Kakşar Oremar Kakşar Oremar

Helbestvanê rewşenbîriya neteweyî; Cegerxwîn 26 Kewçer 2018 În

Sal derbas dibin, lê nav, deng, xwezî û şîretên wî ji bîra me naçin. Nemir Cegerxwîn bi dilsojî, kedkarî û bêrawestan rojekê jî nexwest hêvîyên xwe ji dest bide; hêvîyên ji bo azadî û serxwebûna welatê ku hatiye perçekirin. Kesayetî an jî şoreşgerên weke wî di nava kurdan de hene, lê kesî nekariye biqasî wî êş û elemên bindestiyê bi zimanê gel beyan bike.

Di dîroka Kurdistanê de gelek şêremêr û jinên çeleng ji bo şiyarkirina kurdan û azadkirina Kurdistanê bi can û dil xebitîne. Di nava kurdên hemû Kurdistana mezin de, Cegerxwîn wek siwarçakê qada şiyarkirin û rewşenbîriya siyasî-civakî, navekî naskirî ye. Cara yekemîn min bi rêya deng û hunera her du hunermendên kurd Şivan û Gulistan Perwerê navê Cegerxwîn bihîst. Yanî helbesteke mamosta Cegerxwîn ya bi navê (Kurdistanê, Kurdistan Baxçê Gulan) hunermenda hêja Gulistanê di kasêteke xwe de xwendibû. Peyvên ku ji xwendina helbestê dihatin guhên me, tev der barê welat, bindestiya kurdan û bedewiya çiya û erdnîgariya Kurdistanê bûn. Lê dema strana Şivan ya bi navê (Kîne Em) li Kurdistanê belav bû, êdî mirov dixwest bêhtir Cegerxwîn nas bike. Cegerxwîn di helbestekê de (helbesta Kî Me Ez) dîroka tijî serfiraziya gelê xwe bi bîra herkesî tîne û ji gelê xwe dawa dike ku ji bo rizgarkirina niştimana xwe heta can û malê xwe jî feda bikin.

Naveroka stranên ku gotina wan ji helbestên mamosta Cegerxwîn bû, tev niştimanî û li ser pêşketina rewşenbîriya civakî-siyasî bûn. Cegerxwîn bi zimanê xwe yê xweş û şîrîn hemû gelên bindest û bi taybetî jî kurd vedixwendin serhildan û şoreşê. Şoreşa ku bikaribe textê padîşah û xwînmijên dîktator sernixûn bike û tevaya gelan di bexteweriyê de bijîn. Cegerxwîn bûbû bilûrvan û awazxwanê şiyarkirina belengaz û hejaran. Wî derdê bindestiya kurdan ku ji destê dagirkerên tirk, ecem û ereb dinalîn û dikalîn, bi zimanekî vekirî beyan dikir. Cegerxwîn bêbextiya axayên xwefiroş, şêx û meleyên paşverû ku bi hezar rengan keda gelê xwe difirotin, bi çîna hejar û feqîrên civaka xwe dida fêmkirin. Ew evîndarê xwendinê ye û xwendin li ba wî kilîla vekirina deriyên zilm û zora çend hezar salan li Kurdistanê ye. Cegerxwîn dizane ku xwendin hejariya çandî ji holê radike, ji bona wê jî dibêje:

“Ger nexwînin dê beg û axa me tim talan bikin

Ev nezanî cangiranî karekî

nasaziye

Rêncberê şêx û melayî, karkerê axa û beg

Ê hinan pêkarine, lê ê hinan canbaziye

Ew kesê zana divêt tim wek

Cegerxwîn bikin qîr

Rast e, wî zincîr di mil da tim

bi qîr û gazî ye”

Jiyana Cegerxwîn:

Navê wî yê rastîn Şêxmûs kurê Hesenê Mihemed e ku ji yazdeh zarokan tenê ew, birayê wî Xelîl û xwişkek bi navê Asya sax mane û ew ên din tev di temenê zarokatiyê de mirine. Cegerxwîn bi xwe jî nizane ka di kîjan salê de hatiye dinê, lê sala ji dayikbûna xwe di navbera salên 1900-1903 an dide diyarkirin. Ew li gundê Hesarê yê girêdayî bajarê Nisêbînê di nava malbateke hejar û kurdperwer de çêbûye.

