Ahmet Aktaş Ahmet Aktaş
Şîrove

Em bûn 40 salî 30 Sermawez 2018 În

27’ê Mijdara 1978’an roja damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye. Niha çil sal temam bûn em dikevin sala çil û yekê.

Di her salvegerê de tê bîra min, ez wê salê weke salvegera xwe jî dibînin û dibêjim ez bûm ewqas salî. Lê min bala xwe dayê, na xêr ev çespandin/destnîşankirin kêm e. Lewma min lê temam kir û got ev temenê gêlê me ye jî ku bûye netewe, nasnameya wî ya neteweyî pê hatiye pênasekirin.

Heta mirov niha dikare vê danezanê jî kêm bibîne, ji ber ku asteke wê ya cîhanî jî çêbûye û roj bi roj berfirehtir jî dibe. Lewma mirov dikare bibêje; êdî ev dîrok dibe dîroka rasteqîn a têkoşîna canbexşane ya mirovahiyê jî. Mînaka herî li ber çav, roj bi roj zêdebûna beşdariya enternasyonalîstan a şoreşa Rojava ye.

Baweriya min gelek heye bi vê şîroveya min, ji ber ku ez dibêjim ev lênêrînek zanistî ye. Dibe ku hinek hestiyarî bûn jî tê de hebe lê ez bawer dikim aliyê wê yê zanistî girantir e.

Çima?

Ji ber ku heta min ev tevger nasnekiribû, weke di nava gel de tê gotin ‘min nizanibû serê min li ser çi balîfî’ ye! Erê hema hema weke ku di serê her xortekî an jî keçeke kurd de çi hebû, ew tişt di serê min jî de hebû. Ew jî, fikir û armancên ku dewletê xistibû serê civakê û civakê jî xistibû serê me: Fikir û armancên takekesî yên parastina xwe bi tenê. Bêguman ev jî siyaseta malxerab a ji civakê dûrxistin bû, belavkirinajihevdu ya civakê bû, xurtkirina nakokî û dijminatiya navbera gelan, baweriyan û tevahiya civakê bû. Jixwe li ser vê bingehê ez çûbûm metropolên Tirkiyeyê.

Min rastî kengî nas kir, min jiyana rast kengî fêhm kir?

Dema ku min Abdullah Ocalan û hevalên wî Xeyrî, Kemal, Mezlum û hinek jî yên niha di devê namluyê hêzên hegemon ên modernîteya kapîtalîst de ne, nas kir û ev hevnaskirin bû destpêka jiyana min a rast.

Hema mirov dikare bêje; wek zarokekî nû çavê xwe li jiyanê û cîhanê veke û derdorê xwe gav bi gav bibîne û li ser van dîtbariyan mejiyê xwe bide xebitandin. Ez bi vî awirî li vê tevgêrê dinihêrim û bi taybetî vî Rêbertî bi vî awayî şîrove dikim. Lewma ez jiyana xwe ya derbasbûyî, ji jiyanê nahesibînim û weke ez nejiyabim dibînim. Jixwe bêyî ku li ser zêde bikim dibêjim, piştî her ku têkilî û nasandina min li gel vê Rêbertiyê û hevalên wî zêdetir dibûn, min jiyana xwe ya derbasbûyî ji bîr dikir û ez niha jî nizanim ku çawa dijiyam. Belê ez baş dizanim ku ew jiyana berê, jiyanek bê wate, bê nirx bû lê belê tije xesar û ziyan bû; yan jî bi gotina herî temam; ne jiyan bû, ya rast mirinek rezîl bû!

Erê weke her hevalê ku min dît û her roj zêdetir dibînim, yên kevn jî yên nû jî hemû bi yek dengî û bi yek analîzê dibêjin: Jiyana rast bi vê tevgerê, bi felsefeya vî Rêberî hatiye despêkirin û niha di jiyanê de bûye îradeyeke pir xurt, bûye pergaleke jiyanî ya alternatîf, ji bo pergala modernîteya kapîtalîst. Sedem û êrîşên ewqas dijwar û giran ên tên ser vî Rêberî û hevalên wî û bi giştî vê tevgerê û vî gelê bûye bi milyonan li pey dimeşe û her roj li ser pêya ye, hemû tirsa ji xurtbûna vê îradeyê û mezinbûna ji vê felsefe û pergalê ye. Mafê gelê me ye û mîna şîrê diya her kesê ku vê rojê weke cejn dibîne û pîroz dike lê helal e! Ez jî şehîdê vê dozê hemûyan bi bîr tînim û serê xwe li ber wan ditewînim, wek cejana 40 saliya xwe û ya gelê me û ya mirovahiyê dibînim û li her kesê ku lê xwedî derdikeve pîroz dikim.