Kakşar Oremar Kakşar Oremar

Fetwa û cîhadên li dijî hebûna kurdan! 24 Tebax 2018 În

Qevdek ji nêrgizên derdora gundê Cêrmê yê li jêriya Çiyayê Şehîdan anîbûn ser gora bapîrê xwe. Bapîrê ku di dema zarotiya wê de her dema ku diçû pincarê çiyayên derdora herêma Mirgewer, qevdeke delal a nêrgizên bêhnxweş û delal jê re dianîn û ji dûrve bi keneke ji dil wiha bangî neviya xwe dikir: “Nêrgiza babê ka were min bo te Nêrgizên Şehîdan anîne…” Nêrgizê jî bazdida û bi girnijîneke zarokane dikete hembêza bapîrê xwe yê dilovan.

Sal 1979 bû. Kurd li her derê bi hestên azadîxwaziyê ketibûn şerê li dijî rejîma dîktator a seltenetî. Ji gelek pêngavên mezin re pêşengî kiribûn, lê demeke kurt derbas nebibû ku zanîn tenê rengê rûpoşên hakimên Tehranê hatine guherandin û bes havîna sala 1981’an bû ku bextê reş li deriyê mala babê Nêrgiza çar salî jî da û zû dixweşiyên wê yên serdema zaroktiyê bi avê de çûn. Babê wê pêşmerge û kalkê wê Hacî Ebdulah Herkî (80 salî) li malê bû. Dapîra wê Bêrî bi felcê ketibû û nedikarî ji nav ciyan rabe. Ji gundê Nêrgî yê herêma Migewerê bûn. Wê rojê cîranê wan Hecî Mehmûdê Ebdî (90 salî) bi suhbeteke xweş a weke her carê behsa serbihûriyên eşîra xwe û Herkiyên Mam Birahîma dikir. Di germahiya şerê pasdarên Îranî û pêşmergeyên PDK-Îranê de êrîşeke giran anîne ser gund. Her kes ji wir reviya lê ew sê kes ji ber nexweşî û temenê mezin di malên xwe de man. Pasdar li ber deriyê mala wan û ew ji malê derxistin. Awayê kuştina wan bi‚ bivrên darbirînê’ bû. Wehşetek zêdetir ji a sedema Mongolan xistin dilê xelkê herêmê. Her kesî/ê ji xwe pirsî: “ Îslam û dewleteke îslamî dê çawa li dijî mislmanan cihadê îlan bike û bi van hovîtiyan heta mirovên bêliv û lebat jî bikuje…?”

Çend sal şûnde êdî bi hevkariya caş û hinek siyasetên nerast yên partiyên siyasî, herêm kete bin kontrola hêzên dewletê. Ji hingî ve gora mam Ebdulah û Nêrgiz ji hev cuda nebûne. Ew tim bi bîra wan rojan dijî ku kalikê dilovan reng û dengê nav malê bû.

Cîhada Xumeynî

18’ê Tebaxa 1979’an ferman hate dayîn. Hingî Xumeynî wek rêberê şoreşa îslamî bi nav çavên xwe yên tije girî û dengekî tije hêrs wiha qêriya: “Bi hemû dijwarî û şidetê li dijî van komplogeran li Kurdistanê ku ji kafiran jî xerabtir in, tevgerê bikin…” Dr. Benîseder jî wek serokkomar wiha gotibû:” Heya tunekirina wan, postalên xwe ji piyên xwe dernexînin…”

