Ahmet Aktaş Ahmet Aktaş
Şîrove

Derbeya 12’ê Îlonê û bûyera 11’ê Îlonê 14 Îlon 2018 În

Her çendîn salên wan ne gelek nêzî hev bin jî, her wiha ne gelek dûrî hev in jî. Armancên her duyan (Derbe û Bûyer) jî yek in.

Dibe ku weke şîroveyek pir îdeal were dîtin, lê li gorî min şaşî di vê şîroveyê de dê tune be. Ka em bala xwe bidinê.

Di sedsala 20’an de, li cîhanê şoreşên mezin pêk hatin. Mînak; şoreşa Sovyetê ya 17’ê Cotmehê, Şoreşa Çînê û li pey van herdu şoreşên mezin şoreşa Kuba, Vietnam û hwd. dan dû hev. Hema hema bandora xwe li hemû cîhanê kir û li her deverê tevgerên şoreşgerî û demokratîk ên çînayetî û netewên bindest, li hember zilmê û dagirkeriyê serî hildan.

Li dijî van şoreşan û tevgerên pêşketî, dewletên desthilat û emperyal ên cîhanê jî destvala ne rawestiyan. Faşîzma Hîtler, Musolonî, Franko û hwd. derxistin pêşiya van tevgêrên peşketî û hemdemî. Lê ew hemû têkçûn û şikestin. Li pey van di dawiya sedsalê de, li Tirkiyeyê faşîzma Kenan Evren û li Şili jî faşizma Augosto Pinochet rakirin. Lê temenê van jî dirêj nekir û ew jî şikest û hilweşiyan.

Dewletên desthilat û emperyal ên cîhanî, ji van pêşketinên pêşverû û hemdemî yên şoreşgerî û demokratîk gelek tirsiyan û ji bo di sedsala nû ya 21’an de, ji xwe re çareseriyekê bibînin ketin nav hewldanan.

Di dawiya sedsala 20’an de, bi hilweşandina pergala Sovyetê û Pakta Varşovayê re, pêdivî bi dizaynkirina cîhenek nu ve dîtin.

Lê ji bo ku vê dizaynê pêkbînin, lazim bû kelem û astengên peşîya xwe ji ser rê rakirina û hinek hincet-sedem ji xwe re peyda bikirina.

Kelemê yekemîn li pêşiya xwe Tevgêra Azadiya Kurdistanê û Rêberê wê Abdullah Ocalan dîtin. Bûyera 11’ê Îlonê ya 2001’î li DYA’yê pêkanîn jî kirin hincet û sedem.

Îcar em bala xwe bidinê, heta ku ev kelem ji pêşiya xwe ranekirin, dest bi dizayna xwe nekirin. Pêşî Komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di dawiya sedsalê de; di cotmeha 1998’an de da despêkirin û di sibata 1999’an de li Kenyayê dîl girt.

Piştî vê Komploya Navdewletî bi salekê hinceta xwe ya 11’ê Îlonê pêkanîn û êdî gav bi gav dizayna xwe ya cîhanî dan despêkirin. Pêşî li Afganistanê û li pey wê bi navê Bihara Ereban li Afrîka û Rojhilata Navîn, ev dizayna xwe dan meşandin.

Ku mirov baş bala xwe bidê, di herdu bûyeran de jî hedefa bingehîn Tevgera Azadiyê û Rêber Apo tê dîtin.

Di Darbeya faşîst a 12’ê Îlonê de, ji xwe zelal û bêguman diyar e ku armanc, tunekirina vê Tevgerê û Rêbar Apo ye. Di bûyera 11’ê Îlonê de, dibe ku aliyê wê yê gelemperî yê cîhanî zêdetir derdikeve pêş, lê weke me li jor behs kir, heta ku ev kelem nehat rakirin û ew komplo pêknehat, dest bi wê bûyerê û dizaynê jî nekirin.

Her wiha dibe ku di derbeya 12’ê Îlonê de, aliyê wê yê Tirkiye û Kurdistanê derketibe pêş, lê aliyê wê yê cîhanî jî nikare were veşartin. Hema ew gotina DYA’yê ku di dema derbeyê de gotibû, “Zarokên me bi serkeftî ev derbe pêkanîn” ji bo delîlê ne bes e gelo?

Ma heman helwesta kevneperestiya cîhanî û dewletên desthilat a niha jî ya li dijî Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ne li ber çavan e? Bi taybetî mînaka helwesta van hêzan a ji bo dagirkeriya dewleta tirk a li Efrînê û pir cihên din ne zelal û aşkera ye?

Divê her kes van rastiyan bibîne û li gorî wê helwest û bertekên xwe nîşan bidin! Divê herkes li gorî vê heqiqetê tevbigere!

Çawa faşîzmên sedsala 20’emîn çûn sergoyê dîroka mirovahiyê, her wiha faşîzmên vê sedsala 21’ê û bi taybetî ya R.T.Erdogan jî dê here sergoyê dîrokê. Lê gelên bindest dê bi ser bikevin!