Kakşar Oremar Kakşar Oremar

Çar nav û mîratgirên keda wan 20 Tîrmeh 2018 În

Çar nav û mîratgirên keda wan

Simkoyê Şikak û mîratgirên doza wî

88 sal derbas bûn. 21’ê tîrmeha 1930’an, roja ku dîsa xemeke giran bû mêvanê dila û xemsariyeke mezin cihê xwe yê nexweş di rûpelên dîroka Kurdistanê da vekir. Xema giran ji ber kuştina şêrekî bi destê roviyên sextekar, xemsariya mezin jî ji ber bêdengiya kurdan li pey wê rûdana nexweş.

Êşa wê rojê hingî bêhtir giraniya wê aşkera dike ku sê xalên girîng bi bîra mirov tîne:

  • Simko dijminên doz, malbat û şexsê xwe baş naskiribûn, lê kes nizane ka bi kîjan baweriyê ya bi desthilatdarên îranî yên kurdkuj re hate bajarê Şino! Şert û mercên hevdîtinên di navbera du aliyan de çi bûn û aliyê kurd çawa baweriya xwe bi wan derewkarên bêexlaq anî ku Hemze Axayê Mengor, Cewer Axayê Şikak, Mihemed Axa û Simayîlxanê mezin jî bi xapandinê teror kiribûn?
  • Mîratgirên Simko li pey şehadeta wî çikirin û niha neviyên wî çi dikin? Rast e ku zext û zordariyên rejîma serdest gihabûn asta fetisandinê, lê ev jî nabe sedem ku malmezin û gire-girên kurd li hemberî qatilên bav-kalan serê teslimiyetê biçemînin!? Li bajarê ku Kurdistanîbûna xwe hinek deyndarê kar û xebata Simkoyê Şikak û eşîreta Evduyiyan ne, kesên herî nêzî wî çi dikin û çiqas rêzê li wê mîrata xwe ya giranbiha digirin ku dîroka Kurdistanê jî deyndarê wê ye!
  • Dema Dr. Qasimlo roja 13’ê tîrmeha 1989’an di qelbê Ewropa de hate qetilkirin, dîsa bêhêvîtî, şikestin û hisên xwekêmdîtinê canê kurdan guvaşt. Çima dîsa rojên reş di dîroka me de dubare bûn?

Bi derbasbûna salên li pey hev, carna hinek belge dikevin destê me ku serbihûriya sedan salên berê a bav-kalên me baştir radixe ber çavan.

Ked û xebata Simkoyê Şikak ne ji hêla partiyên siyasî li Kurdistana mezin, ne ji hêla çîna rewşenbîr, ne jî ji hêla hinek kesên pirbêj û bi îdia yên malbata wî nehatiye nasandin û teqdîrkirin. Hinek dîroknivîsên weke mamosta Dr. Kemal Mezher, Dr. Cebar Qadir, Mihemed Heme Baqî, Mihemed Resûl Hawar û hwd bi berfirehî li ser armancên wî yên siyasî-civakî nivîsandine, lê cihê daxeke giran e hingî ye ku hinek ji neviyên Simko bi daxwaza xwe ketine xizmeta dijminên doza wî ya pîroz. Hinek ji wan serok cehş û hinek jî dest li ser sing bûne xulamokên wan cinayetkaran ku destê wan bi xwîna kurdan sor e! Ev di rewşekê de ye ku Simko berî sed salan û bi îmkanên herî kêm yên wê serdemê li ser sê xalên jêr pir xebitî:

  • Bilindkirin û zindîkirina kesayetî û nasnameya kurd ya şikestî û pêpestkirî.
  • Bilindkirina çanda civakî û bixwebaweriya kurdan a ji hev re.
  • Bi rêya vekirina komele, xwendingeh û weşandina kovar û rojnameyeke kurdî û farisî xwestiye hem xizmeta zimanê kurdî bike û hem bi zimanekî zelal ji îranî û kurdan re bêje ku: “Nabe em xwe ji kesî kêmtir bibînin, çimkî em jî dikarin xwedî dewleteke serbixwe bin.” Di rûpelên rojnameya kurd de ew bi dirêjî behsa armancên xwe yên siyasî dike. Bi vê re jî em baş pêdihesin ka asoyên ramanên Simko çiqas berfireh û kurdistanî bûne. Di rewşekê de ku hingî îmkanên teknîkî û malî pir kêm bûn, Simko weke lîderekî dûrbîn û xwedî kesayetiyeke karîzmatîk, rewşenbîrên kurd li dora xwe dicivîne û erkên wan ên dîrokî bi bîra wan tîne. Ew bi hemû hêza xwe li pişta çîna rewşenbîr sekiniye. Di karê dîplomasiya bi dewletên biyanî û lîderên parên din yên Kurdistanê re jî nameyên ku li pey xwe hiştine, asta têgeha wî ya siyasî-rewşenbîrî û xweziyên wî yên azadîxwaziyê ji me re aşkera dibin. Hezar mixabin nevî û mezinên malbata wî dikarin biçine şîna cinayetkarekî weke Mela Hesenî, lê naxwazin bizanin ka termê Simko li ku dera bajarê Urmiyeyê hatiye veşartin! Ew dikarin bejna xwe li hemberî fermandar û serleşkerên Pasdarên Îranê an jî kesên weke Moqedem û Xûlamriza Celalî bitewînin, lê naxwazin carekê çavê xwe bi rojnameya kurd a serdeka desthilatdariya Simko li nîvê axa rojhilatê Kurdistanê bixişîn ka Simko çawa li ser zordariya dagîrkerên îranî û bêedaletiyên wan, rûpelên wê rojnameyê xemilandine! Divê ew beriya her kesekî wek endamên malabata Simko vê rastiyê baş bizanibin ku ew qîmeta wî nav û keda dîrokî nizanin, gelek kes yê baweriya xwe bi antîpropagandeyên dewlata Îranê bine ku dehan sal e niha jî berdewam e.

