Ramazan Olçen Ramazan Olçen

Îflasa teza dawiya dîrokê 26 Kewçer 2018 În

Beriya çend rojan min hevpeyvîneke ku bi teorîsyenê siyasetê Francis Fukuyama re xwend. Fukuyama di serê mîlenyûmê de bi teza xwe ya ‘dawiya dîrokê’ navdar bû. Fukuyama ne bi tenê teorîsyenekî siyasetê ye, ew di heman demê de ji rayedarên amerîkî re şêwirmendiyê dike. Fukuyama di wê teza xwe de ku hema bêje piştî hilweşîna ‘Dîwarê Berlînê’ hîmê wê danîbû, digot; ji bilî kapîtalîzmê vebijêrkeke din a mirovahiyê tune ye.

Fukuyama di wê hevpeyvîna xwe de digot, dibe ku ji bo çareseriya qeyranên îro ro sosyalizm bi kêrî mirovan were. Fukuyama di sala 170’emîn salvegera nivîsandina ‘Manîfestoya Komunîst’ a Marks û Engels de vê yekê dibêje. Ev di heman demê de tê wateya mikurhatina îflasa teza dawiya dîrokê jî.

Fukuyama di pirtûka xwe ya bi navê ‘Dawiya Dîrokê û Mirovê Dawîn’ de wisa digot; “Tişta ku mirovahî şahidiya wê dike, nuqteya dawîn a beridîna bîrdozî ya mirovahiyê ye. Ev di heman demê de gerdûnîbûna lîberalîzma dewletên rojavahî ye ku modela rêveberiya mirovan a dawîn e.” Fukuyama di 1992’yan de ev yek nivîsandibû.

Piştî wê salê hemû mirovan şahidî lê kir ku lîberalîzma dewletên rojavahî çi bi sere welat û xelkên Rojhilata Navîn de anî. Kurd şahid in ku ev pergala zalim çi bi serê kurdan ve anî. Hem di wê salê bi xwe de wan lîberalan bi kurdên noker li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê dest bi şerê birakujiyê kir. Ev şer di heman demê de îradeya Tevgera Azadiyê jî test kir. Sembola xwe jî Bêrîtan bû. Bêrîtan bi berxwedana xwe di heman demê de teza dawiya dîrokê pûç dikir.

Hasilî heke em vegerin ser gotinên dawîn ên Fukuyama, camêr dibêje lazim e sosyalizm paşve vegere. Fukuyama piştî 26 salan gelek welatan û rêveberiyê wan tehlîl kirine. Yek ji wan welatan jî Tirkiye û rayedarên wê ne. Xebata dawîn a Fukuyama bi navê ‘Nasname; Daxwaza Rêzdariyê û Polîtîkayên Hêrsê’ hat weşandin. Ev xebat di heman demê de revîzekirina ‘Dawiya Dîrokê’ ye jî. Fukuyama di vê xebata xwe ya dawîn de li ser girîngiya bi awayekî adil parvekirina hatineyê dike. Jixwe di hevpeyvîna xwe de jî dibêje, gelekên mirovan bi kedeke mezin encax debara xwe dikin lê kêmareke biçûk a li dinyayê jî serweta xwe mezin dike. Ji bo hevsengiyek çêbibe lazim e sosyalizm vegere. Belê ez dizanim wê bi rehetî û hêsan nîn be ev veger lê mecbûr e ku vegere.

Yek ji berdevkên pergala kapîtalîst Fukuyama bi van gotinan nedamet tîne. Lê di bin van gotinan de wateyeke kûrtir heye. Ev îtîrafa rizîn û hilweşîna pergala modernîteya kapîtalîst e. Kapîtalîzm hildiweşe. Her hilweşîn bi xwe re kaosê jî tîne. Di demên kaosê de jî yên amade û yên bi rêxistinkirî dikarin gelekî feydeyê jê werbigirin.

Dem ew dem e ku em pergala Rêber Abudullah Ocalan ku teoriya wê daniye, pergala modernîteya demokratîk û mînaka wê ya li Rojava, li bakur û rojhilatê Sûriyeyê geş dibe, em ji cîhanê re baş bibêjin. Divê em bi serê wan bixin ku ew bê alternatif nîn in. Ji her demê zêdetir lazim e tam jî di vê dema hanê de di serî de kurd gelên li Rojhilata Navîn li dora Rêber Ocalan bibin xelek û dewa serbestiya wî bikin.