Kakşar Oremar Kakşar Oremar

KURDISTAN: Dilê derd û wêraniyên bêdawî 12 Kewçer 2018 În

Ji Dunya Weysî ya 6 salî re

Hê du meh mabûn ku xwendina sala 2018’an dest pê bike. Dîsa dê ken, hawar û qêrîna zarokên gundê Girmaşê (1) tev li awaz û newayên jiyana gundiyan bûbûya. Hemû rojan keça delal Dunya li çantê xwe yê dibistanê dinîhêrî. Bi hemû hejariyê re dayik û bavê wê pênûsê dar, defter û pêwîstiyên din ên yekemîn sala dibistanê jê re amade kiribûn. Dunya bi çavê xwe li cihanê dinihêrî û carna bi keneke zarokane wiha digot: “Dayê giyan, ders dixweynim û dê bibime qazî…”

Belkî dixwest bibe dadwer ku bibe parêzvana mafên hezaran zarokên welatê xwe ku her carê ji hêla rejîmê ve dihatin girtin, kuştin û darvekirin.Wê rojê dema ku Dunya di bin siya dîwarê dibistanê de çû ku tevî hevalên xwe bi tope bilîze, dîwarê dibistana kevin weke çiyayekî bi ser laşê wê yê nazik û biçûk de hate xwarê. Ken û hemû hêviyên Dunyayê bûn girî û qêrînên bêbersiv. Weke guleke herî xweşik a bihara jiyana xwe perper bû. Kes nikare bi gotin an jî hemû malê dinê re ji êşa dayik û bavê wê yên xedar re bibe merhem an jî birînên wan bikewîne.

Pergala perwerde û kêmasiyên ku bi siyaseta dijkurd a Îranê li rojhilatê Kurdistanê berdewam e, pirî caran tabloyên tirajîktir jî raxistiye ber çavên me. Bi vê nûçeya nexweş re baştir e ku em hinek agahiyên din jî li ser siyaseta dewleta Îranê a diktator bizanibin.

Vekirina xwendingehan

Saleke din a xwendinê li piraniya welatên cihanê dest pê kir. Bîranînên zarokatiya min hingî xweş û nexweş in ku min jî bi dilxweşiyeke bêdawî dest bi çûyîna dibistanê kir, lê zimanê me yê xwendinê ne kurdî, bi farisî bû! Debara jiyanê ya salên zarokatiya me ji ya îro baştir bû. Hingî nan, kar û derfetên din hebûn lê niha mînaka herî berbiçav rewşa dibistanên rojhilatê Kurdistanê ye. Feqîrî, bêkarî, dibistanên kevin û nîvxerabûyî her carê li dereke welat çend zarokên keç û kur ji jiyanê vediqetînin. Dema ku bi pere û dahatiyên welatekî dewlemend re kirîna “çekên kuştin û wêrankirinê” ji “avakirina xwendingehan” girîngtir be, êdî xwînrêtin, wêranî û dehan êş û elemên din jî dê bibine para civakê. Gelo bi hebûna vê rewşê re êdî dibe ku em bêdeng û tenê temaşeger bimînin?

Li vî aliyê dunyayê kesên ku ji welatê xwe hatine dûrxistin, mal, malbat û karê xwe bi neçarî terikandine êdî ji xeynî qêrîn û hawaran dikarin çi bikin? Dê kî hewarên fetisandî yên Dunya, Ramîn, Ferzad û Zaniyar bibîne?

Ger ez li dera ku dikarim biaxivim û bibime dengê girtiyên azadiyê ku her roj ji roja berê zêdetir di halê çilimîsînê de ne, bêdeng bimînim gelo cudatiya min û miriyekî di gora tarî de dê çi be? Hingî mirov dikare xiyanetê bi bîra xwe bîne? Li dera ku em dikarin dengê xwe bilind bikin bêdengî xiyanet e û şermezarkirina kujer û dizên malê xelkê, erkekî insanî ye an na?

