Kakşar Oremar Kakşar Oremar

Deng û awazên aştî-demokrasiyê û HDP 15 Pûşper 2018 În

Bihêlin ez vê nivîsa xwe bi gotineke balkêş a mirovê mezin, Mahatma Gandî (1869-1948 ) dest pê bikim: “Hikûmeteke nelayiq ji xeynî zindanê cihekî din ji mirovên layiq ên welatê xwe re tune ye.” Ev gotin ji hêla kesekî mafnas ve hatiye gotin ku gelek salên xwe di girtîgehê de derbas kirin. Ew xwedî felsefeyeke wisa bihêz a mirovperweriyê bû ku karî li hemû Hîndistanê bawermendên sedan ol û mezhebên ji hev cuda bîne ba hev û heta îro jî ew di aştî, biratî û dostaniyê de dijîn. Ew dijberê wan kesan bû ku ji kursiya îktîdarê hez û mêtîngerî jî karê wan bû. Li ser mafên wekheviyê ji hemû komên etnîkî-olî re pir bi israr û dawiyê canê xwe di vê rêya pîroz de kire qurban.

Li welatên ku kesek bi otorîteya xwe ya keyfî ango li derveyî qanûnê biryar û qiraran li ser qedera kesayetî an jî ya gelan dide, tenê dikare layiqî paşnavê ‘dîktator’ li pêş an jî li pey navê xwe be.

Li gelek welatan dehan sal derbas bûn û êdî niha bûne sedan sal, lê tabloyekî wiha qet û qet nekarî biqasî ku pêdivî ye, rengê xwe bigûherîne. Ev nikare tenê li ser rewşa îro, duh û pêr a welatên weke Tirkiyeyê, Îranê, Iraqê an jî Sûriyeyê bê gotin.

Li Rojhilata Navîn yên ku azadîxwaz in û mexdûr in, ji her kesî bêtir bi bihayê azadiyê dizanin. Li pey derbasbûna dehan salan yên ku xwestine û dixwazin rengê jiyanê bigûherînin, piranî kurd in. Tabloyê ku bi xwîn û keda hezaran keç û xortên kurd qet nebe ji sala 2014’an û şûn de li başûr û rojavayê Kurdistanê cewherê nasnameya xwe bi rindî ji raya giştî ya cîhanê re daye der.

Vê yekê kir ku dîsa “dijberên guherandin û reformên bingehîn” bikevin nav liv û lebatên bêsînor.

PYD li Rojava û niha jî HDP li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bûne hilgirên ala dermanê rastiyên veşartî ên sedan salan ku hê jî nehatine çareserkirin. Vê yekê jî him “dîktatorên hegemmonîxwaz”(1) û hem jî “neteweperestên kor û bênasname” li dijî bizava siyasî ya kurd gihandine hev. Bizava ku demokratîkbûna wê di gotin û kiryarê de weke hev bûye.

Bi vê yekê re min xwest girtina Selahattîn Demîrtaş, hilbijartinên pêşwext, sûdgirtina ji îmkanên dewletê, her roj derxistina yasayên nû li dijî partiyên demokratîk li Tirkiyeyê û Kurdistanê bi bîra we bînim. Her wiha bêjim ku Erdogan bi dirûşmên berraq dest pêkir û di nêrîna yekê de her kesî ew gotin û qêrînên wî yên qaşo “biratiya hemû gelên misilman, yasayên wekhev ji kurd û tirkan re” û hwd bawer dikirin, lê bi xebat, kar, israr, îrade û pêşengiya birêveberên hereketa bakurê Kurdistanê re rûpoşa wan a xapînok zû hat daxistin.

Kirasekî xweşik kirbûn ber bejna xwe, lê gotin û kirinên wan pir ji hev dûr bûn. Mînaka herî baş a vê rastiyê hevgirtina AKP-MHP’ê ye ku di dirêjahiya çend salên bihûrî de bi gotin û kirinê de û bi rindî û eşkerahî ji raya giştî re ispatkirine ka manîfesto an jî bîr-ramanên wan çiqas li dijî         hev bûne.

Çîroka firînê sultanê daristanê!

Kar û kiryarên AKP-Erdogan-MHP’ê li dijî alîgirên aştî, demokrasî û biratiya gelan “çîroka sultanê daristanê” bi bîra min anî.” Rojekê Helo (Qertel) hemû teyrên daristanê kom dike û ji wan re wiha dibêje:” Sultanê daristanê ferman daye ku ji vir û şûn de tu kesek ji me nikare bifire. Yanî kes xwedî mafekî wiha nîne û nabe ku bêy îzna sultan em per û baskên xwe bi merema firînê vekin.”

Piraniya wan nerihet, bû nalîn û axîna wan, sosretgirtî û bêdeng man, di bêdengiyê de ji xwe pirsîn:” Ma ew ê çawa bi bêyî firîn bikaribin bijîn!”

Li hev nêrîn û bi hev şiwirîn. Hinek ji teyran wiha gotin:” Ev biryar zilmeke mezin e û divê em herin cem sultanê xwe, jê rica û daxwazê bikin ku ji me re destûra firînê bide.”