Romana li jêr navê” Lambalo ve Kaşa” li ser rûdanên şerê cihanî yê yêkemîn û salên 1916’an û şûnde li rojhilatê Kurdistanê ye. Nivîskarê wê rewşenbîrê Gurcî yê sernas nemir Mikheil Cavaişvili (1880- 1937) ye ku piştre li sala 1937’an ji hêla dewleta demê anku siyaseta bi navê “ paqijkirinê” ve di dema Stalîn de hatiye tîrbarkirin. Ji sala 1916’an û pê de ew weke misyonerekî mesîhî û berpirsekî leşkerî yê dewleta Rusya li rojhilatê Kurdistanê bûye. Serûkaniya wê romanê pirtûka li jêr navê: “Bîranînên bavê min” e ku keça wî ya bi navê Ketevan Cavahişvili li sala 2000’an bi zimanê Gurcî daye weşandin. Çend sal piştre ew pirtûk li jêr navê “Lambalo ve Kaşa” bi zimanê tirkî jî hatiye belavkirin.

Min niha ew pirtûk bidest nexistiye û nexwendiye, lê weke çend hevalên min yên Gurcî dane diyarkirin ku li ser rewşa kurdan a wan salan û rola Simkoyê Şikak di qada siyasî ya wê pêvajoya hesas a dîrokî de zanyariyên girîng û balkêş hene. Wî tevî Simko wêneyek jî kişandiye û wêneyê hespê ku wek xelat jî ji wî standiye, di pirtûkê de cih digire. Ez bawer nakim ku kesek di wan salan de bê li ber çavgirtina faktorên olî-etnîkî bi rindî an jî rûrastane nêrînên xwe li ser kurdan û doza wan binivîse, lê di pirtûkên wiha de gelek rastiyên veşartî jî radixin ber çavan. Dema min pirtûk xwend ez ê bixebitim ku bi dirêjî nêrîna xwe li ser binivîsim.

Simko şoreşger û zimanhalê şoreşa wî rojnameya “kurd “ bû. Bi du zaravên zimanê kurdî (kurmancî û soranî ) û zimanê farisî dihate weşandin. Bi şêwra ku li gel şêwirmend, rewşenbîr û zanayên derdora xwe re dikir, armancên bizava xwe ya siyasî-civakî tê de belav dikirin. Qaziyê Simko kesekî weke Mihemed Cemaledîn Elhekarî bû ku ji bakur çûbû Rojhilatê Kurdistanê.

Gilî û gazinên wî beriya herkesî ji gelê kurd û kesên derdora wî bû ku bi “mêşên li dora hingiv” şibandibû. Yekgirtina kurdan li ba wî pêngaveke mezin bû û di qada siyasetê de jî tim bi bîra rayedarên dewletê dianî ku Îran welatekî firenetewî ye û nabe tenê komeke etnîkî serdestiya hemû netewên din bike.

Nebûna hêlîneke serbixwe weke “mirina gelê kurd “ binav dike

Şerên wî yên giran di çend qadan de, zordariya gelên herêmê li ser kurdan kêmtir kiribû. Li gor şertên siyasî yên wê serdema tevlihev” peyamên Simko “ ji navenda desthilatdar re tu rêyekê li ber dîroknivîs û siyetzanan nahêle ku bêdudilî asta bilind a têgehîştina wî lîderê kurd bipejirînîn.

Wan salan bi îmkanên kêm yên hatin û çûyînê rojnameya kurd li her dera ku kurd hebûn, dihate belavkirin, Desthilata Îranê nedixwest ew rojname bê belavkirin, ku ne kurd û ne jî gelên din yên nav sinorên Îranê bi armancên wî yên siyasî û dûrbînane bihesin.