Di roja zimanê dayikê yan jî vebûna xwendingehan de daxwazên gel, kêmasiyên jiyanê, xweziyên zarokên şîrîn, hesretên dayik û bavan ji bo paşerojeke geş a fêkiyên jiyana wan bêhtir ji her carê reng û rûyê xwe didin xuyanîkirin. Li hemberî hemû van daxwazên siruştî berpirsên pergala desthilatdar bêdeng û bêkiryar in. Kes napirse ka çima hûn bi çavekî ewqas erzan bazarê bi hestên me yên jiyaneke tije keramet dikin?

Mirov heya ku derê dikare biqîre û bike hawar û gazî? Mirov li derekê dike qêrîn ku bersivek jê re hebe, lê dagirker li her çar perçeyên Kurdistanê, bi hemû hêz û siyaseta xwe ya tunekirinê bûne çeper li dijî xwarina pariyekî nanê helal. Geh kolber têne kuştin, geh mamoste têne girtin û carna jî ciwanên azadîxwaz li pey dadgehên du-sê deqeyî têne darvekirin. Tabloyeke wiha bi rengên xwe yên din li Bakur, Rojava û Başûr jî li dijî kurdan berdewam e.

Dagirkerî çi ye?

Dagirkeriyê bi rêç û rêbazên xwe yên çewt di hemû temenê reş ê komara îslamî ya Îranê de destkeftên jêr ji kurdan re pêşkêş kirine:

1- Li hemû Îranê rêjeya herî zêde ya bêkariyê li Kurdistanê ye. Li Kirmaşan û Îlamê ev rêje nêzî ji sedî 50’î ye.

2- Piraniya girtiyên siyasî di nav hemû komên etnîkî yên nav sinorên Îranê de azadîxwazên kurd in.

3- Biqasî bêkarî û kuştinê, daristan û siruşta Kurdistanê jî tê şewitandin.

4- Çalakvanên mafên mirovan, dadwer, parêzvan û rewşenbîr têne girtin, kuştin û windakirin.

5- Kuştina çalakvanên sivîl û xwezayê bi rêbazên veşartî tê kirin.

6- Çikandina kanî û çemên Kurdistanê bi armanca dûrxistina kurdan ji gund û cih û warê wan ê jiyanê pêk tê.

7- Kolber ji bo pariyeke nan di nav rojê de têne kuştin û heta diravê berîk û barê li ser pişta wan jî tê dizîn.

8- Berfirehkirina tund û tûjiyên civakî di nav xelkê de.

9- Pêşgirtin an jî qedexekirina turîzm û çêkirina fabrîqeyên hilberîn û karkirinê li Kurdistanê.

10- Bi awayekî pergalatîk darvekirina girtiyên siyasî û sivîl ên kurd.

11- Teror û tirsandina çalakvanên siyasî û gefên li ser malên gerîla û pêşmergeyên ku li derveyî sinorên rojhilatê Kurdistanê ne. Ev kar li derve û hundirê sinorên welat weke hev tê meşandin.

12- Sivikatî û bêsiyasetkirina malbat, kesên sernas û gel bi rêya çêkirina tirs û wehşetê.

13- Bi darvekirina ciwanên kurd re cenazeyê wan li cihên nediyar tên veşartin û rê li ber malbatan digirin ku şîna zarokên xwe bikin. Herî dawiyê dan û standineke wiha bi malbatên Zaniyar, Loqman û Ramîn re kirin. Heya roja îro jî kes nizane ew li ku derê hatine veşartin.

14- Mîlîtarîzekirina Kurdistanê ji Makû heya Îlam û Loristanê.

15- Rê li ber avedanî û projeyên ku dikarin gûherandinên bingehîn di rewşa jiyana xelkê de çêbikin.

Bi van mînakan re pirsa yekemîn jî ev e: “Ger ev kar û rêbaz nekevin katagoriya siyaseta dagirkeriyê, gelo nasnameya dewleteke dagirker êdî dê çawa be?”

