Kakşar Oremar Kakşar Oremar

Med TV û rola wê ya di pêvajoya netewebûnê de (1) 21 Îlon 2018 În

Pêngavên yekê kengê, çima, li ku derê û bi çi armancan têne avêtin? Derfetên demê ên diravî, siyasî û menewî di çi astê de bûn? Gotin li kû, ji bo çi û kengî têne gotin? Û dema em gelek pirsyarên din yên wiha ji xwe bipirsin an jî li pey bersiva wan bigerin, belkî hingî em qîmeta karê MED TV û kedkarên doza wê şoreşê baştir analîz bikin. Her wiha bîr û ramanên serkêşên rêxistineke siyasî yên pêşkeftinxwaziyê jî yê bi zelalî ji me re xuya bibin. Med TV çi da kurdan û doza mirovahiyê? Çima çêbû û destkeftên wê çend alî ne û hwd? Ez ê di vê nivîsê de hemû hewla xwe bidim ku bibime bersiva pirsyarên wiha.

Her pêngavek li gorî derfet û mercên dema xwe: biha, nasname û girîngiya xwe dide xuyakirin.

Dem: salên 90’an a sedsala derbasbûyî ye. Radyo û TV’ên herêmî hê jî di piraniya welatên cihanê de têne guhdar û temaşekirin. Şoreşeke hemû alî û nû a teknolojiyê di halê xwe yê pêşkeftin û berfirehbûnê de ye. Ji wir û şûnde êdî hinek civaknas cîhanê bi ‘gundekî biçûk’ dişibînin ku her kes dê ji wir û pêde bêhtir ji berê agahdarî rewşa jiyana hev û cihana derdora xwe be. Ragihandin bi rêya teknîkeke modern û nû şax û likên xwe ber bi hemû aliyên jiyanê ve berdide. Kurd jî li gorî derefetên xwe sûdê jê werdigirin.

Ji 1884’an heya 1900’an ku di ‘Kongreya Navneteweyî ya Elektrîstê li Parîsê’ navê TV anku Television hate diyarkirin, ji salên 1960’an û şûnde weke amrazeke nav malê kete baza welatên Rojhilata Navîn jî. Sal bi sal teknîka wê ber bi pêşve çû û îro di jiyanê de xwedî roleke sereke ye.

Desthilata kurdan a esmanî

Wê salê ez li rojhilatê Kurdistanê, li bajarê Urmiyeyê bûm. Di gelek rojnameyên farisî ên sala 1995’an xeberkurt û tenê çend dêr bûn: “Rawestgeheke televiziyonî ya satalayt û navneteweyî bi hebûna çend studyoyên kar li London, Belçîka û welatên din yên ewropî ya kurdî dest bi kar kir…”

Ew nûçe a rojnameya Selam kin û tije pirsên bêbersiv bû, lê wisa xweş û girîng bû ku biqasî çendîn mehan di rêza yekê a axaftinên xelkê yên rojane de bû. Destpêka jiyanekê bû û di havîneke germ de aveke sar bû ku têhnatiya sedan salan a axeke birîndar dişikand.

Roja 15’ê Gulana sala 1995’an çapemeniya kurdî li hemû Kurdistanê dest bi pêngaveke din a nûtir kir. Wê rojê weşanê bi awayê zindî li London dest pê kir û biqasî şeş saetan tîrêjên roja xwe dane nav dil û jiyana kurdan. Beriya destpêkirina weşanê kampanyayên reşkirinê li dijî Med TV dest pê kiribûn. Zextên dewleta Tirkiyeyê bêsînor bûn, pirî caran jî bi awayekî fermî ji dewletên ewropî daxwaza wan hebû ku nehêlin TV’yeke kurdî dest bi weşana satalîtî bike, lê tevî hemû hewldanên berfireh wan nekarî di hilanîna vê pêngavê de kurdan paşgez bikin. Êdî çepereke nû ya bihêz li dijî siyaseta înkar û hebûnê hatibû vekirin.