Ger em ji xwe pirseke weke; ‘Wê serdemê li Kurdistanê bi taybetî û li Îranê bi giştî asta xwendinê çiqas bûye?’ belkî hilanîna pêngaveke wiha baştir bê nirxandin.

Kesên ku Simko nas nakin, bila wê rojnamê baş bixwînin, bila ji armancên wî û sedemên dijminatiya wî a ji hêla Îraniyan ve jî baştir bibin xwedî agahdarî. Vekirina xwendingeha zarokan li bajarê Xoyê çima rayedarên dewleta Îranê heya sinorê dînbûnê birbû? Çima Simko dixebitî ku zarokên kurd bi zimanê xwe yê zikmakî bixwînin? Ger kesek bêje; ‘nabe tu kes li ser axa min zilmê li min bike û yasayên olî jî li dijî karekî wiha ne’, hingî em ê baştir bi wateya rêbaza Simkoyê Şikak bihesin.

Bandora antîpropagendeyên nivîskar, serleşker û siyasetmedarên şovenîst ên îranî nikaribû bibe sedem ku nav û keda Simko di dîroka Îran û Kurdistanê de neyê dîtin.

Dehan kesên biyanî, kurd û îranî hene ku di bîranîn û nivîsên xwe de bi berfirehî behsa armancên doza Simko dikin, lê niha jî hinek kes hene ku bêhtir ji ewqas destkeftên bizava bi xerabî behsa du-sê kêmasiyên wî dikin. Gelo ma di dîrokê de kes, bizav an jî rêxistin û dewleteke hebûye ku bêkêmasî be?

Ji bo Qasimloyê zana

Sal 1979 bû, li Mehabadê mîtîngeke mezin hebû, hingî Dr. Qasimlo bi dengekî bilind wiha qêriya: “Qedera gelê kurd li Waşington, London, Parîs û Moskovê nayê diyarkirin, gelê Kurdistanê bixwe dê qedera xwe diyar bike û biryara dawiyê li ser wê qederê jî dê li Kurdistanê bê dayîn.”

Dema navê Dr. Qasimlo tê bihîstin, pirsa yekê ji min ev e: ‘Di nav siyaseta kurdî de sînorê xemsariyê heya ku derê ye?”

Piştre gelek gotin, nêrîn û pirsên din jî dikevin bala min:

Me dikuijn, lîderên me teror dikin, me dikin amrazê destê xwe û kurda bi destê kurdan didin kuştin, lê em dîsa jî  nabin yek!

Terorkarên ku sedan sal e “jiyan û hebûnê” dikujin û behsa “maf, îslam û exlaq” jî dikin, çima li hemberî nêrînên mentiqî rêya kuştina mirovan didin ber xwe?” Dewleteke terorîst ku li pey dadgeha Mykonos êdî makîna xwe ya teror û kuştinê sekinand, vê carê di nav sînorên xwe de bi şêweyên herî bêrehmane çerxa îdama azadîxwazên kurdan xiste gerê. Li Ewropa û welatekî weke Avusturya çima dadgekeke weke a Mykonos çênebû?

Belgename çi didin diyarkirin? Gelo ew belge têr dikin ku cîhan baştir “zalim û mezluman” ji nav hev derxîne? Helwesta dewletên cîhanê li djî wan teroran çiqas cidî bû? Gotin û kiryar çiqas nêzî hev an jî mebestên din li pey van qîrînên rojê bûne? Karên yasayî çima li Avusturya û Almanya weke hev nebûne? Hêza kurd çiqas li derveyî Kurdistanê xwedî rol bûye ku dewletên dagirker dirêjîyê bi kiryarên xwe yê terorîstî nedin? Bi kîjan şert û rûyê mirovahiyê herî dawiyê dewleteke Ewropî li gel berpirsên dewleta Îranê rûnişt ku di “sponsorbûna terorê a wê dewletê” de tu goman nemane? Aya bi ewqas delîl û belgeyên ku li ber dest hene, çi rêyên din mane ku ew dawî bi kiryarên wan neynin!

Îro jî li pey 29 salan niha jî terorîstên naskirî: “Bozorgyan û Sehrarûdî” saxin û dehanhezar endam û alîgirên hêzên siyasî ên kurd jî niha mane û xwe bi berdewamkerên rêvaza Dr. Qasimlo dizanin, gelo ji sala 1989’an heya niha wan çiqas erkên xwe bi cih anîne?

Niha jî dosyeya şehadeta Dr. Qasimlo li dadgeha bilind a Wiyanayê vekiriye û gelo HDK-Îran biqasî ku pêwîst be li ser wê kar kiriye? Hikûmeta herêma Kurdistanê li dijî dewleteke terorîstî ya navneteweyî ne bi aşkerahî belkî qet nebe bi awayekî veşartî çi kiriye an dê ji vir û şûnde çi bike! Komîteyên derve yên HDK-Îranê çiqas karîne karê dîplomasiyê bikin ku li dijî kujerên Dr. Qasimlo karekî bikin!

