Ahmet Aktaş Ahmet Aktaş
Şîrove

Li ser Idlibê çi dibe? 21 Îlon 2018 În

Roja duşemê, li bajarê Soçî yê Rûsyayê, Pûtîn û R.T.Erdogan li ser pirsgrêkên Idlibê, got ‘Me li hev kir’ û bi pesindariyeke dengekî bilind daxuyanî da raya giştî ya cîhanê.

Piştre mirov bala xwe didê, weke ku rast dibêjin, weke ku pêşî li şerekî mezin girtin û zemîn ji aramî û aştiyê re xweşkirin. Lê eger mirov bala xwe bide naveroka pirsgirêkê, ew daxuyaniya wan pişta xwe naspêre rastiyê û piyê daxwiyaniya wan ne li ser erdê ye, piyê wê li hewa dimîne.

Li gorî gumana min, ew armancên ku her sê dewletan dixwestin li civîna lûtkeya Tehranê bi dest bixin pêk nehat. Ji ber ku armancên her sê dewletan jî ji hev cuda cuda bûn. Her çendîn R.T.Erdogan zêde daxwaz kir jî, ew mijara agirbestê, ji aliyê Rûhanî û Pûtîn ve hat redkirin.

Bi giranî dîtinên şirovegeran jî di vê çarçovê de bûn ku ew civîna Tehranê ne serkeftî bi encam bû.

Îcar ji bo wê eyb û şerma xwe veşêrin û pîne bikin, herdu destbirak, bi gotina wan herdu “dost” ketin nav hewldanek nû, senaryoyek cudareng.

Di vê çarçovê de mirov bala xwe dide vê senaryoyê, weke ku R.T.Erdogan qumarek nû bileyize û gotibe “hema çi dibe bila bibe, bes bila ez nîşanî raya giştî bidim, va ye min ev peymana aşbûnê pêk anî ha”, tevgeriya û çû xwe avêt hembêza Pûtîn!

Ji ber ku di civîna lûtkeya Tehranê de, me dît li hember heman daxwaza Receb, Pûtîn pir bi awirekî tirş û tal gotin li ser çavê wî xist û irza wî şikand. Lê ger we baş bala xwe dabe civîna çapemeniya wan a Soçî, berovajî ya Tehranê Pûtîn gelek kêfxweş bû û di heman demê de bi awirekî serkeftî piştî axaftina teslîmbûnê ya Receb, ji wî re li çepka da, weke henekê xwe pê bike!

Ez bawer dikim ew rewş û helwesta Pûtin ji aliyê raya giştî ve jî gelekî bi balkêşî hatibe şopandin.

       * * *

Ka em bala xwe bidin vê lihevhatinê, gelo kî serkeftî ye, kî binketî ye û ew ê encamê wê çi bibe û ber bi ku ve biçe?

Bêguman yê serkeftî Pûtîn e. Rûhanî û bi taybetî Receb jî weke mirovên ketibin ber sikratê an jî ketibin nav avek kûr û li ber fetisandinê bin û li şaxê darekê yan kevzekê digerin ku destên xwe bavêjê û xwe ji mirinê rizgar bikin. Ew dar an kevz Pûtin e!

Ji aliyê din ve, di peymanê jî de diyar dibe ku Receb hem li xwe mikur tê/îtiraf dike ku ew hêzên terorîst, ew hêzên cîhadîst û selefîst hemû hevalên wî ne an ew bi xwe fermandarên wan e û hem jî ji bo çekan ji wan bistîne ew barê giran jî daye ser milê xwe. Îcar her kes zane ku Receb heta niha çendîn soz û ahd û peyman dane wan hêzên kujer û qirker, ka gelo ew ê çawa û çilo karibe wan kes û hêzan qayil bike û wan ji çek bike? Jixwe hîn va ye di rojên destpêkê de me bihîst ku ew hêzên qatil xwe bi xwe bi hevdu ketine û şerê dijwar ketiye nav wan.

Erê roja 17’ê îlonê li Soçî peyam dan çapemeniyê, weke dîktatorên serkeftî xwe dan nîşandan û şov kirin li ber kamerayan. Her wiha çapemeniya kirêkirî ya Receb û ya Rûhanî jî hema hema peralelelî wan, bi pesindarî bahsa peymana Soçî kirin.

Dibe ku bi vê peymanê, heta mehekê(15’ê cotmehê) an çend mehan şerê mezin dabin rawestandin. Lê ez bawer dikim şerê herî mezin û heta mirov dikare bêje şerê ku Receb û Rûhanî bibe aqûbeta Seddam jî ne dûr e!

Jixwe Receb jî li xwe mikur hat û tirsa xwe ya herî mezin ya ji rojhilatê Firatê, tirsa xwe ya ji Şoreşa Rojava, tirsa xwe ya bi taybetî ji YPG û YPJ’ê, bi zarê xwe li Soçî ji kamerayan re dîsa dubare kir. Ew tirsê serê te bibe gorê!