Kakşar Oremar Kakşar Oremar

Med TV û rola wê ya di pêvajoya netewebûnê de (2) 28 Îlon 2018 În

Bihara sala 1995’an ji hemû biharên beriya xwe xweştir bû. Xebata ji bo avakirina maleke wiha çend sal bû ku dest pê kiribû, lê dema ku kadroyên PKK’ê di nav gel de digeriyan û digotin: “ Amadekariyên ji bo televîzyoneke satalît têne kirin…”, hinek kes hebûn ku bi henek li peyamake wiha dinihêrîn, jê bawer nedikirin û heta pê dikeniyan jî. Ji ber ku hingî heta gelek dewlet jî ji ber kêmbûna derfetên diravî di fikra birêxistinkirina saziyeke wiha mezin de nebûn.

Jixwe dewletên ku xwedî desthilateke dîktatorane bûn û xewna avêtina pêngavên wiha jî nedidîtin. Ew gotin kete kirasê kiryarê û me zanî ku xewn nîne. Niha jî li bîra min e çaxê ku yekemîn car ronahiya ekranên Med TV’ê bû sedema hatina hêsirên şahî û kêfxweşiyê. Êdî bi jidayîkbûna vê kanala giraniha re kurdan pencereyeke nû ber bi cîhanê ve vekiribû ku him bi zimanê wan yê zikmakî bû û him jî dawî bi birçîbûna kurdan a di qada çandî de anîbû.

Bernameyên Med TV’ê li ser gelek mijarên ji hev cuda bûne arşîveke me ya ku bi bandora xwe ya bihêz qet nayê jibîrkirin. Med TV di civaka kurd de zû cihê TV’ên tirkî, farisî û erebî tije kir û bû çira û ronahiya malên kurdên Kurdistan û derveyî welat. Bi serhev de weşana wê bi zimanên kurdî, îngilîzî, erebî, suryanî û tirkî demokratîkbûna hizr û ramanên birêveberên şoreşa Kurdistanê didan xuyanîkirin. Hêzeke mezin a fikrî-felsefî li pişta birêvebirina wê televîzyonê hebû ku yekemîn car bû ekranên wê bi ewqas dewlemendiyên zimanî re derkeve pêş. Wehşeta ku bi vê pêngavê re di dil û serê rayedarên dewleta Tirkiyeyê de çêbibû, me bi gelek rastiyên din ên pişta perdê dihesîne. Êdî wan bi gotinên weke: “Tehrîk, tevlihevî an jî teşwîqa dijberên me ji bo xerakarî, teror û şerê çekdarî li dijî me bi rêya Med TV ‘ê ye û divê ew kanal bê girtin”, li dijî destkeftiyên kurdan dest bi şerekî piralî kirin. Med TV bûbû berbenda herî bihêz li dijî siyaseta wan a asîmîlasyonê ku Kemalîstan bi avakirina komarê re dabûn destpêkirin. Ji hêla din jî bi nêzîhevkirina hemû zaravên zimanê kurdî (kurmancî, kirmanckî, soranî, kelhûrî, hewramî) yekitiyeke neteweyî ya bihêztir dabû destpêkirin.

Mozayîkek rengîn ji bernameyên hunerî, siyasî, civakî, nûçe, şano û ji bo zarokan jî hîmê mala kurdan a nûavakirî Med TV’ê bû. Ew ekran êdî serkanî an jî çavkaniyeke cihê baweriyê a li derveyî Kurdistanê bû ku hemû planên sansûra dewletên weke Îran, Sûriye, Îraq û bitaybetî jî Tirkiyeyê vala derxistibûn. Kurdan ew weke sefîra aştî û demokrasiyê lê dewleta Tirkiyeyê jî weke herikîna bayê tofaneke li dijî xwe binav dikir.