19.08.1979’an destpêka êrîşa yekê bû ku bi fermana ji hêla Xumeynî, êrîş bi destûra Ebul-Hesen Benîsedir, îdam, golebaran û mehkemeyên yek-du deqeyî jî li jêr çavdêriya cinayetkarê naskirî Sadiq Xelxalî ve dihatine encamdan. Cinayet û hovîtiyên ku di hêza tu pênûsekê de nîn e da ku wesfa wan rojên reş bike. Çeperê berxwedanê li dijî paşverûyên ku dihatin sedemeke nû a desthilatdariya hikûmeta îslamî a şiiyan damezrînin, Kurdistanê bû. Hemû hêzên dijberî kar û kiriyarên rejîma nû li her dera welat berê xwe dane wilayetên rojhilatê Kurdistanê. Bi bombebarankirina bajar û gundan ji Îlam û Kirmaşanê heya Sine, Mehabad, Urmiye û Selmasê îdamên komî ji hêla Xelxalî ve dihatin cî bicî kirin. Hêzên çep, komunîst, demokrat û azadîxwaz bûne armanca wan a yekê. Ji hingî û pêde gelê kurd pê hesiya ku dewleta nûhatî xwedî hevîrtirşê ‘cehalet û hovîtiyê’ ye. Kurd ku di têkçûna dewleta M. Riza Pehlewî de xwedî kedeke mezin bûn, vê carê li dijî leşkerkêşî û êrîşên hovane yên pasdarên Xumeynî gund û bajarên xwe kirin çeperê berxwedanê. Li pey wê roja reş di Newroza sala 1980’an de Sine kirin qada xwîn û îdamê, bi top û bombeyan mal û xanî bi ser serê xelkê de wêran kirin. Li Tirkmen Sehra jî sedan kes bi şêweyên bêrehmane spartin devê şûrên xwe yên kuştin û birînê. Armancên wan çewt, kirêt bûn û bi hemû hêza xwe xwestin ku ramanên wekhevî, mirovahî û azadîxwaziyê li welatê Îranê bifetisînin. Kurdistan li hemberî wan sekinî, lê ji hêlekê hinek partî-rêxistinên xayîn, ji hêla din jî komployên pişt perdê û xiyaneta kurdan a li dijî hev ew çeperê berxwedanê yê pêgotî li pey rijandina xwîna sedan kesên şerîf û şoreşger rastî şikestinê hat. Pê re jî bi kuştin û îdam an jî girtina hezaran kesan nesekinîn û karê dizî, talan û şewitandinê mal û milkê kurdan jî ji xwe helal dane diyarkirin. Destkeft û keda rojane a gundî û cotyarên milyonan kesên kurd bû mal û jiyan ji wan re.

Kesên weke Benîsedir û Xelxalî Kurd, Kurdistan û partiyên siyasî weke ‚navenda cudayîxwaz, xayîn, sîxur û komployên rejîmên derekî bi raya giştî a îraniyan didan nasandin. Dîroka kurdan a serhildanên sedan salên berê ji bîr kiribûn û bi navê ‘kafir’ tunekirina kurda ji xwe re kiribûn armanc.

Îdamên wan roj û salan

Îdam û kuştina azadîxwaz û şoreşgerên kurd roja 19.08.1979’an rojek piştî cihada Xumeynî li bajarê Pawe dest pêkir. Di girtîgeha Dîzêlawa a wî bajarî de 11 kes hatin îdamkirin: 1. Hoşeng Ezîzî, 2. Esxer Bêhbud, 3. Mihemed Mehmûdî, 4. Azernûş Mehdeviyan, 5. Mihemed Ezîzî, 6. Ebdula Nûrî, 7. Husên Şîbanî, 8. Hormoz Gurcî Beyatî, 9. Mihemed Izetî, 10. Yedulah Mehmûdî, 11. Muzefer Fetahî.

Roja 20.08.1979’an dîsa heft kesên din jî li wira hatin îdamkirin: 1. Êmadedîn Nasirî, 2. Hacî Efrasiyab, 3. Mirad Zûlfeqarî, 4. Mihemed Neqşbendî, 5. Ebdulkerîm Kerîmî, 6. Ebdulwehab Melekşahî, 7. Ezîz Mirad.

Roja 28.08.1979’an jî bi destûra celadê naskirî yê komara îslamî 9 kesên din li bajarê Merîwanê hatin îdamkirin ku piranîya wan kesên rewşenbîr, dersbêj û di nav civakê de kesên xweşnav û hêja bûn: 1. Ehmed Qadirzade, 2. Dr. Behmen Exzerî (doktor û karê ragehandinê jî dikir), 3. Celal Nesîmî, 4. Elî Dastan, 5. Husên Mistefa Sultanî, 6. Ehmed Pîrxizirî, 7. Emîn Mistefa Sultanî, 8. Fayêq Ezîzî, 9. Husên Pîrxizirî.

Armanc çi bûn?

Armanca yekê ji van îdamên bêmehkeme û bêtawan çavtirsandina xelkê sivîl bû. Kesên ku mal û jiyana xwe didane pêşmerge û xebatarên doza Kurdistanê bê dadgeh û lêpirsîn ber bi qada tîrbarankirin an jî îdamê ve dihatin şandin. Ji hêla din jî wan salan partî û rêxistinên biçûk-mezin ên seranserî Îranê stara xwe li Kurdistanê digirtin. Hêza gel li li pişta wan bû lê rewşeke wiha li deverên din yên Îranê tunebû ku gel tev li dijî pergaleke totalîter rabe ser piyan. Bi hêxeta serkûtkirina wan partî û hêzên Îranî êrîş li ser welatê kurdan bêrawestan û eman bûn.

