Kakşar Oremar Kakşar Oremar

Nadiya Mûrad û Xelata Nobelê 19 Kewçer 2018 În

Ji sala 2016’an û şûnde kurdan li Kurdistanê destkeftên giranbiha wenda kirin. Ji sala 2014’an û pê de ku êrîşên hovane ên DAIŞ’ê tirseke mezin li her dera cîhanê belav kiribû, hêza siyasî-leşkerî a kurdan li du parên başûr û rojavayê Kurdistanê bala cihanê kişande ser xwe. Kurdistan bû ew navnîşan ku dikare tabûyên DAIŞ’ê û hemû hêzên reş jî bişikîne. Li şerê Mûsil û Kobanê li pey derbasbûna hezaran salan dîsa kurdan bi xwîna xwe rûpelên dîroka mirovahiyê tije destanên kêmwêne kirin. Cîhan ji şervaniya gerîlayên keç û xort ên li Kobanê hêybetgirtî mabû ku dîwar bi dîwar, santîmetir bi santîmetir axa xwe ji destê hêza herî har û bênasnameya mirovahiyê rizgar kirin. Raya giştî tim pirseke wiha dikir:” Li Mûsilê artêşa dewleta Îraqê nekarî li dijî şerkerên DAIŞ’ê du deqeyan li berxwe bide lê pêşmergeyên kurd bi kîjan hêzê li hemberî hemû hovîtiyên şervanên dewelata îslamî sekinîn?”

Wan salan Hewlêr bû rawestgeha hevdîtinên siyasî û Rojava jî bû hêviya pêşerojeke xweştir ji hemû gelên ku “hebûn û mayîna” xwe bi keda kurdan ve girêdayî didîtin.

Bi merema bidestxistina hinek daxwazên demokratîktir kurdan xwest hin pêngavên din jî bavêjin. Îran û ji her dagirkerekî bêtir Tirkiye li dijî daxwazên kurdan bûne yek. Cîhan bêdeng ma û êdî tiştek di bîra kesî de nema!

Hingî careke din hate bîra me ku; “tenê em bi hêz û îradeya xwe dikarin ji xwe re bi kêr û bêr bin, kes ji me re karekî nake, yekîtiya me anha niha divê pêk were…”

Di vê navê de yên ku xwe dostên herî nêz didan nasandin, zû rûçikê xwe yê rastîn aşkera kirin. Ji îraniyên durû bigire heta tirkên xapînok an jî erebên ku girêdayî çi soz û hevalbendiyê nebûne û nînin, tev li dijî hebûna kurdan ketin çeperekê.

Li pey refrandûma 25.09.2017’an ne berxwedana Kobanê, ne tevkujiyên Şengalê û ne jî şerê rizgarkirina Mûsilê, tiştek di bîra kesî de nemabû. Hingî hate zanîn ku kurd bi hemû îmkan û hêza xwe tenê weke amrazekî demkî hatine bikaranîn! Kêmasiyên aliyên kurd jî nabe bêne jibîrkirin lê doza wan a rewa divê bi hemû kêmasiyên xwe bê dîtin. Bi taybetî jî li başûrê Kurdistanê ku bêamadekariyên bingehîn dest bi avêtina wê pêngava girîng kiribûn, bû sedema xisareke mezin.

Li pey jidestdayîna derfetên girîng, destkeftiyên çend salan jî carê ji dest çûne. Di 20 salên derbasbûyî de bi rêya hinek derhêner û kesên naskirî derfetên zêrîn hatine pêş ku doza kurdan bi hemû rewabûna xwe ya sedan salan re baştir bikeve çarçoveke cuda ji salên berê lê ez li bendê bûm ku wegira xelata Nobelê Nadiya Mûrad wê pêvajoyê derbasî xaneke zêrîn û cudatir ji hemû xanên berê bike. Tevî ku di wê baweriyê de me kesên ji Nadiya Mûrad layiqtir hebûn ku wê xelatê bistînin, lê ew jî weke deng û rengê hezaran keç û jinên kurd ji Êzidxanê layiqî xelatên mezintir e jî. Ez nizanim li pişta perdeyê dayîna vê xelatê çi senaryo hene ku hezaran keçên gerîla li Kobanê û Şengalê nayên dîtin lê Nadiya tê dîtin. Dehan kesên din hene ku bi xwîna xwe bûne sefîrên aştiyê, lê ew nayên naskirin, çimkî li hemû cihanê bûne parazvanên aştiyê. Gelek girtiyên azadiyê hene ku bi dehan sale bi dengekî bilind hawar û qêrînên wan ji bo aştî û azadiyê ne, lê komîteya diyarkirina xelata Nobel û birêveberên wan, kesên wiha nabînin. Gelo yên ku behsa aştî û demokrasiyê dikin dikarin haydarî bîr û ramanên aştîxwaziyê ên rêzdar Abdullah Ocalan nebin? Di roja îro de li Rojhilata Navîn tiştek ji çaresekirina “pirsgirêka kurd “ pîroztir heye? Gelo li Tirkiyeyê kesî biqasî kurdan û Ocalan berdêlên bêhempa pêşkêş kirine ku agirê şerê di navbera du neteweyên tirk û kurd de bê vemirandin? Kî ne yên ku kurdan û Ocalan layîqî wergirtina xelata Nobel nabînin? Kî ne yên ku hîn nizanin felesefeya birêveberiya hereketa kurd li Kurdistana mezin xwedî wan daxwazên meşrû û dîrokî ye ku êdî divê bêne dîtin. Êdî nabe ku dengê kurdan yê tije gazî û hawar neyê bihîstin.