Rabûna sînorên menewî

Rakirina sînorên menewî pêngava yekê bû ku bi damezirandina Med TV’ê re weke “damezirandina dewleta Kurdistanê li esmanan” jî dikare bê pênasekirin. Pira veguhastina deng û rengê kurdan li derve û nav Kurdistana mezin cara yekê bi rêya Med TV’ê çêbû. Em bi hebûna hezaran belgeyên li ser vê gotinê şahidê vê rastiyê ne jî ku ji bihara sala 1995’an heya 1999’an pêngava Med TV’ê bû despêka ronesanseke(jinûvezayîn) ji hemû alî ve di ragihandina kurdî de. Bêguman geşkirina agirê ragihandinê ya li welatekî weke Kurdistanê dê guherandinên siyasî, civakî, dîrokî û menewî jî bixwe re bîne ku her yek ji wan mijareke serbixwe a lêkolînê ye. Pêwîst e ev rastî jî ji bîra dîrokê neçe ku Med TV yekemîn televziyana kurdî ya satalît bû ku beriya sê dewletên dagîrker; Îran, Sûriye û Îraqê dest bi weşana xwe kiribû. Di çend pêvajoyên geşkirin û jidayikbûna ragihandina kurdî de Med TV destpêka demeke nû ye ku mixabin di dîroka ragihandina kurdî û bîranînên ji bo salroja jidayîkbûna yekemîn rojnameya kurdî ya sala 1898’an (2) carna bi berfirehî behs li ser nayê kirin an jî bi zanebûn qîmeta wê nayê nirxandin. Hinek nivîskar, sosyolog û lêkolînvanên biyanî destbikarkirina Med TV’ê weke “valaderxistina peymanên Syks-Picot û Luzanê” pênase û binav dikin.

Sala 1995’an bikaranîna satalîtê ji bo weşandina bernameyên kurdî karekî hêsan nebû. Çimkî hem gelek giran bû û hem jî heta gelek dewletên cihanê xwedî wê budçeyê û hêza maddî nebûn ku li şîrketeke Ewropa satalîtê heta bo saetekê jî li ser sîstema analog dest bi weşanê bikin. Birêveberên hereketa Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) zû zanîn ku dem demeke nû ya ragihandina gerdûnî ye ku pê re dinya weke gundekî biçûk jî hatibû binavkirin. Wan bi wêrekî biryar da ku bi rêya bikaranîna teknolojiyê li dijî dijminên doza kurd û Kurdistanê jî sûdê ji derfetên heyî bistînin. Ew biryar hingî kete piraktîkê ku kirîza azadiya raderbirîn û ramanê li piraniya welatên Rojhilata Navîn û Kurdistanê hebû, lê hingî birêz Ocalan bi israreke pir zêde wiha gotibû: "…bila zarokên kurd çavê xwe bi filmên kurdî vekin û li ber ekraneke kurdî jî bikevin xewa şîrîn…”

Armanc û daxwazên Tirkiyeyê!

Girîngiya hebûn û destpêkirina kanaleke wiha hingî aşkera bû ku dewleta Tirkiyeyê bi hemû hêz û derfetên xwe yên aborî-dîplomatîk kete şer û êrîşên li dijî çalakiyên wê TV’ê. Êdî ji wir û şûnde hevdîtinên wan bi rayedarên piraniya dewletên ewropî re mercdar bûn. Bi taybetî jî bi dewletên weke Fransa, Almanya, Belçîka, Birîtanya, Danîmarka re şert û mercên wan ew bûn ku: "Rê li ber weşandina satalîtî a TV’a rêxistineke terorîstî bigirin û nehêlin PKK li welatê we xwedî çalakî be”(3).

Hemû hewldanên wan yên bêrawestan bûn sedem ku di nîsana sala 1999’an de li gel bidawîbûna cezayên 21 rojan yê reşkirina ekrana Med TV’ê, piştre bi yekcarî lîsnasa wê ji hêla ITC(4) ve bê girtin. Di êvara heman rojê de polîs bi ser studyoyên Med TV yên li welatê Belçîka jî da girtin. Ji wê rojê û pê de êdî dawî bi weşana yekemîn TV’a kurdî ya satalît hat.