Logoya rengîn

Med TV bi wê logoya xwe ya rengîn, reng ji rengên ax, tav û siruşta Kurdistanê, bi wê muzîka balkêş û hişyarker tevî jîngêla xwe a kurt ku çav bê liv û lebat li ser diman, qet û qet ji bîra min naçe. Rûberê ku Med TV dabû ber xwe pir berfireh û ji Ewropa bigire heya bakurê Afrîka û Rojhilata Navîn bû. Ronahî û ekrana wê ya tije rengên delal, cidiyeta pêşkêşvanên wê, deng û rengê hunermendên herî binav û deng tevî kincên wan yên rengîn, siyasetmedarên xweşnav, kesayetiyên kurdistanî û seranas, dîrokzanên ku me tenê navê wan bihîstibû û hinek berhemên wan xwendibûn, rojnamevanên ku bihîstina deng û şiroveyên wan hesreta hezaran kesan bû, û hwd… Me tev cara yekê bi rêya MED TV dîtin û naskirin. Ew pêngav bo dema xwe şoreşek modern bû. Qêrînên fetisandî ên neteweyekê ku heya vira bi ‘ked, berxwedan, serhildan û xwînê’ li ser pêyên xwe rawestiyabû. Pêngava herî girîng û pêwîst ji bo destpêka jiyaneke nû ku pêre destkeftên mezin jî yek li pey a din hatin, Med TV bû.

Med TV bi qasî şoreşa yekê ya endustriyal li Îngilistanê guherandinên mezin di civaka Kurdistanê de pêk anîn. Şoreşa endustriyal an jî pîşesaziyê di nîvê sedsala 18´an de li welatê Îngilistanê dest pê kir û hingî guherandinên bingehîn di warên; endustirî, çandinî, hilbirîn, anîn û birinê de çêkirin.

Şoreşa duyemîn di sedsala 19´an de jî du destkeftiyên mezin di pêşketina zêdetir a karê çandinî û elektronîkê de bûn sedem ku Îngilistan weke welatê yekê yê pîşesaziyê li cîhanê nav derxîne. Hilbirîn pêwîstiya wê şoreşê bû û ev jî bû sedem ku di gelek waran de zaniyarên mezin ji zanîngehên wî welatî û welatên din yên Ewropa derkevin. Wê şoreşê destkeftiyên negatîf ên weke çêkirina çekên teqandin û kuştinê jî bixwe anîn û kirin pareke cudanebûyî a jiyana gel, lê şoreşa kurdan a di qada ragihandinê de heta destkeftiyeke negatîf jî bixwe neanîbû. Med TV bûbû hêza deng, nasname, hebûn û xebata kurdên hemû Kurdistanê. Çavên xelkê vebûbûn û bêhtir bi nihîniyên jiyanê dihesiyan.

Ew kî bûn?

Yên ku ketin bîra avakirina TV’yekê ku navê yekemîn împeratorî yan jî dewleta kurdan li sala 612’ê beriya zayînê li ser be, ne xweda bûn ne qehreman, lê ew kesên dûrbîn û afirîner bûn ku ketibûn ser rêya doza azadiya milyonan mirovên ku weke her kesî ji azadî, serxwebûn û wekheviyê hez dikirin. Wan dikir ku neteweyek xwedî dîrokeke çend hezar salî bi mafên xwe yên meşrû û rewa bihese. Ew mirovên pir bextewer bûn ku dema dîtin îmkanên guherandinê hene guhdarî tu kesî nekirin û rûpeleke nû di dîroka Kurdistanê de vekirin. Pêngava ‘Med TV’ bi serê xwe şoreşeke mezin û pêwîstiyeke demê bû ku asoyên nêrîna neteweyeke dêrîn li cihanê berfirehtir kir. Fedakarî ji wê mezintir nabe ku kes an jî rêxistineke siyasî-civakî ji pileya sifrê bê û di dirêjahiya temenekî ne zêde dirêj de dest bi avakirina sîwaneke nû yê vehesînê bike. Fêkiyê vê xebatê hema zû kete ser zarê xelkê û ji wan re bû dezgeheke nû ya tije ronahiya jiyanê. Bi xwebawerî û îrade bûn ku ew kes ji yên beriya xwe cuda kiribûn.

