Aldar  Xelîl Aldar Xelîl

Perwerde û dijwariya êrîşan 15 Îlon 2018 Şemî

Dewletên li hemberî azadiya gelan her tim ji bo afirandina nakokî, belavbûn û geşkirina bihevçûnan dixebitin, ji bo rê li ber pêkanîna hevgirtina gelan bigirin û ji bo temamkirina kiryarên xwe yên nemirovane serî li rêbazên çewisandin, zilimkarî û jenosidê didin. Her wiha her cure hilandina çandî pêk tînin û gelek caran fitne û fesadiyê dikin.

Li herêma me kiryarên herî xerab heya niha li hemberî gel û neteweyan weke jenosîd pêk hatine. Di hemû pêvajoya tekoşîna me de gera li çiruskên hêviyan ji bo pêkhatina azadî û avakirina çêbûye. Ji bo projeyên xwe yên nû çarenûsa gelan bazar dikin.

Bûyera dibistanên zimanê suryanî ya ku vê dawiyê ji hêla hinekan ve hat bikaranîn ne di wê mezinbûna ku hat belavkirin de bû. Li ser wan kiryarên li hemberî gelan yên ku me li jor destnîşan kirine de jî, hinek dixwazin hevkariyê û vîna xwe radestî hêzên ku bûne sedema belavbûna wan û ziman û çanda wan têk bibin bikin. Mîna beşên ku bi rêjîmê re dixebitin çi suryan û çi jî ereb ku bervedaniya perwerdeya rêjîmê dikin. Li hemberî biryara pêkhateya suryan a ku ji bo perwerdeya ziman û parastina çanda xwe dixebitîn, ev beşa hevkar ya ku li dijî nivîsandina zimanê suryanî ya li ser dibistanan bû, ew bi xwe bûn yên ku pêl tabloyên dibistanan yên bi zimanê suryanî dikirin. Ev kiryar ne nîşana parastina zimanê suryanî ye lê belê parçeyek ji komploya li hemberî ziman e.

Bûyera ku çêbû ne ji bo perwerdeyê ye û ne jî ji bo ziman bû buyereke plankirî bû. Ev plan beşek ji şerê li hemberî gelê me bi hemû pêkhatiyan bû.  Di nav de jî pêkhatiya suryan-mesîhî û ji bo rawestandina pêşketina gelê suryanî û hemî gelên Sûriyeyê û avakirina vîn û bicihkirina nasnameya van gelan e. Berî niha kurd jî rastî kiryar û planên bi vî şêweyî hatin û hinek aliyên ku dibêjin em kurd in jî êrîşî me kiribûn.

Li hemberî perwerdeya zimanê kurdî ya li dibistanan derketibûn. Ev tê wê wateyê ku ev beş beşek in ku ji projeya metirsiyane û bi vê re dixwazin bandora şoreşa demokratîk kêm bikin bi meşandina siyasetên taybet di warê perwerdeyê de ji bo nifşan ji rastiyê dûr bihêlin. Rastiya van plan û projeyan û alavên wan yê sîxurî yên ku li miletê xwe komployan girêdidin bi temamî wek nivîskar û wêjevan Abdruhan Kewakibî ji bo wan kesên bi Osmaniyan re ji bo pêkanîna siyaseta tirkbûnê ya li hemberî gelan û ji wan jî gelê ereb û ew kes bi xwe jî ereb bûn re digot: “Mîna yên ku serxweş in û wan bi ser mirinê de diavêjin.”

Nîşaneyên di bûyera tevliheviya li Qamişlo de ku derketin holê, didin xuyakirin ku babet ne babeta perwerdeyê ye, dîrûşmên ku pesnê rêjîma Baasê didin. Nehiştina beşê ku suryanî dixwestin binivîsin û kesên li dora wan kesên girêdayî îstixbaratên rêjîmê bûn û şêweyê anîna kesayetên olî û tevlêkirina wan ya nav buyerê her çiqas ew dibistan ne dibistanê olî bûn û ne jî girêdayî dêrê û kesayetên olî bûn. Lê belê ew dibistanên taybet bûn ku kesayetên suryanî ji bo sûdên xwe yê kesayetî bi perê xwe ji bo sûdê bazirganî vekiribûn ew bi xwe jî dizanin ku perwerdeya rêjîmê ne li gorî zarokan e lê ji bo sûdên xwe yên aborî dikin.

Plan çiqas bi hêz be jî lê ku hundirê wê ne rast be û weke komploya li hemberî maf be bi ser nakeve. Me dest bi şoreşê, kir şoreşa ku prensîbên wê yê bingehîn guhertine û vegerandina nirxên ku bi destê rêjîma Baasê hatine şêlandin. Zimanê ku hatiye şêlandin her wiha çand, nasname vegerandina wan ji armancên şoreşa me ya gelerî ye.  Gelê me rê nade van planan û gelê me rastiya van projeyan dizane. Ji ber vê yekê bi hemû hêza xwe li dora şoreşê û serkeftinê pêçaye.  Lê li ser van tawanbariyên erzan ya ku ji bo babeta dibistanên taybet hatine gotin ew bi xwe armanc girtine û piştrast dike ku em li ser rêya rast in.  Êrîşnekirina rêjîmê bi alavên xwe dide xuyakirin tişta dibe rêjîmê razî dike, ji ber vê êrîş were ser me normal e; ji ber ku em serkêşiya guhertinan dikin û veguhertinan pêk tînin. Ev êrîş dide xuyakirin ku her tişt li gorî rastiyê hatiye meşandin. Em xeta kevn napejirînin û pêrazî jî nabin.