Kakşar Oremar Kakşar Oremar

Şehram Dostanî û strana ‘Qehremanê Kurdistanê’ 23 Sermawez 2018 În

Berî 100 salan dema ku Riza Pehlewî (1878-1944) dest bi siyaseta xwe ya asîmîlasyonê di nava sinorên siyasî ên Îranê de kir, kesekekî weke Mihemed Elî Firouxî (1875 – 1942) wiha gotibû: “Em dikarin zimanê kurdî ji holê rakin û bê tunekirin, çimkî zimanekî bêwêje ye û tenê folklora xwe heye…” (1) Lê wî nedizanî ku zimanê kurdî hem xwedî wêjeyeke dewlemend û kevnar bû ku kesên weke Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Mewlewî Tawegozî û bi dehan nasnavên din ên xwedî felsefeyek bilind berhemên xwe pê xemilandibûn, hem jî bi rêya dengbêj û adet-urfên me yên civakî gencîneya folklora me bû mezintirîn sedema dewlemendkirina zimanê kurdî û ji van her duyan jî girîngtir ew mirovê korbîn û şovenîst nedizanî ku muzîk û hunera kurdî bi serê xwe zimanekî dêrîn biqasî jiyana kurda li ser erdê wan Kurdistanê ye.

Di parastina van dewlemendiyên ku ‘hebûn û jiyan’ dane me, keda dengbêjên me bêdawî ye. Fen û hunera deklamasiyona dengbêjên kurd hostatiya wan a sereke ye. Di vê qada tije dijwarî lê tevî hemû hez û evîndariya ji huner û stranên kurdî re dengbêjên jin jî li kêleka mêran xwedî liv û lebateke bêdawî bûne. Guhdarî zagonên dîn û olan jî nekirine, bi hemû bilindahiya dengê xwe bûne qêrînên êş û xweşiyên civakê. Carna ji wan hatiye xwestin ku bi desmalekê serê xwe bigirin da ku aqilê wan bê girtin û kor bimînin, lê dema wan derfet li pêşberî xwe dîtine, ew desmal ji serê xwe hilanîne û kirine desmala govendê. Dema ku ew maf tune bûye ku bifikirin û xwedî nêrîn û raman bin, ewan bi rêya stranên dengbêjiyê xem û kovanên nava singê xwe ji me re kirine mîratekî bêmirin.

Li vira weke mînaka kesên ku dehan sal e li pey şopa dengbêjên me ne, ez ê hinek behsa huner, nêrîn, ked û xebatên hunermendê hêja Şehram Dostanî bikim.

