Kakşar Oremar Kakşar Oremar

Pêngavên destpêkê û çar ruknên esasî 30 Sermawez 2018 În

Ger mirovên hêzhez an jî otorîter bi vê rastiyê zanîbûna ku: “Pere hêz nîne û diktator jî bi rêya hemû pereyê dinê di dawiyê de xwedî qedereke reş in”, hingî bêguman niha dê rewşa aştî û demokrasiyê jî li hemû cihanê weke a îro tirajîk nebûya.

Di sed salên bihûrî de du şerên cihanî û bi dehan şerên din ên di navbera dewletan de qewimîn. Kurd rabûn û ketin, lê li hemberî yasayên sepandinê serî netewandin. Bi rêya mêtingeran Kurdistan bû welatekî dagîrkirî. Her carê li bajar, gund an jî herêmekê “cinayetên sîstematîk” li dijî hebûna fizîkî a gelê kurd qewimîn. Dilreqên cinayetkar li Kurdistanê hebûn tunekirin, jiyan ber bi mirinê ve çû lê tevî kuştina sedan hezar kesan, kurd man û her li ser axa xwe ne. Kevir û darên Dêrsim, Barzan, Urmiye, Amed, Şengal, Neqede, Efrînê û hwd. hê jî şahidiyê ji wan rûpelên tije xwîn yên dîroka me re dikin. Serhildan û şoreş yek li pey ya din rû dan û bûn xemla dara doza Kurdistanê. Şêx Seîdê Pîran, Simkoyê Şikak, Şêx Ehmed, Barzanî, Pêşewa Qazî, Qedemxêr, General Ihsan Nûrîpaşa û yên din kevirek li ser wê xana azadîxwaziyê danîn, hatin û çûn, sal derbas bûn. Êdî di destpêka salên 1970’yan de şoreşgerên Kurdistanê dest bi xebateke nûtir dikin.

Û Partiya Karkerên Kurdistanê

Li pey hewldanên mezin ên komeke ciwanên kurd di sala 1978’an de PKK jî ava bû. Li gundekî biçûkê yê derdora bajarê Amedê vê carê ne tenê mêr û xort belkî keçên ciwan jî di amadekariyên bizaveke nû ya siyasî de xwedî rol bûn. Encama kar û xebatên wan ên pênc salan yê roja 27’ê Mijdarê derbasî pêvajoyeke din bûya.

Di avêtina pêngavên destpêkê de peyamên wan tije gotinên nû bûn. “Rûrast, zanebûn, fedakarî û disîplîn” çar ruknên bingehîn bûn ku roj ji roja berê zêdetir refa wan mezintir dikir.

Bi rêveberên şoreşekê dema ku bi hêza xwe ya zatî ve girêdayî bimînin, nakevin û dema rastî rewşeke wiha jî bên, dîsa radibin ser xwe û zêdebarî wê pêngavekê jî ber bi pêş ve diçin.

Xwendina dîroka Kurdistanê û cîhanê di plana wan a yekê de bû. Wan ji xelkê re wiha gotibû: “Neteweyek ku dîrokê bixwîne û bizanibe zarokên wan jî yê mîna mezinan bifikirin, lê dema miletek dîroka xwe nexwîne û nizanibe hingî mezinên wan jî weke zarokên xwe difikirin. Her kesê ku dîrokê nexwîne û nizanibe dîlê dubarekirina wê ye.”

Wan xwest di rojên yekê yên xebata xwe de alîgirên azadiyê bi vê rastiyê bihesînin ku: “Sibê çi dibe û diqewime girîng nîne, lê ya girîng ev rastî ye ku armanca me teva ew be da ku sibeha me ji roja me ya îro baştir û pirbartir be.”

Kesên zana rêzanên doza nû bûn û bi çavekî din li cîhanê dinihêrin. Şarezayî êş û elemên civaka xwe bûn. Çiqas nexweş an jî êşeke giran e dema ku hemû mirovên rûyê erdê bi hev re dijîn, lê hemû jî bi tenê ne. Em hê jî li pey sedan salan şahidên dîmenên xemgîn û dijmirovahiyê li cîhan û bi taybetî jî li welatê xwe ne. Dîmenên ku ger bala kesekî/ê nekişînin ser xwe, hingî li ser mirovbûna wî dudil bin. Karekî wiha layiqê mirovbûnê nîne. Bi rastî çi cîhaneke ecêb e ku kes ji derdê yên din xeberdar nîne. Ji bo berjewendiyên rojê carna şoreşger û qehreman têne asta cînayetkar û terorîstan û carna jî berevajî wê.

