Ramazan Olçen Ramazan Olçen

Bilindbûna pêla nijadperestiyê û yekitî 02 Sermawez 2018 În

Li Ewropayê di van hilbijartinên dawîn de partiyên rasîst û nijadperest dengên xwe bilind dikin. Hin îstîsna hebin jî bi gelemperî partiyên nijadperest li meclisan kursiyên xwe zêde dikin. Dema mirov li rewşa aborî ya li van welatan dinihêre, halê wan ne baş e. Baweriya civakê bi partiyên lîberal nemaye.

Civak guherînê dixwaze. Lê pir balkêş e, li gel argumanên xurt ên partiyên çepgir jî, partiyên rasîst bi argumanên populîst dengen xwe bilind dikin. Ev rewş hinek dişibe pêvajoya navbera şerên cîhanê yê yekemîn û duyemîn. Her wekî tê zanîn ber bi salên 1930’yî ve li piyaseyên mezin ên cîhanî resesyon çêbûn, enflasyon bilind bû, tahbîl û bonoyên biqîmet bûn kaxezên beredayî.

Di wê demê de hem li Îtalyayê, hem li Îspanyayê hem jî li Almanyayê partiyên rasîst bi polîtîkayên populîst û muhafazakar hatin ser kar. Jixwe di nav re 10 sal derbas nebû, îcar ev hêz dest bi şerê parvekirina cîhanê ya duyemîn kir. Encam; bi milyonan mirî, birîndar, koçber û bajarên wêrankirî..

Dema em bala xwe didinê, li seranserê cîhanê îqtîdarên li ser hukm, tu hêviyekê nadin. Partiyên nijadperest ên li benda keysa xwe bûn, em dibin şahid ku dadikevin qadê. Her çend li gorî welatan bernameya wan biguhere jî li seranserê Ewropayê bi taktîka Hîtler kelemên li pêşiya xwe hiltînin. Hîtler digot, sedema hemû bextreşî û neyêniyên hatin serê Almanyayê cihû ne. Digot, di şer de me ji ber cihûyan winda kir. Li gel ku hemû alman dizanibûn ku Hîtler derewan jî dike, ji derewên Hîtler bawer kirin. Wan wisa xwest. Niha jî partiyên nijaderest li seranserê Ewropayê ji xwe re gunehkarê vê demê dîtiye. Koçber û penaber bûne cihûyên di dema Hîtler de.

Li aliyekî qeyrana mezin a pergala kapîtalîst û li aliyê din jî bilindbûna pêla rasîst û faşîzan bi xwe re metirsiyan jî çêdike. Berê tîrên van partiyan ne li ser sedemên koçberiyê lê li ser encamê ango li ser koçberan e. Yanî li cihê ku bibêjin ev koçber çima mecbûrî koçberiyê dibin û tê derxin ku ji ber şerên pergala kapîtalîst û dîktatorên ku ev pergal afirandiye, ev tablo derketiye holê, ew rasterast koçberan hedef digirin. Li Tirkiyeyê jî rewş kêm zêde wisa ye. Hem Kurdistan ji kurdan tê xalîkirin û hem jî li dijî kurdên li metropolên Tirkiyeyê dimînin wekî sedema hemû xerabiyan ew in, êrişî wan dikin.

Helbet ev polîtîka wekî kêra ku bi du aliyên xwe dibire, dibe ku di pêşerojê de destê xwediyê xwe jî bibire. Hîtler, Mussollînî, Franco wisa têk çûn. Niha ev partiyên ku di şûna nevîçirkên wan in jî li ser heman rêyê ne. Li aliyê din nexşeya siyasî ya cîhanê bi pêla koçberiyên mezin jî guherîne. Dîrok bi mînakên vê dagirtî ye. Çi li Rojhilata Navîn û çi li Ewropayê dema mirov li dîrokê dinihêre ji koçkirina qewman bigire heta van serdemên modern, koçberiyê bi xwe re guherînekê jî aniye. Ji bo pergala kapîtalîst zêdetir bixitime, pêla koçberiya ber bi navendên kapîtalîzmêve wê li aliyekî qeyranê kûr bike lê li aliyê din jî wê bi xwe re guherînan bîne. Kurt û kurmancî em dikevin serdemeke nû ya kaotîk û ji bo em bikaribin hebûna xwe biparêzin çi li koçberiyê û çi jî li welat lazim e, em bibin yek.