Encamên şoreşa endustriyal reng û rûyê cihanê guherîn, lê ji zarokên 14 salî bigire heya mirovên mezin ji gund û bajaran ketin fabrîkên hilbirînê, keda wan kete berîka çend kesan û çînên civakê ji hev û din dûr kirin. Gund û siruşt wêran bûn. Rewşa seqayê guherî û nexwendewarî, nexweşiyên derûnî û zêdebûna êşên din jî pêre afirîn, lê bi hatina Med TV’ê re sînorên menewî di nav kurdan de neman. Sînorên siyasî û destçêkirî jî di çavê kurdan de bêîtibar bûn û leqîn an jî hejîneke bihêz kete kursiya hakimên wan dewletên totalîter ku li dijî “pêşkeftin û azadiya beyanê” bûn. Ji ber wê jî hêmayê herî bihêz yê herekata siyasî li Kurdistana mezin kete bakurê Kurdistanê. Bizava gel û bêhtir girêdana çiya, bajar, gund, şervan û gerîlayên doza azadiyê bi rêya wê desthilatê ve çêbû ku kurdan ne li erdê belkî li esmanan çêkiribûn.

Hikûmeta ku kurdan li esmanê Rojhilata Navîn li dijî dagîrkerên welatê xwe sazkiribûn, êdî bi leşkerkêşî û fermanên hovane nedikarîn ji holê rabin. Vê carê hêza kurdan a sûdwergirtinê ji teknolojiyê bû ku hemû rê li ber hevalbendên tarîtî û reşahiyê girtibûn.

Xebateke wiha tenê di berjewendiya partî an jî rêxistineke diyar de nebû, belkî teşwîqek bû ku ew rê bête berfirehkirin. Li vira bû ku gotineke bav-kal an jî ya pêşiyên me hate bîra min: “Hezar gotin û kiryarek…” (1), lê ez dibêjim: “Milyardeha gotin bi qasî nîv kiryarê jî xwedî biha nînin…”

Kesî destê birêveberên PKK’ê negirtibû û hevkarî nedabûn wan, lê hêvî ji bo pêşkeftinê jî li cem wan xerîb nebûn. Rêzdar Ocalan bêhtir ji hemû dewlet û zilhêzên biyanî bawerî bi hêz û vîna gelê xwe anîbû. Li ser bişkivîna kesayetiya şikestî û sivikbûyî ya kurdan xwedî nêrîn û rêbazên taybetî ên çareseriyê bû. Wî baş dizanî ka kurd ji kîjan bilindahiyê hatine berjêrkirin û dizanî jî ka dê careke din çawa wê bejna bilind a hatiye çemandin li hemberî dijminên doza mirovahiyê rake ser piyan. Wî got û tevî hevalên xwe yên fedakar jî gotin birin serî. Ew û hevalên xwe neçar bûn ku kar bikin û bi derfet û hêza gelê xwe re wiha bangî civakê dikirin: “Qehreman ew kes e yê ku pirsgirêkekê çareser bike. Bila baweriya we bi hêza we hebe. Şoreşger ew kes in ên ku doza xwe binasin û berî her kesekî/ê pişta wan bi hêz û vîna gelê wan ve germ be. Kes ji me re karekî nake, divê em bixwe ji bo peydakirina dermanê derdên xwe tevbigerin. Em ji tu kesê kêmtir an jî bilindtir nînin, lê em dikarin qedera xwe biguherînin…”

Bernameyên Med TV’ê

Hunermend, stranbêj û dengbêjên me bi “Sonda me, axa me ye” awaz û newayên xwe ên şiyarkirinê ji dûr ve belavî nav gelê li Kurdistanê kirin. Peyamên wan salan dermanê wan derdên bêderman bûn ku li pey derbasbûna salên dirêj li ser hev kom bibûn.

Denbêjên efsaneyî: Şakiro, Karapêtê Xaço, Şeroyê Biro, Reşîdê Baso bi kobra xwe ya bilind behsa mêrxasî û çelengiya jinên kurd dikirin. Ji hêla din jî ew ekrana nasandina dîrok û serbihûriya lîder û şervanên serhildanên: Agirî, Urmiyê, Mehabad, Amed, Silêmanî, Oremar, Barzan, Koçgirî û birîna kûr a Kurdistana Sor bû. Qazî û Simko, Şêx Seîd û Seyîd Riza, Bedirxanî û Şemzînî, Şêx Mehmûdê Berzencî û Şêx Ehmedê Barzanî, Sûnnî û Şiî, Êzidî û Yarsan, Kurmanc û Soran, Lek û Zaza, jêr û jor, rast û çep a erdnigariya Kurdistanê û hwd mijarên bernameyên wê TV’ê bûn ku bo cara yekê silaveke cuda ji hemû silavên beriya xwe dabû gelê kurd.

