Kakşar Oremar Kakşar Oremar

Ji gundê Koço heta Şengalê 03 Tebax 2018 În

Di beşa yêkê ya vê nivîsê de em li sala 1983’an bûn. Sala ku hezaran kes ji kampên “penaberên li ser axa xwe” ber bi çol û çolistanên germ û hişk yên jêriya Iraqê ve birin û heya roja îro kes nizane bi çi awayî hatine kuştin, li ku derê hatine binaxkirin û çima bi têkçûna sîstema hovane ya Beesiyên cinayetkar re aliyên kurd ji Mecîd Kîmyewî, Sedam Husên, Berzan Tikrîtî û yên din, zêde li ser qedera wan feqîr û hejaran nepirsîn ku bi zindî hatin bingorkirin.

Li pey têkçûna bizava siyasî ya kurd li sala 1975’an, êdî rayedarên dewlata Beesî dikirin ku di karê tevkujî û siyaseta asîmîlasiyonê de teqlîda tirkên Kemalîst-faşîst bikin. Ji ber wê jî di sala 1975’an de dest bi vegûhastina eşîretên Barzanî û Behdîniyên nêzî sinor kirin. Ji Nizar û Beroj li Barzan dest pêkirin û piştre xwe gehandin Nêrwe, Dêreluk û Bamernê jî. Barzanî ber bi başûrê Îraqê û li ser sinorê parêzgeha Dîwaniye, çolên Ebû Xerîb, Er-Er û Nûgire Selman bi cih kirin. Ew bicihwarkirin jî demkî bû, çimkî piştre tev an ji ber nesaxiyê mirin û yên mayîn jî hatine tune û wendakirin.

Şûndatir di salên 1978’an heya 1982’an kurdên ji eşîretên Mizorî, Şêrwanî, Gerdî û Dostkî jî ber bi “kampên Behrike, Diyana, Herîr, Goreto û Sêbîran” ve hatine vegûhastin. Ew kamp niha jî mane û hezaran kes tê de dijîn.

Ji sala 1983’an û pê de tevkujî bi awayekî sîstematîk dest pê kirin. 29-30’ê tîrmeha sala 1983’an 36 kes ji malbata Mela Mistefa Barzanî tevî sê kurên wî Sabir, Ubeydulah û Luqman hatin girtin. Roja 31’ê Tîrmehê jî bi operasyonekê a li jêr navê” Qodis û Qadisiye” hezaran kes ji kampa Quştepe ber bi cihên nediyar ve birin. Di nava wê kampê de êdî nêrîne nemabûn, yên ku mabûn jî zarokên 10-12 salî bûn. Ji nûciwanên 13 salî bigire heya kalên 90 salî tev bi darê zorê siwarî zîlên leşkerî kirin û weke hinek şahid didin diyarkirin li çolên ser sinorên welatên Kuweyt û Urdunê bi saxî hatine binaxkirin.

Beesî nesekinîn û roja 10.08.1983’an operasyona duyan li her sê kampên Behirke, Diyana û Herîr destpê kirin. Dîsa jî hezaran kes ber bi navnîşanên nediyar ve hatine şandin. Ebu Xerîb bi çolistan û girtîgeha xwe ya naskirî re weke qesabxaneya azadîxwazên kurd bibû kuştargeha wan kurdên ku ji gund û çiyayên Kurdistanê anîbûne nav mar û dûpişkên çolên Erebistanê!.

Tenê dayik û xwîşkên bêbira mabûn ku bi parastina kerameta xwe re li dijî Beesiyan sekinîn û bi rewştên herî bilind zarokên xwe perwerde kirin ku wan rojên reş ji bîr nekin. Xewa wan zarokên bêbav û bira ya hemû şevên tarî bi çîrokên dayikên dilşewitî re destpê dikir.

Dîmenê duyê: Ji Gundê Girzerê û Sîba Şêx Xidir heya gundê Koço û Şengalê

Germegerma havîna sala 2014’an, sibeha roja şemiyê 2’yê Tebaxê bû. Xelkê dikirin ku herin nav erd û karê xwe yê rojane. Êzidiyên ku hezaran sal bû li qûntara çiyayê Şengalê dijîn, dîsa rastî fermaneke din hatin. Heya ku teknolojiya şer bi çekên modern re pêş neketibû, êzidiyan dikarîn pişta xwe bidene çiyayê Şengalê û hebûna xwe biparêzin, lê vê carê DAIŞ’ên ku tevî hemû dilreşiyên xwe hatibûn herêmê, tenê armanceke wan hebû ku ew jî tunekirina kurdên xwedî ola herî kevnar a li Kurdistanê bû. Tevkujiyên berbelav ku bi awayên herî hovane hemû alîyên jiyanê ji xwe re kiribûn armanc, cihan heybetgirtî kiribû. Bi hingavtina namûs û şikandina kerametê dest pêkirin û bi gulebarankirina hezaran kesan jî dawî bi jiyana wan anî. Keç û jin jî weke “keriyê pezê bê şivan” bixwe re birin û mîna berdeyan xistin bazara kirîn û firotinê.”Îslama siyasî” piştî îslama Şîayên Îranê li vê derê jî nasnameya xwe ya cewherî di kirasê sunnîtiyê de aşkera dikir.

