Kakşar Oremar Kakşar Oremar

1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê 02 Sermawez 2018 În

Destkeftiyên Berxwedana Kobanê ne tenê ji doza kurdan a rewa re belkî hêza meşrûyeta “doza mirovahî û hovîtiyê” jî baştir ji hev dane diyarkirin. Ez ne li ser Swîssreyê an jî welatên din ên demokratîk belkî behsa erdnigariyekê dikim ku jê re dibêjin: Rojhilata Navîn. Cihwarê ku sedan sal e dîktatorên serserî dikarin bi tena serê xwe milyonan mirovan bikin berdeyên daxwazên xwe yên ehmeqane. Qedera jiyanê bi her awayî di destê wan de ye û encama desthilatdariya wan jî ji xeynî wêranî û tevkujiyan tiştekî din li pey xwe nehiştiye. Rewşa îro ya Sûriyeyê û Îranê vê rastiyê baştir ji her carê bêhtir bi me dide selmandin.

Serkeftina ku li Kobanê bû para şervanên kurd, hêviyên mezin afirandin ku dawî bi sîstemên totalîter li welatên wê herêma dêrîn a jiyanê were. Ronahiya ku tava wê rojê da rengê jiyanê hê jî mirovên korbîn ditirsîne. Erdogan û sîstema wî a sultanîzimê bi derbasbûna sed salan re hêşta jî naxwazin ‘rastiya pirsgirêka kurd a dîrokî’ bibînin.

Tevî pîrozkirina vê roja pir girîng, hêvîdar im azadîxwazên ku baştir ji her kesî bihayê azadî, ramana bêsansur û rûmeta mirovahiyê dizanin, dîsa jî parêzvanên destkeftiyên Berxwedana Kobanê û sîstema nûavabûyî li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê bin.

Bihîstina wî navê şirîn anku Kobanê gelek tiştan bi bîra me tîne: yekitî, hevgirtin, berxwedan û serkeftin, bawerî, vîn, şehîd, êş, keramet, şerafet, azadî û keyfxweşî, serbilindî û hêza bêdawî a mirovên xwedî armanc û hwd.

Şervanên YPG û YPJ’ê bi ked û xwîna xwe ji nû ve ‘nasnameya îradeya mirovan’ dane nasandin. Wan gelek plan û projeyên sedsalê li dijî qedera neteweyekê vala derxistin. DAIŞ bi hemû dilreşiyên xwe cara yekemîn li Kobanê rastî şikestineke mezin hatibû. Şikestina ku prestîja wan ya tije tirs û hovîtiyê xiste bin piyê şervanên doza azadiyê. Ji wan re pir giran dihat ku nekarîne li hemberî şervanên ku tenê çekên sade di destê wan de hene, bi ser bikevin. Ew agahdarî her tiştekî bûn û hema zû dixwestin wira jî bi ser sinorê dewleta xwe a xeyalî ve girê bidin, lê ji bîra wan çûbû ku gerîla xwedî îrade û felsefeyeke wisa berfireh û insanî ye ku yê poza jî wan bi axê ve bimalin.

Şervan xwedî îmaneke bêdawî bûn. Kêlî bi kêlî şerê bêrawestan berdewam bû. Mal bi mal, dîwar bi dîwar û di hemû wan rojên giran de xewa wan tenê bi çend deqeyan bû. Jiyan li xwe heram kiribûn ku nehêlin xewnên reşpoşên genî bêne cih. Di nava agir û xwînê de qêrîna wan wiha bû: ‘em mehkumî serkeftinê ne’.

Jiyan bi hemû wateya xwe deyndarî wê kedê, wê kenê, wê hevalbendiya hevgirtî, ewqas fedakariyên bêmînak û wê felsefeyê ne ku neçar bû mirovahiyê li hemberî hovîtiyê bi ser bêxîne. Hineka tevî karên herî çewt gotin: ‘em ê ber bi paş ve vegerin…”, lê yên li hemberî wan wiha qêriyan: em ê ber bi pêş ve bimeşin û serkeftinê yê bibe para me. Ew jî yê mizgîniya me ya herî xweş ji hemû cîhana mirovahiyê re be.”

