Kakşar Oremar Kakşar Oremar

‘Sînorê şermê’ û gazinên Şivan Perwer! 23 Pûşper 2018 Şemî

Binpêkirina mafên rewa yên neteweyekê, nedîtina realîteya pirsgirêkeke dîrokî û nebihîstina deng û hawarên kurdên li çar parên Kurdistanê, gotineke Martîn Luther King( 1929-1968 ) bi bîra min anî. Ew mirovê mezin ku di cihana siyasetê de wekî kesekî alîgirê wekhevî û dijberê tund û tûjiyê ye, wiha dibêje: “Tiştek ji vê hindê bi tehlûketir nîn e ku em civakekê ava bikin lê piraniya xelkê wiha hîs bikin ku tê de xwedî rol an jî biryar û daxwaz nîn in. Xelkê ku di civakekê de hest bi maf û hebûna xwe bikin, yê wê civakê biparêzin, lê ger xwedî hesetek wiha nebin, bêzanebûna xwe dixwazin ku wê civakê tune bikin.”

Li aliyekî neteweyek bi destê vala, li aliyê din jî dewletek bi hemû îmkanên xwe yên madî, artêşa xwe ya pirçek û êrîşên xwe yên hovane, li hemberî hev sekinîne. Aliyê ku bi destên vala dest bi şoreşekê kir, sal ji sala berê zêdetir ber bi pêş ve çû, aliyê din jî endamê NATO’yê ye, xwedî piştgiriyên hemû alî yên piraniya welatên cîhanê û her çar stûnên wê jî li ser bingeha xwe a şovenîstî “yek al û yek netewe û gelek yek-yekên din”hatiye darijandin. Aliyê yekê tim li ber xwe da û bi gotina “na” ji bin sifrê hat û îro bûye xwedî felsefe û hêzeke navneteweyî û aliyê din jî li derveyî berjewendiyên aborî-siyasî, di çavê raya giştî a cîhanê de weke “dîktatorekî xweş xeyal”ketiye ber nifirên baş û xerabên hemû dinê.

Artêşa aliyê duyê bi hemû hêza xwe a aşkera û veşartî ji nav kûçe û kolanên bajaran bigire heta nav dilê çiya û gundên Kurdistanê tu rêbazên dijmirovahiyê neman ku li hemberî kurdan bi kar neanîn, lê îrade û gotina “na”ya aliyê yekê hemû xeyalên şagirtên wê xwendingeha rasîstên desthilatdar vala derxistin.

Di hilbijartinên salên derbasbûyî de kurd wekî “aliyê demokratîk” û dewleta tirk jî wekî “aliyê antîdemokratîk û înkarger” di çavê raya giştî a cîhanê de xwedî du nasnameyên ji hev cuda hatine pênasekirin. Kultura toleransê tevî bîr û ramanên demokratîk bûn sedem ku hereketa siyasî ya bakurê Kurdistanê ji sînorên erdnîgariyeke diyarkirî û sînordar xwe bigihîne her dera Tirkiyeyê jî.

HDP bû partiya gelan

HDP bi temenê xwe yê çend salî, bû partiya wan netewe û kesên kedkar û fedakar ku xwedî hejmareke biçûk bûn lê zana, mafnas û girêdayî wan soz û biryaran diman ku didan xelkê. Ev jî bû sedem ku di temenê xwe yê kurt de îro bibe hevrikê partiyên weke APK-MHP’ê. Du partiyên ku li dijî hebûn û realîteya pirsgirêka kurdan a dîrokî bûne yek. Ev jî îspata wê rastiyê ye ku keda gerîla û şervanên doza azadiyê ji serê çiyayên Kurdistanê heya nav dilê girtîgehên hemû Tirkiyeyê, xwedî encam û berhemên bihagiran bûye.

Di çil salên derbasbûyî de şoreşeke hemû alî bi bedelên mezin gihaye roja xwe ya îro. Hinek kesên bêwijdan, kurtbîn, apolîtîk û durû carna bi çêbûna şikesteke biçûk a hereketa bakurê Kurdistanê re, xêzeke sor bi ser hemû destkeftên heyî dikişînin û li gorî derfetên rojê pênûsa wan dikeve gerê.

