Ramazan Olçen Ramazan Olçen

Destwerdana li Îran û Tirkiyeyê 25 Tebax 2018 Şemî

Amerîka li dijî Îranê zextên xwe tundtir kirin. Di demeke ku li Sûriyeyê şer ber bi dawiyê ve diçe û Tirkiye bi zextan tê kedîkirin de, bixwazî nexwazî bala mirov diçe ser Îranê jî. Ji ber ku bûyer û pêşketinên li van welatan tesîrê li hev dike. Lê di nav van dewletan de ku Kurdistan li hev par kirine Îran û Tirkiye her tim serkêşiya siyaseta kurdkujiyê kiriye.

Ev her du dewlet jî hêj ji dema Yawiz û Şah Îsmaîl ve ji bo qelskirin û tunekirina kurdan hemû rê û rêbaz ceribandine û hê jî diceribînin. Îcar Îran her tim vê siyaseta xwe ya esasî bi nermî û bi taktîkên zirav meşandine. Heta îro roj jî bi heman taktîkê karibûye xwe liser pêyan bigire.

Îro hêzên rojavayî hem li Îranê û hem jî li Tirkiyeyê gefan dixwin. Hin derdor bi hêvî ne ku ew ê hêzên hegemon îcar dawî li bêbextiya ku li kurdan kirine, bînin. Lê ez ne di wê qinaetê de me. Sedema wê jî ew e ku kurd na lê Kurdistan di xema wan hêzên mezin de ye. Ew hêz hîn jî qebûl nakin ku kurd welatê xwe bi serbestî bi rê ve bibin.

Lê hin hevsengî hene. Mesela ev hêzên mezin ku îro ew jî di nav qeyraneke sazûmanî de diperpitin bi çavê zarokekî xwe yî cirnexweş li Tirkiyeyê dinihêrin. Bi hin cezayan jî dixwazin wê bi ‘terbiye’ bikin. Yanî tu eleqeya zextan bi kurdan re nîn e. Lê li aliyê din divê neyê jibîrkirin ku kûrbûna qeyrana siyasî û aborî ya li Tirkiyeyê jî sedî sed bi şerê li dijî kurdan ve girêdayî ye.

Îcar meseleya Îranê jî kêm zêde wisa ye. Amerîka di esasê xwe de guherîna rejîmê naxwaze. Tekane tişta ku dixwaze di esasê xwe de dişibe daxwazên xwe yên li ser Tirkiyeyê. Yanî dixwaze rejîmeke ku bikaribe kontrol bike li îranê li ser kar be. Sedema wê ya esasî jî ew e ku şirîkên xwe yên li Kendava Erebî bi şûrê şiayekê di kontrola xwe de zêdetir bi xwe ve girê bide. Heta ne tenê ereban dixwaze Îsraîlê jî bi rêya Îranê di kontrola xwe de bigire.

Di vê denklemê de bêdengiya Rûsyayê jî dîsa bi vê daxwaza modernîteya kapîtalîst ve girêdayî ye. Rûsya jî ji bo ku hem Tirkiye û hem jî îran zêdetir nêzî wê bibin li dijî gefên Amerîkayê zêde reaksiyon nîşan nade. Di mesela Idlibê, firotina S-400’an filan û bêvan jî di çarçoveya heman polîtîkayê de ne. Rûsya li Idlibê bi rejîmê re dixwaze hem Tirkiye û hem jî Îranê qels bike. Di mijara S-400’an de jî dixwaze Tirkiye gaveke din nêzî wê bibe û ji NATO’yê dûr bikeve.

Şêwirmendê Trump ê ewlehiyê John Bolton li Qudsê hem ji bo Tirkiyeyê û hem jî ji bo Îranê peyam dan. Bolton ji bo Tirkiyeyê got ku ew ne alîgir in ku qeyranê bidomînin lê divê Tirkiye ji şaşiya xwe vegere. Ji bo Îranê jî got ku ew ne alîgir in ku rejîma Îranê biguherînin û ew dikarin bi Îranê re rûnên.

Helbet dema ev hevsengî tê danîn kurd li derveyî wê nayên hiştin. Lê di tabloya heyî de tişta tê dîtin ew e ku hêzên mezin dixwazin ji bo aşkirina van dewletên herêmî kurdan weke karteke bi kêr bi kar bînin û bi berfirehkirina rêveberiyên xwecihî yên çandî azadiya wan ji wan bidizin. Kurd jî ne xeşîm in û xwedî proje ne lê ji bo ev proje zûtir pêk werin jî lazim e yekitiya nateweyî pêk were.