Rejîmên weke rejîma Îranê ku bi darê zorê desthilata xwe bi ser îradeya gelan de disepînin, ev gotina Abraham Lîncoln( 1809-1865) anî bîra min: “Gel li her dera dinê hene û xwedî wî mafî ne ku dikarin li dijî hikûmeteke ku naxwazin rabin ser piyan. Dikarin hikûmetê têk bibin desthilateke layîqî xwe bînin ser kar. Ev “maf” hêza yekemîn e ku dikare hemû cihanê azad bike.”

Lîder û rêberên zana

Abraham Lincoln weke serokê 16’emîn ê Amerîkayê bi hinek kiryarên xwe yên sereke, bû rêbereke nemir ê dîroka Amerîkayê û kesayetiyek navdar di cihana siyasetê de:

1. Rakirina siyaseta li dijî reşikên Amerîka û diyarkirina mafên wekhev ji hemû hemwelatiyan re.

2. Bi tedbîrên xwe yên taybet nehişt ku welatê wî ji hev bê perçekirin û bi alayekî “Welatên Yekbûyî yên Amerîka” hemû çînên civakê li dora xwe civandin. Wî wiha karî di demeke hesas û tevlihev a welat de şeref, meziinahî û kerameta gel û welatê xwe xelas bike.

3. Ew kesekî mutewazî û pirtûkxwendî bû. Ji armancên xwe re bi awayekî rojane plan hebûn. Bawerî bi xwe hebû û dema ji xelkê re diaxivî dizanî ku gel bi baldarî li wî guhdar dike. Bi piştgirî û dengê koleyên ku keramet û azadiya xwe deyndarî ramanên wî didîtin, ji partiya komarparêz bû serokê 16’emîn ê Amerîkayê.

Lê li welatekî weke Îranê ku bi fêlbazî û sextekariyên xwe yên dîrokî re dema ku sînorên wan dikevin ber xetereya dagirkirinê, kurd dibin îraniyên herî resen, şervanên herî hêja û miletê herî dêrîn ên herêmê tên binavkirin. Ev di rewşekê de ye ku rewşa jiyana kurdan ji ya berde û reişkên du sed sal berê yên Amerîkayê jî xerabtir e.

Ji medeniyeta 2 hezar û 500 salan a şahên berê heya 40 salên temenê tije xwîn û kuştinê yê îraniyan ferqa herî mezin a tevan tenê di awayê kuştinê de ye. Yanî xeta wan a siyasî li dijî kurdan yek e. Kurê şahê Îranê yê gor bi gor (Riza Pehlewî) hemû rojan behsa demokrasiyê dike û armanc dike ku li Îranê bibe desthilatdar, kuştina pasdarên rejîma îslamî ya Ahwazê şermezar kir lê yek peyv jî li ser darvekirina ciwanên kurd û bombarankirina şervanên kurd nekir.

Ev tu carê me wek hemwelatiyên pîleya 3’yemîn jî nabînin. Îcar çi komarxwaz çi jî seltenetxwaz çerxa aşê wan li dijî berdewamiya jiyana li Kurdistanê ye. Bes divê Riza Pehlewî ji bîr neke ku ger tenê kurd li Îranê bimîmin jî dê nehêlin li cihê dîktatorekî xwînrêj, şovenîst û alîgirê pergala dîktatoran bê ser kursiyê desthilatdariyê.

Ronahiya guherandinên siyasî li Îranê germahî daye civakê û heya niha bedelên herî giran li Kurdistanê çêbûne. Ji ber wê jî di yekemîn nêrînê de Kurdistan weke welatekî cuda ji Îranê tê ber çavan. Kurdistan hê jî dilê derd û wêraniyên bêdawî ye. Hê jî azadiya bîr û ramanê li welatê kurdan tune û baca wê herî kêm darvekirin û kuştine.

Lîderên Îranê ji niha ve dizanin ku niha di saxiya xwe de nêrîna gel li ser wan tije nifir û qehreke bêdawî ye. Ew ji niha de dizanin ku bi xiyaneta salên dûr û dirêj re roja wan li ber avabûnê ye. Xiyanet bi bawerî û îmana xelkê tu cihekî ji bo lêborîn û çavpoşiyê nahêle. Kesên wiha çi kurd çi ereb û çi jî îranî bin, tev weke hev in.