Welatê me xwedî axeke sor bi rengê xwîna sedanhezar şehîdên doza aştiyê û azadiyê ye. Kurd li Tirkiye û bakurê Kurdistanê biqasî ku pêwîst be bûne banga afirandina etmosfereke tije aştî û demokrasiyê, lê çima sûçdarên ku ew hewayê paqij bi jehr û dûmana çekên xwe pîs û xera kirine, nayên naskirin û dîtin?

Daxwazên ji Nadiya Mûrad

Nadiya Murad dikare di gotara xwe de gelek xalên jibîrbûyî bi bîra raya giştî a cihanê bîne:

1. Ew ji kurdên resen ên Kurdistanê ye ne weke ku komîteya Nobelê wê weke “endama hindkatiya êzidî li bakurê Iraqê” binav kiriye. Di hemû merasima aşkerakirina navê wergirên xelatê de yek peyv jî li ser kurdbûna Nadiya Mûrad nehate gotin û ew weke xelkê Kurdistanê nehate nasandin. Xûya ye ku N. Mûrad haydarî vê rewşê ye û daxwaza wê li ser hebûye. Bi vê pêngavê re akademiya Swêdê a dayîna xelata Nobelê gelek pirsên tarî di serê min de çêkirin ka çawa bêlêkolîneke berfireh û xwendina dîroka Kurdistanê dikarin bêrêziyê bi nasnameya neteweyek dêrîn û 50 milyonî bikin! Gelo ma ew ne agahdarî wê rastiyê ne ku kurd bi hemû mezheb û komên xwe yên olî, êzdiyên Şengalê jî digire nav sînorên xwe? Gelo ew nizanin ka Nadiya Mûrad ji kû dera Kurdistanê ye?

2. Tu guman di wê rastiyê de nîne ku kesên weke N. Mûrad layîqî standina wê xelat û dehan xelatên din yên wiha ne. Xem û êşên wan divê ji dîroka mirovahiya hemû cihanê re bêne tomarkirin lê divê ji çîna rewşenbîr, siyasemedar û kesên ku biryarên wiha didin jî bê aşkerakirin ku xelata Nobel a aştiyê di fîltereke siyasî a tije guman û dizî de derbas dibe an jî baştir e bêjim çi girêdana xwe bi çewisandin û bextreşiyên kes an jî komeke olî re nîne. Çimkî ger wiha bûya, hingî li Kurdistanê kesên layîqtir ji Nadiya Mûrad jî hebûn ku vê xelatê bistînin.

3. Kurdên êzidî ji nav dilê Elegez û Rewanê bigire heya Şengal û hemû derên din ên Kurdistanê gere vê rastiyê bi bîra komîteya birêveber a akademiya Swêdê bînin ku xwedî wî mafî nîne ku li cihê wan biryarê li ser nasnameya wan bide.

4. Divê ew ji zimanê Qanatê Kurdo, Casimê Celîl, Emînê Evdal, V. Nikitin û sedan kurdnas û êzidiyên din ku xizmeta ziman, wêje û dîroka Kurdistanê kirine û li ser kurdbûna xwe rastî sirgûn û zehmetiyên herî dijwar hatine, ji Nadya Mûrad re bêjin: “Mafê te tune tu ji zimanê me xeber bidî, em kurd in, ola me êzidî ye lê welatê me tevan Kurdistan e…. navê cihwarê me yên dîrokî Şengale ne Sincar û bi axa Kurdistanê ve girêdayî ye ne bi bakurê Iraqê re.”

5. Welatên Rojavayî nikarin bi siyaseta xwe ya rojê û berjewendîxwaziyên xwe yên siyasî-aborî sivkatiyê bi hezaran Nadiyayên din, ola êzidîtiyê û milyona kurdên Kurdistanê bikin û kincên spî ên ku sembola paqijî û aştiyê ne bi darê zorê li ber bejna Nadiya nebînin.

6. Di vê navê de berpirs, rewşenbîr, siyasetmedar û ragihandinkarên kurd jî nabe di asta van bêrêziyên mezin de bêdeng bin. Êdî carê qet nabe li başûr navê Kurdistanê di ragihandina cîhanê de bê windakirin û nebihîstin.

Pêwîst e Rojavayî kurdan baştir binasin û bi rêya mezhebekî cuda êzidiyan ji kurdan cuda nekin. Ev siyaseta qirêj gere beriya her kesî ji aliyê çîna rewşenbîr li Kurdistanê bê aşkerakirin. Rojavayî ger bi karên wiha re dixwazin şerê misilman û îslamê bikin, bila ne dubendiyên bixin nav kurdan û ne jî kurdan bikin amrazekî wan daxwazên xwe yên siyasî.

