Ramazan Olçen Ramazan Olçen

Şerê Idlibê û herêma tampon 07 Îlon 2018 În

Êdî şerê ku li Sûriyeyê qonaxeke nû bide destpêkirin, li ber derî ye. Rejîma Sûriyeyê tevî Rûsya û bi qismî Îranê re amadekariyên xwe bi dawî kirine. Ev hêzên hanê bi topan li baregehên çeteyên El Nusra ku li bajarok, gund û gundikên li dora Idlibê ne, dixin. Daxwaza wan ew e ku çeteyan li cihekî komî serhev bikin û derbê li wan bixin.

Li dijî eniya ku serkêşiya wê Rûsya dike eniya ku Amerîka serkêşiya wê jî dike ji ber ku ji niha ve nizane ew ê şer çawa berbelav bibe, dijberiya destwerdana li dijî Idlibê dikin. Hem Amerîka û hem jî Fransa der barê Sûriyeyê de bi hêza xwe ya leşkerî xwedî gotin in. Bêyî ev li ber çavan were girtin operasyoneke domdar zehmet xuya dike. Divê pêşî ew werin qanihkirin.

Lê dema ku em behsa Idlibê bikin ji ber pêvajoya Astanayê divê em ji bîr nekin ku li ser maseyê dewleta tirk jî heye. Erdogan wekî xelîfeyê van çeteyan, wan xwedî dike. Helbet sedemên vê yên esasî ew e bi van çeteyan dixwaze li Rojhilata Navîn zêdetir bibe xwedî gotin û li aliyê din jî dixwaze wan li dijî gelê kurd bide şerkirin.

Niha em dizanin ku ji dema pêvajoya Astanayê ya pêşîn ve, Rûsyayê ji bo destûra bingehîn a Sûriyeyê reşnivîsek amade kiribû û tê de mafên çandî pêşniyar dikirin. Lê di warê îdarî de ji bo ku gel bikaribin xwe bi rê ve bibin tu tişt di wê reşnivîsê tune bûn. Niha piştî ku rejîma Esad hinek hêza xwe komî serhev kiriye, em lê dinihêrin ew jî heman tiştî dibêje.

Eniya dewletên rojavayî jî ji niha ve rengê xwe tam diyar nekirine ku di pêşeroja Sûriyeyê de ew ê rewşa bakurê Sûriyeyê û bi giştî Sûriyeyê çawa be. Rast e bi baregehên xwe ve li hin deveran hene û ew jî xwedî hin hesaban in. Lê tabloya piştî şerê li Sûriyeyê bi zelalî danaynin pêşiya xwe.

Erdogan dema ku şerê li Sûriyeyê nû dest pê kiribû digot, em ê di nav heftiyekê de li Mizgefta Emewî nimêja xutbê bikin, gelek plan û projeyên xwe ji ber berxwedana gelê kurd û gelên herêmê revîze kir. A niha qelemşor û şêwirmendên wî aşkera dibêjin bi Esad re rûnê. Hasilî di nav wê prosesa borî de tişta ku îro jî li bîra min maye daxwaza Erdogan a ji bo herêma tampon e.

Hem Rûsya û hem jî Amerîkayê ev daxwaz tu carî qebûl nekir. Erdogan çiqas ev yek anî rojevê patika stûyê xwe xwirand û li cihê xwe rûnişt. Lê heman Erdogan bi ihtîmaleke mezin wê dîsa vê daxwazê bîne rojevê. Bes herêma tampon a ku Amerîka û Rûsya dijberiya wê dikir jî ez dibêjim ji aliyê Erdogan ve hatiye revîzekirin.

Rast e, Erdogan duh dixwest herêma tampon li Bakurê Sûriyeyê çêbike û bi vî awayî pêşî li xwerêveberiyan bigire. Lî îro li gorî min vê herêma tampon îcar ji Hatayê heta bi Şirnexê li ser xeta sînor ê bakurê Kurdistanê dixwaze çêbike. Ji bo vê yekê îro roj peyayên Erdogan li ber kamerayan misêwa dibêjin ew ê 2 milyon koçber werin Tirkiyeyê. Ji bo wê yekê ye ku li ser sînor kampên nû çêdike. Îcar ev herêma tampon a ku Erdogan dixwaze, wê ji herêma tampon a li bakurê Sûriyeyê jî wêrankar be. Heke Erdogan vê yekê bike dê şerê li Sûriyeyê bîne nav axa Tirkiye û bakurê Kurdistanê.