Bavê Cegerxwîn di sala 1918’an de li Amûde wefat kiriye û dêya wî jî di 1919’an deli gundê Bêdirmemo miriye. Wefata bav û dêya wî jiyana wan ya asayî tevlihev kiriye. Şêxmûs ji ber belengazî û hejariyê neçar maye ku ji temenê zarokatiyê şivanî, paletî, gavanî û berxvaniyê bike da ku karibe debara jiyana xwe bike. Demekê jî bûye feqehê ber destê meleyan. Di vê jiyanê de ye ku ew hêsîrî û bextreşiya gelê kurd dibîne û sedemên bindestiya kurdan baştir nas dike. Haveynê bîr û rayên wî yên niştimanperweriyê di van salan de tên darijandin. Dilêşiya Cegerxwîn ya ji bo qedera gelê wî ji kûrahiya dil û canê wî dihat. Pênaseya herî rast û durist ji bo kesayetiya siyasî-civakî ya Cegerxwîn helbest û nivîsên wî ne ku ji keç û xortên Kurdistanê û kurdayetiya paqij re bûne manifestoyek nemir. Cegerxwîn di jiyana melatiyê de li her çar perçên Kurdistanê geriya. Armanca wî ew bû ku bêhtir derdên bindestiya gelê xwe nas bike û di şiyarkirina wan de rolekê bilîze. Piştre ew hat Ewropayê û di demeke kurt de dest bi weşandina wan berhemên xwe kir ku ji ber qedexebûnê nekarîbû li Kurdistanê wan biweşîne. Dema ku di sala 1979’an de gelên Îranê şoreşek li dijî Mihemed Riza Şahê Pehlewî li dar xist, Kurdistan jî ket destê kurdên rojhilatê Kurdistanê. Lê rejîma paşverû li dijî kurdên azadîxwaz şerekî giran da destpêkirin ku heya sala 1984´an bi giranî berdewam bû. Wê demê mamoste Cegerxwîn li Ewropayê bû û bi rêya rojname, radyo û tv´ên swêdî behsa cinayet û xwînmêjiya rijîma Xumeynî dikir. Wî li dijî cîhada Xumeynî ku di 19. 08. 1979´an de li dijî hemû kurdên şoreşger li rojhilatê Kurdistanê hatibû îlankirin, helwesteke tund da xuyakirin û di hemû hevpeyvînên xwe de rûreşiya vê rejîma kevneparêz bêhtir ji raya giştî ya Ewropa re da aşkerakirin.

Ger mirov bixwaze li ser hemû aliyên jiyana mamosta Cegerxwîn binivîse, lêkolîn û karekî dûr û dirêj dixwaze. Lê mamoste Cegerxwîn heya kêliya dawiya jiyana xwe kurd jiya û evîndarê Kurdistanê bû. Cegerxwîn li xerîbiyê û dûr ji axa bav û kalên xwe Kurdistanê (li welatê Swêdê) çû ser dilovaniya xwedê, lê dema termê wî vegerandin bajarê Qamişlokê bi hezaran kes di merasîma veşartina termê wî de amade bûn. Keç û xortên Kurdistanê ji ber wefata wî hêsir barandin û ew bi bîr anîn.

Naveroka helbestên Cegerxwîn:

Cegerxwîn di nava kurdan de bêhtir bi helbestvaniya xwe tê naskirin û hezkirin, lê berhemên wî yên din jî hene ku di pirtûkxaneya kurdan de cihekî berbiçav digirin.

Di parek ji helbestên mamoste Cegerxwîn de bêhtir ji her tiştî felsefeya serhildan û şoreşgeriyê li dijî dagirkerên talankar tê dîtin. Ew bi rêya helbestên xwe bandorek pozîtîv li rewşenbîriya gel dike. Ger kurdan di çaxê xwe de şîret û peyamên Cegerxwîn di piratîkê de cî bi cî bikirana, ez di wê baweriyê de me ku niha qedera siyasî ya kurdan di asteke din de bû.

