Ahmet Aktaş Ahmet Aktaş
Şîrove

Destpêka Komployê; 9’ê Cotmeha 1998 05 Kewçer 2018 În

Weke tê zanîn Komploya Navdewletî di 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kir. Di ser de 20 sal derbas bû. Ma gelo bi 15’ê Sibata 1999’an re; bi dîlgirtina li Kenyayê re, plangeriya navdewletî bi encam bû û gihişt armanca xwe? Na xêr!

Erê van rojên reş, dê di dîroka Kurdistanê de û her wiha di dîroka mirovahiyê de weke birînek xedar, weke rûreşiya modernîteya kapîtalist were nivîsandin û bîranîn. Lê negihişt armanca xwe ya bingehîn û ji xwe ev roj rojên destpêka êrîşkariya herî mezin a navdewletî bûn û hîn jî bi piralî dewam dike.

Vaye bû 2 sal ku rê ji çûyîn û hatina Îmrali ya bi Rêber Apo re hatiye girtin. Ev 2 sal e dewleta Receb Erdogan nahêle kes agahdar bibe, lewma agahî ji Rêber Apo û hevalên ba wî nîne. Her wiha saziyên navdewletî, xwedê giravî yên ne leşkerî yên sivîl jî bêdeng in; weke CPT û hwd. di ser de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî biryarek bê qusûr a tam li gorî modernîteya navdewletî da û got ‘şert û mercên zîndana Îmraliyê ne xerab e, îşkence li Abdullah Ocalan nayê kirin û hwd.’!

Eger mirov gelemperî lê binêre, tiştekî ne li rê, tiştekî ecêb û matmayî di vê biryarê de nîne. Ji ber ku eger tu, tu hêviyê ji dewletan nekî, divê tu, tu hêviyê ji saziyên wan jî nekî; navên wan çi dibe bila bibe. Û ma em nabêjin ‘ev plangeriyek navdewletî’ ye? Ê wê wextê divê em li gorî dîtin û gotinên xwe jî tevbigerin û xebata xwe jî li ser vê felsefê bidin meşandin.

Çima em dibêjin komplo bi bingehîn negihişt armanca xwe?

Ji ber ku armanca hêzên hegemon/desthilat û emperyal ew bû ku bi vê plangeriyê re dê vî Rêberî teslîm bigirin û vê têkoşînê hilweşînin û bi vî awayî ew ê karibin li gorî dilên xwe cîhanê bi rêz bikin/dizayn bikin.

Lê va ye li ber çava ye, ji vana yek jî pêk nehat. Ha dikarin bêjin me Rêberê we dîl girt û me dilê we pir êşand. Erê ev rast e we dîl girt, lê we nikaribû ew teslîm bigirta. Weke Seyîd Riza dema li ber îdamê ji dewleta tirk re çi gotibû ev dubare bû; gotibû ‘we karibû ez bigirtima ev ji min re bû derd, lê we nikaribû çogê min bi çimanda bila ev jî ji were bibe derd’!

Piştî plangeriyê di nava çend salan de têkoşîn bilintir bû û dewleta tirk tengav bû û tirsiya. Lewma ji neçarî çûn xwe avêtin dexlê Rêber Apo û pêvajoya çareseriya dest pê kir. Bêgûman hem Receb xwest hîlebaziyê bike û hem jî dewletên komploger ji vê pêvajoyê nerazîbûn û bi hev re dan rawestandin.

Lê vê carê ne dewleta Receb bi tenê ketiye nava alozî u qeyranê, belê alozî û qeyranek gelemperî ya navdewletî jî destpê kiri ye.

Erê di hinek pirsgrêkên global de, dewletên sereke yên cîhanê Rusya û Amerîka dikarin li hev bikin, lê belê di hemû pirsgrêkan de nikarin li hev bikin û li gorî dilên xwe cîhanê dizayn bikin. Jixwe ev li gorî armanc û zagonên sermayedariya emperyal jî ne xwezayî ye û ne gucaw e jî.

Lewma ez dibêjim, ne dûrî aqil û mentiq e ku vê carê ne tenê dewleta Receb, dewletên cîhanî yên komploger hemû bi hev re, ji neçarî serî li Îmralî bidin! Ger ku heta niha derbên xidar li Îmraliyê bi kar neanîbin ha! Weke di nava gel de tê gotin ‘xwedê neke ku tiştekî wisa pêkhatibe. Eger tiştekî wisa pêk anî bin edî kes nizane ku bi gelemperî pêla qeyranê digihêje çi astê!

Ez tu carî bawer nakim ku ev plangerî bigihêje armancên xwe. Ji ber ku felsefeya Rêber Apo di nava dil û mejiyê gel û gelan de pir kûr cîhê xwe vegirtiye. Êdî destê kesî nagihêje ku karibê vê heqîqetê birûxîne!