Ramazan Olçen Ramazan Olçen

Quo vadis Sûriye* 03 Tebax 2018 În

Şerê li Sûriyeyê piştî şerê 7 salan ber bi dawîbûnê ve diçe. Di vê derê de Idlib weke qada dawîn a şer xuya dibe. Piştî safîkirina Idlibê dê prosesa înşakirina Sûriyeyê dest pê bike. Helbet ev înşa dê hem di milê îmarê de hem jî di milê îdarî de be. Ya girîng jî guherîn û veguherînên di warê îdarî de ne. Gelo ew ê gel, bîr û bawerî di Sûriyeya piştî şer de bigihîjin mafên xwe yan na? Ji niha ve mirov nikare bersivekê bide lê heke na wê demê ev şerê niha yê li Sûriyeyê dê salên dirêj b bidome.

Piştî civîna Trûmp û Putîn a li Helsînkiyê, xuya ye ji bo Sûriyeyê jî bingeheke hevpar derketiye holê. Lihevkirina her du hêzan li qadê hevsengiyên kevin xera dike û yên nû dide çêkirin. Wisa ku çeteyên ku xwe li Idlibê girtine jî di bin fermandariyekê de xwe ji nû ve tehkîm dikin. Li aliyê din Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî ji bo ku derba dawîn li çeteyan bidin hevdîtinên xwe yên bi hikûmeta Sûriyeyê re didomînin.

Niha di tabloya heyî de hemû dewletên li qadê destê xwe ji çeteyên ku heta duh xwedî dikirin, şûşt. Li vê derê wekî îstisna dewleta tirk; hê jî wekî wasiyê çeteyan dixwaze hem li qadê û hem jî li ser maseyê be. Amerîka û Rûsyayê dem bi dem karên xwe yên qirêj hemû bi dewleta tirk da kirin. Tirkiye jî ji bo ku kurd siberojê nebin xwedî statu û helbet bi dîtina xewnên xelîfetiya osmaniya nû hema xwe li navê da.

Her ku Amerîka û Rûsya jê re got; “Yalla lo tirko!” Erdogan jî serxweş bû û zêdetir ket navê. Tirkiyeyê li Cenevre, Soçî û Astanayê jî ji bo li Sûriyeya pêşerojê bibe xwedî gotin, gelek mesaî kirin lê taliya talî aktorên esasî ew xist pozîsyona hêza dagirker û piştevanê çeteyan. Heke Tirkiye xilafiyê ji prosesa ku hîma wê li Helsînkiyê hat danîn bike dê hem ji dêrê û hem jî ji mizgeftê bibe.

Li aliyê din çeteyên li Idlibê - ku êdî dorpêç bûne- tekane di deriyên Tirkiyeyê re dikevin û derdikevin û hemû cîhan jî vê yekê dibîne. Yan Tirkiye ew ê wan çeteyan bi awayekî ji wir tehliye bike yan jî berê xwe ji wan bizivirîne. Dema ku tehliye bike her kes pê dizane ku dê wan ji bo şerê li dijî kurdan bajo sahayê. Jixwe beriya çendekê Erdogan bi xwe sînyala vê da û got ku dê di nav çend mehan de dê artêşê ji nû ve sererast bikin. Beriya bi salekê jî bi derxistina qanûnekê rê lê vekir ku kesên biyanî jî dikarin tev li artêşê bibin. - Daxuyaniya Tevgera Azadiyê ya beriya çendekê ku digot dewleta tirk dixwaze di şerê li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê çeteyan bi kar bîne jî ev argumant xurt dike.

Niha heke ku ez vegerim serê mijarê gelek hevsengiyên nû tên avakirin û hem hêzên mezin ên cîhanî hem dewletên dagirker û hem jî çete li gorî konjontur û prosesan xwedî wê qabîliyetê ne ku pozîsyona xwe biguherînin da ku bikaribin ‘hebin’ lê sed mixabin ji ber ku kurdan yekitiya xwe ya neteweyî siyasî, dîplomatîk û leşkerî tanzîm nekiriye li qadê hene lê li ser maseyê hê jî xuya nakin. Di pêvajoyên wisa krîtîk de ya dide qezenckirin yekkirina hêzan e. Heke kurd bibin yek dê sefrkeftina mezin a wan be.

*Sûriye bi ku ve diçe