Yildiz Çakar Yildiz Çakar

Huner bê şer dibe lê şer bê huner nabe! 02 Kewçer 2018 Sêşem

Di dîroka mirovahiyê de şer her daîm hebû. Huner jî bi qasî mirovahiyê kevn e. Ji civakên pîrîmatîf û heta îro têgînên şer û huner bandor li hev kirine û bîrek ji mirovahiyê re hiştine. Her çiqas mirovahî ji vê bîrê baş ders negirtibe jî ev bîr di pêşketina civakan de xwedî roleke mezin e. Ji ber ku “huner” dîroka mirovahiyê di bîra xwe de kom dike, vedişêrê, diparêze û radigihîne. Wêne, peyker, lewhe, mozayiq û rolyef hunerên destpêkê ne ku di nava demê de şaxên wê zêde bûne.

Di nav van huneran de herî zêde rolyef bala mirov dikişîne. Rolyefên Mezopotamyayê her çiqas bîr û bawerî ragihandibin jî herî zêde behsa şer dikin. Bi wêneyekê wate, bîr û kodê baweriyên xwe ragihandine.

Di van wêneyên ku li ser keviran hatine çêkirin de metodên şer, alavên ku hatine bikaranîn, pêşengên artêşê, heta hin wêneyan de jî hiqûqa di navbera her du aliyan hatiye nîşandan. Şaristaniyên Mezopotamyayê di warê hunerê de gelek alav bi kar anîne. Ax û kevir, kêl, paxir, zêr, zîv û hwd.

Dîsa li ser hinek tablet û kêlan arteşên tekûz bi heywanên weke hesp, şêr, qertel, ga hatine teswîrkirin. Em bi rêya vê hunerê dibînin ku alavên hatine bi kar anîn di her serdemê de çawa hatine guherîne an jî hatine modernîzekirin. Em bi rêya vê hunerê ji geşedanên dîrokê agahdar dibin. Ger ev huner xwe biparêze zeman nikare wê têk bibe. Huner, neynik e û dîrokê nîşanî me dide. Nifşên nû dîroka li ser neynikê jiber dikin, mînak digirin û ji nifşên din re radigihînin.

Di vir de xala girîng ew e ku civaka nû çi li ser tiştên jiber kiriye lê zêde dike û tiştên afirandiya çawa ji nifşên nû re radigihîne. Di vir de hêza hunerê derdikeve holê. Ger em tenê bi têgeha ‘şer’ behsa hunerê bikin dê çarçove berfireh bibe. Bandora şer ewqas mezin e ku di berhemên hunerê de taswîrên şer pir in. Hunerên muzîkê, şano, opera, reqs û wêje bi pêş ketine. Dîroka Ewropayê pir bi xwîn e û di hunerê de hafizaya xwe ya şer bi bîr dixin. Di welatên Ewropayê de huner her tim pêşketiye.

Di dîrokê de li ser kevirên qûçkirî taswirên şer hatine çêkirin. Kevirên ku wêne û nivîs li ser hatiye nivîsandin re stele tê gotin. Tiştên ku dîtine ‘estetîze’ kirine û ji nifşên din re hiştine. Nemaze taswîrên perestgeh û şervanan hatine çêkirin û nemaze serdema asûran balê dikişîne.

 Armanca hunerê neguherî ye

Peyker û wêneyên ku li ser kêl û perestgehan hatine çêkirin, alavên şer, taswîrên text, alavên muzîkê di nava demê de guherîn. Tiştên nû li ser kopîkirina hat zêdekirin, hunerê destê her civakekê cilên nû li xwe kir.

Her çiqas cilên hunerê biguhere jî armanca hunerê tu car neguherî. Armanca ewil xurtkirina manewiyata civakê û pişt re jî ji pêşerojê re peyam hiştin e. Her çiqas serxwebûna hunerê were niqaşkirin jî, ji dîrokê heta îro em dibînin ku huner bi hêza serdest re têkîldar e. Weke minak; di kêlek ji serdema akadan maye de şerê di navbera qral Naram-Sîn (neviyê Sargon) û lûlûbiyan (weke pêşiyên kurdan tê zanîn) de hatiye resmkirin. Di vê kêlê de peyama akadan ev e; taswirên hatine çêkirin de qralê wan Naram-Sîn weke nîvxweda hatiye nîşandan. Û qral li pêşiya artêşê ye, leşker li pişt wî rêz bûne. Leşkerên lûlûbiyan jî wekî ku têkçûne hatine taswîrkirin. Qral Naram-Sîn pêl leşkerên lûlûbiyan dike. Ev kêla di rupêlên dîrokê de weke “kêla serkeftinê” tê nivîsandin ku niha li ser vê kêlê gelek lêkolîner li gor vê resmkirinê lêkolînan dikin û agahiyan berhev dikin. Her çiqas em ê tu car nizanibin ku gelo lûlûbiyan birastî li wê meydanê têkçûbûn an bi serkeftî bûn? Eger ji lûlîbîyan heta îro tu tiştek bi destê me nekeve an nemabe an jî tune be, ne em wê dinya xwendina xwe li ser “hunera heyî” bike.

