Ramazan Olçen Ramazan Olçen

Hilweşandina peykerekî 31 Tebax 2018 În

Di dîroka nêz a mirovahiyê de hilweşandina peykeran her tim bûyerên girîng bûne. Ji dema împaratoriyên li Ewropayê heta netewe dewletan dema ku peykerek hat hilweşandin ev di heman demê de dihat bidawîbûna demekê.

Herçî min bi xwe şahidî li hilweşandina çendîn peykeran kiriye. Di 9’ê nîsana 2003’yan de peykerê Sedamê dîktator ku li Meydana Fîrdews bû hat hilweşandin. Ev îşaret bi bidawîbûna serdemekê dikir. Sedamê dîktator bi çavê rebbê li ser erdê li xwe dinihêrt û wekî nemrûdan digot mirin û jiyan di nav kefa destê min de ye. Ew qesasê bi sedhezaran kurd û ereban bû. Lê piştî hilweşandina peykerê wî, ew di nav qenalîzasyonekê de hat zeftkirin.

Dîsa li Ûkraynayê jî di 29’ê îlona 2014’an de peykerê Lenîn hat rûxandin. Ez bi xwe pir li ber hilweşandina peykerê Lenîn ketim. Lê ya esas ew bû ku gelê Ûkraynayê dixwest pêsîra xwe ji tehekuma Rûsyayê rizgar bike û weke sembol jî ji bo xwe peykerê Lenîn hilbijartibû. Gelê Ûkraynayê ne ku dijminahiyê rasterast bi Lenîn re dikir, wan di şexsê wan peykeran de peyam dida Pûtîn. Anku peyker Lenîn bû lê di rastiya xwe de li wir mil û max li Pûtîn dihat şikandin.

Hasilî em ji îro ber bi duh ve biçin em ê rastî gelek peykerên siltan û împaratoran, tîtan û dîktatoran bên. Îcar roja borî li Almanyayê jî peykerekî hat qulibandin. Min nûçeya qulibandina peykera hanê bi sernavê ‘Li Almanyayê peykerê ‘Hîtlerê tirk’ hate rakirin’ xwend.

Peykerê Erdogan ê dîktator di çarçoveya çalakiyeke hunerî de li bajarê Wîesbadenê hatibe danîn û li bin wê jî ji bo îroniyê behsa azadiya fikr û raman dihat kirin. Jixwe organîzatorên Bîennalê jî aşkera kiribûn ku wan xwestiye raya giştî ji bo nîqaşên derheqê Erdogan û Tirkiyeyê de teşwîq bikin. Lê hisabê wan li hev derneket û bû sedema qeyranê. Heta welatiyên alman li ser peykerê bi boyaxan ‘Hîtlerê tirk’ nivîsîbû.

Îcar sembolîzma hilweşandina peykerê Erdogan ê ku li Tirkiyeyê di qesr ê serayên 1001 odeyî de ye îşaret pê dike ku dewra wî ji bo ewropiyan, ji bo kes û derdorên demokrat û xwedî wijdan qediyaye. Ev îşaret dike ku li dîasporayê heta radeyekê jî kurdan kariye dîplomasiyeke di nav civakên ewropî de bikin û Erdogan ê dîktator baş teşhîr bikin.

Li aliyê din ev îşaret pê dike ku Erdogan çiqas bi zext û zorê çapemeniyê bêdeng bike jî rastî tu carî di tarîtiyê de namînin. Hilweşandina peykerê ‘Hîtlerê tirk’ ji ber vê yekê girîng e. Îcar di demeke ku li Idlibê dike ku boça gur biqete li gorî min ev peyameke ji bo Erdogan ê ku çeteyan xwedî û hîmaye dike.

Dor lê teng bûye. Wekî ku di nav çemekî boş de li ber avê diçe û ji bo ku xwe xilas bike destên xwe davêje kefa avê lê hatiye. Ji bo ku li ser pêyan bimîne tawîz li ser tawîzê dide dewletan, sazî û şîrketan. Lê wekî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî digot yên nikaribin ruhê zemên bixwînin û berevajiya herka avê melevaniyê bikin ew ê herin sergoyê dîrokê.