Cegerxwîn jî wek mamostayê xwe, fîlosofê mezin Ehmedê Xanî, di nava kurdan de bû xwendingehek dewlemend ku di dîrokê de xwedî cihekî taybet e.

Pareke din ji helbestên Cegexwîn li ser evîndarî û dildariyê hatine vehûnandin ku tê de serbihûriyên evîndaran tên dîtin. Sirûşta bedewa Kurdistanê evîn afirîne. Ji bona wê jî her çend kurd di dirêjahiya jiyana di welatê xwe de bi şer û nexweşiyên mezin rû bi rû mane jî, lê hertim netewek dilxweş û şad bûne û nexweşiyan ew ji evîna civakî, welat û azadiyê dûr nexistine. Her wiha di hinek helbestên nemir Cegerxwîn de navê wan pispor, zana, qehreman û helbestvanên kurd ku ji doza gel û çanda xwe re karek kirine, tê dîtin.

Di beşeke din ji helbestên mamoste Cegerxwîn de aştîxwazî û biratiya gelan tê dîtin. Ew dixwaze ku hemû mirov di nava aştî û wekheviyê de bi hev re bijîn, lê behsa cudahiya ol û neteweyan nake û bi çavê mirovan li herkesî dinihêre. Ew dixwaze ku cîranên kurdan jî hurmeta hebûn û azadiya wan bigirin, da ku bikaribin di tenahî û aştiyê de bi hev re bijîn.

Cegerxwîn bihayek giran dide helbestên li ser dîrok û şerê kurdan yê ji bo serxwebûna Kurdistanê. Ew bi awayekî berfireh canfedayiya kurdan di serhildanên cur bi cur ên li hemû Kurdistanê bi bîra nifşên piştî xwe dixe. Bedirxaniyên Cizîra Botan, Pêşewa Qazî Mihemed, Şêx Seîdê Pîran, Dr. Nûrî Dêrsimî, Mistefa Barzanî, Dr. Fuad, general Îhsan Nûrî Paşa, Simkoyê Şikak, Şêx Mehmudê Berzencî ji wan kesan in ku navê wan di helbestên nemir Cegerxwîn da tên dîtin.

Di nava parek ji helbestên Cegerxwîn de dijayetiya li hemberî axa, beg, mele û şêxên xayîn û kurdfiroş tê dîtin. Cegerxwîn di zaroktiya xwe de gelek zor û sitema axayan dîtiye ku bûye sedem heta malbata wan çend caran ji tirsa wan dev ji mal û jiyana xwe berdane û eware bûne. Axa û begên bêbext ku ji bo dilxweşiya cendirmên tirk heta bav û birayên xwe jî dikujin, di helbestên Cegerxwîn de sedemên bextreşiya gelê kurd tên hesibandin. Ew ji gel dawa dike ku li dijî civaka feodalîzimê ku axa, şêx û begên nezan serkêşiyê jê re diken, serî hilden.

Her wiha Cegerxwîn li dijî faşîzmê ku di çaxê şerê cihanê yê duyan rûçikê xwe yê gemar nîşanî mirovahiyê da, helbestên bi naveroka xwe dewlemend vehûnandine.

Di pareke din ji helbestên Cegerxwîn de dijayetiya li dijî ayînên kevneperestiyê ku ew her tim dixwazin gel di çarçoveke sinordar de bimîne, tê dîtin. Ew naxwaze ku gelê wî yê bi esalet û resen di cîhana ku herkes dixwaze tê de bi pêş bikeve, ker û kor bimîne.