Roja Kobanê û Erdogan

Nêzîkbûna roja Kobanê ya cîhanî dîsa dilê mirovên tirsonek lerizand. Dîsa bi bîra wan hat ku gotinên weke: “ …di demeke herî nêz de Kobanê jî dê bikeve…”, nehate cih. Xeyalên wan vala derketin û tevî hemû hevkariyên ku bi dizî û aşkera dabûn DAIŞ û hevalbendên xwe yên din, Kobanê bi hemû serfiraziyên xwe bû keleha berxwedana hemû azadîxwazên cîhanê. Gef û peyamên Erdogan di rewşeke wiha de careke din bi bîra me tîne ku berxwedana Kobanê bi tena serê xwe destkeftiya herî mezin û girîng a sedsalê ji kurdan û azadîxwazên sînornenas re ye. Avabûna statûyeke siyasî li kêleka axa bakurê Kurdistanê rêbazên Mustafa Kemal û şovenîstên tirk ên sedsala derbasbûyî li dijî wilayeta Mûsil an jî doza başûrê Kurdistanê bi bîra Erdogan anîbûn. Hingî jî ew di fikra berfirehkirina sinorên komara xwe ya nûavabûyî de bûn. Hingî îngilîz û îro jî Amerîka ji ber berjewendiyên xwe yên aborî-siyasî li rex hêza siyasî-leşkerî ya kurdan li hemberî wan sekinîbûn û sekinîne.

Dîktator û xewnên wendabûyî

Di çend rojên derbasbûyî de êrîşên li ser sinorên axa kantona Kobanê xwedî wate û gelek peyamên balkêş e. Li vira kar û kiryarên Hîtler û hinek kesên din di dema desthilatdariyê de yê cewherê bîr û ramanên kesên ku bi rêya ‘pere û hêzê’ mendehoş û têne xapandin anku dibine,dîktator, dê bêhtir ji me re kifş bike.

Dîktatorên dîrokê tim bi rêya projeyên mîmariyê xwestine şopekê li pey xwe bihêlin. Hîtler dixwest bajarê Berlînê bi yekcarî xera bike û paytexteke din a nû ava bike. Navê paytexta nû jî ‘Jêrmaniya’ bû ku weke ‘paytexta

cîhanê’ binav kiribû. Wî dixwest ew proje mezintirîn destkeftiya Naziyan be, lê Jêrmaniya qet nehate çêkirin. Erdogan jî li Enqereyê koşkek ava kiriye ku niha ew bixwe jî nizane ka çend odeyên wê hene! Mustafa Kemal, Riza Pehlewî, Hafiz Esed, Sedam Husên û Benito Mussolini jî bi meramên wiha ketibûn pey cîbicîkirina xewn û xeyalên xwe yên vala. Li her wilayeteke Iraqê koşkeke Sedam Husên hatibû avakirin, lê îro kes nizane ew û hevalbendên doza wî yên qirêj li kîjan cehnemê hatine veşartin.

Taybetmendiya hevpar a hemû dîktatortên cîhanê ew e ku bi rêya avahî û mîmariyê xwestine hêza xwe ya herî bilind nîşanî xelkê bidin. Ji kîsê xelkê lê ji bo nav û bihêzbûna xwe. Hîtler û ew ên ku hê jî weke wî difikirin dixwsetin û dixwazin wiha hêza xwe nîşanî hemû cihanê bidin. Otorîtexwaziya kesên nexweş wiha rûyê xwe dide der, lê xewnên wan winda bûn.

Wî bi israreke bêdawî dixwest di demeke kêm de bigihîje gelek armancan. Lê piştre aşkera bû ku êdî bûye dîktatorekî bêhefsar. Beriya Hîtler di navbera salên 1925-35an de Mustafa Kemal jî rêyeke wiha li ber xwe danîbû û li Tirkiyeyê bi jiholêrakirina parlementoyê rê li ber rexnekariya dijberên siyaseta xwe girtibû. Daxwazên wî ne maqûl bûn û tenê dixwest gotinên xwe yên ji mentiqê dûr bi cih bike. Ev jî bû sedem ku dîsa hêza yekê ya dijber anku kurd li hemberî wî bisekinin û serhildanên: Şêx Seîdê Pîran, Seyîd Riza Dêrsimî, Oremar, Agirî û Qoçgirî li dijî bîr û ramanên wî yên hejmonîxwaziyê li hemû bakurê Kurdistanê dest pê kirin. Ew şoreş bi sedemên xiyaneta navxweyî ya kurdan û herêmî mayîna wan nekarîn pîroz bibin, lê ji dîrokê re dane selmandin ku cudahiya sultanên osmanî û serokkomarê nûhatî tune ye. Dîroknivîs bi berfirehî û hezaran belgeyan vê rastiyê didin îspatkirin. Kesên derdorê jî ji ber hîsa tirsê bû ku hurmeta xwe jê re didan diyarkirin.

Li awayê dan û standinên kesên weke Erdogan, Xaminey, Sedam Husên û Hîtler bi hevalbendên wan yên destpêkê re baş temaşe bikin, hingî dê ji me re îspat bibe ku ew tenê ji bo ‘roja xwe’ hevalên ‘nîverê’ ne.

Heya kengî?

