Ahmet Aktaş Ahmet Aktaş
Şîrove

15’ê Tebaxa 2018’an 10 Tebax 2018 În

Pengava 15’ê Tebaxê, ne rojek e, ne mehek e, ne jî salek e û daxwaz û hewesek û hestek bi tenê ye yan jî ne pêngavek ji bo demek bi tenê bû. Di encama zanistiyek û hişmendiyek dem dirêj de, ev pêngav hate avêtin.

Hem dîroka Kurdistanê û hem jî ya cîhanê di ber çavan re hate derbaskirin. Di têkoşîna civakî de, ji encam û sedemên binkeftin û serkeftinan ders hate derxistin. Bêguman bi giranî li ser dîroka Kurdistanê ya şer û pevçûnên civakî hate rawestandin.

Gelek zelal hate dîtin ku sedemên bingehîn ên binkeftinê; ji ber nebûna rêbertiyek xwedî zanebûn û hostayak xurt û helbet nebûna rêxistinek xwedî îrade bû. Lewma heta wê demê serkeftinek demdirêj û mayînde pêk nehatibû.

Di encama vê lêgerîn û lêkolînên kûr û hûr û dûr de, li ser bîrdoziyek zanistî, polîtîkayek dûrbînî hate afirandin, stratejî û taktîk hatin zelalkirin, bi kurtayî li ser bingehek wisa dewlemend biryara pêngava 15’ê Tebaxê hate dayîn.

Diyar dibe ku ev biryar piştî çendîn serêşî, mejî şixulandin û ewqas hewldanên berfireh hate dayîn, lê pêkanîna van biryaran, xistina jiyanê û pratikê, ji biryardayînê ne hêsantir bû.

Ji bo biryara pêngavê pêk were: wêrekî û curet bi kurtayî kesayetiyek xwedî ruhekî azad û îradeyek xurt a berxwedêr lazim bû. Ji bo ev kesayetî were afirandin perwerdeyek zanistî lazim bû. Yê ku karibe vî karê bi rûmet û dîrokî jî pêk bîne Rêberiyek hemdem bû. Ew jî bêguman Rêber Apo bi xwe bû.

Sal 1980, sala faşîzma 12’ê Îlona Kenan Evren bû. Şoreşgerên ku ji ber şûrê dewleta wî filitîbûn, di der dora 250 kesî de bûn. Bi zehmetiyek mezin ji nav destê faşîzmê hate kişandin û gihîştin xaka Filistînê.

Rêber Apo, bi salan, bi sebir û tehamulek mezin, bi zanistiyek hemdemî ev hevalan perwerde kirin.

Ji alîkî ev dersên têkoşînên dîrokî û hemdemî yên cîhanêji aliyê û bi taybetî jî yên Kurdistan û Tirkiyeyê dida. Ji aliyê din ve jî, bi giranî li ser berxwedana hevalên li Zindanan, bêguman di serî de yên zîndana Amedê radiwestiya.

Helbet di serî de berxwedana Mazlûm, Ferhat, Xeyrî û Kemalan, wek dersa jiyanî dihat dayîn. Digot van hevalan ‘mirin li pêş çavên me biçûk kirin, jiyan jî bi rûmettir kirin, bêguman jiyana azad’ û hwd...

Ez dibêjîm ders lê bila wek dersên ji rêzê neyên naskirin. Dibe ku peyva ‘dersê’ bi temamî wateya vê hewldana Rêber Apo nade. Lê belê mirov bibêje ‘wî, ruhê berxwedêr ên van hevalên leheng, ji zîndanê dianî dida van hevalên li Filistînê bûn’, dibe ku hinekî wateya xebat û lebata wî bide. Ez dibêjim û ez ê her bêjim ku di wê dema ewqas xerab de, ji bo ew tirsa dewleta faşîst, bi perwerdeyek wisa xurt weke ya Rêber Apo dida nehatiba şikandin û xwîna wê ew ruhê bi curet û xwedî îrade ya hevalên berxwedêr nehatiba dayîn, pêngava 15’ê Tebaxê nikaribû bihata avêtin.

Bi vê Rêberiya xurt a Rêber Apor re, rêberên weke Egît(Mahsum Korkmaz), Bêrîtan, Zîlan, Sema û bi hezaran pêşengên şoreşê hatin afirandin û êdî îradeyek nayê şikandin, hemdemî û mayînde hat çêkirin.

Lê bêguman divê em, niha jî wî ruhê 15’ê Tebaxê, ji bo parastina şoreşa Rojava, Qendîl, Şengal û Mexmûrê, ji bo rizgarkirina Efrîna şêrîn û hemû Kurdistanê, hîn xurtir bikin û li ser vê bingehê têkoşîna xwe bilintir û mezintir û berfirehtir bikin.

Bijî ruhê pêngava 15’ê Tebaxê!

15’ê Tebaxê li gelê me pîroz be!