Rewşa dawiyê ya li Tirkiyeyê

Dema li Tirkiyeyê “Pirsgirêka Kurd” tê bîra me êdî gelek navên nexweş û tije kirêtî û carna jî peyvên tije hêvî bi bîra me tên: Ergenekon, înkar, tunekirin, wêraniya hezaran gundan, rewşa awarte ya salên dûr û dirêj, 17 hezar û 500 kuştinên ku hê jî kujerên wan nehatine aşkerekirin, koçberî û awarebûna milyona kurdan a ber bi derve û nav Tirkiyeyê, şikestina pêvajoya aştiyê û hwd. Ev peyv û analîzkirina wan taboloyên tirajîk ên rewşa dawî ya li bakurê Kurdistanê ye. Siltanên nû difikirin ku ji Kemalîst û Osmaniyan berê zêdetir çewtiyên bav û kalên xwe li Kurdistanê tekmîl bikin. Lê alên mezin ên dewleta Tirkiyeyê tevî hemû hêza wan a leşkerî li Kurdistanê nîşan û îspata vê rastiya dîrokî ye ku wan hê jî nekariye desthilata xwe bi ser axa Kurdistanê de tespît bikin. Ew nikarin li ser serê kurdan hukmê bikin, di çavê kurdan de ew biyanî û dagirker in. Ji serdema Osmanî û Kemalîstan bigire heya roja îro ne bi rêya ol û ne jî xapandkariyên xwe yên bêrawestan wan nekarîne di çavê kurdan de dagirkeriya xwe meşrû bidin xuyanîkirin. Kurd êdî ji destê wan westiyane. Ala wan li Kurdistanê bi xwînê sor bûye û bûye sembola wêranî, dagirkerî û tunekirinê.

Li bakurê Kurdistanê êdî ne tenê kuştin, wêranî û înkara salên 1925, 1930, 1938 û 1990’an jî berdewam e, gelekî bajar û gundên ku têne wêrankirin û şewitandin careke din li xwediyên wan jî venagerînin. Penaberên Sûriyeyê û koçberên ji welatên din ên komarên Asyaya Navîn û Qafqasyayê tînin û li cih û warê kurdan bi cih dikin. Ew dibin cehş û çekhilgirên dewletê û li dijî hebûna kurdan hemû hovîtiyên ku pêwist dikin. Hemû armanca wan guherandina demografiyaya Kurdistanê ye. Bi rêbazên wiha re dixwazin bingeha civakî û hejmara kurdan li Kurdistanê biguherînin. Li cem rêxistinên dij mafê mirovan ên dewleta dagirker “rêxistina mafê mirovan a Tirkiyeyê” ku di sala 1986’an de hatiye damezrandin, armanceke taybet e. Awayê rêveberî û desthilatê li rojava û rojhilatê Tirkiyeyê qet weke hev nîne. Siyaseta înkar û tunekirinê bi hemû awayan li Kurdistanê berdewam e.

Encam û erkên me

Li çar parçeyên welatê me yên dagirkirî dîsa mirin bi hemû rengên xwe yên hovane ketiye kemîna nan, nanê ji bo jiyaneke bêminet, lê mixabin tim xwîn bûye pêxwera wî nanê hişk û jiyan bi xwe re noqî bin ava fetisandinê kiriye.

Bi guhdarkirina dengê wijdanê xwe re bimeşin ku bikaribin ji azadiya kurd û Kurdistanê re xebatê bikin. Li derdora xwe û wêneyên şehîdên dozê binêrin. Hingî qet teslîmî tirsê nebin, çimkî destkeftên şoreşa Kurdistanê yên hemû cihana mirovahiyê ne.

Hêzeke tije qehr û kîn di dilê axa me de pingiviye. Zindan tije girtî û dema ji xeynî canê xwe tiştek nebe ku ew pêşkêşî azadî û mayînê bikin, êdî çi dimîne ji bo kirinê? Bendewariyên wan ji me bêhtirin.

(1). Gundekî nêzî bajarê Sine