Aldar  Xelîl Aldar Xelîl

Ziman û çand bingeha nasname û hebûnê ye 24 Tebax 2018 În

Yek ji hêmanên girîng ên ku dewlet û pergalên navendî ji bo tunekirina dîrok û nasnameya gelan xwe dispêrinê; ziman e. Mirov dikare bibêje ku ev hêman girêdayî nasname û hebûnê ye. Ziman bingeha kelepûra hizir, çand û civakbûnê ye. Her wiha ziman di pêşketin û pêşvebirina civakekê de koke. Ne gengaz e ku neteweyek bêyî ziman bikare parastina hebûna xwe, nirx, hizir û dabên xwe bike. Lewma ziman ji bo hemû gelan, berhemekî çandî û hizirînê ye. Parastina ziman tê wateya parastina hebûna kevnar û nûjen bi xwe.

Di destpêka hedefgirtina gelan de hêzên serdest pêvajoyên pişaftinê didin destpêkirin. Piştre di jî embarên hizir û bîrdoziya navendî û hişmendiya ku hebûna ramanekî demokrat û vîneke azad qebûl nake; tên helandin. Tiştê ku desthilatiya Osmaniyan di nava çarsedsalî de li ser gel dide meşandin, ev yek bû. Ev pêvajoya ku me li jor qala wê dikir, ew bi xwe bû. Wan di xwest ku projeya tirkkirinê bimeşînin û zimanê xwe bidin qebûlkirin da ku hemû nîşaneyên raman û çanda gelên herêmê ji holê rakin. Êrîşî zimanê kurdî, erebî, ermenkî û suryanî jî kirin. Rejîma Baas jî heman rêbaz bi kar anî. Heta ku wisa kir ku pêkhateya sûryan bi erebî bi axive. Em ji reseniya zimanê erebî re rêz digirin. Lê zimanê erebî  ji hêla desthilatiyan ve hat bikaranîn û bi keysbaziya ahengî û kûrahiya zimanê erebî re xwestin zimanên din ên li Sûriyeyê tune bikin.

Ger mirov di roja me de bi awayeke rasteqînî lê mijarê binêre, dibîne ku di roja me ya îro de jî li dijî Rojava bi heman armancê êrîş tên kirin. Dixwazin ku em bi zimanê xwe ne axivîn. Naxwazin ku em mafên xwe yên zimanî bikarbînin û dîrok û şaristaniya xwe biparêzin. Ev kes naxwazin ku projeyeke demokratîk li Sûriyeyê pêş bikeve da ku hemû gelên  herêmê li ber asoyên azadiyê, mafên xwe yên herî xwezayî bikarbînin. Dixwazin bi êrîşên xwe hemû nîşaneyên dîrok, çand, zanist û şaristaniyê yên pêkhateyên me ji holê rakin.

Di destpêka êrîşên dagirkeriya dewleta tirk a li dijî Efrînê de jî hat dîtin ku ev hêzên dagirker di serî de êrîşî pirrengya ziman dikin û dixwazin tune bikin. Êdî van dagirkeran navên gund, navçe û saziyan bi zimanê tirkî nivîsandin. Sê zimanên kurdî, erebî û suryankî qedexe kirin. Ev yek jî tunekirina çandî bi xwe ye.

Yên ku pirrengiya Sûriyeyê nas nakin, ne dikarin zimanekê din û ne jî dikarin nasnameyeke din nas bikin. Di mijara mîsogeriya hebûna berhemekî ramanî û çandî yên mezin, ji bo perwerdekirina nifşên nû û yên pêşerojê yên li ser bingeha hezkirina ziman û dîrokê, em îro şoreşeke bi nirx dijîn. Şoreşa me, şoreşa sererastkirina rêgehên çewt ên ku pergalên dîktator ji rê derxistine û hêzên dijberî rastiya gelan û rastiya nasnameyan ji rêseniya wan pê lîstine ye.

Ev hêz bi tifaq û lihevkirinê re li dijî gelên me ketin nava hewldanên tunekirinê. Ev aliyên ku di vê mijarê de lihev kirin, dixwazin ku qirkirineke çandî pêk bînin. Her wiha dixwazin ku hinek mijaran bikar bînin û bi vê yekê re jî ji bo gelên kurd, ereb, suryan, asur, ermen, tirkmen û çerkez encamên nebaş derxînin. Em dixwazin vîna xwe ava bikin lê ew dixwazin çanda xwe li ser me ferz bikin. Di nerîna me de rêbazên ku niha li bakurê Sûriyeyê tên nîşandan, rastiya gelê me ye ku divê lê vegerin. Divê em hînî zimanê xwe bibin û çanda xwe pêşve bibin.

Divê em rêbazan ku ji pêdiviyên zarokên me re dibin bersiv, ava bikin. Divê em ji bo zarokên ku her tim li pey kesayetên xweser û nasnameya azad digere, di kesayeta zarokên xwe de nirxên pêwîst ava bikin. Divê em aliyên çewd baş tesbît bikin û ji bo pêşketinê, divê rêbazên ku pêşî li nirx, çand û pêdiviyên me yên pêşerojê vedikin em bibînin. Divê em nekevin xefika planên ku dixwazin berhemên şoreşa me têk bibin. Divê em pêdiviyên xwe yên xweser pêk bînin û bijîn. Di vir de ziman hêmanekî sereke ye. Li gel hemanên din, erka wê ya parastina hebûn û resentiyê heye. Dema em pêdiviyên xwe destnîşan dikin û di afirînin, wê demê em dikarin bibin xwedî kesayet an jî civakên bi biryar û xweser. Divê em zimanê xwe ne li gorî daxwaza kesên din, li gorî xwe amade bikin. Divê em çanda ku me diparêze bixwînin. Ne çanda çanda ku me bi me dide windakirin bixwînin. Paşvegavavêtina di mijara ziman de dê rê li ber van kesên dijber veke ku li dijî gelên me armancên xwe yên demdirêj pêk bînin.