Ramazan Olçen Ramazan Olçen

Behra spî li Erdogan tê tengkirin 14 Îlon 2018 În

Dewleta tirk ji dema avakirina komarê ve ye pozîsyona Tirkiyeyê ya cografî wekî karteke siyasî bi kar tîne. Ji wê demê ve ye ku têgîna ‘jeostratejî’ bûye weke benîşt û di nav devê siyasetmedar û dîplomatên tirk de tê cûtin. Li bakur Behra reş, li rojava Marmara û Ege û li başûr jî Behra spî Tirkiyeyê kiriye weke nîvgiravekê. Li aliyê din tengava Stenbolê du parzemînan Asya û Ewropayê bi sembolî be jî digihîne hev.

 Lê di nav wan behran de Behra spî cihekî xwe yê taybet heye. Ew behr li zeryayan vedibe. Ew behr ji bo gelek şaristaniyan jî bûye çavkanî. Şaristaniyên li derûdora wê ava bûne bi xwe re fikr û felsefeyekê jî heta bi gelek felsefeyan ava kiriye. Di serdemên arkaîk de dema ku kontrola wê di destê kê de bûya ew hakimê dinyayê bû.

Îro jî ev behr, behreke stratejîk e û heta radeyekê welatên ku li peravên Behra Reş û egeyê bi rêya vê behra hanê bi cîhana mayî re bazirganiyê dikir û dike. Yanî weke berê nebe jî îro jî gelek girîng e. Tabî dewleta tirk jî gelek salan ev behr li gorî berjewendiyên xwe bi kar aniye û tîne jî.

Di Behra spî de çend cih û bihurên stratejîk hene. Yek ji wan girava Qibrisê ye, Cebelîtariq e û hwd. Di nêzdîroka Tirkiyeyê jî di dema Osmaniyan de jî cihê Qibrisê her tim girîngiya xwe ji ber kontrola Behra Spî parastiye. Di sala 1974’an de êrîşa dewleta tirk a li dijî Qibrisê jî di esasê xwe de ji bo jidestnedana wê kontrola qismî ye. Yan na wekî ku tê zanîn û gotin, Tirkiyeyê xwe li ser tirkên li Qibrisê neqayîl nekiriye. Heta ew tu carî ne di xema wan de bûne jî.

Îcar di van roj û demên dawîn de ku Sûriye, Idlib di rojevê de ne. Behra spî jî ji kêlekê ve dikeve rojevê. Hem tetbîqata eskerî ya rûsyayê hem hêzên deryayî yên amerîkî yên li wir ji xwe têra xwe ava behrê germ kirine. Lê di demên pêş de wê ew av îcar ji bo lêgerîna neft û xazê jî germtir bibe. Dibe ku di rojevê de zêde nehatine nîqaşkirin lê di hezîrana derbasbûyî de yewnan, rûm û îsraîlî li Larnakaya Qibrisa aliyê rûm li hev civiyabûn. Yek ji mijara wê civînê jî ew bû ku liv û tevgera dewleta tirk a li behra spî were kêmkirin. Her wekî tê zanîn dewleta tirk a ku ji ber enerjiyê destê wî mehkûmê dewletên din e, dixwaze di ser Qibrisa aliyê tirkan tecawizê mafê welatên li peravên behra spî bike. Lê di wê civînê de her sê alî jî li serê hemfikir in ku dewleta tirk zêdegaviyê bike wê berdêla wê jî bide. Di vê civîna navborî de bi aşkerayî mudaxaleyeke leşkerî ya li dijî Tirkiyeyê hat rojevê. Kesên ku ev mudaxale anîn ziman jî wisa dîplomatên ji rêzê jî nebûn. Yên ev gef li Erdogan xwar, wezîrên parastina her sê welatan bû. Li aliyê din Misir jî ji aliyê xwe ve ji ber ku Tirkiye destekê dide Îxwanê, tev li van wezîran dibe û ew jî mudaxaleyeke leşkerî dixe rojeva xwe. Îcar bi ser de Amerîka jî têkiliya xwe ya eskerî bi Yewnanistanê re xurt dike. Dema ev dane li kêleka hev tên rêzkirin, wisa xuya dibe ku di demên pêş de Behra spî wê li Erdogan were tengkirin. Erdogan ê ku hemû saziyên Tirkiyeyê bi xwe ve girêdane ji cîhana mezin îzole dibe û bi xwe re Tirkiyeyê jî îzole dike.