Birîndar gulebaran kirin

Roja 27’ê Tebaxa sala 1979’an danê êvarê bajarê Sine jî bû şahidê yek ji reştirîn rojên hatina hikûmeteke dîktator ku êdî ji wê rojê û şûnde raya giştî a cihanê bêhtir bi cewherê hizr û ramanên desthilatdarên nû yên Tehranê hesiya. Wêneyên wê rojê ji hêla wênegirekî naskirî yê bi navê Cihangîr Rezmî saniye bi saniye ji dîroka tije rûreşî a pergalên dîktator ve hatine tomarkirin. Wan heta rehim bi du kesên birîdar jî nekirin ku yek Ehsen Nahîd û yên din jî Nasir Selîmî bû. Wêne salên dirêj di arşîvê de man, lê piştre nasnameya wan wêneyan wiha hate nasandin: 1. Şehriyar Nahîd, 2. Ehsen Nahîd, 3. Sîros Menuçêhrî, 4. Nasir Selîmî, 5. Cemîl Yexçalî, 6. Ebdulah Fûladî, 7. Eta Zendî, 8. Muzefer Niyazmend, 9. Îsa Pîrwelî, 10. Muzefer Rehîmî, 11. Esxer Mubsêrî

Belgeyên tawanên birêveberên komara îslamî wisa zêde û zelal in ku dikarin bibin dokumentên balkêş ên desthilata yek ji xwînmêjtirîn dewletên li Îrana xwedî bajarvaniya 2500 salan.

Li pey Sine ku bêhna xwînê li der, dîwar, kuçe û kolanên wê dihat, vê carê bajarê Seqiz bû qada îdamê. 20 kes ku piraniya wan ciwan bûn bi awayê dizî û dûr ji çavê kamera û şahidên wan cinayetan, sibeha roja 28’ê Tebaxa sala 1979’an hatin îdamkirin: 1. Ehmed Seîdî, 2. Qadir Bihar, 3. Resûl Emînî, 4. Mihemed Baba Mîrî, 5. Nacî Xorşîdî, 6. Enwer Erdelan, 7. Kerîm Rizayî, 8. Elî Fexrayî, 9. Sêyfûlah Fêyzî, 10. Ebdulah Behramî, 11. Mihemed Derwîş Noqirhay, 12. Seyîd Hesen Ehmedî, 13. Ehmed Moqedem, 14. Ebûbekir Hemîdî, 15. Kerîm Şîrînî, 16. Nasir Hedadî, 17. Celîl Cemalzade, 18. Mihemed Xefarî, 19. Kişîzade, 20. Xatir Xetîbî

Sala 1981’an jî 50 kes li Mehabadê hatin windakirin û îro jî kes nizane li ku ne û rastî çi qederê hatin. Îdamên komî ber bi Urmiye, Neqede û Selmasê ve jî hilkişiyan. Tevkujiyên li Qarnê, Qelatan û sedan gundên din jî zû gel bi vê rastiyê hesandin ku vê gotina bav-kalan bi bîra hev bînin: “Rehmet li bavê kifindiz…”

Ev nav û kesên ku rastî komkujiyên hakimên nûhatî hatin, misteke ji navê hezaran kesên din in ku di sala 1988’an hatin kuştin û gihîşt dereceya xwe ya herî bilind. Wê salê zêdetir ji 13.000 kesan li girtîgehên sergirtî yên seranserî Îranê hatin îdam û tîrbarankirin.

Encamên cinayetên bêdawî

Roja 18.08.1979’an dest pê kirin û li Kurdistanê “Kurdkujî” bû karê wan yê rojane.

Pêngava yekê ya hikûmeteke îslamî “ tevkujî “ û cewherê “ îslama siyasî “ jî li Kurdistanê reng û nasnameya xwe derxist. Desttêwerdanên karê navxweyî yê welatên din li Rojhilata Navîn ji hingî ve dest pêkir. Ger hingî hemû hêzên siyasî û komên etnîkî ên din li Îranê pişta kurdan bigirtana ‘şoreşa gelên Îranê’ ji rêya xwe a rast dernediket û nedibû sedema çêbûna ‚komareke îslamî a şiiyên mislman û radîkal’ ku bi desthilata serdema sefewiyan re tu cudatiyên xwe nîn in.

Em ê ji bîr nekin

Em ê wan hemû kuştin û tirajediyan ji bîr nekin, lê nabe cinayetkar jî bêne bexşîn. Dema roja hisab-kitaba wan hat, nabe kesên azadîxwaz wan bibexşin.

