Ahmet Aktaş Ahmet Aktaş
Şîrove

Mam û melekê Şengalê: Hevalê me Zekî 24 Tebax 2018 În

Di hemû civakan de, ji aliyê civakê ve hinek kes bi navên pir bi rûmet tên binavkirin. Helbet ev navdarî di encama xebatek hêja û hewldanek demdirêj, weke xelateke dîrokî û xwezayî tên dayîn.

Ew kesê vê xelatê werdigire, di encama xebata xwe ya giranbiha de, xwe bi gelê xwe ve daye hezkirin, civakê jî ew kes, weke endamekî mala xwe yê rêber qebûl kiriye û ew navê dîrokî lê kiriye. Hevalê me Zekî jî yek ji van rêberê ku em behsa wan dikin û gelê me yê Şengalê-Êzîdxanê navê Mam, weke xelatekê lê kiribû û jê re digotin Mam Zekî!

Îcar ez jî weke hevalekî wî yê 26 sal ê ku em hev nas dikir û demekê bi hev re xebitîne û me ji hev hez kiriye, ez jî vî navî lê zêde dikim û dibêjim: Eger melek hebe li vê dinyayê yek jî jê Hevalê Zekî ye û ez jî dibêjim Melek Zekî yan jî eger mirov bi zimanê dînî bibêje, dibe Melaîket Zekî.

Ji ber ku di nav ewqas salên dirêj de, min ji hevalekî wî yan jî ji nasekî wî ne bihîstiye ku ji Hevalê Zekî re nerazîbûna xwe dabe xuyakirin. Berevajî her kesî jê hezkiriye. Ma ev ne Melektî ye lê çiye?

Ya ku vê şîroveyê bide pejirandin jî,pîvanek din ne ku ji vêya ne kêmtir a gelek girîng jî ev e ku; neyarê mirovatiyê faşizma AKP-MHP’ê û hevalbendên wan xayinên me yên kurdistanî, çima ne kesekî din, berî her kesekî Mam-Melek-Hevalê Zekî kirin armanca xwe û şehîd kirin?

Sedem zelal e; ji ber ku yê herî zêde ew nerihet dikirin, yê herî ji aliyê bi giştî gelê xwe ve û bi taybetî jî ji aliyê gelê me yê Êzîdxanê-Şengalê ve dihat hezkirin û weke Mamê xwe ew xelatdar kiribû ew bû!

Çawa gel û civak bi giştî heval, hogir, rêber û Mamê xwe nas dike û jê hez dike; her wiha berevajî dijmin jî neyarê xwe yê herî li pêş û dijwar û her wiha yê jê ditirse, nas dike û dixe hedef/armanc û ew şehîd dixîne!

Ev gotina dawîn a tirsê, hewceyî şîroveyê ye. Ji ber ku van êrîşên vê dawiyê yên neyarê gelê me, yê R.T.Erdogan û Bahçelî, ne ji xurtbûna wan e, berevajî ji tengavî û lawaziya wan e. Bi gotineke din ji ber tirsa wan a ji xurtbûn û pêşketinên têkoşîna me ye. Êdî ew jî ji hilweşandin û şikestina desthilatiya xwe ditirsin, lewma wisa bi hovane êrîşan tînin ser gelê me û bi sûîqastan tînin ser rêber û Mamên me.

Bi van êrîşan, hizir dikin ku ew ê dikaribin gel û hevalên Mam Zekî bitîrsinin. Lê belê va ye diyar dibe ku gel û hevalên Mam Zekî çendîn xurtir lê xwedî derdikevin û soz û peymanên geşkirin û xweşkirina têkoşînê didin, sond dixwin ku ew ê hêj xurtir li pey şopa şehîd û rêberê xwe bimeşin û xwe bi rêxistin bikin.

Wisa diyar dibe ku Receb û Bahçelî û hevalbendên xwe yên xayin, ew ê roj bi roj pirtir bitirsin û hîn zûtir hilweşin.

Jixwe her roj hevalbendên wan ên navdewletî kêmtir dibin û hêrsa gel û civakê jî bi giştî li hember desthilatî, zordarî û talankeriya wan zêdetir dibe.

Hevalê min ê hêja Melek Zekî, te ji bo pîrazbahiya roja Pêngava 15’ê Tebaxê, berî şehadeta xwe bi çend saetan, ji min re peyam şandibû. Lê dema min ji te re peyam şand tu wê wextê gihîştibûyî şehîdên şoreşê û peyama min ne gihîşt destê te.

Peyama min niha li huzûra te ya derûnî, bi kurtî ev e: Ez ê bi ruhê 15ê Tebaxê, bi bawerî û bi biryardarî li ser şopa we bimeşim!