Felsefe û manîfestoya PKK’ê tije gotinên nû bûn. Xuyabû ku ew ê destkeftiyên mezin jî bikine malê dîroka mirovahiyê.

Çend taybetmendiyên berbiçav

Berxwedan, fedakarî û wekheviya jin û mêran sê xalên girîng bûn ku PKK ji partiyên beriya xwe cuda dikir. Gotin û kirin mukemilî hev bûn. Vê jî kir ku ew zû cihê xwe di nava civakê de vekin.

Rêberê zana û siyasetmedarê jîr û nemir Dr. Qasimlo li ser avakirina bizav an jî partiyeke siyasî wiha dibêje: “Kar û xebat ji bo azadî û şoreşek neteweyî mîna kolandina bîrekê bi rêya derziyê ye heta bigeha avê. Karekî pir dijwar û tije zehmetî ye lê divê mirov bi sebir, tehemûl û xwedî hêvî be. Ger bav-kalên me biqasî ku pêwîst bû di vê rêyê de kar û xebat bikirana, îro nifşê me neçar nebû ku ewqas berdêlan bide û bi awayekî rojane xwîna me li ser vê axê bê rijandin. Ji ber wê jî werin em xebatê bikin da ku sibe zarokên me azad û bextewer bin…”

Serokên PKK’ê jî xwedî bangeke wiha bûn. Wan bi derfetên herî kêm zû bala piraniya çînên civaka Kurdistanê ber bi xwe ve kişandin. Wan kesên xwedî wijdan vedixwendin nava qada xebatê û peyamên wan liv û lebateke bihêz xistibû nava riha azadîxwazan. Bi baştir naskirina aliyê ruhî yê takê kurd ew dixebitîn ku her kes biqasî hêz û derfetên xwe erkên neteweyî-şoreşgerî bîne cih. Carekê şervanekî birîndar yê ku ji girtîgeha Amedê derketibû ji min re wiha got: “Karên ku divê em ji wijdana xwe re bikin û erkên din ku êdî sade, hêsan û kevn bûne, nabe dema me bigirin. Êdî dem dema xwexapandinê nîne….”

Felesefeya bizava ku PKK’ê birêveberiya wê dike, xwedî karakterekî navneteweyî ye û bi çêbûna statuya Rojava re em vê rastiyê li wira dibînin. Şervanên ku di berxwedana Kobanê de şehîd bûn ji gelek deverên cihêreng yên cihanê bûn.

Jin di nava vê pergalê de xwedî hêz an jî şiyanên xwe yên cewherî ne. Sifetên herî baş ên vê partiyê di şerên pir giran yên şerê bi DAIŞ, artêşa Tirkiyeyê û Pasdarên Îranê re nasnameya xwe bi cîhanê daye nasandin.

Jin û PKK

Dema em şertên jiyana jinên kurd û ên cîranên xwe didin ber hev, hingî destkeftiyên bizava PKK’ê baştir ji her carê dikevin ber çavên me. Mînaka herî baş ew e ku li gor rêxistina Netewên Yekbûyî (NY) çavekê bi rewşa dawiyê ya jinan li cihanê bidin.

25’ê Mijdarê wekî “roja cihanî ya xebat li dijî tundiya li ser jinan” hatiye diyarkirin. Tundî xwedî reng an jî cureyên ji hev cuda ne lê dijberî, kuştin, îşkence, sivkatî û bêrêziyên bi mafê jinê zêdetir ji hemû êşên din yên civakê temen dirêjtir bûne. Li gor serjimêriyên saziyên ku li ser mijara tundiyê lêkolînê dikin ji sê jinan yek rastî îşkenceya cismî û cinsî hatiye. NY vê rastiyê jî sererast dike ku mafê jinê di gelek waran de hatiye binpêkirin û rewşeke wiha hê jî li piraniya welatên cihanê berdewam e. Tirs, nebûna garantiyê di warê parastinê de, xemûkî û şerma ji vegotina neheqiyên ku bi serê wan tên, bûne sedem ku her salê hezaran raport li ser van mijaran neyêne dayîn. Berbend an jî qedexekirina azadiyên civakî-şexsî ên her kesî weke tundî û bêhiqûqî têne hesibandin. Di sê warên cismî, cinsî û rewanî de tundî li dijî jinê hebûne ku her yek ji wan bi awayên cuda ji hev têne kirin. Zewaca bi darê zorê, hingavtin (destdirêjî) a bi darê zorê, sivkatiyên di kuçe û kolanan de, zewaca zarokên ku temenê wan ji 18 saliyê kêmtir e, firotina keç û jinan bi perê erzan, şopandina bi rêya torên civakî û bêhurmetîkirin bi wan û hwd. ew xalên girîng yên mijara tund û tîjiyê li dijî jinê ne. Cihê sosretê di vira de ye ku li gor NY’ê her sal 750 milyon jin beriya ku temenê wan bigihe 18 saliyê hatine neçarkirin ku bizewicin. Carna ji hêla bav, bira û carna jî bi zagonên îslamî karekî wiha li gelek deverên cîhanê hê jî bedewam e.

