Yildiz Çakar Yildiz Çakar

Aboriya Tirkiyeyê û cenazeyên kurdan 16 Tîrmeh 2018 Duşem

Dewleta tirk biryar daye ku dê projeyên xwe yên têkildarî endustriya herî pêşketî li Mûşê çêbike. Her wiha dê balafirgeheke mezin û bi gumruk jî bê çêkirin û ji vir dê danûstendin bi Çînê re bên kirin.

A duyem, di navbera Colemêrg û Wanê de jî dê rêya trênê bê çêkirin û ji Japonya dê trênên herî bi lez bînin û navbera her du bajaran dê dakeve 15 deqeyan.

Ev proje dê ji Tiflîsê destpê bike ji ser Erîwan, Bazîd, Wan û Colemêrgê û Urmiyeyê re biçe Silêmanî û Bexdayê. Bi saya vê projeyê bajarên Kurdistanê dibin navenda cografyaya ji Basra heta Behra Reş.

A sêyem, ji ber ku pirsgirêkên ekolojîk bêsînor in her kes û her dewletê eleqedar dike ku dewleta tirk û Îranê projeyek di navbera gola Wan û Urmiyeyê de jî didin destpêkirin û zuhabûna gola Urmiyeyê dê bi ava gola Wanê bê çareserkirin. Qenalek mezin di nav herdu golan de dê bê çêkirin û ava kijanî kêm bibe dê bi ya din re ava xwe             parve bike.

Projeyên xweş in ne wesa!

Dewleta tirk zengîn bûye û ev zenginbûna xwe yên aborî beriya herêmên Anatoliyaya Navîn, Behra Reş û Marmarayê ji bo Kurdistanê bi kar tîne. Min nivîsand lê ger we bawer kiribe hûn zanibin ku em hîn jî bi dilê safî bi dijminan bawer in û tên xapandin.

Dewleta tirk ji roja avabûna xweheta niha her tim li hemberî kurdan rûpoş bi kar aniye. Komara tirk di sala 1921’ê de bi soza bihevrebûna kurd û tirk hwd. re dest pê kir lê hîn pişta xwe piçek rast nekiribû dest bi kuştina kurdan kir.

Di 15 salan de pişta xwe rast kir û li Dêrsimê qetliamên bi plan pêk anîn. Ji wê rojê pê ve li rojavayê Tirkiyeyê aborî bi pêş dikeve û heta niha jî tenê li ser vê xetê xebitiye. Tiştên li vir pêk anîn piştî 30 salan anîn Kurdistanê. Gelek kurdan ji ber aboriyê koçî bajarên Tirkiyeyê kirin, Kurdistan gav bi gav vala bû, bi rêk û pêk asîmîlasyon pêk hat. Piştî salên 1970’î bi milyonan kurd çûn bajarên tirkan, nanoziko xebitîn û sermayeya tirkan mezin kir.

Lê piştî wextekî kurd li xwe varqilîn ku derfetên tirkan yên aborî dibin çek û wan dikujin. Ji ber vê yekê Tevgera Kurd aboriya dewletê hedef girt. Dîtin ku mirina leşkerên tirk ji bo siyasetmedarên tirk ne girîng e, ya girîng şewitandina qamyon, kepçe, fabrîqeyan û nehatina turîstan e. Di wê demê de hat dîtin ku dewlet ket çonga û perîşan bû.

Lê îro em dibînin ku dewleta AKP’ê di 12 salan de (2002-2014) aboriya dewletê bi alîkariya IMF û bi saya pêvajoya aştiyê hinek bi pêş xist û vê derfetê dîsa ne ji bo Kurdistanê ji bo pêşxistina Tirkiyeyê û ji bo projeyên leşkerî yên li Kurdistinê (kalekol û bendav çêkirin û çek kirîn) bi kar anîn.

