Ahmet Aktaş Ahmet Aktaş
Şîrove

‘Nîzam-i Cedîd’a Receb! 03 Tebax 2018 În

Di serdema sultanê osmaniyan Selîmê 3’yemîn de (1791 - 1792) li hemberî ‘Nîzama Qedim’, ‘Nîzama Cedîd’ ava kiribû. Lê em bala xwe didin Sultanê Cedîd Receb, ji Nîzama Cedîd an jî bi navê xwe yê fermî ji Nîzama Komarî vedugehere Nîzama Qedîm! Jixwe gelek caran aşkera pesnê nîzama osmanî dide.

Nîzam pergal e, Cedîd jî nû ye, Qedîm jî kevn e. Ev peyv hemû ji zimanê erebî hatine nav tirkî, ji xwe tirkî zimanekî lawaz e. Bi kurdî, mirov dikare bêje Pergala Nû, Pergala Kevn. Lê ev pergala ku Receb ava dike, ne weke ya kevn e û ne weke ya nû ye jî. Belê mirov dikare jê re bêje Pergala Receb.

Ji ber ku pergala Sultan Selîm, bi rastî jî hinek zagonên nû di nav xwe de dihewand. Di wê serdemê de êdî di gelek şeran de têkdiçûn û pergala wan ber bi xerabûnê ve diçû. Ji bo ku xwe ji vê belayê rizgar bike, xwest hinek zagonan ji Ewropayê bistîne û bi vî awayî pergala xwe nûjen bike û hinekî wisa jî kir.

Lê em bala xwe didin Receb, berovajî bi ser pirsgirêkê ve diçe. Li şûna ku pergala xwe nû bike, kevintir dike. Bêguman ji bo nûjenkirina pergalê, divê ew mejiyê xwe û zîhniyeta xwe nûjen bike. Weke ku yekî digot “Bi aqilê analog makîna dijîtal nayê şixulandin!”

Sultan Selim artêşa xwe ya Yenîçerî hinek nûjen kir û hinek jî rakir, li şûna wê arteşeke ku hinekî dişibiya artêşên ewropiyan ava kir.

Lê em bala xwe didin ‘sultan’ Receb, artêşa heyî radike, li şûna wê artêşa taybet a Sadat û mafya Sedat ava dike yan jî artêşa ceşan (korucuyan), OSO (Artêşa Azad a Sûriyeyê), El Nusra, Ehrar El Şam, Tabûra Sultan Murad û sultan nizanim çi û çi navên weke li bejna wî tê û li gorî mejiyê wî ne ava dike.

* * *

Lê xwedê dizane ew xewn û xeyalên wî dê ne gelek temendirêj bin. Erê bûye xwediyê koşk û seraya, bûye xwediyê artêş û peyayan, tank û balafir û sîha, lê va ye ji nû ve çember li dora serê wî tengav dibe.

Jixwe weke ku ew ji wê gotina Stratejîk pir hez dike, mala xwedê ava be tu hevalbendên wî yên stratejîk nemane. Ger ku Omer Beşîrê Sûdanê em nehesibînin!

Hevalbendiya wî ya ku gelekî pişta xwe pê xurt dibîne, sêqoliya Receb û Pûtin û Ruhanî ye. Hema hema weke hevaltiya mar û rovî ye.

Piştî hevdîtina Trûmp û Putin a li Helsînkî, diyar dibe ku li ser gelek mijaran li hev hatine; bi taybetî jî li ser Sûriyeyê. Ew komkirina DAIŞ û selefiyan û hemû çeteyan li Idlibê ne ji xêra Receb re ye.

Her wiha gelek nîşanên xurt ên din jî hene ku DYA, ew ê gav bi gav dewleta tirka tengav bike.

Bannon ê serşêwirmendê Trûmp, dibêje; “Di cîhanê de zilamê herî xeter R.T.Erdogan e!”

TV BLOOMBERG dibêje; “Xanedaniya nû yê Erdogan, rê nade ku li Tirkiyeyê bazirganî û karê aborî were meşandin!”

Bismillah, îşev(01.08.2018) sifteh, Amerîkayê biryarên danekirinê ragihandin.Di serê rêza gunehkaran de Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu û Wezîrê Edalêtê Abdulhamit Gul hene.

Bêguman van biryaran yekser bandora xwe li ser Lireyê Tirkiyeyê kir û li hember dolar û euro bihayê wê gelek daket jêr.Ev biryarên Amerîka ne bi tenê ji bo papaz Brûnson in, ev dibe ku dilopa dawîn be. Lê bi giranî ji bo têkiliyên li gel Îranê ne. Hinek jî têkiliyên li gel Rûsyayê ne.

Wisa xuya dibe ku ya dê Receb were rayê yan jî serê wî dê bikeve belayên hîn mezintir!