Mînakeke din; şerê di navbera Îskenderê Makedon û Kralê Persan Daryus li ser mozaîkek mezin hatiye nexşkirin ku di vê mozaîkê de qada şer bi çavê serdestan hatiye çêkirin. Ji bilî peyama ku bi çav û destê serdestan hatiye dayîn, hafizayeke din jî teswira mekan û zeman e.

Bi van wêneyan, mekan cihekî çawa ye, bi kîjan alavan şer kirine û demsal tê vegotin. Ji vê taswira şer; Îskenderê Makedon, li ser hespê ye lê Qral Daryusê li ser erebeyeke ku bi çar hespan ve girêdayî di qada şer de rim di desta de ye. Ji van taswiran mirov dikare gelek tiştan bidest bixe. Ji çavê şêwekar û vebijêr hêza hunerê careke din xwe nîşan dide.

Di hunerê de artêş û ol

Di hunerê de tesîra ol û artêşê pir aşkera xuya dike. Li Mezopotamyayê civak destpêkê bi destê avahiyên olî hat avakirin. Piştî ku perestgeh ava bûn, li derdora wan tîcaretxane ava bûn û bi kombûna nifûsa mezin otorîte artêşê saz dike.

Ji ber vê yekê avahiyên olî û artêş di warê aborî de bi hêz in û bandorê li hunermendan û civakê dikin. Di berhemên hunermendan de ev hêz xuya dibe.

Di nava demê de hunerên weke mozaîk, wêne, nexş û taswîr bi pêş ketin. Di perestgehan de her çû zêdetir xûya kir. Di her cihê wiha de beşeke şerê serdemê hatin taswirkirin. Ev di dîroka kevn a Mezopotamya, Misir û Grek de jî wiha bû û di demên nêz ên ewropa de jî wiha bû.

Bi destpêka ronesansê de şer bû mijara wêne, şano, muzîk û reqsê. Bi neqşkirin û taswîrê hem peyam dan civaka xwe û hem jî peyam dan civakên dinyayê. Her çiqas huner ji tiştên pir biçûk dest pê kiribe jî xwedî wateyên girîng e. Ji keviran, dîwaran, axê, paxir, zêr û zivê, huner her çû ket nava malan, taxan, herêman. Piranî bi neqşên hûrik û karên mezin ku gelek wext digirt, çêkirina xalî û xaliçeyan bûn dîrok û ketin qesran, perestgehan û malan. Li ser her van xalî û xalîçeyan bi rêya sembolan hafizayek çêbû û hunerê peyama xwe bi vî rengî belav kir. Her çiqas li Ewropa hin cihan (mînak Fransa) çêkirina xalî û xaliçeyan weke hunera şer a fermî hatibe qebûlkirin jî dîroka çêkirina xalî û xalîçeyan gelek kevn e û digihêje hunera Mezopotamyayê. Lê belê her çiqas xalî û xalîçe li gor civak û serdemê bi rêya hunerê rola wê mezin be jî pir cûdahiyên serdeman hene.

Di sedsala 17’emîn de taswirên leşkeran li ser xaliçeyan hatine çêkirin. Wêneyên Napolyon di vê serdemê de pir tê nexşkirin. Ji ber ku ewqas zêde taswirên leşkeran li ser van xalî û xalîçeyan tê çêkirin, nîqaşên mezin di navbera hunermendan de çêdibe. Bi van niqaşan çêkirina wêneyan û girtina fotografan dibin şaxeke nû ya hunerê.

Armanc ew e ku şerên diqewimin kêlî bi kêlî werin qeydkirin. Di sedsala 20’emîn de şer wek berê bû lê şaxên hunerê hinekî zêde bûn. Di vê serdemê ekspresyonîzm pêş dikeve û taswîrên şer hinekî guherîn. Her çiqas qad berfireb bibe jî teknoljî ne wek şax wek dareke mezin têgehên nû li hunerê zêde dike. Hunerên dîtbarî, sînema, fotograf, şêwekarî hwd. zêde bûn.