Ji aliyê jêr heya aliyê banî yê deşt, gelî, newal û çiyayên herêmê her der dane ber xwe. Vê carê Çiyayê Şengalê nekarî bibe strargeha hevalbendên xwe yên dêrîn. Dest vala bûn û mixabin amadekarî jî kêm ku li hemberî wan wehşan bisekinin. Parazvanên herêmê jî beriya hatina “hovên reşpûş” bûn rovî û ji qada şer û parastina xelkê sivîl reviyan. Yên ku bûne sedema tirajediyek wiha mezin û dîrokî hezar mixabin ne hatin girtin û mehkemekirin û ne jî ji hatin sizadan kirin û ji kar avêtin. Ji xeynî hêsîrî, kuştin û awarebûnê sedan hezar kes ji wan kurdan jî niha li kampên penaberiyê ne. Hinek li kampa Serdeştê a di nava dilê çiyayê Şengalê de û hinek jî li başûr, rojava û hejmareke zêde jî çûne Ewropayê.

Em Êzî ne!

Piştî vê fermanê êdî komek ji kurdên êzidî jî peyda bûne ku kurdbûna xwe înkar dikin û dibêjin:” em êzî an jî êzidî ne…”. Dema sedemê dipirsî, çi belge tune ne an jî nikarin bi awayekî zanistî vê axaftina xwe bi me bidin selmandin, lê gotineke wiha jî dibêjin: “Ger em “Kurdên resen” bûna, hingî “Kurdên misilman” em bi tena serê xwe di nav lepên dijmin de nedihiştin an jî qet nebe Dê li hemberî DAIŞ’ê em biparastana….”

DAIŞ’ên hov piştre li roja yekşemê (03.08.2014) êrişên xwe ber bi Şengalê ve berdewam kirin. Bajar bêberxwedan vala bû, xelk êdî neçar man ji gund û bajarên xwe reviyan. Pêngava duyê li pey tevkujiya du gundên navbirî û Şengalê li roja 15’ê Tebaxê rastî gundiyên Koço hatin. Dereca bilind a hovîtiya Daişê li wê derê xuya bû. Gundî birin xwendingeha gund û ji wan re gotin: “an hûnê bibin misilman an jî kuştina xwe li ber çava bigirin…”. Li benda bersivê jî neman û bi hemû kîna xwe ya tije dilreşî gule bi ser mêr û ciwanên gund de reşandin. Piraniya jin û keçên ciwan jî bixwe re birin. Niha li gelek gund û dora bajarê Şengalê û deverên din yên jiyana kurdên êzidî bi ereban hatine tijekirin.

Niha li wê herêma berfireh jiyan sekiniye û piştî wê jî çi guherandineke berbiçav di jiyana xelkê de nayê dîtin.

Dayika şehîdên kurdên êzidî

Navê wê Şemê ye û heftê salî ye. 23 kes ji mala dayika şemê hatine kuştin û ew hê jî bi hêvî ye ku rojekê kurê wê yê dixtor vegere bin konê wan yê penaberiyê û dermanekî ji dayika xwe ya nexweş re bîne! Bi her du destan li singa xwe dixe, carna digirî û carna jî dixwaze behsa wan rojên reş bike:” law… ew çi bû anîn serê me. Ma em pezê bêxwedî û sermiyan bûn?! Ez kurê xwe yê doxtor, keça xwe ya delal, neviyê xwe yê sava, bûka xwe ya ciwan dixwazim. Ew niha li kû mane û çima hatin kuştin? Xwedayê we misilmanan li ku bû dema ku wan qatilan em dane ber agirê cehnema xwe. Şêx Adî û melekê Tawis jî bi hawara me de nehatin…. Ey hawara xwedê, kî bû sebeba vê qedera reş ku hate ber deriyê mala me…”

“ Dayika şehîdan “ bi hezar hesret û nalînên bêdawî, li ber her kesî vedipare ku careke din wê bigehînin gundê wan:” Ez di berxtê we de me, min bibin wira ku beriya mirina xwe wê axa ber deriyê malê maç bikin. Ma ne xwîna kur û neviyên min biser de hatiye rijandin? Êdî bixwe nikarim û xweziya min ya dawiyê ji we ew e ku min bigihînin wira û bila kevirê ser singê mezelê min jî bi axa xwîna wan bê xemilandin… Êdî jiyana min ji çi re ye lawo….”.

Dayika Şemê tevî hemû dildarî û daxwazên jinên derdorê, bi dengekî bilind digirî û bi hemû hêza her du destan li sing û serê xwe dixe.