Bi bihîstina helbestên Cegerxwîn mirov ji dil dixwaze di nava dil û mejiyê xwe de şoreşeke hemû alî pêk bîne. “Kurdistan” gotina wî ya yekê û dawiyê ye. Kesê ku bi hemû hîs û heza xwe axa Kurdistanê neparêze li cem mamoste Cegerxwîn mirov nayê hesibandin. Ji ber ku kesê ji axa welatê xwe hez neke, dikare namûsa xwe jî bifiroşe. Ji bo wê jî Cegerxwîn di hemû berhem û gotarên xwe de dilşewatê bindestiya welat û gelê xwe ye.

Cegerxwîn bi hûrbînyek hemû alî di pirtûka xwe ya bi navê “Jînenîgariya Min” de bîranîn û jiyana xwe beyan dike. Ew ji ber zekawet û ramanên xwe yên kûr, zû pê hesiya ku di welatê wî de mele û şêxên xwefiroş û xayîn bûne amûr û amrazên siyaseta dijmin û dagirkerên Kurdistanê û ew bi navê ol û olperestiyê şoreşger û welatparêzên kurd di nava civata wan de bi destê dagirkeran ji nav dibin, an jî wan di nava gel de ku bi sed rengan hatiye xapandin, rûsar û bêqîmet dikin. Cegerxwîn rind û xweş pê hesiya ku dijminên azadî û serxwebûna Kurdistanê bi rêya hinek şêx û meleyên nezan, olperestî di devê rêya welatperweran de kirine kelemên pir asê. Bi awayekî ku ol û olperestiyê di dîroka azadîxwaziya kurdan de pir bûye sebebê êşandin û binketina doza gelê kurd. Cegerxwîn di cihekî pirtûka xwe de dibêje: “Daxwaza me ne ew e ku em dixwazin tenê şerê ol bikin. Lê em dixwazin ola bi rastî bidin xuyakirin ku ol ji bo çi hatiye? Ji bo çi çêbûye û çawa bi pêş ve diçe? Îro dijminê miletê kurd çawa dikin kêreke tûj û zikê miletê me pê diçirînin. Miletê me – kurd –pê li paş dihêlin, pê dijminahiya me dikin. Lê ew ola ku hatiye danîn ji bo paqijkirina dilê mirovan ji neqencî û pîsîtiyê, ji xwînrêjî, talankerî, dizî û qeleşiyê, îro bûye alîkar ji bo kuştin, şewat, talan, dizî, berberî û dijminahiya miletê me.”(1)

Cegerxwîn bi xembariyek giran çend bîranînên xwe li ser bend û berberiyên eşîrî bi bîr tîne. Ew dide xuyakirin ku êlperestî, qirêja hezar salan di nav mejiyê xwendevanên kurd de dirijîne û riha mirovan bi jehr dike ku heta neyariya doza gelê xwe jî bikin. Ew xemxwarê wê hindê ye ku çima û çawa “Romîkên qûnbicilik” bera axa û eşîrên kurdan didin hev û ew ji bo tiştên kêm û bêqîmet hev dikujin û rûmet û welatê xwe belaş pêşkêşî dijminê xwe dikin.

Ji destpêkê heya niha mixabin hê jî gelek kurdên nezan û nexwende bi hêsanî dibin evîndarê diravê dijmin û bi nezanî rûmet û welatê xwe, di bin lingê hespê dijmin de dipelixînin. Ev karê kurdên welatfiroş dilê Cegerxwîn dişewtînin û dermanê ev derdê çend hizar salî, tenê di xwendin û pêşketinên civakî de dibîne.

Dema ku du aliyên kurd (çi ewên niştimanperwer û çi ewên ku di xizmeta dewleta Tirkiyeyê de ne), ji bo tiştên bêqîmet hev dikujin, Cegerxwîn pir nerihet û xemgîn dibe û di bîranînên xwe de gelek nimuneyên bi vî rengî dide xuyakirin. Ew tim ji me dipirse ku çima divê tenê kurd ji bo berjewendî û dilxweşiya tirk, ereb û farisan hev bikujin, bêyî ku bigihijin armanc an jî tiştekî din. Ev derdê sedan sala ye ku mixabin hê jî didome û kurdan hê jî dermanek jê re nedîtine.

