Aldar  Xelîl Aldar Xelîl

Konferansa Rizgarkirina Efrînê 30 Pûşper 2018 Şemî

Şerê faşîst ê ku Tirkiye li dijî Efrînê pêk anî, guherînek der barê piraniya mijarên girêdayî hev de li Sûriyeyê; afirand. Berxwedana 58 rojan a efsaneyî ya li dijî dewleta tirk rê li pêşiya asoyên nû vekir. Li ser hemû astan pêwîst bû em li ser hemû guherînên li Efrînê rû dane bisekinin. Tevî rewşa berxwedanê ya ku bi coş û giyanekî berz xuya bû, ew berxwedan hêja ye ku bibe berxwedana serdema nû.

Konferansa Rizgarkirina Efrînê yê ku li herêma Şehbayê pêk hat, derfet da ku ji hemû aliyan ve rewşa Efrînê were nîqaşkirin. Helbet armanc ji konferansê ew bû ku dawî li dagirkeriya Efrînê bîne û rêyên çareseriyê dayne holê. Her wiha konferans ji bo gihîştina nerînekê ku piştgiriya pêvajoya rizgarkirina Efrînê bike jî gelekî bi kêr bû.  Ec gaveke girîng bû.

Konferans girîng bû ji bo nirxandin û lêkolîna kêmasiyan di hin cihan de; her wiha ew girîng bû ji bo fêmkirina hemû aliyan lewma lidarxistina wê bi bandor bû. Pêwîst e hemû ked bibin yek bi mebesta berhevkirina derfet û îmkanan ku bikeve xizmeta rizgarkirina Efrînê û vegera xelkên wê û helbet derketina dagirkerê tirk û çeteyên wê.

Biryarên di vê konferansê de hatin standin reakisyona zelal bû ji giyanê berpirsyariyê ve ya ku tijî ye bi hêviyên pêkanîna armanca giştî ya vê konferansê.Ew jî rizgarkirina Efrînê ye. ev gotûbêj giyanê berxwedanê û hemû şêweyên dijî siyaseta Tirkiyeyê li Efrînê, temam dike. Biryarên konferansê heman mebestê vedibêje. Ew jî pêwîst e cihê piştgiriyê be li Rojava ji hêla hemû pêkhate û saziyan ve li tevahî Kurdistanê. Çimkî bajarê Efrînê bûye mînaka parastina asta pêşketî ya kêşeya kurdî li Rojhilata Navîn.

Çalakbûn û piştgirî pêwîst e xurt be; nexasim der barê seferberiya giştî de, ev seferberî pêwîst e di hemû qadan de be û di hemû astên siyasî, çandî, leşkerî û civakbûyînî de be. Protesto û rêxistinkirina mijaran bi awayekî ku xizmeta berxwedana Efrînê bike jî; tê de ye. Li hemû herêman tevî Rojava û tevahiya parçeyên Kurdistanê, Ewropa û tevahî dinyayê jî.

Viyana heyî û giyanê berxwedana ku rû da, li ber nerewatiya êrîşa dewleta tirk û dagirkeriya aşkera ji Efrînê re, îro dibe yek ligel hemû helwestên ku diyar dikin her çiqas ev dagirkeriya tirk ne rewa ye.

Erdogan her li paş dikeve û lawaz dibe beramberî hemû amûrên bi kar tên  bi mebesta têkbirina projeya demokratîk li Rojava di riya Efrînê re nikarîbû tu pêşketinê pêk bîne. Her wiha tevî hemû hewldanên dûrxistin, çewisandin û girtinê li bakurê Kurdistanê nikarîbû rê li pêşiya gelê me bigire ku serkeftineke dîrokî di hilbijartinên 24’ê hezîranê de qezenc bike.

Ev yek jî li gorî rewşên heyî yên Tirkiyeyê, serkeftina HDP´ê faktoreke pêşketinê ye ber bi çespandina pêvajoya rizgarkirina Efrînê. Her wiha piştgiriya xweragirtina li pêşiya êrîşa dewleta tirk ên bi hemû navgînên ragihandinî, leşkerî û siyasî ye.

Rizgarkirna Efrînê pêşberîn e, hemû faktorên ku serkeftin û rizgarkirina Efrînê pêk tînin hene. Pêwîst e di vê qonaxê de ew faktor berhev bibe û sazûman bibe, ev yek jî cihê gotûbêjê bû di konferansa rizgarkirina Efrînê de, mafê berxwedanê yê me ye. Bi salan me ev maf bi kar aniye û ta niha jî. Ev maf teqez dike ku tewriya piştgiriya destkeftiyên gelê me û rewşa dijminatiya rasterast û dagirkeriyê tu carî ne cihê bêdengiyê yan pesendkirinê ye. Lewma gelê me meşa pêkanîna azadî û demokrasiyê berdewam dike û giyanê berxwedanê gur dike da ku Efrîn rizgar bibe û ber bi bervaniyê di ber herêmên din de dike jî ew herêmên ku Erdogan gefan lê dixwe.