Ramazan Olçen Ramazan Olçen

Barcelona, FARC û kurd 05 Kewçer 2018 În

FARC tevgera gerîlayên Kolombiyayê ye. Ev tevger pêşengî ji raperîna gundiyên Kolombiyayê re dikir û di esasê xwe de hê jî dike. Ev raperîn di sala 1964’an de dest pê kir. Nîv sedsalek li dû xwe hişt. Gundiyên Kolombiyayê li dijî şîrketên emerîkî û ewropiyan de di esasî xwe de hêj di salên 1800’î de dew û doza jiyaneke azad, aram û wekhev dikir.

Nivîskarê Emerîkaya Latîn Gabriel Garcia Marquez (Gabo) di berheman xwe ya ‘Tenêtiya Sedsalî’de behsa têkoşîna gundiyan a li hemberî axa û şîrketên dest danîbûn ser axa wan dikir. Gerîlayên FARC’ê li ser zemîna wê tevger û daxwazê mezin bûn, xwe bi rêxistin kirin. 50 salan li dijî wê zilma şer kir.

Şerê ku 50 salan dewam kir bû sebeb 260 hezar kes jiyana xwe ji dest bidin û bi deh hezaran kes jî ji aliyê hikûmetê hatin windakirin. Di sala 2012’an de bi navbeynkariya Kubayê û bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî, gerîla û hikûmeta Kolombiyayê dest bi muzakerayên lihevhatinê kirin. Di sala 2016’an de jî peyaman aştiyê îmze kirin.

Li gorî peymanê gerîla çekên xwe danîna û tevli siyasetê bibûna lê hikûmeta kolombî ji gelek sozên xwe vegeriya. Hin komên gerîlayên ku çekên xwe dananîbûn li dijî vê helwestê gotin ew ê çek daneynin. Niha gerîla di bin navê Ji bo Gel Hêza Alternatîf a Şoreşger ELN’ê de liv û tevgera xwe didomînin.

Îvan Marquez li ser navê gerîlayan di nav heyeta muzakereyan de bû. Piştî ku hikûmeta kolombî helwesta xwe guhert û rîayetê peymanê nekir ew jî dîsa tev li refên gerîla bû. Marquez tevî lîderekî kevn ê gerîlayan Oscar Montero nameyek nivîsan d û tê de behsa îxaneta hikûmeta kolombî kir. Ji bo helwesta hikûmetê digot “ez qelleşî ye, ev xefk e.”

Marquez û Montero di nameya xwe de cih dabûn hişyariyên dîrokî yên yek ji pêşengên FARC’ê Manuel Marulanda Velez jî. Velez di sala 2008’an de di şerekî de jiyana xwe ji dest dabû. Velez gelek caran hevalên xwe hişyar kiribû û gotibû, “tekane garantiya rîayetkirina peyamanan çekên di destê me de ye.”

Em vê mijarê li vir bihêlin îcar li Barcelonayê binêrin. Barcelona paytexta kalatanan e. Katalonyaya xweser par di referandûmê de xwest ji Spanayê veqete û serxwebûna xwe îlan kir. Gelê katalan bi rêjeyeke zêde ev yek xwest. Bersiva Spanyayê şîdet, îşkence û îlankirina OHAL’ê bû. Îsal dîsa bi sedhezaran katalan li Barcelonayû daket qadan û nîşan da ku mûyek be jî ji daxwaza xwe gav bi paşve neavêtine.

Çi li Kolombiyayê û çi li Spanyayê, çi bi rêy çek û çi jî bi rêya sindoqê gel dev ji daxwazên xwe bernadin. Ev yek ji bo gelê kurd jî wisa ye. Lê bi ferqekê ku hê jî hin aliyên siyasî yên kurdî vê rastiyê nabînin. Hê jî nabînin ku heke yekitiya siyasî ya neteweyî pêk neyê bi referandûman ev kar naçe serî. Rêber Abdullah Ocalan di dema Pêvajoya Diyalogê de dît ku dewleta tirk ne ya aştiyê ye. Ji bo wê pêvajoyê got karê herî aqilane ya hatî kirin rawestandina vekişîna gerîla bû. Em nivîsa xwe bi gotina gerîlayê mezin Manuel Marulanda Velez bi dawî bikin, “Tekane garantiya rîayetkirina peyamanan çekên di destê me de ne.”