Dengekî germ û berhemeke nû

Dema dengê wî dibihîsim, deşta Dîlemanê, mêrxasên şerê Çaldiran, Simko û kela Çariyê tên ber çavên min; cih û warên ku bi dehan salan qadên şer, serhildan û şoreşa Kurdistanê di dilê xwe de hewandibûn. Dengê wî tevî toneke nerm, nasnameyeke otantîk û kurdî hê jî dengê germ yê dengbêjên dîwanxaneya bavê min tîne bîra min. Êşeke tije şewat di qirika Şehram Dostanî de heye ku carna guhdaran vediciniqîne. Dengek ji dirêjahî û kûrahiya dîrokekê ku qet nikare reng, bêhn, germahî û xweşiya xwe wenda bike. Ew ji nifşê dengbêjên herêma Serhedê ye ku hêvîdarim ew şopa rengîn û tije ronahî qet û qet neyê dawiya jiyana xwe. Bêguman hunermend û rewşenbîrên ku di nava serborî û rûdanên siyasî-dîrokî de mezin bûne, hem ji dîroka welatê xwe hez dikin û him jî weke dengbêjên sedan salên berê hisên wan ên tije germahî û evîna ji doza mêrxas û jinên me yên çeleng re dikevin gerê. Ew hest dilebitin ku bi awayên xweş merhemekê ji birînên xwe yên nekewandî re peyda bikin. Dengbêj weke “Xweda û pêxemberan” afirînerên gotin, hêvî û awazên serdema jiyan xwe ne. Li ku derê bin, ew kar û erkên xwe cih bi cih dikin. Ş. Dostanî bi hemû hestên xwe yên birîndar herî dawiyê careke din behsa mêrxas û qehremanekî Kurdistanê dike. Xuyaye ku ew pirî caran di nava kûrahiya serpêhatiyên ku weke mîrateyekê ji bav-kalan jê re mane, werdibe û encam jî dibe berhemeke weke: ‘Qehremanê Kurdistanê ‘. Simaîl axa an jî Simko ku ji pir aliyan ve mafê ked û xebatên wî niha jî nehatine dayîn û gelek rastiyên wî siyasetmedar û rewşenbîrê dema xwe di bin domaneke reş a dîrokê de veşartî mane. Îsmaîl Xan an jî Simkoyê Şikak (1887-1930) rêberek ku li dijî sinorên destçêkirî li ser axa Kurdistana mezin bû, li herêma jiyana kesên weke Şehram Dostanî, Birê Newrozî, Îran Xanim, Hemîd Yûsifî û hwd. navekî naskirî û hezkirî ye.(2) Bandora serhildan û qehremanên weke: Serhildana Agiriyê û Ihsan Nûrî Paşa, Kela Dimdim û Emîrxanê Lepzêrîn, Simkoyê Şikak, Berxwedana Kobanê, tevkujiya Şengal û hwd. li ser jiyana hunerî-siyasî ya kesên weke rêzdar Dostanî mijarên ponijîn û afirîneriyê bûne. Ez li ser naveroka stranê tiştekî nanivîsim û werin ka em bi hev re li peyv û risteyên vê berhema giranbiha binihêrin:

Sibe ye berê rojlêdanê, kaxezekê hatiye Tewrêz û Têhranê li ba Şahe vê Îranê

Belê ji bo Simaîl axa babê Xosrû dibêje were bajarê Şino li vê dîwanê

Şahid û şihûdê Simaîl Axa babê Xosrû li dinê de gelek hene

Dibê baweriya min ecema nayê, minê sondekî xwarî bi Mişevê, bi Qûranê

Gava vê carê ez wegerim, ez ê hezar û hefsed siwarê kurda lev bixînim

Derbas bikim Şino belê rizgar kim ta bajarê Merîwanê.

De lê lê lê lê wayê, lê lê lê wayê,

lê lê lê wayê

Belê piştî Simaîl Axa babê Xosrû bila mêr û mêrxas nemînin li dinyayê.

De min dît ser serê Simaîl Axa babê Xosrû xweş tê dengê van sîtema

Gire-gira tamatîka, de dîsa dengê tiving û cebilxanê

De min dît qumandar û zabitê dewletê bi têl u telgrafê xeber didane vê Tehranê,

Belê digotin mizgin be bo Şahê

vê Îranê

de me wê derbeka lêdaye li bejna Simaîl Axa babê Xosrû

me kuştiye qeheremanê

Kurdistanê

De lê lê lê lê wayê, lê lê lê wayê,

lê lê lê wayê

Belê piştî Simaîl Axa babê Xosrû bilanê mêr û mêrxas nemînin li dinyayê.

Sibe bû mi dît cenazê Simaîl Axa babê Xosrû li Şinoyê rakirin li Urmiyê derbaz kirin,

Belê bera begê bega dane Tewrêz û Tehranê

De mi dît şîneke giran ketiye nava Kurdistanê, de min got axayê min o rabe ser xwe

bike bilezîne, dîsa bejna zirav li şal û şapkê kurdî de bixemlîne

hezar û hefsed siwarê kurda lew bicivîne, eskerê Îranê dîsa bi tewayî bide ber xwe, weku cara ta Tewrêz û Tehranê bibzîne…

De lê lê lê lê wayê lê lê lê lê wayê, lê lê lê wayê

Belê piştî Simaîl Axa babê Xosrû bila mêr û mêrxas nemînin li dinyayê.

Şehram Dostanî kî ye?