Kiryarên dijmirovahî

Ez li ser kiryarên dijmirovahiyê yên dewlata tirk di 40 salên derbasbûyî de tiştekî nanivîsim lê berî çend rojan rêxistina li jêr navê: “Koma Krîza Navneteweyî- International Crisis Group”daye diyarkirin ku tenê di çend mehên derbasbûyî de leşkerên tirk 250 kesên kurd ên sivîl kuştine. Haydar bin: 250 kes! Wê hejmara mezin bînin ber çavên xwe ku dikarin rûniştivanên taxa bajarekî weke Amed, Nisebîn, Şirnex an jî Wanê bin. 250 jin, zarok, ciwan, pîr, hezaran xwezî, hesret û 250 jiyan!

Rojekê xwest Newroza kurdan qedexe bikin lê Amed weke “sembola qada berxwedan, mafxwazî û aştîxwaziya kurdan” bû oqyanosa xeniqandina kesên ku tenê bi fantaziyên vala dijiyan û ev jî bû sedem ku bêjin: “Newroz cejna me ye jî!?.”

Em îro vê rewşê di gelek qadên din yên Kurdistan û Tirkiyeyê de jî dibînin, lê nizanim ka Erdogan û hevalbendên wî ev gotina romannivîsê naskirî Yaşar Kemal bihîstine an na: “Dibe ku Enqere bikaribe deryayê hişk bike, lê qet û qet yê nekarîbe masiyan bigire…”

Vê carê 24’ê hezîrana sala 2018’an jî tu gumana min tune ye ku kurd tevî HDP’a xwe bi qasî rengîniya rengên xwe yên delal dê ji aştîxwazan re hîviyên mezintir biafirîne.

Sînorê şermê

Ji bo gihîştina bi hemû meremên siyasî-dîrokî hêz û hejmara kurdan têr dike ku em bigihîjin hemû daxwazên girîng, lê hezar heyf ku xwenenaskirin û bêbawerî, berjewendiyên takane û malbatî, mayîna di kirasê bertesk yê sazî, partî û rêxistinekê de yan jî çêkirina sînorekî tije ramanên pûç ên dogmatîk, dihêlin ku xiyanet di dirêjahiya du sed salên derbasbûyî de tim û tim nerindiyên xwe li dijî me dubare an jî baştire bêjim dehbare bike.

Di vê mijarê de gotineke bav-kalan a pir wate heye: “Eger însan tîşey le xoy nebêt, qet rîşey nabirdirêt”(1)

Di dema ku kurdên bakurê Kurdistanê ji bo aştî û parastina nasnameya xwe ya hebûnê li dijî ejdehayên tunekirinê bi şev û rojan, li bajar û gundan, li çiya û her dera ku hene kar û xebatê dikin, li herêmeke berfireh a axa başûrê Kurdistanê artêşa tirk di meha remezanê de û elbet ji bo xwarina fitarê dikeve nav gund û mizgeftên kurdan. Leşker û serleşkerên tirk di hizûra sedan kesên amade de dest bi antîpropagandeyan li dijî PKK’ê û sembolên doza siyasî li bakurê Kurdistanê dikin! Ciwanên cahil û hinek kesên naskirî li herêmê tevî dimjinên xwişk û birayên xwe wêneyên selfî digirin! Bazara xweş û bêş, pêkenîn û sûhbet, teklîf û bixêrhatinan germ û gur e. Bi rastî dîtina dîmenekî wiha kirêt cihê sosretê ye ku miletek di warê têgehîştina siyasî û civakî de xwedî ewqas keda dîrokî be, lê bi erêkirina çend berpirsyar an jî aliyekî siyasî, di ronahiya rojê de û li ber çavê dehan milyon kesên aliyê din yê sinorê axa xwe, sivikatiyeke bêdawî bikine para netewekê ku rastî Enfal û tevkujîyên nejibîrkirî hatine.

Ey hawar ka hûn bêjin: Sînorê şermê li ku maye ku aliyekî siyasî wiha li ser axa xwe pêşwaziyê li wan faşîstan dike ku heya duh li dijî referandûmê tiştek nema ku nekirin?!!! Efrîn û Kobanê, Mereş û Dêrsim, Kerkûk û Şingal û hevalbendiya bi MHP’ê re li ser esasê dijminahiya bi doza 50 milyon Kurdan re çawa dikare ji bîra kesên xwedî wijdan biçe?!?!

