Ramazan Olçen Ramazan Olçen

Cemal Kaşikçi kirin qurban 19 Kewçer 2018 În

Di rojeva cîhanê de ekserî mijara aqûbera rojnemevanê ji Erebistana Siûdî Cemal Kaşikçi heye. Rojnameyên xwedî tîrajên bilind, televîzyonên reytîngên wan bilind heû wekî ku li dinyayê tu rojnamevanek rastî zext û îşkenceyan nehatiye ev mijar xistine  rojeva xwe.

Mexseda wan aşekerakirina aqûbeta hempîşeyê xw ebûya, helbet miroc wê demê ew ê qedir û qîmetekê bidaya vê hewldana wan. Lê naxêr ne wisa ye. Hemû weşanên ev mijar girtine dest ji bilî çapemeniya azad û çend rojnameyên muxalif ên cîhanî bi esasî meselê daneketine.

Lê bifikirin ku li Erebistana Siûdî hema bêje mehê carekê rojnamevanek yan yê girtin yan jî kuştin. Li Tirkiyeyê jî kêm zêde rewş wisa ye. Her roj rojnamevan rastî lêpirsîn û dozan tên, tên binçavkirin û girtin. Li Amerîkayê jî rêveberiya Trump li hemberî rojnamevanan bi musamaha nîn e.

Îcar ev her sê welat yek fail yek navbeykar û yek jê jî wekî şefîrê bajêr bi pey ronîkirina aqûbeta Cemal kaşikçi ketine. Ajandaya hersê welatan jî ji hev cuda ye. Tirkiye di qada navneteweyî de tengav bûye, îzole bûye û li deriyekê digeriya ku bikaribe xwe bixe rojevê. Amerîka ji rabirdûya Kaşikçi bi fikar bû. Ji ber ku Kaşikçi di mijara Talîban, Usame Bîn Ladîn û Afganistanê de xwedî gelek malûmatan bû. Erebistana Siûdî jî di esasê xwe de ev demeke li Riyadê di nav teşqeleya derbeyan de ye. Mîrza li dijî mîrzayan, wezîr li dijî wezîran dek û dolaban digerînin.

Îcar dema mirov van parçeyan hemûyan bi hev re datîne ser masê, jixweber wêneyekî ku tê de CIA, MÎT, Rûfaiyên Siûdî hene, derdikeve pêşiya me. Ji bo pêkanîna vî karê qirêj û bixwîn jî Tirkiye bi zanebûn hatiye hilbijartin. Helbet serokomartê tirk Tayyîp Erdogan wê ev mijar jî wekî lutfa Xwedê bi nav bike. Di vê krîza siyasî û aborî de ev mijar jê re bû weke nefesekê. Têkiliya Tirkiye û Siûdiyan di ser mesela Qeterê re xera bûbû. Niha ji bo sererastkirina têkiliyan wê ev mijar werek bikaranîn. Helbet ji bo demekê be jî ev yek wê bi kêrî Erdogan were. Ji ber ku li pêşiya me hilbijartinên xwecihî hene.

Emerîka jî di mijara Îranê de û di mijara di kontrolêhiştina Riyadê de ew ê vê meselê bi kar bîne û fatûreyekê yekûna xwe bi sedam milyon dolaran li Riyadê bibire. Li aliyê din jî piştî ku Kaşikçi hat bêdeng kirin, ew wisa hisêb dike ku ser deftera Afganistan, Ladîn û Talîbanê girt.

Riyad jî vê mijarê wê ji bo zeximkirina îqtîdara xwe bi kar bîne. nemaze Presn Salman ew ê Kaşikçi bike bahane û li dijî muxalifên xwe dest bi operasyonê bike. Ji daxuyaniyên wan ên dawîn jî ev yek tê fêmkirin. Lê îhtîmal e rojeva ku bi aqûbeta ne diyar a Cemal Kaşikçi hat guherandin, dîsa li rojeva esasî ya Rojhilata Navîn vegere. Idlib, ambargoya li ser Îranê, lêgerîna gaza xwezayî ya li Qibrisê, hilbijartinên xwecihî ku ji bo kurdan veguheriye referandûmê, prosesa siyasî ya Sûriyeyê wê dîsa bibin mijarên sereke.