Şehram bi metanet û giraniya xwe a di nava civakê de, kesekî hezkirîyê gel e. Kesayetiya wî rûniştî û xwedî rêzeke bilind e. Çîroka jiyana wî bi serê xwe romaneke nenivîsandî ye. Di nava derd û xemên bêdawî yên civakekê de çavên xwe vekirin û mezin bû ku tenê di dilê şevên tarî de bav-kalên wî yên kurdperwer an jî rihspiyên din yên herêmê dikarîbûn behsa qedera tije bextreşî a mezin û rêberên doza kurd bikin. Kalikê wî şahidî ji kuştina Simaîlxanê mezin li kela Naziliyê kiribû, bapîrê wî tevî Ceweraxa li Tewrêzê bû dema ku bi bêbextî ew li wira hate kuştin, lê beriya ku bixwe jî bê kuştin li gel hevalên xwe yên din di koşka Nizam El-Seltene de şerekî giran dane meşandin. Miho Mameda (Neimetî) yê mêrxas an ku bapîrê Şehram Dostanî bibû şahidekî demê yê tirajediya terorkirina gelek mêrxasên din ên kurd bi destê dewleta Qacarî û Pehlewî ya dagirker jî. Li ser wî heya roja îro jî gotineke wiha li ser zarê xelkê digere: ‘Miho Mameda bar kire Serheda, bac û xerac jî neda dewleta’.

Ew di sala 1905’an de tevî Cewer Axayê Şikak û şervanekî din yê bi navê Sedoyê Evdoyî li Tewrêzê şehîd bû.

Radiyoya Yêrîvanê û pêşkêşkariya Apê Kerem û bihîstina dengê Bêmalê Keko, Tukasa Xemo, Fatma Îsa, Şeroyê Biro, Karapêtê Xaço, Memoyê Silo, Şakiro, Hecî Ebdulkerîm, Keremo, Îbrahîm Newrozî (Birê), M. Arif Cizîrî, Hesen Cizîrî, Meryem Xan, Îran Xanim û gelekên din mezin bûme.

Tevî ku xwendina min bi farisî bû jî lê li hemberî hezkirin û hînbûna zimanê dayika min nekarî astengiyan çêbike. Çimkî ziman tiştê herî girîng ji bo hebûna me ye. Muzîk baştirîn reng û terzê beyana jînê bi taybetî ji bo me kurdan e. Hezkirina ji ziman û çanda me jî bi temenê min re hevalbend û tevî wan mezin bûme.”

Xewnên Şehramê ciwan û xwedî sedan xweziyên ji bo bidestxistina pêşkeftinê, nedikarîn di etmosfereke berbendkirî yê piştî hatina rejîma îslamî, bêne cih. Kurdbûn û girêdana wan bi doza bav û kalan a li dijî desthilata Îranê, du sedemên sereke bûn ku ew ji rojhilatê Kurdistanê derkeve. Di wan salên ku agir li cih û warê jiyana wan dibare, tê bakurê Kurdistanê û dixwaze ji wira jî ber bi welatekî din ve koç bike: “ Sala 1987’an wek penaber hatime bakurê Kurdistanê û pê re li bajarê Konyayê min dest bi hînbûna tenbûrê kir. Piştî du salan hînbûn û hînkirina tenbûrê min bawername li ‘Fûar Mûzîk Evi’yê wergirt.

Dû re di sala 1990’î de hatime welatê Kanadayê. Tevî kar û xebata jiyana min çalakiyên hunerî jî domandine û vê gavê bi qasî 80 berhem û helbestên min hene…”

Hunermend Şehram Dostanî bi helbestên xwe yên melodîk û tije peyvên kurdiyeke dewlemend de bala gelek hunermend û stranbêjên din jî dikişîne ser xwe. Hestên wan geş dibin û ev jî dibe sedem ku kesên weke Xemgîn Bîrhat bi stranên weke Binefşa min, wayê wayê, Şivan Perwer bi strana Ha Gula min, Cemal Tîrêj bi strana Nûjînê, Leyla Xan bi strana Dayîka delal û hinek kesên ew helbest ji bi deng û awazên xwe gotine.