Nivîskar û rewşenbîrên kurd di jiyana xwe de kêm ketine ser wê fikrê ku bîranînên xwe binivîsin, lê mamosteyê payebilind Cegerxwîn di jînenîgariya xwe de bi hûrbîniyek têr û berfireh hemû bîranînên xwe ji çaxê zarokatiyê heya wê dema ku kariye, nivîsandine. Ev karê Cegerxwîn, evîndarê azadiya Kurdistanê yê di pêşerojê de ji gelek rejîsorên kurd re bibe sojeyên dîrokî ji bo duristkirina filmên cur bi cur li ser jiyana kurdan.

Berhemên Cegerxwîn:

Cegerxwîn di jiyana xwe de mirovekî aktîf bû û pir dinivîsand, lê ew di wê baweriyê de bû ku çiqas mirov binivîse divê çar hindî wê jî bixwîne û li ser karê ku dike bi berfirehî lêkolînê bike. Berhemên mamoste Cegerxwîn yên çapbûyî ev ên li jêr in:

 1. Dîwana Yekem: Prîsk û Pêtî, 1945 Şam

2. Cin û Gulperî, çîroka Yekem, 1948 Şam

 3. Dîwana diwem: Sewra Azadî, 954 Şam

4. Reşoyê Darê, çîroka diwem, 1956 Şam

5. Gotinên Pêşiyan, 1957 Şam

6. Destûra zimanê Kurdî,

1961 Bexda

 7. Ferheng, perçê yekem, 1962 Bexda

 8. Ferheng, perçê diwem 1962 Bexda

 9. Dîwana siyem: Kî Me Ez? 1973 Beyrûd

10. Salar û Mîdya, 1973 Beyrûd

11. Dîwana çara: Ronak, Weşanên Roja Nû- 1980 Stockholm

 12. Dîwana Pênca: Zend-Avêsta, Weşanên Roja Nû- 1981 Stockholm

13. Dîwana şeşa: Şefeq, Weşanên Roja Nû- 1982 Stockholm

 14. Dîwana hefta: Hêvî, Weşanên Roja Nû- 1983 Stockholm

 15. Dîwana heşta: Aşitî, Weşanên Roja Nû- 1985 Stockholm

 16. Tarîxa Kurdistan – 1, Weşanên Roja Nû- 1985 Stockholm

 17. Tarîxa Kurdistan – 2, Weşanên Roja Nû- 1987 Stockholm

 18. Folklora Kurdî, Weşanên Roja Nû- 1988 Stockholm

19. Jînenîgariya min, Weşanên Apec – 1995 Stockholm

20. Nivîsarek li ser dîbaca Ehmedê Xanî, Weşanên Apec – 1995 Stokholm

Mamosta Qenatê Kurdo derheqê Cegerxwîn de wiha dibêje:

“Cegerxwîn şaêrê azadîxwaziya neteweya kurd e, dengbêjê dostî û hevkariya miletan e, şerkarê aştiya dinyayê ye, nav û dengê wî li her çar parên Kurdistana parvekirî da belav bûye. Di zemanê me de derheqê wî û afirandinên wî de gelek gotar û miqale nivîsîne û di kovar û rojnameyan de çapkirine, qedir û qîmeta helbestên wî anîne ber çavan, dinya pê hesiya ew çi mêr e, çawa jiye, çi kiriye û çi afirandiye”(2)

Jêder:

 1. Cegerxwîn: Jînenîgariya Min Rûpelê 9´an.

 2. Tarîxa edebyata Kurdan.

Qenatê Kurdo

Helbesteke mamosta Cegerxwîn:

Ayîna Min

Hey ayîna min, diçim tu dimênî

Li vî rûpelê jînê dixwênim,

Tu ayîna min ez ayîna kê?

Şeveke tarî, reş û rê winda,

Ez û tu herdu remzin Cegerxun!

Lê nizanim ka paşê çi dibênî,

Li rûpelê dî ka tu çi dixwênî...

Kî me diçênê, kî me hiltênî?

Di vê rê de kes kesî nabînî...

hemî yek in em çi hişk çi şênî.