Mînakên weke wê dayîkê pirin, lê belkî gotin û daxwazên wê yên ji dil, tenê yên wê nebin.

Enfal berdewam in, em çi bikin?

Enfala weke birîneke kûr a wan salên reş hêşta jî li dijî kurdan berdewam e. Carna li Serdeşt, Merîwan û Urmiyeyê û carna jî rûçikê xwe yê gemar li Kerkûk, Nisêbîn û Efrînê dide xuyakirin. Zîhniyeta dijberiya doza Kurdistanê li çar beşan yek û xwedî cewherê xwe yê sedan salên berê ye.

Ji hemû hevalan tikayê dikim ku hinek li ser dîroka tevkujî û wan zilm û sîteman binivîsin ên ku li Kurdistan û derveyê axa Kurdistanê rastî jiyana me hatine. Bila hişê civaka me bêhtir û zêdetir ji berê agahdarî dîroka me ya salên derbasbûyî be.

Di serdema şerê Îran û Iraqê de tevkujiyek bi çekên kîmyayî li bajarê Serdeştê li rojhilatê Kurdistanê jî pêkhat. Balefirên Iraqê bajar bombebaran kirin û di dema çend deqeyan de dehan kes hatin kuştin. Helepçe an jî Serdeşt, ji her du aliyên şerker re yek û mîna hev bûn. Li pey salên dirêj niha jî şûnewarên wê êşa giran xelas nebûne. Ji hêlekê şewitandina dibistana Şînawa û daristanên Kurdistanê û ji aliyê din jî kuştina her roj ya kolberên kurd jî rengekî din ê Enfalê ye ku dewleta îslamî a Îranê li dijî kurdan dide meşandin. Tevî ku berpirsên wezareta tenduristiyê keçên bêtilî, rûmet şewitî, kor û nîvfelcbûyî yên dibistana gundê Şînawa ji bo dermankirinê naşînin derveyî welat, artêş û supay Pasdaran jî her roj kuştina ciwanên Kurd weke karekî rojane didin meşandin.

Yek ji wan kesan Reşîd kurê Yusif Mihemed Elî ye. Temenê wî 35 salî, xwediyê sê zarokan û ji gundê Şeqlawe yê herêma Mirgewer li nêzî bajarê Urmiyeyê bû. Cihê şehîdbûna wî: Geliyê Binarê bû. Ew bi birîndarî kete destê cendirmeyên dewleta Îranê. Di wî halî de li pey tazîkirinê, îşkence jî kirin. Di wî geliyê kûr de kesî nekarî qîrîn û nalînên wî bibihîse. Hevalên pê re reviyan, ew bi tenê hiştin û pasdar û jandarmên birçî jî weke keftarên devbixwîn ketin ser laşê wî yê nîvmirî! Bi hemû hovîtiyên xwe îşkence, lêdan û sivkatî pê kirin, dawiyê jî ew kuştin. Perê pê re jî ku 25 milyon tumen bû, bixwe re birin. Dizî û karê wan yê sedan salan ku niha jî berdewam e.

Êşa ji teva girantir ew e ku partiyên me jî li hemberî hovîtiyên wiha tenê bînerên mezlûm in û xelas.

Edaleta dewleteke îslamî û bêdengiya civakê li hemberî van kiryarên hovane û bêdawî dê dîsa kiryarên wiha bixwe re dubare û dehbare bike. Heya em bêdeng bin, heya partiyên me yên siyasî û saziyên sivîl karekî nekin, ew jî dê wiha li ser serê me siwar bin.

Cihê daxbariyê di vira de ku dema di merasima veşartina Resîd, wî mirovê muhtacî pariyekî nanê rojê, 500 kes kom bibûna û ji berpirsên dewletê pirsa sedemên kuştina ciwanekî bêsûc bikirana, êdî belkî dawî bi kuştina sedan Reşîdên din jî bihata. Belkî êdî dewleta meleyên cinayetkar û nûnerên nelayêqê fikrek ji bêkariya xelkê re bikirana, lê hêjayî gotinê ye ku em vê rastiyê ji bîr nekin ku: Heta kurd bêdeng û reng bin û kuştina mirovekî bi peyvên weke “ qeder û roja wî hatibû” ve girê bidin, ehmeq û mirovên bêliyaqet jî dê li ser serê me hakimên salên dûvdirêj bimînin.

Ez di wê baweriyê de me ku êdî gere başî û qenciyên me di kar û çalakiyên me de bêne dîtin, ger wiha nebe em baş û rind nabin.

Heya em “karekî nekin” dê gelek nav li kêleka navên: Şengal, Helepçe, Geliyê Zîlan, Dêrsim, Koço, Efrîn û Kerkûkê bêne bihîstin. Em di serdemekê de ne ku diyarkirina qedera me di destê me de ye.

Dema em li ser tiştekî difikirin, ew daxwaz dikare bigihîje encamê û çêbibe.