Qaçaxkirina jinan bi merema “berdedariya cinsî” biqasî ji sedî 71’î hatiye destinîşankirin ku piranî bi merema sûîstifadekirina cinsî hatine cihbicihkirin.

Sûnetkirina jin û keçan ku dibe sedema çêbûna kêmasiyeke mezin di hestên wan yên cinsî de jî awayekî din yê tundiyê li dijî jinê ye. Di vê mijarê de li hemû cîhanê 200 milyon jin û keç nîvşikan an jî hatine naqiskirin. Jin di temenê pîrî, ciwanî û zarotiyê de rastî kiryarên tuniyê ên cur bi cur hatine. Jinên ku di hinek civakan de kêmanî ne, jinên koçber û penaber û jinên ku di warê cinsî de lezbiyen in, jinên kêmhêz û rû bi rû bi nesaxiyên taybetî ên weke Adis, tim ji hêla pergala desthilatdar an jî civakê ve rastî zehmetiyên giran hatine.

Mijareke wiha hingî girîng e ku her kes bizanîbe bêyî aştî û berfrehkirina çandeke berfireh di vê mijarê de çênabe, lê divê bê zanîn ku pêngava yekê ji bo vê armanca girîng ew e ku tundî li dijî jinan bi dawî bibe. Hêviya ku mixabin sedan sal in kêm bi pêş ketiye, bi çêkirina derfetên weke hev ji hemû kesên civakê re jî dikarin vê rewşê ber bi aliyekî baştir ve bibe.

Rojeke wiha dê qet nikaribe dawî li tundiyê bîne, lê diyalog û piştre jî hilanîna pêngavên erênî di qada kiryarê de dê bikaribin mafên zêdetir ji jinan re ava bikin.

Serkeftina xwendingehên fikrî

Bi van mînakên jor re min xwest bêjim ku di pergala desthilatdarî an jî awayê rêxistina PKK’ê de jin weke mêran xwedî hemû mafên xwe yên siruştî ne. Keç û jin xwedî biryar in û dikarin baxivin, rexne bikin û mil bi mile mêran di qada şer de şervanên herî zîrek bin.

Cewherê vê felsefeya mirovî ku serûkaniya xwe ji ramanên rêzdar Abdullah Ocalan werdigire, tirseke mezin xistiye dilê birêveberên pergalên hegemonîxwaz li Tirkiyeyê, Îran û welatên din ên otorîter. Rêbaza demokratîk ku ger bi ser bikeve dê dawiyê bi jiyana wê desthilatdariyê bîne ku nasnameya demokrasiyê nas nake.

Encama mayîn an jî berdewamiya her “xwendingeheke fikrî” girêdayî îrade, awayê kar û xebata bi rêveber û endamên wê ye.

Di çil salên derbasbûyî de PKK di piraniya warên xebatê de hebûna xwe ji kurd û hemû azadîxwazan re daye selmandin. Karnameya wê tije pêngavên mezin, îradeyeke polayî, nêrînên berfireh û demokratîk bûye.

Hêviya herî dawiyê ew e ku ev barê giran dawiya dawî bigihîje baregeha xwe ya dawiyê. Di vê xebat û meşa dîrokî ya rewa de ne tenê kurd belkî hemû mirovên ku xwedî wijdan û ji wekheviyê hez dikin, nabe ku PKK’ê bi tenê bihêlin. Nextê azadiyê bi xwîn û kedeke giran û weke zêrekî 24 eyar e. Nabe xwezî û hesretên wan li erdê bimînin. Erkên giran li ber wan kesan in ku xwe “mirov û xwedî raman û wijdan” dizanin. Tenê bi vî awayî devê birînên vekirî ên mirovahiya hemdem dikarin bêne girtin û dermankirin. Pê re jî dawî li cinayetên sîstematîk bê.