Ew dem roj û salên pir hestiyar bûn ku dîroka kurdan ya azadîxwaziyê pê re derbas dibû. Li hemû cihanê riheke nû ketibû ber bizava siyasî ya kurd û giraniya barekî wiha jî li pey Başûr û Rojhilat êdî ketibû ser milên kurdên bakurê Kurdistanê. Li pey şiyarî û xebateke berfireh a siyasî-çekdarî êdî dem dema diyarkirina qederê bû. Di bilindkirina hestên neteweyî û xwenaskirinê de rola Med TV’ê bi qasî sed salan tevgera siyasî li Kurdistanê bi giştî û bitaybetî li bakurê Kurdistanê ber bi pêş ve biribû. Ji ber wê jî çi di nav Kurdistan an jî Tirkiyeyê de astengiyên ji bo temaşekirina Med TV’ê rêbaza yekê a leşker û berpirsên dewleta Tirkiyeyê bû ku dane destpêkirin. Li Îran û rojhilatê Kurdistanê jî tevî ku temaşekirina hemû TV’ên satalîtî qedexe bû lê dema ku dizanîn kes û malbat Med TV’ê temaşe dikin, cezayê wê pênc car zêdetir ji temaşekirina televîzyonên din bû.

Li pey Med TV’ê

Hemû armanc fetisandin deng û xelaskirina bizava siyasî ya kurd li hemû Kurdistan û bi taybetî jî bakurê Kurdistanê bû; dengê ku ji bo aştî, demokrasî û azadiyê bû. Li pey revandina serokê giştî yê PKK’ê rêzdar Ocalan, girtina Med TV’ê hingî bi awayekî cidî kete nav planên yekê ên rayedarên dewleta Tirkiyeyê ku kurdên hemû dinê li dijî wê kiryara terorîstî ketin nav kuçe û kolanên hemû bajarên Kurdistan, Ewropa û welatên din yên ku kurd tê de hebûn. Hevalbendên Tirkiyeyê di NATO û eniya aboriyê de hemû cureyên hevkariyê danê ku bi yekcarî agirê şoreşa Kurdistanê bitemirînin. Girtina Med TV’ê li pey revandina rêzdar Ocalan berdewamiya komployekê bû ku heya roja îro jî berdewam e. Lê êdî li pey çar salên ku Med TV reng û rûyê jiyana civakê guherandibû, kurdan nedikarîn bê TV bijîn. Bi tefandina ronahiya ekranên Med TV’ê re vê carê di hezîrana sala 1999’an de MEDYA TV vebû û di hemen rêya Med TV’ê de dest bi meşa xwe kir. Pêwîst e bê zanîn ku hema li pey girtina Med TV’ê di demeke kurt de CTV cihê wê tije kir û berê temaşevanên xwe wergerande ser wê ekranê ku bi awayê test bernameyên xwe belav dikirin. CTV li rex bernameyên hunerî û wêjeyî nûçeyên rojê jî belav dikirin. Medya TV heya sala 2004’an berdewam bû û karî ji xwe re cihekî taybet di nav kurdan de veke. Şikayet û danûstandinên dewleta Tirkiyeyê bûn sedem ku li Fransa lîsansa wê jî bê betalkirin û dîsa êrîşî studyoyên televîzyonê li bajarokê Denderleuuw (Belçîka) kirin. Li gel xisareke mezin a teknîkî vê carê jî ROJ TV hate qada ragihandina kurdî û bêhtir ji berê karî bala piraniya gel li Kurdistan û derveyî welêt bikişîne ser ekranên xwe. Mezopotamya TV jî gelek valatiyên wan TV´ên girtî tije kirin û weke kanaleke serbixwe bernameyên çandî, muzîk û dîrokî belav dikirin. Destpêka sala 2012’an lîsansa ROJ TV jî ku li welatê Danîmarka bû, hate betalkirin.