Ger rûdanên îro neyên ber çavên siyasetmedar, bazirgan û partiyên siyasî li başûr, bila bê bîra wan ka di dirêjahiya sed salên bihûrî de neviyên Osmaniyan, Jon Tirkên mirovkuj û kemalîstên înkarçî çi anîne serê Şêx Ebdulselam Barzanî?!. Çi zor û zehmetî ji Şêx Ehmed, Simkoyê Şikak, Mistefa Barzanî û Şêx Mehmûd Berzencî re çêkirin ku xwedî bîr û ramanên kurdistanî bûn?! Li ser singê wê axê kî bûn yên ku li dijî kemalîstan serhildana Oremar bi rê xistin da ku serhildana Agiriyê berdewamiyê bide xebata xwe salên 1930’an?

Ger ew partiyên siyasî û siyasetmedarên xwedî nav, xwedî hişê dîrokî yê bêhêz an jî ji ber ticaretê hemû prensîpên siyasî-exlaqî ji bîr kirine, bila qet nebe neviyên Emîrxanê Lepzêrîn nehêlin artêşa dagîrker a tirk bê nav çek û kilûzên wan. Zêdebarî wê jî axayê gund yê ku di partiyeke siyasî de endam û xwedî berpirsyartiyê ye, çawa dikare yan jî iznê bide xwe ku serleşkerekî tirk destê xwe deyne ser milê wî, pêre xwarinê bixwe û li dijî rêxitineke kurdî peyvên terorîst û kirêt bi kar bîne? Gelo ma beriya sedan salan bira, kes û şervanên Emîrxanê Kela Dimdimê serê xwe li ber Şah Ebasê Sefewî tewandibûn ku di vê sedsalê de û di ronahiya rojê de ew wê bêşermiyê ji xwe re bikin malekî bêmirin? Siyanet, keramet, şeref û hestên neteweyî di rewşeke wiha de xwe li ku derê veşartine ku kesek ewqas bêhiş û şiûra neteweyî û mirovahiyê be ku li dijî hereketa perça herî mezina Kurdistanê destê hevkariyê dirêjî dijminê qedera xwe û ya nifşên paşeroja welatê xwe bike?

Gazinên Şivan Perwer

Hunermend Şivan Perwer navek naskirî biqasî meznahiya keda xwe ya salên dûr û dirêj e. Di 40-50 salên debasbûyî de mirov nikare behsa xebata siyasî li Kurdistanê bike û bandora huner û dengê Şivan Perwer jî têde nebîne. Di hevdîtina ku min berî çend rojan pêre kir û jê daxwaz kir ku li ser hilbijartinên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê peyamekê bide wiha axivî:”Kes nikare hebûna kurd û Kurdistanê înkar an jî rê li ber pêşkeftina kurdan bigire. Keda hemû partiyên me yên siyasî di bişkivîna kesayetiya kurd de heye. Bi armanca şiyarkirina neteweya xwe min karê xwe yê sereke li ser hunera protestokirinê da destpêkirin. Zikreşî û dijayetî li dijî kesî di bala min de tune bûye. Ez ji kirasê huner û qada nasnameya muzîka kurdî derneketime, lê min nekarî ez hemû partiyên siyasî li xwe memnûn bikim. Karekî zehmet e û li min nehat, lê min hemû xebata xwe kir ku kurdan bi ruhê dewlemend a çand, nasname û dîroka wan bihesînim. Xwe ji kesî kêmtir nebînin û ji hemû nirxên xwe jî hez bikin. Ez li hemberî şêx û axayan sekinîm, burjwazî û feodalîzim kî ne û çi kirine, min rûçikê wan da ber xelkê. Min xwest ez têkeliyên me berfihtir bikim, kurd kûrtir bifikirin û bihêvî bijîn. Jiyan bedewam e, rabe ser xwe, tu nexweşî, derman heye, here xwe derman bike. Bi ax û axînan jiyan nayê guherandin.”