Mirov nizane heya kengî dîktator dê li ruyê erdê bimînin, lê ez bawerim edaletek di siruştê de heye. Ew ê kengî bersiva ewqas lomedarî û zilmên xwe bidin? Ew ê rojekê wê bersivê bibînin an na, derbasbûna demê dê wê rastiyê jî bi me bide temaşekirin.

Helwest û kiryarên dûr ji rewşên mirovekî dîktator jî dikarin bi mînakên dîrokî re bêbersiv nemînin. Şêx Mehmûdê Berzincî di nameyeke xwe ya ji serokê şêwra Neteweyên Yekbûyî (NY) re wiha nivîsandibû: “Em kurd dixwazin bi hemû çîn û neteweyên din re dost bin û li dijî tu netewekê kîn di dilê me de nîne, lê em nikarin li hemberî vê zilmê bêdeng û reaksiyon bin ku heta serxwebûna ku ji hinek komên paşdemayî yên afrîqî yên weke Lîbriya hatiye dayîn, miletê me jê bêpar bimîne. Miletê ku kariye bi şerafet, qehremanî, hiş û zanîna xwe rutbeyeke bilind di dîroka gelan de bidest bixe. Bi taybetî jî ku beriya niha dewleta erebî a Iraqê bi piştgiriya Îngilîstan û nexweşiya xwe ya rasîstî û bêsinor dixebite ku bi rêbazên herî bixwîn ên şer, berxwedana me rastî şikestinê bîne.

Sedan kes ji kurdan ku bêçek û bêy biçûktirîn armanca dagirkariyê, tenê li pey wê rastiyê bûne ku nêrîn û ramanên xwe beyan bikin, bi şêweyên herî hovane bi mîtralyoz û bombeyan hatine kuştin. Û îro ger kurdan çek dane destê xwe sûc ji heman dagirkeriyên bixwîn û dûr ji edaletê ne. Tiştê ku em dixwazin nasandina serxwebûna welatê me yanî “ dewleta serbixwe a başûrê Kuridstanê “ di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî, qetandin û ji holêrakirina her cure girêdana me bi dewleta erebî ya Iraqê re ye. Û niha peymana nû ya di navbera Îngilîstan û Iraqê de ku dawî bi parastina ewlehiya dewleta Îngilîstanê bi ser Iraqê de tîne, vê rastiyê dide xuyanîkirin ku pêşniyara me ya weke rêya çareseriyê bi temamî lojîk û rêyeke din li ber qebûlnekirina wê namîne. Civata Neteweyên Yekbûyî ger li gor cewher û naveroka têbîniyên xwe yên li ser rûdanên dembihûrî binihêre, hingî divê careke din li biryara xwe ku di sala 1925’an de dabû, vegere.(1)

Zagonên antîdemokratîk

Dîktatorên ku naxwazin li ber ronahiya rastiyên civakê pirsgirêkên welatê xwe bibînin, bila ji nû ve bendên ‘zagona bingehîn a welat’ ku hebûna neteweyekê û dehan maf û heqên din yên siruştî înkar dikin, biguherînin. Hebûna hemû pirsgirêkên li Iraq, Tirkiye, Îran, Sûriye û welatên din ji nedîtina van rastiyên wiha tê. Sîstemên hejmonîxwaz dikarin bi guherandina zagonên ku mafê milyonan kesan li ber çav nagirin, bingeha hemû pirsgirêkên antîdemokratîk li welatê xwe ji nû ve ava bikin. Çimkî azadiya mezheb û ramanê an jî avakirina partî û komelên gel an jî sîstema perwerdeyê û dadweriyê bi yasayên wiha re nikarin li welatekî xwedî çend komên etnîkî bên ava kirin. Li ser esasê destûra bingehîn welatên wiha ew nikarin bi yasayên konvansiyonên: ‘dij îşkence, sezayên tund û sivkatiya kesan’ girêdayî bimînin. Hejmara zêde ya girtiyên siyasî, rojnamevan û çalakvanên siyasî-civakî, îdam ya li Îran, Tirkiye û Sûriyeyê vê rastiyê ji me re didin selmandin ku ew zagon nikarin weke ayetên Qûranê mayînde bin anku neyêne guherandin. Kesek li gor ku rêberê olî an jî serokkomarê welatekî ye nikare li ser daxwazên xwe yên şexsî û kêfî bendên zagona bingehîn biguherîne. Ew karên han ji sedî sed antîdemokratîk in. Bila ji bîra wan neçe ku li gor gotineke bav-kalên me ya berê: ‘Barê xwar qet nagehe cihwar.’

(1). Pirtûka Kurd û Kurdistanê-Vasîlî

Nîkîtîn, wergera Mihemed Qazî. Parek ji nameya nemir Şêx Mehmûd Berzenzî ji civata Neteweyên Yekbûyî re, Parîs 21. Mars 1931