Kakşar Oremar Kakşar Oremar

Sê mijar, sê bersivên pêwîst 29 Pûşper 2018 În

1. HDP û serkeftinên nû

Di hefteya borî de hemû nûçeyên rojê li ser hilbijartinên Tirkiyeyê bûn. Raya giştî ya dinê bi baldarî li ser wê mijarê sekinî. Xala balkêştir “bandora dengê kurdan” bû ku rûpelên yekemîn ên gelek rojname û malperên internetê xemilandibûn. Êdî di encamê de me dît ku “projeya stratejîk a Erdogan ji bo guherandina sîstemê” gihîşt pêngava dawiyê. Di 16 salan de hêdî hêdî hemû dijberên xwe ji qada siyasetê dûrxistin. Bi nave îslam, edalet û çareserkirina pirsgirêka kurd, gelek kurd jî xapandin û weke amrazekê ji bo otorîteya xwe bi kar anî. Kurdên ku mixabin di hilbijartina herî dawiyê de dîsa li Kurdistanê bûne hêza AKP-MHP’ê.

Ji vir û şûnde Tirkiyê ne bi rêya parlementoyê belkî dê bi biryar û qirarên kesekî ve bê îdarekirin. Ev kes li dijî doza Kurdistanê xwedî xewn û xeyalên pir çewt e. Dema dibêjim “doza Kurdistanê “ bila kes tenê weke doza kurdên bakur nebîne, belkî “doza 50 milyon kurdan” û zêdebarî wê jî hemû partî-rêxistinên demokratîk jî dê armanca wî bin. Karê ku bawer nakim heya sala 2023’an wiha rihet bikaribe li gorî dilê “serokkomarê fantastîk” birêve biçe.

Li bakurê Kurdistanê kurdan dengê xwe dane wê partiya ku ji her hêlê ve ketiye nav çembereke teng û heta derfeta nefeskişandinê jî jê re nehêlane. Mixabin ku li pey serkeftina HDP’ê li bakurê Kurdistanê û hinek bajarên Tirkiyeyê dîsa jî hinek kurdên derfetxwaz li dijî bizava Bakur axivîn û nivisîn. Ez bi hemû rexneyên maqul re me, lê divê bê bîra kesên wiha ku:

1. Erdogan û AKP-MHP’ê hemû îmkanên madî û ragihandinê li dijî sernekeftina kurdan seferber kirin ku dengê wan di bin benda hilbijartinê de bimîne, lê ew plana wan berav bû.

2. Li rex sansur û fetisandinê ku li jêr navê “ rewşa awarte” gelek aliyên xwe yên tarî veşartibûn, hinek TV’ên qaşo kurdî li derveyî sinorên Tirkiyeyê bêhtir ji yên nav sinorên Tirkiyeyê dengdêrên kurd teşwîq dikirin ku dengê xwe bidin partiya desthilatdar û Erdogan. Serokê ku di dema referandûma sala 2017’an a başûrê Kurdistanê karek nema ku li dijî wê pêngava dîrokî kir.

3. Li gor hinek jêderên herêmî li Kurdistanê, zexteke mezin û gefên giran li ser dengdêrên kurd hebûn û ev jî bû sedem ku nêzî 15 berendamên kurd li ser hejmareke kêm ya dengan nikaribin biçin parlamentoyê. Li cihê wan ew kurdên ku bi dewletê re hevalbendiya wan berdewam e, ketin cihê nunerên rastîn ên gel li hinek bajar û herêmên bakurê Kuridstanê.

4. Di rewşeke ku hezaran endamên HDP’ê tevî her du serokên wê di girtîgehê de ne jî serkeftina HDP’ê karekî hêsan û biçûk e.

5. Peyam û şîretên rêzdar A. Ocalan ku her dem li ser civaka kurd û aliyên demokratîk xwedî bandoreke mezin bûn, vê carê nehatin bihîstin. Kesekî ku HDP projeya wî ye û israra wî ya li ser “parastina prensîbên hiqûqî û wekheviyê ji her kesî re” bû sedem ku êdî raya giştî li Kurdistan, Tirkiyeyê û cîhanê bêhtir ramanên wî yên demokratîk binasin. Projeya HDP’ê êdî bûye parçeyek siyaseta Kurdistan û Tirkiyeyê.

6. Li kêleka sedemên jor wêrankirina dehan bajar, koçberkirina 500.000 kesan a ji wan bajar û herêman, zindanîkirina 12 parlementer û bi dehan hevşaredarên kurd ku bi îrade û dengê gel hatibûn erkdarkirin, kêmbûna derfetên demê û madî ji bo propagandeyên hilbijartinê û hebûna rewşa awarte li hemû Bakur, dîsa jî li Kurdistanê piraniya dengên kurdên aştîxwaz ji HDP’ê re hatine dayîn.

