Aldar  Xelîl Aldar Xelîl

Rikberî, rêjîm û xalên wan ên hevbeş 21 Tîrmeh 2018 Şemî

Hê jî di serê hin aliyên rikber, hevalbendên wan û rejîmê de fikra yekalî ku naxwazin xwe biguherînin, heye. Bêguman bêcidiyet û nêzbûna bêberpirsyarî ya kar, dê li pêşiya biryara bidawîkirina tundiyê û avakirina Sûriyeyeke nû û demokratîk bibe astengiyên mezin. Li Sûriyeyê arîşeyeke mezin heye. Niha jî hin alî dixwazin vê arîşeyê bidomînin (rejîm), hin kes jî dixwazin rejîmê têk bibin û rejîmê bi awayeki din ava bikin. Naveroka vê rikberiyê wiha ye; xala hevbeş a di vir de, tekane armanc têkbirina hemû çareseriyên ji bo Sûriyeyê û aramiya Sûriyeyê ye!

Mijara vehûnandina destûreke nû li Sûriyeyê, di destê hemû aliyan de ye. Êdî gelek hêz hewl didin ku teşeya vê vehûnandinê, piştevaniya teoriya dûrxistinê ya ku me behsa wê dikir, bikin. Ew behsa destûreke ji bo Sûriyeyê dikin. Lê ev alî dixwazin ku bi dek û dolaban gelek aliyan ji vê destûrê dûr bixin û destûra heyî ne li gorî daxwaza gelê Sûriyeyê binivîsin. Dema em qala destûrê dikin, em behsa destûreke ku guherînê tîne Sûriyeyê û bibe bingeha aramiyê dikin. Yek ji van bingehan ev e; rol, hebûn, bandor û keda pêkhateyên bakurê Sûryeyê ye. Ev pêkhate bi rêya beşdarbûna xwe, bi rengê hemdemî vedibe û dibe awêneya pirrengiya civaka Sûriyeyê. Veguherîna wê ji rewşa aloziyê heta qonaxeke din, têkildarî pirrengiyê û demokrasiyê ye. Lê xuyaye ku rejîm û aliyên rikber, dîsa hewl didin ku komployekê pêk bînin. Li dijî hêviya çareseriyê, dixwazin pêşî li çareseriya ku hemû pêkhate tev li bibin, bigirin. Weke hemû kongre û qonaxên danûstandinan, gelên bakurê Sûriyeyê dûr xistin. Ji ber vê yekê ye ku rewşa heyî hîn aloztir bûye.

Ne tenê dixwazin ji danûstandinan dûr bixin, di heman demê de hewl didin ku rola dîrokî û neteweyî ya bakurê Sûriyeyê ya di çareseriyê de; tune bikin. Rejîm û hêzên rikber dixwazin di nivîsandina destûra nû de du astengiyên nû çêbikin. Dixwazin bakurê Sûriyeyê li derveyî çaroveya gengeşiyê bihêlin. Bi rêya hiştina pirsgirêkê di navbera bakurê Sûriyeyê û rejîmê de, êdî çareseriyê ber bi rêyeke din ve dibin. Tiştên ku dikin îro dikin. Nexasim der barê gotegot û belavkirina nûçeyên derewîn ên têkildarî danûstandinên di navbera bakurê Sûriyeyê û rêjîmê de û lihevkirina li ser hin mijaran,  ev hemû dikevın çarçoveya dûrkirina gelê me ji mijara destûra bingehîn. Ev yek jî bi tena serê xwe tê wateya israra di berdewamkirina aloziya Sûriyeyê. Ev hişmendiya ku 40 sal e berdewame, aloziyê her ku diçe kûrtir dike.

Em wek gelên Rojava û bakurê Sûriyeyê, di bin sîwana hebûna me û çespandina rola me di rêya rêveberiya nêzî ji sedi 30’yê Sûriyeyê, em dibînin ku destûra ku tê vehûnandin dê ne li gorî pêwîstiya gelên Sûriyeyê be. Di vê rewşa ku em tên dûrxistin de, nikarin qala çareseriyê bikin. Her wiha em nikarin bêyî gelê xwe ber bi guherînekê ve biçin. Di pêvajoya amadekirina destûrê de divê hemû pêkhate amade bin, divê destûr li ser bingeha pirrengî û demokrasiyê bê amadekirin. Divê hebûna tu pêkhateyan neyê paşguhkirin. Me bi cudaxwaziyê tên tawanbarkirin û li hêla din jî qala danûstandin û lihevkirina di navbera me û rêjîmê de dikin. Ji aliyekî ve dixwazin rêjîmê beşdarî vehûnanadina destûra nû bikin. Gelo madem ku aliyek heye ku dûrxistina wan a ji danûstandinan ne pêkan  e, madem danûstandin tê wateya lêgerîna çareseriyê, çima naxwazin çareserî bipêş bikeve?

Tevlêbûna nûnerên bakurê Sûriyeyê, ji bo danîna bingehên civaka demokratîk û rast, ji bo teqezbûna bidawîbûna serdema çûyî û pêşketina reaksiyona rewşa veguherînê li Sûriyeyê, girîng e. Her wiha peyameke ku dibêje Sûriye ya hemû pêkhateyên wê ye, ne di bin serweriya kes, partî yan jî hişmendiyekê de ye. Di heman demê de tevlêkirina hemû gelên Sûriyeyê, dibe derbirîna rasteqînî ya giyanê neteweyî û berpirsyariyê.