Li dûrî û xerîbiyê jî Şehram tim bi hêviya vegera li ser axa Kurdistanê dijî. Sirûşta bedew û bêhna wê axa dêrîn hê jî dibîne sebeb ku di karê xwe yê hunerî de kesekî bi liv û lebat be: “Xebata min ya hunerî berdewam e. Min gelek berhem li ser jîn û janên kurdan afirandine ku ez ê wek erkekî neteweyî û niştimanî di demeke ne zêde dûr de teva pêşkêşî xana çand û hunera kurdî ya dewlemend bikim…”

Ew bi dilekî tije hêvî û heza ji hunerê re wiha dibêje: “Vê gavê li gel hunermend Azad Xoşnaw ji boy muzîkal kirina “Alfabêtên Kurdî” dixebitim. Belko zêdetir ji 10 salan ku ez mamostatiyê ji bo fêrkirina zimanê kurdî ji zaroka re dikim û min ev kêmasî di perwerdeya zimanê me de dîtiye. Yanî gelên din ji bo hêsankirina fêrbûna ziman tiştên baş kirine, lê mixabin ji ber zext û zoriyên li ser zimanê me gelek kêmasî di warê perwerdeyê de hene. Çêkirina mûzîkê ji alfabaya me re ji bo vê mebestê bû. Hêvîdar im ku bikarim di demeke nêzîk de vê xebatê pêşkêşî gelê xwe bikim.”

Hunermendên ku xwedî bîr û ramanên têr û tije û armancên pîroz in, li her dera ku bijîn xwedî hinek rêbazên xwe yên taybet in. Şehram Dostanî weke hunermendekî xwedî helwest û nêrînên kurdistanî bi eşqeke kûr û dûr li pey huner û perwerdeyê ye. Rêgezên wî ên civakî-siyasî bûne sedem ku zû cihê xwe di nava dilan vebike. Di dawiya vê hevdîtinê de ew bi dilekî tije hêz û tewazûyeke bêdawî wiha dibêje: “Jiyan xweş an jî nexweş ber bi pêş ve diçe. Ji ber wê jî divê ji ber barê bindestiyê em kurd zêdetir ji hemû miletên cîhanê xwedî pêşwaziyeke germ ji hemû astnegiyên jiyanê re bin. Gotina min a dawiyê ev e; min qet ji bo serwet û şohretê xebata hunerî nekiriye û nakim jî, belkî mebest tenê ev bûye: ji dil û can hezkirina ji çand û wêjeya me hemû karê min bûye. Ji ber hindê jî min huner wekî pêwîst hê jî pêşkêş nekiriye û heta vê gavê min di arşîvê de ragirtiye, lê ew arşîv dê zû an jî dereng bibe mîrateyaê gel…”

Bi hêvî me kesên weke Ş. Dostanî di nava nifşên nû û paşerojê de zêde û li ser vê doza tije serfirazî pîroz berdewam bin.

(1). Neteweperest, nivîskar û siyasetmedarekî serdema Qacarî û Pehelewiyan bû ku bi esila xwe ji Cihûyên Bexdayê bû û bav-kalikên wî ji berî zêdeturî sedsalan ji Bexdayê hatibûn Isfehanê.

(2). Mînaka bîr û ramanên Kurdistanî yên lîderekî wekî Simko belkî tenê bes be ku em li van peyv û daxwazên wî binêrin ku weke nameyekê ji nemir Şêx Mehmûd Berzencî re nivîsandiye:

 “Bo hezretê hikûmdarê ezizê Kurdistanê cenabê Şêx Mehmûd, evro (îro) hemî nîşan û tuwanayêd Kurdistanê di bin destê hikûmdariya te da ye. Çi tiştî em bê emirê te nakeyin, her tiştekî bifermoy û bo berjewendî miletê kurd tê da bît em hazir in dê keyin. Ez ji (li) devera Xoşnaw ji (li) gundê Bêtwate me. Min dawa dikim ku bême şarê Silêmaniyê û hindek xeberê(n) Kurdistana Îranê bo cenabê te bêjim û bo mûkomkirina (bihêzkirina) îşê Kurdistanê pêwîstî bi biraderî û dostîya îngilîzî ye bizorî.”

Îmza / Muxilisê hikûmetê

Îsmaîl Şikak / 28. 1. 1923