Li Kurdistanê bandora hunerê

Li erdinigariya kurdan tu caran şer û pevçûn kêm nebûn. Dema em li hunera li ser vê axê dinêrin, ewil çêkirina avahiyan, qelehan, bircan û deriyan em dibînin ku bandora şer çawa li ser van çêbûye û çawa hatine sembolîzekirin. Em dibînin ku hunerê rêyeke çawa daye ber xwe û bi van rê û rêbazan peyama xwe û hafizaya xwe çawa gihandiye îro.

Kurd di sedsala 21’emîn de di rojên dîrokî re derbas dibin. Di van rojên dîrokî de kuştin, girtin, îşkence, sirgun, talan weke bûyerên ji rêze tên dîtin. Kurdistan di destpêkê de di navbera Osmanî û Persan de hatibû parvekirin û piştre bû çar parçe. Kurd bi şerê qirêj û neheq re rû bi rû mane û berxwedaneke ku li cîhanê mînakên wê kêm in, pêş dixin.

Ji Helepçeyê bigire heta Geliyê Zîlan, Cizîr, Sûr û Kobanê li hemberî talan û qetlîaman berxwedaneke bêhempa hebû. Di vir de pirsa girîng ew e ku evqas tişt hatin jiyîn û hê jî tên jiyîn hunera kurdan li van berxwedana çi zêde kir, çi encam derxist û peyameke çawa da civaka xwe û dîrokê.

Di Enfal û Helepçeyê de bi hezaran kurd hatin qetilkirin çima hunerê ev mijar baş venegot? Helepçe ne kêmî Guernicayê bû. Di şerê navxweyî yê Îspanyayê de bi destûra rêveberên Îspanyayê bajarê Guernicayê bi balafirên şer ên Almanyayê hat bombebarankirin. Pablo Picasso bi çêkirina wêneya Guernicayê bala mirovahiyê kişand ser vê qetlîamê. Bi rojan û mehan ev wêne hat niqaşkirin. Di gelek welatan de gelek hunermend li ser vê mijarê nivîsandin. Ev mînak nîşan dide ku em dikarin bibêjin ku huner ne tenê hafizayê hildigire, dikare şerên ku diqewime bide sekinandin û bala dinyayê bikşîne ser xwe.

Lê mixabin li çar parçeyên Kurdistanê û diaspora jî têde heta îro wêneyekî me bi qasî “Guernicayê” bi bandor ne bû. Ne tenê wêne, di dika şanoye de, di perda spî de sînamayeke me mohra xwe li dîrokê nexist. Her wiha ne tenê di warê hunerê de di warê wêjeyê de jî pira di navbera me û dinyayê de hîn çênebûye.

Welatên serdest ne tenê di qada leşkerî de di qada hunerê de jî bi awayekî profesyonel dixebitin. Serdest her tim dixwazin hunerê jî desteser bikin û di kontrola xwe de bihêlin. Ger pêwîstî bibînin fîguran ji bêrikên xwe derdixin, wan wekî zêr û zîv pêşkeşî civakê dikin. Armanca wan pêşxistina hunerê nîne, armanca wan xebitandina çerxa serdestiyê ye. Bi vî rengî civakê araste dikin, li gorî bîrdoziya xwe wan diguherînin û dihelînin.

Nexwe em behsa “îdeolojiya” ku li ser rastiya civakê derketiye holê nekin, em ê behsa çi bikin? Em ê kîjan dîrokê ragihînin siberojê? Huner û wêje ma ne ew tişte ku ji rasteqîniya civaka xwe ava dike, pêş dixe, mezin dike û diguherîne. Ger em ji vê rastiyê dûrkevin em ê ji bo hebûna zimanê xwe, axa xwe, koka xwe çi bikin? Ger em behsa şerên azadiyê nekin, behsa van çiyayên bi heybet nekin em ê behsa çi bikin? Ger em behsa Roboskê, Kobanê, Efrînê, Cizirê û Sûrê nekin em ê behsa çi bikin? Em behsa Arîn Mîrkan, jinên azad û jinên êzidî ku di bazaran de hatine windakirin nekin em ê behsa çi bikin? Em behsa şehîdên ku xwîna wan hê jî li ser axê germ e nekin em ê kîjan hafizayê ji siberojê re ragihînin.

Ger hunera me ne li ser rasteqîniya civaka me be û bi destê me neyê nivîsandin, xêzkirin, çêkirin, hêza serdestan weke qral Naram-Sîn ku li hember lûlûbîyan şer kiribûn û dîroka xwe bi destên xwe û bi çavên xwe li ser kêlên mezin neql kiribûn dê îro dîsa heman tiştî bikin.

Ji bo vê rasteqîniya civakê, pêwistiya kurdan bi hunerê heye. Lê pêwistiya hunerê jî ji hêzê heye.