Ramazan Olçen Ramazan Olçen

Rejîmên otorîter ne qeder in 29 Pûşper 2018 În

Tirkiye û bakurê Kurdistanê hilbijartinên 24’ê hezîranê li dû xwe hişt. Der barê encamên hilbijartinê de dê gelek nirxandin, şîrove û rexne bên kirin. Ji bo fêmkirina encaman dê hem partiyê siyasî hem jî civak hêj gelek vê mijarê di rojevê de bihêle.

Piştî van encaman min jî ji salên 1970’yî vir ve hilbijartinên li Tirkiyeyê hatine kirin, tevî hilbijartinên li welatên Rojhilata Navîn tahlîl kir. Ji ber ku Tirkiye jî di nav de Rojhilata Navîn erdnîgariyeke çêkirî ye; hem îdarî û hem jî siyasî ji aliyên hêzên mezin ve bi sînorên van welatan bi cetwelan û li gorî berjewendiyên ‘Rojava’ hatine xêzkirin.

Ji ber wê qasê heke mirov bixwaze encamên hilbijartinê baş tehlîl bike bi raya min divê mirov li rewşa welatên cîran jî binihêre. Dema ku mirov vê yekê kir jî divê tu carî ji bîr neke ku ev erdnîgarî ji aliyê rejîmên otorîter ve tê birêvebirin ku ev yek ji ber projeya xêzkirina sînorên bi cetwelê ye. Yanî li van welatan kî we re ser hikum beriya her tiştî divê amentûya otorîteryarîzmê bi cih bîne.

Temam wê demê di rejîmên otorîter de karîgeriya hilbijartinan çi ye? Îşte di vir de têkiliya vê karîgeriyê bi mehfûma meşrûiyetê heye. Rejîm çiqas otorîter dibe bila bibe dîsa jî hewcedarî bi meşrûiyetê dibîne. Zemîna vê meşrûiyetê jî pirî caran parlamanto ye. Parlamanto di vir de wekî camekana demokratîk derdikeve ser dikê. Lê rejîmên otorîter tu carî destûrê nadin ku muhalefeteke rasteqîn û xurt jî li pêşberî wê hebe. Ji ber ku meclisa di kontrola muhalefetê de wekî subaba emniyetê be. Ev yek jî dê dest û lingê îktîdarê girêbide û dê bi demê re meşrûiyeta îktîdarê ji aliyê civakê ve jî were nîqaşkirin.

Ji ber vê qasê jî rejîmên otorîter dixwazin ku piraniya meclisê peyayên wan be. Di dema ku di temayyulên civakî de derkeve holê ku dê bi hilbijartinan encam ne li gorî dilê wan be; wê demê jî bi endezyariya civakî dest li hilbijartinan werdidin. Hem di pergala hilbijartinan de hem jî bi li gorî dilê xwe sererastkirina herêmên hilbijartinê bêyî ku zêde serî li hîleyan bidin encama dixwazin bi dest dixin ( Di mînaka Tirkiyeyê de mirov dikare tifaqên ku derketin holê di vê çarçoveyê de binirxîne. Bi saya van tifaqan herî kêm 15 wekîltiyên HDP’ê hatin dizîn).

Hilbijartinên meclis û serokkomariyê bi dehan salan e ku li welatên Rojhilata Navîn pêk tên. Di van hemû hilbijartinan de jî rejîma otorîter hilbijartin wekî amûra ji hev parçekirin û bêbandorkirina muhalefetê bi kar aniye. Wekî mînak; Li Tunusê Zeynel Abîdîn Bîn Alî nêzî çaryek sedsalê hikumranî kir. Li Misrê Husnu Mubarek 30 salan hikum kir. Li Sûriyeyê bav û kur Esad 47 sal e hikum dikin. Li Erebistana Siûdî, li Qatar, Bahreyn, Yemen, Lîbya jî kêm zêde bi heman awayî ne. Li vir mînaka Tirkiye û Îranê bi hin aliyê xwe ji van welatan vediqetin.

Ji ber ku mîjara me, encamên hilbijartinên Tikiyeyê ne; em dikarin zêdetir vî welatî binirxînin. Lê aliyekî hevpar a van rejîman heye ku ew jî ev e; siltan, despot, tîran, dîktator, şah bi awayekî têk jî biçin rejîm xwe ji nû ve bi siltan, destop, tîran, dîktator û şahekî din restore dike. Niha li Tirkiyeyê jî ev 16 sal in AKP li ser postê îktîdarê ye û wisa xuya ye ku hem hêzên hegemon û hem jî rejîmê ev 5 salên pêşiya me jî radestî wê kirine.

Niha ji bo xwetehkîmkirinê, serokkomarê tirk raûnda yekem bi endezyariya civakî bi hilbijartinan bi dest xist. Niha raunda duyemîn dê di ser dewamkirina bikaranîna şîdetê be. Lê paradoks jî ev e; desthilatdar bêyî şîdetê nikare li pêyan bimîne li aliyê din dozaja şîdetê çiqas bilind bike dê ewqas zemîna meşrûiyeta xwe winda bike û post dê ji dest bide.