7. Sextekariyên herî mezin jî bi awayekî hovane û di ronahiya rojê de serjêkirina alîgirên HDP’ê û ji tevan jî xirabtir bikaranîna hinek kurdên xayin an jî xulamokên rojê, bihêzkirina faşîzmê bû.

Sê xwendingeh li Tirkiyê!

Êdî dê ji bîra rêveberên paşeroja Tirkiyeyê yên dahatî jî neçe ku li bakurê Kurdistanê “şoreşa zîhnî” çêbûye û partiyeke weke HDP’ê dê qet nikaribe armancên pîroz û dîrokî bike qûrbana berejewendiyên xwe yên rojê. Bi van serkeftinên wiha re kurd li Kurdistanê bi hêza xwe ya çend milyon kesî re derbasî pêvajoyeke din a “dîroka azadîxwaziyê” bûne û “ pirsgirêka kurd” bûye rastiyeke zelal a qada siyasetê li Tirkiyeyê û sê welatên Îran, Iraq û Sûriyeyê.

Êdî niha li pey serkeftina HDP’ê piştî AKP’ê, sê mektebên fikrî yên li hemû Tirkiyeyê li hemberî hev bikevin rikberî û reqabetê:

3 Alîgirên îslama siyasî-selefî û AKP-MHP´yên misilman û rasîst ku Erdogan dê jêre serkêşiyê bike.

3 Kemalîst û alîgirên projeyên Mistefa Kemal.

3 Apoyîst an jî alîgirên bîr û ramanên Abdulah Ocalan.

Di qada xebatê de her sê rêbaz an jî alîgirên wan sê xwendingeh hebûn û di qada pratîk û teoriyê de nasnameya xwe dane diyarkirin, lê her sê jî li dijî hev û xwedî rêyên ji hev cuda ên xebata siyasî-civakî ne.

Mekteba yekê li dijî “modernîzima Rojava an jî ferhenga Ewropayî” ber bi bihêzkirina çanda îslamî û bihêzkirina desthilatdariya îslamî ne ku di dirêjahiya 1. 500 salên derbasbûyî de heta mînakeke demokratîk jî (weke hikûmet) tê de nayê dîtin. Rêya ku Erdogan û alîgirên wî dane ber xwe bi daxwazên roja îro re li hev nakin, dûr an jî nêzîk yê weke dewleta îslamî ya Îranê rastî skandal û şikestinên mezin bên. Xewnên siltanên Osmanî nikarin di vê sedsala tije guherandinên hemû alî bêne bicihkirin.

Mekteba didu anku Kemalîstan jî di dirêjahiya hemû temenê xwe de li ser sê stûnên înkar, asîmîlasyon û xerakirina hemû pirên pişta serê xwe qet nebe li Kurdistanê mîmar an jî avakerên tevkujî û qirkirinên bêsinor bûne. Serkeftina wan ne di warê çareserkirina pirsgirêkên komên etnîkî-olî de û ne jî di bihêzkirina çanda demokrasiyê de serkeftî nebûye.

Mekteba sisêya an jî teza Ocalan berevajî du meketebên berê xwedî wan nêrînên rastîn û real e ku li gorî daxwazên demê û li ber çavgirtina sedemên dîrokî yên çaresernekirina pirsgirêkên bingehîn li hemû Rojhilata Navîn, dixwaze di atmosferekî tije aştî û demokratîk de mafên rewa yên hemû komên olî-etnîkî bi awayekî fermî ji hêla hemû desthilatan ve bêne tespîtkirin.

Dîkator bi awayê ku sedan sal e em li piraniya welatên Rojhilata Navîn dibînin dê nekaribin bêyî reformkirina yasayên îslamî bi ser bikevin. Erdogan bi ramanên wiha re hem li dijî cewherê rastîn yê demokrasiyê û hem jî li dijî mafên takekesî dê ber bi wê sîstemê ve biçe ku di 40 salên derbasbûyî de li Îranê jî serkeftî nebûye. Sîstemeke wiha xwedî “siyeke tarî” ye ku hem li dijî azadiya ragihandin û saziyên sivîl û hem jî dê bi rêya bihêzkirina bîr û ramanên rasîstî, bibe sedema kûrkirina dijminahiya gelên kurd, tirk, ereb û fars. Di cîhana îro ya ku global an jî weke gundekî biçûkê jî hatiye binavkirin, êdî tu dîktatorek dê nikaribe li dijî rojnamevanên azad, civaknasên navdar, bîrmendên serbixwe û civakeke sekular bisekine. Sedem: Cîhan ber bi pêş ve, lê ber bi paş ve naçe. Bi vê gotinê re min xwest bêjim ku temenê Erdogan jî dê zêde dirêj nebe. Tenê pênc sal li ber wî ne, dê piştre yekî deyne cihê xwe lê dê bi ser nekeve û xewnên wî jî dê bibine “xewnerojk”.

