Ahmet Aktaş Ahmet Aktaş
Şîrove

Dostaniya kurdan serkeftinê tîne 15 Pûşper 2018 În

Dostaniya kurdan serkeftinê, dijmanhiya wan jî têkçûnê tîne. Lê R.Erdogan berovajî vê rastiyê dimeşe. Bêgûman aqûbeta wî jî ew ê têkçûn be. Dibêjin ‘ecelê bizinê tê, diçe nanê şivên dixwe’!

Hema bila neçe dîroka dûr, bi tenê bila hinekî bala xwe bide dîroka dewleta xwe, ew ê vê rastiyê pir zelal bibîne. Ma Ataturkê wî jî dema ku dest bi têkoşîna rizgariya xwe ya ‘netew-dewletê’ kir, ma ne ji Kurdistanê; bi Kongreya Erziromê û Kongreya Sêwasê dest pê kir! Û ma ne mînakek balkêş e ku cara despêkê/yekemîn, ji bajarê Kurdistanê-Erzeromê bû parlamenterê meclisa xwe ya ewil?

Ya herî dawî jî dikare li mînaka xwe jî binere Receb Erdogan. Dibe ku bêhemd be jî, lê ew jî weke Ataturk, cara yekemîn ji bajarê Kurdistanê-Sêrtê bû parlamenter û hema bi giranî jî mirov dikarê bêje, di siyasetê de, bi navê dostaniya bi kurdan re gavên mezin avêt.

Tê zanîn dema ku Ataturk dewlet ava kir û desthilatiya xwe xurt kir, çawa zîvirî ser serê dostên xwe yê despêkê kurdan û çawa di qirkirina netewî re derbas kir! Qirkirina Dêrsimê(Seyid Rizayan) û Amedê(Şêx Seîdan), hîn weke duh bûbe di bîra me de zindî ye.Erdogan jî, hema hema bi heman siyasetê daye ser rêya bapîrên xwe. Divê mafê wî neyê xwarin, ji ber ku hewldanên wî çend pêngavan ji yê bapîrê wî zêdetir e.

Ataturk, qirkirina sor û sipî bi navê moderntiyê pêkanî, Erdogan jî heman qirkirinê dike, lê navê ola îslamî lê zêdekiriye. Her wiha niha êrîşkariya xwe jî berfirehtir kiriye û diajo ser perçeyên din ên Kurdistanê. Li Rojava û Başûr dagirkerî jî pêk aniye.Duh plangeriyek wî ya bi dizî derket medyayê. Li civînek bi serokên mehelleyên Stenbolê re dike, dibêje ‘lazim e hûn nehêlin HDP benda hilbijartinê derbas bike, hûn çi dikin bikin belê wan bixin bin bendê’ û hwd.

Jixwe êdî gelek wateya van planên dizî jî nemaye. Ji ber ku hema hema her roj, heta hinek rojan du caran, sê caran civîn, an jî mitîngan çêdike û ne bi dizî aşkera û bi dengeke bilind gefên dijwar ên dijminatiya bi kurdan re dixwe. Qet teqsîriyê naxe karê xwe yê qirkirinê; hemû amûrên modern ên cengê li ser gelên me û erdnîgariya welatê me bi kar tîne.

Mirov dixwaze bêje heeey filankes, hişê xwe bide serê xwe, tu zêde ji ser xwe ve çûyî, vê desthilatiya te ya mezin tu serxweş xistiye. Ma tu bapîrê xwe nabînî, dema bi kurdan re bûn dost çawa bi ser ketin û dema bûn dijmin çawa têk çûn. Ma ew Hîtlerê ku tu ji xwe re weke rênas dibîne jî, dawiyê çi anî serê xwe?

Lê na herê, gotin û bang êdî ji wî re bi kêr nayê, hiş ji serê wî çûye, weke ew ên ku har dibin û kef bi dora devên wan dikevin, dema behsa kurd û Kurdistanê dibe, ew kes har û dîn dibe, hiş û aqil ji serî diçe, êdî gotinên ne li rê jî dike. Kuştina însanan û bi taybetî jî ya kurdan ji xwe re kiriye weke îbadeta olî; ji her hal û hereketên wî bêhna DAIŞ’ê tê.

Weke gelek caran hatiye gotin stratejiya wî; afirandina tirsê ye. Lê wisa diyar e ku êdî ew çeka tirsê weke bûmerangê li wî vedigere û êdî ew ji her kesî ditirse. Xwedê zane ew ê di wê tirsa wî ji bo kurdan û hemû mezlûman afirandiye, ew ê bi wê ve dawiyê li jiyana xwe bîne.

Dibe ku ji bo rizgarbûna xwe ya kesîtî, bifikire bi reve biçe xwe bavê ber bext û wijdanê Putîn an jî Omer Beşîr ê Sûdanî. Lê ez bawer nakim ku ew jî lê xwedî derkevin. Ji ber ku Recebê bi tenê ji wan re ne lazim e, hêza dewleta wî ji wan re lazim e. Hema bila mînaka Şahê Îranê bide ber çavê xwe ku hevalbendê wî yê qerase DYA, çawa lê nebû xwedî! Ma ewqas ne bes e?