Min jê pirsî: Mamosta çûyîna te ya bakurê Kurdistanê û sekina li kêleka Îbo û Erdogan ew jî li Amedê û di rewşa ku AKP û HDP di hevrikiya bi hev re bûn, xwedî kîjan encam bû?

Şivan bi temenê xwe yê tije ezmûn, bi hereketên xwe yên tije liv û lebat, lê hinek bêhêvî yan jî rihşikestî li min dinêre û wiha dibêje: “Antîpropagandaya li dijî hunermend, rewşenbîr, zana û kedkarên doza Kurdistanê zêdetir ji hêla hinek rewşenbîr û stranbêjên komreş û hesûd ve li hemberî min çêbûne, lê min tim ji wan xwestiye ku ne di qada siyasetê de belkî bila di qada hunerê de hevrikiyê bi hev re bikin. Beriya çûyîna Amedê me pir hewl da ku bi rêyên din herim Tirkiyeyê û Bakur, lê hinek aliyên siyasî xwe nedan ber. Dema ez çûm Amedê jî armanc ew bû ku aştiyeke mayînde di navbera kurd û tirkan de çêbibe. Piştre min dît ku hevalên HDP’ê ji min nerihet bûne û ez hema roja piştre vegeriyam Başûr, min heta nexwest herim ser mezelê dayika xwe jî ku bi hesreta dîtina axa bav û kalên xwe bûm. Min berî demekê jî poşmanbûna xwe ji wê çûyînê re da diyarkirin. Çimkî Erdogan û AKP tevî hevalbendên xwe yên şovenîst ne tenê li dijî kurdên Bakur, HDP an jî PKK’ê belkî li dijî hemû kurdên Kurdistanê, li dijî Kerkûkê, Efrîn û me teva ne…”

Şivan di karê xwe de ji kesî kêmtir an jî biçûktir nîne, ji hinek lîderên kurd jî naskirîtir û keda wî kurdistanîtir e. Gilî û gazincên wî jî hene, min jê pirsî ka niha dîsa li Tikiyeyê hilbijartin hene, dîsa Erdogan tevî MHP’ê bûye hevalbend, lê tu hinek bêdengî!

‘Ez heman Şivan Perwer im’

Bi nêrîneke tije êş û vegotina hinek bîranînên bi Yilmaz Guney, Dr Qasimlo û Mehmûd Baksî re li min dinêre û dibêje: “Cano ez tim heman Şivan Perwer im. Ez ê wiha jî bimînim. Ma ez dikarim li dijî doza kurdan bim an jî Selahettîn Demîrtaş û HDP’ê nebînim? Ew mirovê baş û hêja, ewladek ji axa me ye. Niha di zindanê de ye û divê her kes pişta wî û doza wî bigire. Tevî ku li dijî min jî axivîbe, lê kurê gele û hêvîdar im xebata wan ser bigire. Ez niha ji bo rewşa îro ya Bakur û hemû Kurdistanê mijûlî çêkirina marş û klîpekê me. Dê di demeke kêm de xelas bibe. Ez kurê feqîr û çîna hejar a civakekê me ku di şertên herî dijwar yên jiyanê de li dijî sîstema serdest û feodalan, axa û beg û şêxan sekinîm. Niha tenê derdekî min heye û ew jî ew e ka ez çawa dikarim xizmeta xwe bidomînim. Tiştekî din di bala min de nîn e. Kî çi dibêje, çi dike bila bêje û bike, lê ez dixwazim tenê xizmetê bikim…”

Tevî hemû rexne û gazinên ku carna min û carna jî mamoste Perwer dikirin, lê ez bi hêvî me ku beriya her kes û çînekê, cara pêşî: hunermend, rewşenbîr û zanayên me kurdan bi dilekî tije paqijî, hezeke bêkîn, rûrastane, bi bîr û ramanên dûr û kûr û hemû heza xwe a ji doza mirovahiyê re eniyeke hevgirtî a bi hêz û kurdistanî ava û wisa bihêz bikin ku bikaribin partiyên siyasî û rêberên kurdan jî bêtir nêzî hev bikin.

(1) Gotineke pêşiyan a kurdên herêma Mûkriya li rojhilatê Kurdistanê ye.