bi hezaran salan re got “heyama kevir” û pişt re mirovahî dest bi bikaranîna madenê kir û ji vê demê re jî ku “heyama madenê”. Ev heyamên ku mirovahî tê de derbas bûbû bi çend hezar salan encax pêk hatibûn. Piştî bikaranîna nîvîsê “heyama ewil” 3500 sal, “heyama navîn” nêzî 1100 didome. Pişt re êdî haya dinyayê ji hev çêdibe ku ev jî têkiliya di navbera wan û bandorên ku li hev dikin lezbûneke li ser heyaman çêkir.

Ji sedsala borî re gotin; “heyama televîzyonê”, “heyama înternetê” û “heyama zanîstiyê.”

Êdî her diçe robotên bi destê mirovahiyê tê çêkirin pirtir têne bikaranîn. Welatên ku teknolojiyê û bi vê teknolojiyê serdestiyek bi dest xistine êdî bi kumandayên ji dûr ve bandor li qadên şer dikin. Bi balafirên bêmirov, bombe dibarînin û gelên ku di bin vê çerxê de dest û lingên wan girêdayî êşê dikişînin û jiyanê ji wan re heram dikin. Ger pêşerojê di qadên şer de çavên me li robotan keve wê ev bo me nebe surprîz. Ji ber ku Kurdistan bi çar parçeyên xwe di nav agir de ye û ji her derê ve êrîş lê dibe. Di navenda şerê mezin a dinyayê de kurd ji teknolojiyê gelek bêpar e. Ger îro her qadek karek bide ber xwe û li gor van qadan dest bi pisporiya vê bikin bo avakirina pêşerojê de wê gelek derî li Kurdistanê vekin. Nifûseke mezin a kurdan li Ewropayê heye, ji bo heyama teknolojî û zanistiyê ev nifûsa kurdan dikare derfetan biafirîne. Her çiqas çiyayên Kurdistanê barek giran dabe ser pişta xwe, ciwanên îro li ser Rojeva zanistiyê divê xeleka xwe mezin bikin. Û ev xelek ne takekes, bi rexistinbûneke ji bo armancekê were birêvebirin.

Divê em ji bo vê qadê ecele bikin. Ji ber ku pêkhatinên di dinê de tiştek nîşanî me dide; guhertin, zanîstî û afirandin. Ger ev teknolojî û zanistî bi qodên ax û ava şaristaniya Mezopotamyayê werin ba hev, dê dîrok dûbare bibe û dê deriyên jiyanê ji kurdan re heta ser piştê vebe. Gelek giyanên nemir bo av û axa Mezopotamyayê şiyar bikin berdêl dan. Ev çil sal e hêdî hêdî Dîcle û Ferad morîkên xwe yên xewê ji guhên xwe derxistine û ji xewa mirinê şiyar bûne. Wek Ehmedê Xanî jî dibêje; “Key şubhetê eşkê min rewane / Bêsebr û sukûn î ‘aşiqan e / Bê sebr û qerar û bêsukûn î / Yan şubhetê min tu jî cunûn î / Qet nîne ji bo te ra qerarek / Xalib di dil te dan e yarek”. Ew jî ji bo me hemûyan Kurdistanek e.