Hinekên din jî wiha gotin: “Bila ji bîra we neçe; her giyandarê ku fermanên sultan neanîne cih, hatiye kuştin û me jî ku qet hêza dijberiya bi wî re tune.”

Komeke din a wan teyran jî bi derxistina perên xwe, nerazîbûna xwe dane xuyanîkirin, lê koma çarê li pey rêyekê digeriyan ku firînê di şertên awarte de weke yasayeke taybetî bi sultan bidine pejirandin. Ji ber wê jî çend kes weke nunerên xwe şandin navenda şêwra bilind a yasadanînê li koşka Sultanê egoîst Xku qet nebe biqasî bilindahiya metroyekê bikaribin destûra firînê lê ew jî tenê di sinorê diyarkirî yê pişta çem de, ji wî bistînin.

Di nav wan teyrên daristanê de ên ku karê wan nêçîrkirin bû, komeke rewşenbîran jî peyda bû ku dixwestin bi hişyarkirina hemwilatiyên xwe, firînê weke mafekî xwe û hevalên xwe yê sirûştî bidin nasandin.

Ji ber wê bi peyatî ketin ser rê û rêbaran, li hemû daristan, deşt û çolên nav sinorê welêt digeriyan, rastî her kesî dihatin ew şiyar dikirin û ji hemû çînên civakê dawa dikirin ku firînê ji bîr nekin û jê hez bikin.

Cihê sosretê di vir de bû ku hemû teyr ji vê rastiyê xafil bûn ku ‘firîn’ tenê rêya wan ya rizgariyê ye. Tu kes di wê fikirê de nebû û nediponijî ku şêr wek sultan û hevalbendên pêre qet û qet yê nikaribin li hemberî firîna wan di esmanên bêbinî û şîn de karekî bikin an jî wan ji esman bînin xwarê.

Di vê çîrokê de dersên girîng hene. Sultan kî û xwedî kîjan hêz û îmkanên madî-menewî bin, lê qet yê nikaribin rê li ber firîna Helo an jî teyrên din yên xwedî per û baskên firînê bigirin. Ev kar hingî misoger e ku pên gava yekê li dijî biryara sultan bê hilanîn.

Mesela “Erdogan-MHP-AKP” û “HDP û alîgirên jiyaneke azad û dûr ji etmosferê girtin û kuştinê” jî weke sultanê daristanê ye ku tenê ramanên çend teyrên hişyar hemû planên wî vala derxistin. An jî baştir e bînim bîra we ku; ‘maf nayê dayîn, maf tê standin’.

Di vê rêbaza tije astengî de dîsa yê weke salên berê xwîna azadîxwazan bê rijandin, lê ji niha de ez dikarim bêjim ku her ‘dilopa wê xwînê yê gola fetisandina diktator û înkargerên mezin û biçûk’ kûrtir bike.

Van rojan careke din gotinên weke “azadî, maf, faşîzm, sultan, hejmonîxwaz, demokrasî, kurd, Kurdistanê, qeder û hwd” li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê ketine ger û jiyanê.

Demîrtaş ji nav dilê zindanê bi twîttên xwe yên kurt û tije peyamên watedar ser li hakimên Enqereyê şêwandiye. Hêviyeke mezin heye ku ew wek kandîdê çendîn çînên civakê serkeftinên mezin bike para alîgirên xwe. Tevî dadana hemû deriyên li ser wî, bes kurd bi israr in ku girtiyê azadiyê ji zindana mezin a bi navê Tirkiyeyê derxînin derve. Cudatiya alîgirên felsefeya azadîxwaziyê ya hereketa Bakur tevî ya hemû dîktatorên ku maf û hebûna neteweyek 50 milyonî înkar dikin di vê xalê de ye.”

Hinek sultanên ku bi xewn û xeyalan dijîn rêberên kurd digirin, lê hinek kes jî hene ku bi ronahiya fanûsa di destê xwe de civakê şiyar û rêberên xwe ji girtîgehê derdixînin. Rêberên ku dibine pêşengên reformên û pêşkeftinên pêwîst ji serdemê re.”

Gotinên vala, qedera kesên sivik

Van rojan li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê, di TV û ragihandina alîgir û bêalî ên dewletê de axaftin li ser dengên zêde ên HDP’ê pir zêde tê bihîstin. Ji niha de gelek şiroveger û pispor, qeder û paşeroja dewletê, bi serkeftina HDPê ve girê didin.

Dîsa gotina rojê ‘çaresekirina pirsgirêka kurd e’ ku bûye benîştê devê hemû birêveber û kandîdên partiyên siyasî li Kurdistan û Tirkiyeyê. Lê gelo li pey hemû hewldanên Erdogan li dijî refrandûma Başûr, dagikirina Efrîn, bêrêziyên bêsînor li dijî kesayetî û hereketa siyasî a bakurê Kurdistanê, dîsa hinek kurd yê li bakur dengê xwe bidin AKP’ê û                      Erdogan!

