Ahmet Aktaş Ahmet Aktaş
Şîrove

Gelo Tirkiye dê li gel DYA’yê êrîşî Îranê bike? 13 Tîrmeh 2018 În

Piştî hilbijartinên Tirkiyeyê yên 24’ê hezîranê, diyar bû ku Amerîka (DYA) naxwaze desthilatiya Erdogan birûxe. Her wiha Ewropa jî heman polîtîkayê dipejirîne.

Bêguman di vê siyaseta Amerîka û Ewropayê de berjewendiyên wan hene, an na ne ji xêra R.T.Erdogan re vê polîtikayê didomînin. Sedema bingehîn, weke tê zanîn; karekterê bingehîn ê sermayedariyê ku li cîhanê dê her nakokî, şer û pevçûn hebin.

Ji ber ku DYA, li cîhanê serkêşiya desthilatiya sermayedariyê dike, helbet dê pirtir bixwaze li dewletên weke Tirkiyeyê alozî û krîz neqedin û li gel dewletên din jî di nav şer û pevçûnan de be, da ku her dem lawaz be û muhtacî DYA’yê be û çekên xwe bifiroşê û hwd.

Her wiha demek dirêj e ku di vê çarçoveyê de DYA, hewl dide da ku rejima Îranê birûxîne. Di vê mijarê de ji mêj ve dixebite ji bo ku dewleta tirk bixe xizmeta vê siyaseta xwe û yekser êrîşî ser rejîma Îranê bike. Lewma dibe ku sedema bingehîn ev be ku naxwaze desthilatiya R.T.Erdogan niha bişkê, ji ber bo pêkanîna projeya xwe jê re lazim e!

Ev çavlêgirtina DYA’yê, ji ketina Rojava re û bi taybetî jî ji dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê ya Efrînê re û her wiha dilxweşkirina wan a li ser Minbicê û hinek deverên din ên Rojava, guman heye ku parçeyek ji vê armanca Amerîkayê be.

* * *

Ew gera ji nişka ve ya senatorê amrîkî L.Graham a Minbicê, Enqere, Bexda, Hewlêr û hwd. watedar û girîng bû. Hema bi gera senator re, li Hewlêrê cihekî pir mezin ji bo Konsolgeriya DYA hate amadekirin. Ji xwe weke ku tê zanîn Trûmp, peymana li gel Îranê ya ji bo nukleerê betal kir û piştî vê, li pey hev gefên dijwar li hev xwar in. Ev lihevrakişandina wan a dijber, bi hemû tundî û germayî ya xwe dewam dike.

Di vê heyamê de Trûmp, dijminantiya navbera xwe û Kimê Koreya Bakur jî da rawestandin û heta dîmen û wêneyên wan ê dema ku li Singapurê li hev rûniştin û li hev hatin, li şûna dijminatiyê dostaniyê nîşan dida.

Ji aliyê din ve, dema ku Erdogan, xwest êrîşên xwe li ser başûrê Kurdistanê; Herêmên Parastina Medya, Qendîl, Şengal, Mexmûr û hwd. girantir û xurtir bike, pir dixwest li gel Îranê bi awayekî hevpar êrîşan pêk bîne. Lê qasî hat xuyakirin, Îranê ev daxwaza wî bi awayekî fermî nepejirand û pêk neanî. Helbet wê wateyêku gelek karên hevbeş li dijî Tevgêra me ya Azadiyê nakin. Weke ku nexwest wisa aşkera Tevgera Kurdistanî bi giştî, ji niha ve bixe dijminê xwe û vê derfetê ji niha ve bide destê Trûmp!

Ew danûstandinên germ ên navbera Îran, Tirkiye û Rusyayê weke ku hinekî sar bûne. Ew civînên wan ên Astana, Soçî û hwd. gelek germ nayên xuyakirin, weke ku hinekî hatibin rawestandin!

Ku van diyardeyan(û yên ne diyar jî) ku mirov dide ber hev, gumana ku êrîşa li ser Îranê ya Trûmp nêzîk bûye xurtir dibe. Helbet helwesta aşkera û zelal a ku Trûmp dixwaze ya ku baş ne diyar a Erdogan e. Ka gelo ew ê li gel Trûmp, li dijî pergala Îranê, dê bikeve nava cengek mezin an na? Eger vê bipejirîne jî û ne pejirîne jî têkçûn her nesîbê Erdogan e! Ji ber ku wî dilê gelê kurd gelek êşandiye!