Sîstemên demokratîk pirî caran ji xwarina rojê zêdetir behsa demokrasiyê dikin, lê dema ku ji rêya xwe dûr û dirûşmên xwe ji bîr kirin, dîsa ji hêla gel ve rastî derbeya herî giran tên. Vê carê jî li Tirkiyeyê kesekî dikaribû bi hestên xelkê bilîze, lê dema ku gelek bi van hestan bê xapandin, dê rojekê neçar bibe ku bedelên giran jî bide. Di van du-sê salên dahatî de em ê li benda hinek rûdanên wiha bin, lê dibe ku hingî dereng nebe.

Li vê derê rexneya ku li HDP, PKK, saziyên sivîl û siyasetmedarên kurd tên kirin ew e ku dîsa li ser sedemên bingehîn yên ji destçûyîna hinek dengan bisekinin ka çima dîsa AKP-MHP’ê li Kurdistanê deng bidest xistin! Çewtiyên qada xebata siyasî û piratîkî çi bûne ku niha jî hinek kes bi axaftinên Erdogan bawer dikin!

2. Şivan û gazinên wî

Nivîsa min ya hefteya derbasbûyî li ser hinek rexneyên hunermend Şivan Perwer rastî reaksiyonên cur bi cur hat. Hinek kesan ew weke kesekî xwedî kedeke dîrokî, hunermendekî mezin û pirî kesan jî weke ‘xayîn, serserî, sextekar û berjewendîxwaz’ binav kirin. Bê kîn û dijminatî dixwazim haya “hişê civaka” me tim li ser hinek tiştan zindî û şiyar be. Biqasî ku ji min hatiye, karê min ew bûye ku nav û keda kedkarên doza Kurdistanê biqedirînim û bi bîra nifşên nû jî bînim ku qîmeta mîras û nirxên xwe yên dîrokî bizanibin.

Kesên ku dixwazin wan nêrînên li ser nivîsa min bixwînin û gotina min jî bi belge bê pejirandin, dikarin li lînka jêr a ser dîwarê facebooka min temaşe bikin:

https://www.facebook.com/kakshar.oremar.7/posts/10156499326873139

Lê li vir bi kurtî dixwazim du tiştan bêjim ku kesî îşaret pê nekiriye:

1. Bi her qîmet û ji bo kîjan meremê dibe bila be, lê aliyekî siyasî xwedî mafekî wiha nebû û nîne ku hunermendekî ji bo armancên xwe bike qurban an jî weke amrazekî ji bo bihêzkirina peywendiyên xwe yên siyasî-aborî bikar bîne. Min gelek caran ji mamoste Şivan re gotiye ku: “Tu di karê xwe yê hunerî de biqasî gelek lîder û partiyên siyasî xwedî ked û him jî şarezayî karê xwe yî. Ji hêla din ve te şerê birakujiyê jî nekiriye û ji gelek kesan jî navdartir î, gelo te nedizanî ku ew ê zîareta te ya Amedê dê li ser te bibe malekî giran?!” Elbet ew jî behsa serdem û pêvajoya aştiyê û pêwîstiya çûyînê ji bo vemirandina agirê şer dike, lê li gor min ew çûyîn bû sedema birîndarbûna hestên bi milyonan kesên ku bi deng û awazên wî ji xewa mirinê şiyar bibûn. Û ew kêmasî jî dê weke xaleke neyînî di karnameya jiyana hunerî-siyasî ya Şivan Perwer de cih bigire.

2. Kêmasiya Şivan bixwe ye ku bi bêyî li berçavgirtina siyaseta tirkan a înkar û tunekirinê, xapandin û sûîstifadekirina ji îslama siyasî û hestên civakê, wî jî tevî ku rind şerezayî dîroka Tirkiyeyê û Kurdistanê ye jî lê dîsa jî bawerî bi gotinên Erdogan yên di parlementoyê de anî ku behsa “ Xezal û Helepçe” ya wî dikir lê li welatê bav-kalên wî hem xezalên xwezînedîtî dikuştin û hem jî xerabtir ji dîktatorê Bexdayê Helepeçeyên nû li Bakur, Rojava û Başûr diafirandin. Gelo nedibû ku hunermendekî wiha mezin hinek dûrbînane li ser wan gotinên xapînok bifikire? Gelo qedera Yilmaz Guney, Ahmed Kaya û dehan hunermend û nivîskarên din ji bîra mamosta Perwer çûbûn! Ger Erdogan û sîstema desthiltdar li Tirkiyeyê bi Şivan û partiyên siyasî li başûrê Kurdistanê samîmî bûna, lê çima di van salên derbasbûyî de qet carekê jî navê wî neanîn û li dijî refrandumê jî dest bi hemû cure gef û karên pêwîst kirin? Dirûşmên aştîxwazî û biratiya kurd û tirkan li ku wenda bûne!