7. Gelo Nadiya Mûrad hîna nizane ku ji hêla hikûmeta herêma Kurdistanê ve ji Mûsilê gihaye qampa penaberan li Kurdistanê? Dema Nadiya diaxive bi kîjan zimanî xeber dide? Ji bîra wê çûye ka li pey hêrişa DIŞ’ê kî bûn yên ku bûn çeperê parastina jiyana wan û canê sedan hezar kurdên Şengalê xelas kirin? Bi van zaniyariyan re ew xelat ya Nadiya ye an a wan qehremanên bênav û nîşan?

8. Nadiya dikare di axaftina xwe de behsa hemû durûtiyên welatên Rojavayî û herêmî bike ku rê li ber mezintirîn tevkujiyên dîrokî vekirin. Qedera wê ya reş ji ku heya ku derê girêdayî stratejî û siyaseta wan a çewt e. Ger aliyekî siyasî jî li Kurdistanê sûçdar be, divê bi zimanê rexneyî îşaret bi wê kêmasiyê jî bike.

9. Nadiya bi deng û banga xwe dikare bibe baştirîn derfet ku careke din Dêrsim, Mehabad, Helepçe, Enfal, sirgûn û wêrankirina hezaran gundên bakurê Kurdistanê û koçberkirina milyonan kurdan ji welatê wan ê kevnar bi bîra raya giştî ya cihanê bîne. Bila ji wan bipirese: We çima di sala 1988’an de xelata Nobelê neda kurdan? We çima sala 1982’yan an jî 1999’an xelata Nobelê neda wan lîder û şoreşgerên kurd ku li dijî Kemalîstan rabûn ser xwe û di dilê zindanên Amedê de bûne agir, qêrîn û hawarên azadîxwaziyê? Çima hûn naçin û serîkî li Îmraliyê nadin ku bêtir wateya aştîxwaziyê, bextereşî û bindestiyê bizanîbin?

10. Derfetên ku vê carê li ber Nadiya Murad in ne yên wê bi tenê ne, ew derfet ked û xwîna dîroka windabûyî a neteweyekê ne ku nextê wê ji bi tu qîmetekê nayê kirîn û firotin.

Rabindranath Tagor û Nobel

Fîlosof û zanayê mezin R. Tagoriha( 1861-1941 ) dibêje: “Nasnameya ruhî û neteweyî ku di zatê mirovan de ye, nabe bibine sedem ku bêrêzî ji çandên din re bê kirin. Parzemîna Asiya xwedî bajarvanî û çandeke pir dewleemend e û her netewekê li ser bingeha çand, mezheb û ola xwe rêya xelasiyê ji paşdemayîn û kedxwariyê peyda bike.”

Tagor bi vê cihanbûniya xwe ya berfireh xebat bi rêbazên aştiyane hînî rêberên weke Gandî jî da.

Xelata Nobelê ji ber helbestên wî yên tije gotinên nû li sala 1913’an bû sedem ku navê wî li hemû cihanê belav bibe. Ew yekemîn kes bû ku ji Asiya wê xelatê bistîne û li pey wê serkeftinê bû ku bala raya giştî a cîhanê bêhtir ji salên berê ber bi çanda parzemîna Asiya ve çû. Kesek bi tena serê xwe bû sedema bêhtir naskirina milyonan mirovên parzemînekê.

Li pey wê serkeftinê bû ku wî tevî hinek kesên nêzî xwe dest bi gereke dûr û dirêj li welatên cihanê kir. Ji xelkê re axivî û doza gelên Hindistan û Bengalê ji xelkê re dikir ku hingî di bin nîrê kedxwariya Îngilistanê de bûn. Bi kesên weke Cewaherlal Nahru( 1889-1961 ) û Mahtma Gandî( 1869-1948) re hevalbendekî nêz bû û welatheziya wan cihê teqdîra wî bûn. Tagor nema ku bi saxî serxwebûna Hindustanê bibîne lê ti guman tê de nîne ku serxwebûna Hindistanê gelekî deyndarê bîr û ramanên wî bîrmend û zanayê hêja ye.

Tagor bi tena serê xwe bû sedema bêhtir naskirina Hindistana ewqas mezin û hêvîdar im ku Nadiya Mûrad jî bibe xwedî rûpleke wiha mezin û dîrokî.

Ez xelata Nobelê li Nadiya xanimê pîroz dikim. Êş û zehmetiyên wê ên hemû mirovahiyê ne. Dîrokeke tije çewsandin û bindestiyê bi bîra hemû cihanê tîne.

Ez bi hêvî me ku di roja standina xelatê de dîsa ew bi zimanê xwe yê zikmakî biaxive û wiha biqêrîne: “Ev xelat ya hemû 50 milyon kurdên Kurdistana mezin e ku di dirêjahiya hemû dîrokê de rastî tevkujî, înkar û tunekirinê hatine. Ez jî xwe dinasim û nikarim kurdbûna xwe înakar bikim. Em kurdên herî resen ên Kurdistanê ne û ji hemû gelê xwe daxwaz dikim ku êdî ji vir û şûnde baştir xwe binasin…”