Aldar  Xelîl Aldar Xelîl

Xeta me danûstandin û çareserî ye 09 Pûşper 2018 Şemî

Axaftina li ser çareseriya li Sûriyeyê di ev rewşa buyerên ku diqewimin de bi tu şêweyî nabe, hemî nîşanên xuya dibin neynika helwestan û kûrbûna aloziyê bi xwe ne, ji bilî vê hinek naxwazin çareserî çêbibe ji ber bi tevlîhevî û destwerdanê bercewendî û daxwazên bidest dixin, bê vê nikarin tiştekî bidest bixin weke azadiya Rûsya ji zextên Ukraniya ya ji bo xazê ya di encama lihevkirina di ser Efrîn û Xutayê  re Turkiye bi Ukraniya hat guhertin piştî ku gelek dosiya tevlî hev kirin bi teybetî jî babeta firotina çekên Rûsya ji bo Tirkiyê û yên mîna wê.

Cenevre rawestgeheke giring e û em bi çareseriya li Cenevre bibe bawer in, em li xalên lihevkirina ber bi Cenevre ve û nêzîkatiya dîtinan ji hevre digerin weke serdana me ya vê dawiyê ji bo Misrê,

em li ser çareseriyê û derfetê karê ji bo çareseriyê û lihevnêzîkbûna dîtin û helwestan ber bi garantiya çereseriyê ku di xizmeta gelên Sûriyeyê de be û Cenevre bibe bingeha çareseriyê, girêdana me bi van pîvanan ve cidiyeta helwesta me ya Rojavayê Kurdistan e û girêdana me ya çareseriyê ye. Lê çareseriya ku destkeftiyên gelê me û rakirina rola me û mafên ku bi salan bi dest xistine bêbandor bike, em qebûl nakin; bi teybetî jî yên ku me ji şerê li dijî DAIŞ’ê bidest xistine. Niha pevçûn li Sûriyeyê heye û ev pevçûn dijberî û nakokiyan diafrîne û her wiha jî metirsiyê li ser aramiyê çêdike, piştguhkirina çereseriya Cenevre metirsiye û rewşê hîn bêhtir aloz dike, bêguman wê ev ne di sûda gelê Sûriyeyê de be.

Em li Rojava ji destpêkê ve dizanin ku şer wê êşên mezin bi xwe re bîne, ji ber vê me da ser xeta ku pevçûnan neke armanc ev xwendina me ya ji encamên negatîf yên ji şer hatine girtin. Niha hemî karê me piştrast dike ku em hilgirê xeta demokratîk in û me gelek hewldan ji bo pêşketina çareseriyê  di hindurê pirojeyên demokratîk de dane, meclisa Sûriya demokratîk bi xwe pirojeya çareseriya ku sedemên aloziya Sûriyeyê  derman dike û çareseriya mumkin dide pêş, pê re jî ew dibe pirojeya danûstindina di nav de jî gavê giring hene û pêşiya lihevkirinan vedike û çareseriyê piştrast dike.

Yên danûstandinê nepejirîne ew rasterast dibe alîkar ku rewş tevlîhev bibe û rewş hîn bêhtir aloz bibe û ber bi rêyên metirsyane ve here, hinek her timî dipirsin ku hûn li Rojava ji danûstandinê re amede ne? Bersiva me zelal e di karê ku gelê me di heft salên derbas bûyî de li ser erdê kiriye xuyaye, her tişt dibêje ku em danûstandin û çareseriyê dixwazin û ber bi rêkxistinkirineke civakî ve ya li gora xwendina pêvajoyê û pêşxistina dezgehên stratejîk ve here, tevger kirina li gora paşeroja Sûriye û gelê wê ya bêcudahî ye, xwedîderketina li pirojeya neteweya demokratîk xetên pehin ên armancên me ne û hewildanên me ji bo danûstandin û çareseriyê ye, pêwist e yên ku qala danûnstandinê dikin û ji hêza çalak ya bi danûstandinê bawer û her wiha jî gelê me jî vê dixwaze,  pêwist e bizanibe kî danûstandinan asteng dike. Îro Rojava bi xwe bingeha aramiyê Sûriye û Heremê ye, yên gavan ber bi danûstandin û çareseriyê ve bavêje wê gelê me li wir amede û bendeman bibîne, em tucarî nebûne asteng, berevajî ew ên dixwazin me bêrol bikin, baweriya me bi danûstandinan şîrove dike bê çiqasî piroje û biryara me û pêşketin li ba me heye.

Hewildanên me aktîfkirina Cenevre û em pê bawer in ku qonaxa çareseriyê ye, em naxwazin ku kongreyên şeklî hebin û vîna gelê Sûriyeyê ne amede be û danûstandinên tê de di navbera dewletên li ser axa  Sûriye dibe û dûrî nûnertiya gelê Sûriye ya rasteqîn be, Rojava amede ye ji bo her nêzîkatiya di navbera dîtinan de û lidarxistina kongreyekê ji bo danûstandin û lihevkirina di navbera hêzên rikberiya niştimanî de û gavên ber bi çareseriyê ve jiyîna xetên çareseriyê û danûstandinên saxlem, em hilgirên pirojeya demokratîk in û girêdayî hewldanên çareseriyê ne em pê bawerin û jê nayên xwarê heta pêkanîna demokrasî, aramî û aştiyê.