Ramazan Olçen Ramazan Olçen

Civîna G7’an û hilbijartin 15 Pûşper 2018 În

Desthilata AKP’ê wekî zarokên 5 salî dibêje qey dinya li dora wî dizivire û heke ne ew bin dê dinya jî nezivire. Lê rastî ne wisa ye. Nemaze jî ji bo sektora fînansê qet ne wisa ye. Ev sektora hanê sektoreke wisa ye ku ne dîn ne jî îmanê wê heye. Pergala kapîtalîzmê herî zêde di ser vê sektora hanê de bi goşt û beden dibe. Niha em dêhna xwe didinê ku ev sektor berê xwe ji AKP’ê dizivirîne.

Pozîsyona ku sektora fînansê ya navneteweyî ku li dijî Tirkiyeyê girtiye eleqeya xwe bi demokrasiyê filan û bêvan jî tune ye. Heta ev sektor li welatên ku bi dîktatorî, otokrasî, monarşî û olîgariyê tên birêvebirin zêdetir xwe bi cih dike. Li van welatan wekî zêrûyan li xwîna gelan dimije. Bi kedxwariyê tu qîmetekê ji kedê re nahêle.

Piraniya şîrketên mezin tevî bankayên mezin ên Tirkiyeyê îro roj di lîsteyên şopandinê yên vê sektorê de ne. Ew sermayedarên mezin ên tirk êdî dibêjin nikarin deynên xwe jî bidin. Di nav çend mehên dawîn de deynê Tirkiyeyê ji 400 kisûr mîlyar dolarê derket 453 mîlyar dolar. Aborîzanên cîhanê dibêjin Tirkiye li ber topavêtinê ye. Wisa xuya dibe ku heke Erdogan tişta dixwaze bi dest bixe jî dê dîsa biçe ber derê IMF’ê û destên xwe veke. Lê ev bi îhtîmameke mezin ji gel tê veşartin.

Niha rewş ev e. Lê ji bo fêmkirina helwesta sektora fînansê ya li dijî Tirkiyeyê lazim e mirov li rewşa dewletên mezin ên sermayedar jî binêre. Beriya çend rojan civîna G7’an li Kanadayê pêk hat. Ev sermayedarên ku berê navê wan G8 bû piştî ku Rûsyayê ji nava xwe derxist daket G7’an di vê civînê de hat dîtin ku G6 û G1 jî hene. Amerîka li aliyekî û welatên din li aliyekî. Ev rewş nîşan dide ku ne tenê piyasayên Tirkiyeyê bi rejîma otokrat a Erdogan tê birêvebirin lê tevî wê hêzên hegemon jî di heman agirî de ne.

Îcar rewşa Erdogan û G7’an wekî hev e. Tirkiye çiqas ji demokrasiyê dûr ket ewqas ket hawira otokratiya yek zilamî. Ev ji bo G7’an jî derbasdar e. Niha Trump dixwaze hemû dinya bîatê jê re bike. Erdogan jî dixwaze hemû Tirkiye û Rojhilata Navîn jê re bîatê bikin. Biçûk li mezinê xwe dinêre. Lê kapîtalîzm bêrehm e û jehrkuja wê jî zêdetir demokrasî ye. Li vê derê paradokseke mezin jî derdikeve holê.

Sektora fînansê ji demokrasiyê hez nake lê bi demokrasiyê dikare were germkirin. Erdogan ji demokrasiyê hez nake lê bi demokrasiyê dikare were têkbirin. Li gorî vê denklemê êrîşên devkî yên Erdogan ên li dijî sektora fînansê bi tenê hamaset e û tişta dike jî takiye ye. Bêhna fînans kapîtalê bi qasî gelan fireh nîn e. Şaşiya li hemberî xwe jî qat bi qat zêdetir bi raqîbê xwe dide daqûrtin. Çawa ku siberojê ev sektor dê Trump jî bikişîne hîzayê dê heman sektor Erdogan jî bikişîne heman hîzayê.

Tabî heke beriya sermayeyê gel hisabê bi van desthilatan re nebîne. Ji bo Tirkiyeyê dê piştî 24’ê hezîranê bi her awayî mîladek be. Serkeftina HDP’ê dê hêviyan mezin bike lê heke bi hîle û xurdeyan HDP bi ser bendê nekeve wê demê jî dê gel berxwedanê mezin bikin. Ji bo Trump jî û ji bo Erdogan jî mesele; meseleya çova ku her du seriyên wê bi g.. ye. Bi ku derê jî bigirin dê destê wan bilewite û necis bibin.