Bi vekirina kanalên nû re êdî dewleta tirk, hevalbendên wan ên du qadên siyasî û aborî pêhesiyan ku kurd dê dest ji geşkirina vê doza şoreşgerî a ragehandinê bernedin. Stêrk TV, Nûçe TV, Med Muzîk, Aryen TV, Art1, Kanal 10, Çira TV û yên mayîn yek li pey a din hatin û qada ragihandina kurdî ya esmanî berfirehtir kirin. Êdî bi jidayikbûna Med TV’ê re li başûr jî liv û lebateke nû di vî warî de dest pê kir û Kurdistan TV(1999), Kurdsat TV (2000), Galî Kurdistan TV (2001), Newroz TV (2007), NRT TV(2010), TRT6 (2009) KNN (2008), Rûdaw TV (2013), K24 (2016 ) û bi dehan kanalên din asta ragehandina kurdî ya çar parçeyî ber bi standardbûneke cihanî ve bir. Îro di nav TV’ên kurdan de gelek kanalên baş hene ku bûne sedema pêşkeftina ziman, bazara karê ragehandinê, naskirina kurdan, rêbaza siyasî û asta rewşenbîriya civakê jî bi rêjeyeke bilind hatiye guherandin. Rêya ku bi kedeke mezin, îmkanên diravî yên kêm û xerckirina hêzeke pir zêde bûbû xêza şopa Med TV’ê ya dîrokî, îro jî bi rêya dehan kanalên din berdewam e.

Rexne û daxwaz

BBC ji sala 1922’an bi dirûşma: “Divê her neteweyek di nav aştî û asayişê de bi netewek din re biaxive”, karê xwe da destpêkirin. CNN jî ji sala 1980’an û pê de bûye navendeke girîng a belavkirina nûçeyên herî aktuell li cihanê. Weke mînak li vira tenê behsa wan du navendên ragehandinê dikim ku berê bi derfetên ne zêde berfireh dest bi karê xwe kirin, lê îro jî BBC bi sedan şax û likên xwe û gelek zimanên zindî li hemû cihanê çend milyar muxatabên xwe hene. BBC weke “navend an jî Radio û TV’a dayik” niha jî bi hemû hêza xwe dixwaze pêngavên pêşkeftinê biavêje. Tevî ku dewlet û defetên diravî-teknîkî yên mezin li pişta vê proja mezin bûne, lê nabe em MED TV weke televîzyona dayik a ragihandina kurdî bibînin û rexneyên xwe nenivîsin. Li pey derbasbûna salên dirêj pêdivî bû ku şopa Med TV niha xwedî dewlemendiyên mezintir, temaşavanên zêdetir û saziyên berfirehtir bûya.

Bi van mînakên jor re êdî rola Med TV ya dîrokî di qada netewebûn û bihêzkirina hestên neteweyî de nayê înkarkirin. Di prosesa bêhtir xwenaskirin û netewesaziyê de kurd û rêxistinên me yên siyasî biqasî dîrokekê deyndarên Med TV’ê ne. Hunermendên weke Aram Tîgran û Nasir û Merziye Rezazî jî qedirnasiya xwe bi stranên li ser rola Med TV’ê dane diyarkirin.

(1). Yanî hezar gotinên bêkiriyar, nagehîjin kiryarekê. Anku kar û piraktîk ji axaftin û gotinên vala giranbihatir in.

(2). Rojnameya KURDISTAN a ku 22 Nîsana sala 1898’an nemir Mîqdad Mîdhad Bedirxan li bajarê Qahirê weşand. Wê bizavê piştre li bajarên weke Urmiyê, Stenbol, Şam, Hewlêr û Mehabadê jî bi belavkirina kovar, rojname, mehname û avakirina komele û xwendingehên kurdî jî her carê bi awayekî kirasê xwe nû dikir.

(3). Li rojname, nûçeyên TV û ragehandina wan salan a Tirkiyeyê binihêrin.

(4). ITC an jî Independent Television Commission – anku Komîsyona Televizyona Brîtanî.