Çawa ku ji salên 1950’yî û pê ve her derfet ji bo Tirkiyeyê hat bikaranîn îro jî projeyên trênên bilez di navbera Stenbol-Enqere, Enqere-Bûrsa, Enqere-Konya û Enqere-Sewas-Erzûrûm tên çêkirin, bajarên kurdan ji van projeyan para xwe nagirin. Sinayî wek her car bajarên tirkan xurtir û mezintir dike. Ji kurdan re dîsa tunebûnî dikeve, hinek tiştên kirin jî ji bo veşartina meqseda xwe bû. Mînak, li Geverê xwedêgiravî ji bo sivîlan balafirgeh çêkirin lê hat dîtin ku ji bo leşkerî ev balafirgeh hatiye çêkirin. Dema mirov li daneyên dewletê dinihêre lêçûnên leşkerî piranî li Kurdistanê tên kirin.

Ango bi kurt û kurmancî; ‘Kurmê şîrê heta pîrê’. Dewleta tirk bi dijminahiya sedan salan mala xwe xira kiriye û dixwaze bi êrîşên aborî kurdan birçî bihêle. Heta lingê dijmin neşkê, çongê xwe daneynin erdê ji bo kurdan rojên xweş tunenin.

Hinek kurd têkoşina gelê kurd li hemberî pêşketina aboriya Kurdistanê wek astengî dibînin û di bin amûrê propagandaya dewletê de. Lê niha pir zelal tê dîtin ku pêşketina aboriya tirkan tu caran ji kurdan re nebûye war, kar û nan! Dema aboriya dewleta tirk hinekî xurt dibe çekên giran distîne, zarokên kurdan dikuje. Siyasetmedarên mîna Erdogan dema aboriya wan xurt dibe, wek guran xwîn ji diranê wan diçe. Me di dema dagirkirina Efrînê de dît, bi kêfxweşî cenazeyên kurdan dijmêrin.

Dema aboriya wan baş be dibe gule û zarokên kurdan dikuje, dema aboriya wan xirab be çoga wan dişkê. Ger aboriya wan têk biçe dê ew jî têk biçin. Dewletê him kakilê xwe û hem jî qalikê xwe guhertiye û hewcedarî bi şerên nû dibîne. Ji bo emrê rejîma nû dirêj bibe dê li Rojhilata Navîn şer, alozî û kaosan zêde bikin. Ji bo vê yekê pêwîstiya wan bi aboriyeke baş heye û dema nikaribin çerxa xwe bigerînin dê bişkên. A yekemîn dê nikaribin leşkeriyê fînanse bikin û dê bi rêjeya bilind a enflasyonê di nav civakê de bertek zêde bin. Ev bertek dibe ku bibe sedema hilweşîna dewletê.

Piştî îlankirina dîktatoriya Erdogan û aşkerakirina şirîkan de hat dîtin ku êdî di nav dewletê de cih nadin kurdan. Di rêvebirina pergala nû de dewletê peyameke vekirî da kurdan; ‘cihê we di rejîma nû de tune’. Hemû hikûmetan çend kurd wek wezîr destnîşan dikirin, lê desthilata nû hewcedarî tiştekî wiha nedîtin û tu kurd nebûn wezîr. Wisa xuya dibe ku eniya şer pir zelal e û dewlet dibêje ‘ez ez im’, ‘tu jî kurd î’. Wisa xuya dibe ku vê carê dê şer û berxwedan ji yên berê bi bandortir be. Divê kurd têkçûna aboriya Tirkiyeyê wekî têkçûna xwe nebînin. Heta ji destê kurdan bê bila ji bo pêşketina aboriya Tirkiyeyê nekevin nav hewldanan. Ew kurdên ku têkoşîna gelê kurd li hemberî pêşketina aboriya Kurdistanê wek astengî didîtin divê êdî vê realîteyê bibînin û kurd bibin yek parçe dê vê çerxê bidin sekinandin. Çiqas yekitî û berxwedan, ewqas aştî, aramî û demokrasî.