Ramazan Olçen Ramazan Olçen

Çavê li deriyan xwelî li seriyan 17 Tebax 2018 În

Hêzên mezin ên cîhanî di nav qeyraneke pergalî de ne. Her çiqas li Rojhilata Navîn şer gur jî bikin şerê mezin ji bo ku xwe li ser pêyan bigirin ji bo tekmîmkirina pergala xwe ya rizî, dikin. Pergala kapîtalîst ango pergala ku li ser pere hatiye avakirin di nav qeyraneke mezin de û bi hebûna pere bi tenê nikare xwe li ser pêyan bigire.

Aboriya li ser qezenckirina pereyê zêde her roj ji bo xwe hedefên bilindtir datîne. Van hedefan êdî gihîştiye wê astê ku ne tenê li ser jiyana mirovan li ser hemû xwezayê karesateke mezin çêdikin. Ev arezûya dewlemendbûnê weke paradoksekê jiyanê qir dike. Rast e di vê serdema bêrehm a pere de jiyan/aborî bi pere tê îkame kirin lê ev denklem ji zû ve ye guheriye. Hêz û derdorên fînansê aboriyeke ji bo pere ava kir. Hevsengiya bi pere bû ji bo pere.

Piştî ku hevsengî wiha hat danîn ji bo qezenckirina pereyê zêde dewletan zêdetir hewceyê hev kir. Ew dirûşma dewleta min a ‘tam’ serbixwe êdî hemû espîriya xwe winda kir. Tu dewleteke cîhanê çi mezin çi biçûk êdî serbixwe nîn e. Qeyraneke li welatekî ji bo hinan dibe firsend û ji bo hinên din jî dibe îflas û topavêtin.

Em li mînaka Tirkiyeyê binihêrin. Dewleta tirk bi pereyê ji dewletên din deyn kir balona “aboriya min baş e” nepixand. Lê êdî dem hat ku nikare deynên xwe bide û balon teqiya. Li gorî ‘Mantiqê Arîsto’ diviya dewleta tirk top bavêje û îflasa xwe îlan bike. Lê wisa nebû û ew ê wisa jî nebe. Sedema wê jî di navhevdebûna û bihevregirêdayîbûna fînansa dewletan e. Ango xerabûna çerxa aboriya Erdogan bandorê li çerxa aboriya Şansolye Merkelê jî dike.

Îcar li aliyê din xerabûna çerxa aborî û siyaseta Erdogan çerxa qirkirina kurdan a Îran, Iraq û heta radeyekê Sûriyeyê jî xera dike. Ji ber ku ev çerxa hanê her û her kurdan qir bike dewletên navborî bi gazî û hawara Erdogan ve tên û ew ê bên jî.

Helbet ev nayê wê wateyê ku Erdogan ji ber şarezabûna xwe dikare pêsîra xwe ji van qeyranan rizgar bike. Naxêr! Ev yek ji ber konjonktura cîhanî ya sîyasî û aborî diqewime. Lê li aliyê din hem li Tirkiyeyê û hem jî li cîhanê fînansorên ku siyasetê jî xistine kefa destê xwe sûdê ji belawelabûna civakê digirin.

Ji bo hêzeke hevgirtî ya civakî pêk nayê ji sedî 1’ê cîhanê tehakûmê li ser ji sedî 99’an dike. Ev hevdsengî li Tirkiyeyê jî wisa ye. Dewlemendên li Tirkiyeyê di nav nifûsa giştî de teqabûlê ji sedî 1 dikin yan jî nakin lê tesîrê li jiyana ji sedî 99 dikin. Ev ji sedî 1 têkçûna aboriyê jî dixwaze, xitimîna siyasetê jî dixwaze heta dewama şer û pevçûnan jî dixwaze. Ji ber ku di rewşên wiha de ew sermiyana xwe qat bi qat zêde dikin.

Îcar pêşiyan gotiye; çavê li deriyan xwe li seriyan! Madem em ji vê rêveçûnê dilteng in û madem em gel in û madem tu çekeke bi qasî rêxistiniya gel mezin tune ye, wê demê tekane çare guhertina heta şikandina vê çerxa bêyom e. Em hemû di 34 salên bihurî de bûn şahid ku teqandina fîşekekê di jiyana gelan de guherîn û veguherînên çawa pêk tîne. Hem gelê kurd û hem jî bindestên li cîhanê hêj gelek dersên mezin dikarin ji Pêngava 15’ê Tebaxê werbigirin.