Peyamên siyasî û şiyarkirina civakê carna bi rêya panel, hevpeyvîn, belgefîlm û carna jî hinek stranbêjên weke ên nav Koma Berxwedan, Şivan Perwer, Ciwan Haco, Şehrîbana Kurdî, Merziye Ferîqî, Nasir Rezazî, Aram Tîgran, Birader Muksî û gelekên din didan. Yanî wan bi rêya hunerê xebatên siyasî jî kirin. Zemîneya siyasî ji serhildaneke bêsînor re şoreşgerên Kurdistanê amadekiribûn. Êdî bi hatina Med TV re barekî giran li ser milê kadroyên wê şoreşê rabibû û belkî mînakên jêr bêhtir we bi merema min bihesîne.

Stranên weke a jêr ku Şehrîbanê bi rapêça xwe ya Kurdewarî, metanet û giraniya xwe, saz di dest de û tevî orkêstrayeke mezin, heyecaneke zêde di riha temaşavanan de çêdikir:

“Her çar tixûbên Kurdistan hatin neyar / Beranberê şerê giran em dikin şer

Ev der welatê me kurda ne em naçin der / Ev der welatê şêra ye em naçin der”

Hozan Şemdîn bi dengê xwe yê nazik û serhedî re hat û behsa qehremaniya Bavê Edo kir:

“Were wîlololo… Wî babo / Wîla Mîro bavê Edo siwarê bozek yekta ye

Şahid û şihûdê Bavê Edo gelek in, gelek hene / Bavê Edo ketiye pêşiya eskerê Romê şer dike

Bona xîret û namûsa kurda ye / Were nemînim nemînim nemîn, nemînim maqûlo li dinyayê”

Mihemed Şêxo bi hemû hesretên xwe yên ku bi bejina xwe ya mîna çinara bilind birin bi axa sar, bi dengekî melûl û tije xem behsa gula xwe dikir:

“Rengê te yî pir delalî, bilbil li ser te dinalî / Te nebînim bi vî halî, armanc û kedera min î

Gulê kesk û sor û zer e, nîşana alê li ser e

Ay lê gulê gula min ê, şîrîna li ber dilê min ê, delal li ber dilê min ê

Ez gulê nadim bi malê dinê, ez ber gulê têm kuştinê”

Xelîl Xemgîn bi dengê xwe yê germ û îstisna wiha qêriyabû:

“Îro çerxa şoreşê fireh digerîne / Li qadên cihanê deng dilerizîne

Destarê prolter hûr dihêrîne / Kedxwarî û nukeran ji qada hiltîne

Tovê jiyanê reşandin, li qadan şîn didan

… Rabûn ser piyan, jîn dan Kurdistan…”

Hingî carna bi dîtina van dîmenên han re hêsirên kêfxweşiyê dihatin xwarê û carna jî êşên bindestiyê bûn ku axîn dixistin nav riha mirovan. Kela dilan bi rondikên çavan vedihesî. Her kes li rêyeke çareseriyê digeriya û keç û xortan berê xwe didan çiyayên Kurdistanê.

Di gelek qadên siyasî, hunerî û civakî de reqabet û şerê kar û afirandinê kete navbera rêxistin, siyasetmedar û hunermedên kurd. Ev rengê kêbirkiyê jî xwedî xêreke piralî bû û hemû aliyên jiyanê li Kurdistanê ber bi pêşve dibirin.

Nav û nasnameya hunermedên navdar kete arşîva mejî û riha me: M.Arif Cizîrî, Evdalê Zeynikê, Şeroyê Biro, Zadîna Şakir, Hesen Cizîrî, Meryem Xan, Nesrîn Şêrwan, Tahir Tofîq, Hesen Zîrek, Şakiro, Eyşe Şan û yên mayîn xemil û rewşa hunera me a dewlemend bêtir bi me dan nasandin. Tevgera PKK’ê qîmeteke bêsinor dida aliyê çanda kurdan a tradisyonal û ev jî bû sedema pêşkeftina huner û dengbêjiya kurdî.

Ew salên tije şer û şoreşê bi van peyamên wiha re bûn salên ku gelê kurd amade dikirin ku dîsa hinek pêngavên din ên pêşdeçûyînê jî hilînin.