Ahmet Aktaş Ahmet Aktaş
Şîrove

Trûmp û Pûtîn 20 Tîrmeh 2018 În

Di roja 16’ê tîrmehê 20018’an e li Helsînkiya Fînlandiya herdu ‘serokên cîhanê’ li hev rûniştin. Zêdetirê 2 saetan li ser çarenûsa cîhanê an jî bi goteneke din li ser dahatuya me hemûyan axivîn. Were pejirandin an jî neyê pejirandin îro serdestên cîhanê ev herdu kabira ne; Trûmp û Pûtîn in. Yek pisporê bazirganiyê ye, yê din jî pisporê îstîxbaratê ye.

Hem ji nêrînên wan ên pîşeyî ve û hem jî ji aliyê kursiyên xwe yên desthilatiya dewletî ve, divê kes tu hêviya berjewendên civakî yan jî xêrê ji bo gelên bindest ji van kesan neke. Ji ber ku kesên wisa, tenê berjewendên dewletên xwe diparêzin.

Lewma her çend em meraq bikin ka gelo li ser çi axivîn an çi biryar girtin û hwd. encama civîna wan naguhere. Ji ber ku kêm zêde her kes dizane ew li ser çi axivîne û li ser çi bazarê kirine.Lê bê guman baldariya li ser hevdîtina wan ne bê wate ye. Bi taybetî jî divê axaftinên wan werin  guhdarkirin û li awirên were nêrîn. Erê niyeta xwe ya esasî û naveroka cewherî ya civîna xwe nadin der. Lê mirov dikare ji gotinên wan û awirên wan hinek armancên wan texmîn bike. Ji neçarî kêm be jî, li ser mijarên aktuel ên germ divê çend gotinan bêjin. Her wiha li ser pirsên rojnamevanan jî divê hinek gotinan ji devên xwe derxînin. Êdî li ser van gotinên wan ên sînordar jî mirov dikare bi şîroveyên dorfireh xwe bigihîne hinek armancên wan, hinek niyetên wan.

Di vê çarçovê de li gorî hat xuyakirin, li ser mijarên giran ên ku bi nakok in sekînîne. Wekî Ukranya-Qirim, Rojhilata Navîn bi giştî û hwd. axivîne. Bê guman mijara Îranê û Sûriyeyê taybet e û mirov dikare bixe kategoreya gîring. Her wiha li vir mijara pirsgrêka me kurdan jî derdikeve ser dika bazara siyasî! Ji xwe Trûmp ji alîkî ve ji bo NATO pesindariya dewleta Tirkiyeyê dike, ji aliyê din ve jî bahsa qehremaniya kurdan dike!

Bê şik û guman ev herdu pesindarî jî ne ji xêra kurdan an jî Tirkiyeyê re ne, bi tenê ji bo berjewendiyên dewleta xwe ne. Ew jî ji bo ku van herdu hêzan li dijî dewleta Îranê bide şerkirin. Ma mînaka Rojava jî ne li ber çava ye; geh li mîx dixe geh li nel dixe! An jî berevajî, carcaran HSD’ê mafdar dike, carcaran jî R.T.Erdogan mafdar dike! Her wiha ji bo êrîşên dagirkeriya R.T.Erdogan a li ser Başûr jî heman polîtîkaya lewitî dimeşîne.

Helbet li ser gelek babetên din ên girîng ên cîhanê axivîne. Mînak, pirsgrêkên li Pakistan, Hindistan, Koreya Bakur, Siûdî, Qeter û li Efrîkayê; li Yemen, Misr û hwd.

Her wiha mijara Çîn û Japonya jî gelek gîring û aktuel e. Erê bi giranî babeta aborî-bazirganiya wan derdikeve pêş, lê bêguman ji ber ku çekên şer jî di nav bazirganiyê de hene, bivênevê mijar dikeve warê siyasî jî. Li gorî ku tê gotin, nexasim mezinbûn û pêşketina bazirganiya Çînê, di asta cîhanî de DYE û hinek dewletên mezin ên din jî pir ditîrsîne.

Helbet li ser van mijaran û hinek mijarên din jî axivîne û bazar kirine. Lê bêguman ya yekser bi me ve têkildar mijara doza me û deskeftiyên şoreşa me ne. Wekî ku em her car dibêjin, em dê dîsa bibêjin, erê divê em siyaseta cîhanê bişopînin û heta ku em dikaribin baş nas bikin da ku ji bo em zanibin, ka em ê bi kê re heta ku derê karibin bimeşin an nemeşin.

Ji bo ku em di vê rewşa siyasî de, li ser dikê karibin bi van cengaweran re bikevin nav bazariyê û destê me xurt be û em ji bazarê bi qezenc derkevin, divê em xwedî rêxistina xurt bin û em bi hişyarî tevbigerin.

19 Tîrmehê, despêka şoreşa Rojava ya Kobanê li gelê me pîroz be!