Ez hingî zarok bûm. Dengê bombe, şikandina der û pencereyên gundiyên feqîr di guhê min de ne. Kuştina jin, kal, pîr, zarok û her kesî hê jî ji bîra min neçûne. Ew dîmenên tije “êşên bêderman” heya mirinê yê li ber çavên min wenda nebin. Ji hêlekê qêrînên bêbersiv ên zarokan, ji hêla din jî kuştina hemû tiştekî ku “bi can” be, çîrokên tevkujiyên Mongolan bi bîra me dianîn. Me ew çîrok tenê di pirtûkên dersxanê de xwendibûn, lê cîhada Xumeynî ew çîrok ji me re kirine rastî, bêyî daxwaza me bi me dane temaşekirin. Hawar û qêrîn bêdawî bûn, lê hingî jî dengekî tije hêviyên jiyanê ji hêla dayikeke birîndar ve hate min: “Guleyên top û tankên we dengê min kerr nake ey dagirker.”

Sal bi derbasbûna xwe re em şiyartir kirin. Di nûciwaniyê de me zanî ku Xumeynî li dijî doza kurdên şoreşger ‘Cîhad’ daye îlankirin. Min hingî ji bavê xwe pirsî: “Babo di xwendingehê de em hîn kirine ku nabe misilman li dijî hev cihadê îlan bikin, ew cihada sala 1979’an çima li dijî kurdan hate dayîn? Ma kurd hingî jî ne misilman bûn?!”, bavê bi nêrîneke tije tirs li min nihêrî û destê xwe danî ser devê min û got: “Êdî qet van pirsên wiha ne li min û ne jî ji kesekî din nepirsî ha….”

Bi wê cîhada rê êdî şerê şiiyên misilman li dijî kurdên sûnnî, destpêka rojeke din a jiyaneke tije qir û kuştinê bû ku li Kurdistanê dane destpêkirin. Pêre jî ew şer belavî hemû Rojhilata Navîn kirin. Wan ji zû de gotibû ku: “Em ê li cihê petrolê yê şoreşa îslamî bifiroşin hemû cihanê…”

Destpêka wê fetwaya cîhada Xumeynî li dijî gelê Kurdistanê, destpêka hemû hovîtiyên roja îro li Rojhilata Navîn bûn. Kesî dengê kurdan nebihîst û ji hingî ve ku rêberên kurd behsa xeter û cewherê îslama siyasî dikirin, fermana kuştina wan jî li Tehranê hate derxistin. Yek li Wien, yê din li Berlîn, sedan kes jî li başûr, Fransa û welatên din ketin ber şûra kuştina wan hovên mejî hişk ên sedsalê.

Ragihandina rejîmê bi hemû şêweyên dûr ji rêç û rêbazên exlaqî dest bi şantaj û berevajîkirina nûçe û xeberên şerê li Kurdistanê kirin. Êdî şerê wan yê derûnî jî li dijî rastiyên şoreşa kurdan dest pê kirin.

Wan hemû rêyên pêşketina pênc wilayetên rojhilatê Kurdistan girtin û dorpêçeke aborî- siyasî dane destpêkirin. Lê berevajî hemû kuştin û îdamên berdewam ên ji sala 1979’an û pê de, riha azadîxwaziyê a kar û xebatê nesekinî. Hingî bavekî 70 salî dema ku keça wî ya xwendevan û hevsoza şoreşgeran dihate veşartin li ser mezarê wê wiha qêriyabû: “Kes nikare rêya hînbûn û zanînê li ber me bigire. Ger hûn kesekî ji koma me bikujin, em ê bi destê 5 kesên din bigirin û bîşinin nav xwendingeh û zanîngehên hînbûn û zanînê. Em ê careke din ji nav xwîn û xweliyê rabin ser piyan ku silaveke germtir bidine zanîn, xebat, pêşkeftin û kesên aqil û şoreşger. Kes nikare me û hebûna me tune bike.”

Piştre li hevalên keça xwe şîreteke wiha jî kiribû: “Xwendin zêrê zer e, nezanetî jî xencera bi keser e, hûn bixwînin ku rêbaza Mehabadê biserbikeve û wenda nebe…”

Navê wê rojê çi be?

Bila hakimên fasid ji bîra xwe nebin ku: Terora fîzîkî pêkan e lê kuştina azadiyê ne pêkan e. Çavtirsandina xelkê, tirsa ji pênûsa azad, kuştina rojnamevanan û rewşenbîran, xwekuştin e. Xwexwerî, dizî, gendelî, xifleta ji daxwazên xelkê, neparastina hurmeta sînoran û hwd. mezintirîn dorandin an jî windakirina baweriyê bixwe ye.

Bi van mînakên jor û hinek nasandina rejîmeke totalîter a îslamî li pareke Kurdistanê, niha ez nizanim ka em ê navê kîjan rojê deynîn:” Roja reş, roja hêrş, roja berxwedanê, roja tevkujî û roja fermanên bêdawî….”.

Bersiva vê pirsê jî bila ji we xwendevanên hêja re bimîne!