Dr. Qasimlo di 59 salên jiyana xwe de xweş û baş kar kir ku piştre bibe rêberekî bîrmend, karîzmatîk û zana. Ew modern difikirî û roja îro cihê wî di qada xebatên dîplomatîk de pir vala ye. Kurdek ku cihanî difikirî, bes mixabin ku kurd jî niha wî nanasin. Di dirêjahiya dîrokê de tevî hezaran kesên din bû fedayê doza siyasî a Kurdistanê û di cihê xwe de ye ku em jî deynê wî û azadîxwazên din ji bîra xwe nebin. Heya kengî dê xwîna wan bibe qurbana du bermîlên petrolê û kiryarên hovane ku sedan sal e li dijî lîderên kurd berdewam e?

Nemir Qasimlo bihayekî giran dida azadiya mirovan û moral dida şoreşger û bizava siyasî ya kurd, lê îro nave wî di bala kêm kesan de maye.

Tehsîn Teha û Hozan Serhedê şehîd

Îro herdu hatin bîra min, demeke dirêj li ser jiyana wan a kurt û pirbar ponijîm, lê min nekarî xwe bigirim dema ku deng û awazên wan yên germ hemû hestên min bi xwe re ber bi rêvîngiyeke dûr ve birin. Li kêleka hev rûniştine û stranên dilê xwe, dilên heza ji azadî û serxwebûna Kurdistanê, dilên birîndar dibêjin. Bi gotinên xweş û zimanekî sade “hişê me” ber bi hezaran salên berê ve dibin, me bi hebûn, esalet û dîroka me ya dêrîn dihesînin. Dengê wî yê germ, sazê wî yê ku hestên jiyanê di ruhên nîvmirî de jî dixe gerê, hbiha jî guhdarên xwe hene. Gelek sal derbas bûne, lê ew dîmen hê jî nû ne. Her du jî di karê xwe de hosta û bisporên qada hunerê ne, lê dema li ba hevin, hemû cihana wan ew cihê biçûk yê rûniştina wan e. Civat bi deng û awazên wan re bêdeng û wisa çûne nav kûrahiya eşqa du kesên evîndar ku ne di gotinê de belkî di qada xebatê de jî dema ku hê ciwan bûn, ji jiyanê veqetiyan. Yek li xurbetê bi axîn û nalînên bêbersiv, yê din jî bi gole û şikenceyên giran li ser singa axa welatê xwe, bi destê hêzên faşîst hate şehîdkirin. Yek ji bo dermanê dil hate Ewropa, yê din jî ji bo dermanê dilan çû Kurdistanê, lê dema gehiştin hev li ser “peydakirina dermanê dilê miletekî” em hemû bixwe re birin nav zeryaya bîr û ramanên kûr û dûr. Huner wiha bi hîvîyên jiyaynê re dibe yek, hebûn û mayîna me jî misoger dike. Awaz û dengên nostaljîk, kesên ku tevî hesret û xweziyên mezin hêsir û daxwazên dilê xwe bi gelê civakê re parve dikin, bêguman dê di bîra kesên xwedî wijdan de jî bimînin. Her straneke wan xwedî çîrokeke taybet e. Ew hunermendên serdemekê ne ku di stranên wan de rewşa jiyana siyasî-civakî a salên berê li Kurdistanê radixin ber çavan. Tehsîn Teha( 1941-1995 ) bi dilê xwe yê bi kul, hezaran hesretên nedîtî, xewnên ku hatine bîra wî, xwezî û bîrên kevin, nekarî teva di dilê xwe de kom bike, dilê wî sekinî lê xweziyên wî dilê mandî û birîndar derbasî nav dilê Serhed û hevalên doza Kurdistanê bûn û bi xêra wê eşqa îlahî tev di dilê me de jî kom bûne. Hozan Serhed (1970-1999 ) tenê 29 salan jiya, lê karî bibe dengê senfoniya şoreş û jiyanê. Çi maye bêjin, ji xeynî wê hindê ku tenê daxwazekê ji we tevan bikim: “Hezkirina ji hev karekî zehmet nîn e. Rûrastî, bihayê hev zanin û jibîrnekirina ked an jî mîratê temenê mirovan jî dikare tema jiyanê li ba her kesî xweştir bike. Ez axa binê piyê we hemû kedkarên doza Kurdistanê me, werin heya em saxin qedirê hev bizanibin.” Û dîsa li min biborin ku bi kurte nivîseke wiha nikarin hemû ked û xebata van çar mêrxasan bi berfirehî raxim ber çavê we xwendevanên hêja.