Ramazan Olçen Ramazan Olçen

Kurd hêviya cîhanê ne 22 Pûşper 2018 În

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê du roj şûnde dê hilbijartinek pêk were. Ev hilbijartin ji bo gelên li vî welatî bi rastî jî tê wateya tercîha otorîterî û demokrasiyê. Ji ber vê xisleta xwe encamên hilbijartinê dê gelek werin nîqaşkirin, şîrovekirin û nirxandin.

Desthilatdarî dixwaze vê hilbijartinê wekî ku di navbera tifaqa ‘cumhur’ û ‘millet’ê de tê kirin nîşan bide jî, ev hilbijartin di esasê xwe de di navbera îktîdar û HDP’ê de ye. Jixwe ji ber wê serokkomarê tirk Erdogan dixwaze ku HDP bendê derbas neke. Heta ji bo vê talîmat li ser talîmatan dide peya, wezîr û kizîrên xwe.

Bes di vê dûryana dawîn de li gorî anketên berdest jî xuya dibe ku HDP bi du sê puanan li ser benda ji sedî 10’an xuya dike. Lê divê ku neyê jibîrkirin ku lîstikên elî cengîz ên osmaniyan jî bi dawî nabin. Ji ber wê lazim e bi hêzeke xurt em li dengan xwedî derkevin. Ev ne tenê ji bo HDP’ê bes ji bo xwedîderketina li îradeya xwe girîng e.

Niha di vê hengameya hilbijartinê de û ji ber mîtîngan belkî zêde dernakeve pêş bes îdraka cîhanê ya ji bo Tirkiyeyê her roja ku derbas dibe zelaltir dibe. Bêyî ku em gotinê bi vê derê û wê derê de bikişînin; cîhan ji bo serokkomarê tirk dibêje; dîktator. Heta di gelek weşanên bi prestij ên cîhanê de Erdogan û Hîtler bi hev re tên muqayesekirin.

Dibe ku hin bibêjin piştî ku ji derdê min re nebû derman ne carek lê hezar caran jê re bibêjin dîktator çi ye nebêjin dîktator çi ye? Ev rexneyeke di cih de ye. Bes di vê serdema bêrehm a fînans kapîtalê de kesên ku wan weşanan dixwînin li dijî rejîma AKP’ê fişarê li hikûmetên xwe û siyasetmedarên xwe dikin. Dêhna xwe bidinê; li tu welatên cîhanê Erdogan nekarî mîtîngekê pêk bîne. Li cîhanê êdî ji aliyê gelan ve Erdogan rastî muameleya ‘persona non grata’ ango mirovê ku nayê xwestin tê.

Li aliyê din ve welat û çapemeniya cîhanê ku li Erdogan û îktîdara wî hatiye girtin, deriyê xwe ji siyaseta demokratîk a kurdan re vekiriye. Rojnameyên xwedî tîrajên bi milyonan cih dide têkoşîna gelê kurd. Cih dide daxuyanî û nameyên siyasetmedarên kurd.

Ev yek bi xwe re bi demê re îdraqekê jî ava dike. Dinya îro roj wekî subaba demokrasiyê li kurdan dinêrin. Ez li vê derê behsa têkoşîna kurdan a li dijî çeteyên hov DAIŞ’ê jî nakim. Ji ber ku kurdan bi qehremaniyeke mezin hemû cîhanê ji vê belaya vê sedsalê parast û diparêze. Ez behsa siyaseta demokratîk a kurdan dikim ku di her şert û mercên dijwar de jî şiyana xwe jinûveavakirinê û mezinkirinê nîşan dide.

Gelên cîhanê êdî pir vekirî dibînin û fêm dikin ku kurd ne tenê dawî li dîktatoriyan tînin; belê pê re hawêreke demokratîk, eniyeke enternasyonal a demokrasiyê jî zexim dike. Serkeftina vê eniya hanê ji îro heta sibê nebe jî gav bi gav ber bi serkeftinê ve bi biryardarî meşa xwe didomîne. Niha ji bo ev meşa hanê di hilbijartinê de bi serkeftinê tacîdar bibe, lazim e em hişyar û çalak bin. Çimkî îro roj ne tenê qedera kurdan, di heman demê de hêviya hêzên demokrasiyê yên li çar aliyê cîhanê encax bi vê yekê mezin û geş bibe.

Kurd di vê hilbijartinê de dê nîşanî hemû cîhanê bidin ku hêza gelan ji hêza dîktatoran çiqas mezintir e. Bi serkeftina HDP’ê re dê gelên cîhanê jî li dijî rejîmên otokratîk, totaliter û faşizan bikaribin bibêjin; Em li vir in, em dikarin.