Erdogan bi dahol û zirneyê carna behsa dagirkirina Qendîl û carna jî li ser Minbicê diaxive. Biqasî ku pêwîst be li dijî rêzdar Barzanî û refrandûmê sivikatî bi hemû kurdên Kurdistanê kirine, lê nayê famkirin ka çima piştî ewqas rûdanên tehl, dîsa hikûmeta herêmê li hemberî siyaseta dagirkarî a dewleta Tirkiyeyê bêhelwest e.!

MHP û AKP’ê îslam û nimêj ji bîr kirine, bi bilindkirina hestên şovenîstî yên weke serdema Neo-Naziyên salên 1930’an li Almanya, dîsa dixwazin li dijî kurd û alîgirên demokrasî, diyalog û çareseriya pirsgirêka kurd, rûçikê xwe yê sedan salên berê nîşan û tirajêdiyên tevkujîyên mezin bi bîra dîrokê bînin.

Lê HDP û birêveberên kurd jî baş ketine bala gelên nav sînorên Tirkiyeyê û ji niha ve wiha xuya ye ku dê dengekî mezin bidest bixin. Xema mezin a Erdogan û Bahçelîyê kekê wî jî dîsa kurd, HDP û alîgirên                demokrasiyê ne.

Selahattîn Demîrtaş bi peyamên xwe yên kurt û cewherdar, “rê wendakirin” kiriye para birêveberên ku dixwazin di sedsala 21’an de reşahiya sedsala 19’an bînin koşka osmaniyên modern li Enqereyê.

Bila ji bîra we neçe; hemû hewldanên wan dê dîsa nikarîbin li dijî hêz û hebûna kurd û Kurdistanê bi serkevin. Vê carê ne zora wan belkî dora bindestên aştîxwaz e.

Bi hemû rastî û baweriya ku we bi doza mirovahiyê heye, bila qet Kerkûk, Efrîn, Şengal, Kobanê, Cizîra Botan, Nisêbîn, Gever, Qendîl û kiryarên Erdogan li Kurdistanê ji bîra we neçin.

Ew ne dijminê PKK’ê an jî hereketa Başûr bi tenê ye, belkî dijminê doza pêşewa Qazî, Şêx Seîd, Dr. Nûrî Dêrsimî, Xûybûn û Şêx Ehmedê Barzanî ye jî.

Ew ê hemû hêza xwe ya leşkerî û siyasî bi kar bîne ku hestên neteweperestiyê li dijî bizava kurd bilind bike. Gelo van rojan çima hatina wan a herêma Biradost li başûrê Kurdistanê bi armanca çêkirina “herêmeke Tampon” dest pê kiriye?!.

Mixabin dîmenên pir kirêt in ku serleşkerên tirk li mizgefta gundê Bermîze bi hinek kurdên herêmê re rûniştî ne û xwarinê dixwin!!. Desthilata başûr, dewleta Îraqê û çîna rewşenbîr a civakê di van şert û mercên dijwar û dîrokî de li ku ne? Çima li dijî wan bêdengî           hilbijartine?

Yên ku li herêmê hevkariya leşkerê dagirkerê tirk dikin kî ne û bi destûra kê hatine wir! Erdogan û dewleta Tirkiyeyê li her derê dijiminên doza kurd in, gumana kesekî heye? Bila di bîra hemû kesên ku kêm-zêde şarezayî dîroka siyasî li Kurdistana mezin in de bimîne ku ‘xiyanet’ an jî di çavê dagirkeran de yên ku xwe sivikkirine dê xwedî aqibeteke pir nexweş bin. Li bakurê Kurdistanê qedera wan kesên han li ber çavan e ku mînaka jêr yek ji wana ye.

Dema ku mirov eslê xwe ji bîr bike, dê bibe kesekî weke wan mirovan ku her carê bi sazekê direqisin.

Vê carê Îboyê AKP hez jî ku li dijî doza kurd û Kurdistanê stran gotine, ji dagirkeran re bûye amrazekî asîmîlasyona hunerî-civakî û herî dawiyê li pey dagirkirina Efrîn û Kerkûkê bû qeşmerê ragihandina tirkan, kete halê wan kesên ku tim bi nirxê rojê distirin, diaxivin û ji bo dilxweşiya hinek kesên cinayetkar dibîne meymûnên bêqîmet!

 Namzediya wî û hinek kurdên caş-belaş ji aliyê partiya serdest ve hate red kirin. Û bav-kalan gotine: “Yên ji xwe re nebin, ji kesên din re jî nabine tiştek.”

Du gotinên dawiyê

Rûpelên dîrokê bi pêngavên mezin û xebata mirov û çînên civakê tên gûherandin. Ji ber wê jî bila haya me ji du gotinên jêr ji bo roja 24’ê hezîranê hebe:

3 Kesên ku bixwazin, dikarin her tiştekî bidest bixin.

3 Erkên dîrokî li ber wan kesan in yên ku êdî naxwazin “ qirmên dara xwe û ava aşê dijminê doza gelê xwe” bin.

(1). Hegemon, peyvek Yunnaî bi wateya desthilatdarî ye.