Gotin û rexne, pirsyar û bersiv li ser vê mijarê pir zêde ne, lê careke din jî bi bîra xwendevanên hêja dixim ku nabe em hemû katagoriyên jiyana kesekî/ê tevlihev bikin. Xalên baş û nebaş, pêngavên di cih û bêcih gere ji hev bên cudakirin û dîtin. Kesên ku demekê ji şiyarkirina civakê re bûne deng û xebatkarên salên reş bûne, nabe bi xêzeke sor an jî reş bêne îzolekirin û ji bîrkirin. Êdî ya din jî dimîne li ser wî kesayetî ka çawa dikare careke din bi kar û pêngavên nû dilê xelkê ji xwe re bikire.

3. Sinorên şermê!

Li ser hatina leşkerên tirk bo herêma Biradost û mêvandariya ku li gundê Bermîze ji wan re hatibû lidarxistin, min nivîsek li jêr navê:” Sinorê şermê li ku maye” nivîsîbû. Hinek kesan bi mejiyê xwe yê perçebûyî û di kirasê bertek yê hizbatiyê de bersiv dabûn ku min pêwîst û heta di asta xwe de jî nedît ku bersiva hinek ji wan bidim, lê bi kurtî û bo zanîna wan birêzan:

3 Beriya her tiştekî ger kesek rexneyan digire û dinivîse divê hinek sinorê hurmetê li ber çavan bigire û ewqas tund nebe. Baştire bi awayekî logîk û mentiqî bersiva xwe binivîse.

3 Bi belge îdayên xwe sabit bike. Li wir min hem wêne û hem jî kurtefilma wê pêşwaziya bêşermane belav kiriye.

3 Kaniya başûr an jî Bakur, Rojava û Rojhilat ya kesî nîne û Kurdistan malê hemû kurdan e. Bawer nakim keda gelek kesan biqasî keda me li ser wê axê û di nav wê bizava siyasî ya başûrê Kurdistanê de hebe ku min û xwe ji hev cuda bikin. Bav û kalên me carna li Oremar, carna li hemû başûr, carna jî li Mehabad û Urmiyeyê xizmeta doza xwe a rewa kirine. Sinorên destçêkirî jî qet û qet bi fermî nas nekirine.

3 Tu partiyeke siyasî li Kurdistana mezin heq nîne li ser axa Kurdistanê takê kurd û kesayetiya netewa xwe sivik bike. Ger li dijî PKK’ê film an jî belgeyeke wan kesan heye ku li derekê hevkariya dagirkerên Kurdistanê kirine, bila belav bikin. Min bi belge sabit kiriye ku artêşa Tirkiyeyê di demeke hesas da hatiye Başûr û nabe li gundekî ku di bin desthilatdariya PDK’ê de li başûrê Kurdistanê ye, ji aliyê hinek kurdên herêmê ve bêne pêşwazîkirin. Gelo kî sivkatiyeke wiha li dijî xwe nabîne?

3 Me kurda li ser mijarên wiha gotinên dewlemend hene:” Ger dijmin li derekê me ji xwe re bike xwarina nîvro, dê we jî bike şîva şeva xwe”. Osmanî, Kemalîst, Erdogan û serleşkerên wî sedan sal e bi rêbazên wiha me dixapînin û dikin amrazê siyaseta xwe ya rojane.

3 Kurdistana min yek e û ger baweriya hinek kesan bi sinorên destçêkirî heye, ew neşehrezayî an jî nenaskirina dîroka Kurdistanê û her wiha bawerî bi peymanên parvekirina axa Kurdistanê a wan e, ne ya min e.

3 Kongreya Neteweyî ji sala 1999’an hatiye çêkirin û êdî ger aliyek têde nîne û têde amade nebûye, ew jî daxwaza wan bûye ne ya min. Rêzdar Ocalan jî di salên derbasbûyî de nameyeke taybetî ji rêzdar Barzanî re şand ku Kongreya Neteweyî bikin projeyeke berfireh a ku xwedî sinorekî berfirehtir li hemû Kurdstanê be, lê ger çênebûbe jî gelek sedemên wê hene, sebeb tenê PKK û PDK nîne.