Ramazan Olçen Ramazan Olçen

Du keran li ber hev girê nedin... 21 Îlon 2018 În

Xislet û taybetmendiyên dîktator û tîranên dinyayê kêm zêde wekî hev in. Di kîjan dema dîrokê de hikûm kiribin jî tişta ku kirine kedxwarî û zordarî ye. Dîktator tim ji welatên xwe re bobelat û karesatên mezin anîne û bûne sedema qeyranên mezin ên însanî. Lê herî dawîn jî wekî ku dûpişka di nav çembera agir de mabe, bi xwe vedane û xwe kuştine.

Li Tirkiyeyê dîktatorekî li ser hukm e û bi çavê şîrketeke li rêveberiya welat dinihêre. Ji bilî reqam û pereyan tu hesteke mirovî li cem wî nabe mamûl. Tirkiye bûye şîrketa Erdogan û li gorî dilê xwe dide xar û cirîdan. Nema kes dikare li welatê wî behsa maf û azadiyê bike.

Herî dawîn karkerên di înşaeta balafirgeha Stenbolê de dixebitîn ji ber ku dew û doza mafên xwe kirin, xwestin şert û mercên wan bi qasî mûyekî were başkirin. Di encamê de 750 karker hatin binçavkirin, îşkencekirin, 24 karker hatin girtin.

Îcar ev bûyer hema bibêje bi heman şeklî li welatekî din ê cîhanê jî diqewime. Li Venezuellayê jî dîktatorekî bi navê Maduro heye. Yeqîn bikin kopiyayekî Erdogan e. Nicolas Maduro piştî ku Hugo Chavez di sala 2013’an de wefat kir, bû serokdewleta Venezuellayê.

Heta sala ku Chavez wefat jî kir, rewşa aborî ya Venezuellayê gelekî baş bû.

Ji ber ku ji sedî 25’ê rezervên petrola cîhanê li Venezuellayê ye û ji sedî 96’ê hatineya wan jî li ser firotina petrolê ye. Piştî ku Maduro hate ser hikum wî jî wekî Erdogan welatê xwe kir wekî şîrketa xwe û gotin di cih de be wekî siltan û padîşahan qesr û qonaxan çêkir, burokrasiyê ne li gorî liyaqatê li gorî şelafî û diziyê li gorî xwe dîzayn kir.

Hasilî Erdogan li Tirkiyeyê çi kiribe wî jî li Venezuellayê heman tiştî kir. Helbet ev dizî û gendelî welat xist nav krîzeke mezin a aborî. Ew welatê dewlemend îro bûye welatê herî feqîr ê dinyayê. Enflasyona li wir di meha hezîranê de ji sedî 46 hezar bû. Aborînas dibêjin wê heta serê salê enflasyon bigihîje ji sedî milyonek.

Maduro dît ku serî pê re dernaxe wekî xapandinekê navê pereyê venezuellayê guherand li şûna Bolîvarê biqewet navê pere kir Bolîvarê serdest û 5 sifir jê avêt. Wê were bîra we Erdogan jî heman tişî kiribû û ji perê tirk 6 sifir avêtibûn. Wekî pêşiyan jî gotiye; “Du keran li ber hev girê nedin bila ji hev hînê tir û fisan nebin”

Bi sedhezaran însan ji Venezuellayê direvin û xwe li welatên din ên Amerîkaya latîn digirin. Di rewşeke Maduro di bin navê lêgerîna çareseriyê de çawa ku Erdogan derdikeve tûra cîhanê ew jî derdiekve tûra cîhanê. Maduro beriya çendekî çûbû Çînê. Camêr vegerê rêya xwe bi Stenbolê jî xist.

Maduro li vir çû restoranta Nusr-et ku li cîhanê yek ji restorantên herî biha ye. Bi ser de jî dema vegeriya Venezuellayê di weşana zindî ya televîzyona fermî de bi zêr û ziber behsa xwarina ku li wir xwaribû, kir. Ev yek rastî nerazîbûnên gelê Venezuellayê hat û li ser medyaya civakî bi navê qeda li te bikeve kampanya hat destpêkirin. De îcar ya bi xêr belkî ev kampanya bibe çirsûskek, kî dizane.