Ramazan Olçen Ramazan Olçen

Dirûvê siyaseta nû ya dinyayê 12 Kewçer 2018 În

Di rêveberiya siyasî ya klasîk de kesên siyasetmedar li ser postê îktîdarê rûdinên lê derdorên fînansê di guhê wan de dixwînin. Ya li pişt perdeyê û îktîdar, fînans kapîtal e. Ev dirûvê rêvebirinê di heman demê de yek ji karakterê modernîzmê ye.

Lê di vê werçerxa ku em tê de ne, dirûv û tarzê siyaseta klasîk guheriye. Fînans kapîtala ku di guhê siyasetmedaran de dixwend, êdî qîma xwe bi vê yekê nayne. Ew dixwaze ji pişt perdeyê derkeve. Dixwaze li ser postê îktîdarê ew bi xwe rûnê.

Karaktera ev terzê siyasetê jî ew e bi çavê birêvebirina şîrketekê li rêvebirina welat dinihêrin. Kêm zêde tê zanîn ku şîrket li gorî ruhê kapîtalîzmê li hatineya zêde û maliyeta kêm dinêre. Kedê dixwe, xelkê feqîr dike. Jiyana bi tam û lezzet tenê ji bo xwe rewa dibîne.

Mafê mesref û îsrafê aydê wê ye. Ji kirinên xwe neberpiryar e. Heke di rêveberiyê de xisarek çêbibe, heke polîtîkayên neolîberal welat ber bi qeyraneke rêvebirinê -siyasî, aborî, civakî, çandî, dîplomatîk û hwd- ve bibe jî fatûre li xelkê belengaz tê birîn.

Niha li dinyayê jî lîderên li ser postê îktîdarê rûniştinê vê tespîta me xurt dikin. Trump ê xwedî şîrket û fabrîqeyan îro li Amerîkayê li ser hûkm e. Pûtîn bi xwe ne karsaz be jî û raboriya xwe ya leşkerî hebe jî di hemû axaftin û daxuyaniyên wî de şîfre, kod û argumantên fînansê hene. Camêr di bazirganiya çek û enerjiyê de ticarekî mezin e.

Li Tirkiyeyê jî Tayyîp Erdogan li ser hukm e. Ew bi xwe digot, em ê wekî şîrketekê Tirkiyeyê jî bi rê ve bibin. Hemû teşebusên dewletê yên hilberîn û fakturîngê bi xwe û malbata xwe ve girê da. Hebûna malî ya Tirkiyeyê jî kir sermayeya                 îktîdara xwe.

Niha li vê derê em bi tarzeke nû ya siyasetê re rû bi rû ne. Siyasetmedarên bi ilma siyasetê dizanin li piraniya welatan di muxalefetê de ne û heta gelekên wan jî li gel plan û projeyên xwe yên mezin jî marjînal in. Sedema xwe ya esasî ew e sazî û dezgehên wekî enternasyonala sosyalîst bi rol û rista xwe ya esasî ranabin û li dijî vê pergala ceberûd têkoşîna xwe nakin yek.

Lê pirseke din a esasî jî heye. Li gorî hînbûnên me ji bo tarza siyaseta klasîk îdrakeke hebû. Dihat gotin siyasetmedar li ser postê rûniştiye lê derdorên fînansê di guhê wan de dixwînin û tişta dixwazin bi wan didin kirin. Heke îro yên li ser post rûniştine derdorên fînansê bin wê demê kî di guhê wan de dixwîne?

Li gorî bersiva vê pirsê tarza xwe birêxistinkirinê jî lazim e ji nû ve were nîqaşkirin û bi sazûmankirin. Encax bi wî awayî mirovahî bikaribe pêsira xwe ji destê vê pergala riziyayî xelas bike û qet nebe pariyeke nan jî bi rehetî bixwe.